Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
problematîkên nivîskarên tirşikê - tirşik
problematîkên nivîskarên tirşikê
(1) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. gelek problematîkên me hene ku carinan bêhn li min diçikîne ( li xwe mikur bêm ku hin entryên min ên hesas jî têde )

mirov bixwe bipirsgirêk in, hama bêje li kû însan hebe di wir de problem jî hene, ji kîjan nijadê be, ji kîjan bîrdozê be, ji kîjan hîzb û partiyê be, -yan jî serbixwe be- ji kîjan bajar û civatê be bila bibe mirovên ku têde bi awayekî çalak û bi danûstandinê bi hev re dijîn, bi xwe re gengeşî û barebarê jî tînin. ji ber wê jî gelek asayî ye ku di surkulasyona peyamên tirşikvanan de jî arîşe, gengeşî, problematîk diqewimin. yanî bi raya min jê xilasbûn tune ye lê bes divê mariv piçek bala xwe li ser xeletiyên xwe bide.

pirsgirêka me ya ku zêdetirîn min eciz dike ew e ku heqeretkirina li ser nivîskarekî/e din..

yanî kî ji bo kê heqeret dike û dijmînan dide ne xema min e lê dema li ser nivîskarên tirşikê, ji aliyê nivîskarekî/e din tê kirin, bi min xweş nayê û ez maqul jî nabînim jixwe ne li gorî formatê ye, dev ji formatê jî berde-ji ber ku format ji zû de ye felîşiyaye- em bêjin ku formata tirşikê piçek dîtir cuda û belawela bibe jî bi min xweş nedihate ku nivîskarek ji bo nivîskarekî/e din heqeret bikira..

mesela ez bixwe jî li ser ramanekê an jî fikrekê yan jî tevger, rêxistin û tevgerekê rexne bikim pirr baş bala xwe lê didim ku bila rexne-heqereta min a di derbarê wê de bila direct/yekser neçe li ser nivîskarekî/e din..

wek mînak; em bêjin ku tevgereke x heye û ez li ser wê tevgera x'ê rexneyek dikim an jî bi şewaza me heqeretek dikim eger ku mirovekî/e y'yê jî tevgera x'ê biparêze divê ez direct ji bo y'yê heqeret nekim ji bo x'ê bikim da ku têkiliya direct bi awayekî neyartî pêk neyê û bila tirşik jî nebe qad û meydana egoya nivîskaran...

min gelek peyam dîtine ku -nexasim jî vê taliyê- dîrect nav tê dayîn û di bin wê sernavê de ji bo nivîskarê/a hanê heqeret tê kirin. bila qada tirşikê bibe qada tehm, çêjgirtin û sûdwergirtinê, em bêjin ku yek ji peyamên min eciz bû bila ji kerema xwe re eciziya xwe ya şexsî di bin sernava min de binivîse da ku mijara din şolî û genî nebe. eger bixwaze rexne jî bike bila bi mijareke têkildarê nêta xwe ya eciziyê veke û binivîse yan jî mijareke veke nerazîbûna xwe ya ji ber nivîskarê/a bi egera xwe ji nû ve binivîse wê hem çêtir be hem zelaltir be hem jî kêrhatîtir be..

yanî ez bixwe jî gelek ji rexneyan hez dikim-rexne haa ne heqeret- carekî min peyameke xelet nivîsîbû û mazlumozdogan nerazîbûna xwe bi lêv kiribû, paşê fikirîm ku mafdar e û min lêborîna xwe jê xwestibû.. niha belkî dîsa kes dêhn û bala xwe nede lê ezê ji vir şûnde vê rê û rêbazê bi kar bînim...



20.06.2014 20:51 | ferhenga şikestî

2. problematîk çi ye oxlim



20.12.2015 00:48 | wiha wilo wisa


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» problematîkên nivîskarên tirşikê
» nivîskarên ku tirşikê diterikînin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî