Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
mihemed şarman - tirşik
mihemed şarman
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar, rexnegir û çîroknûsekî kurd e. ji mûşê ye û di zanîngeha mêrdînê de mestira xwe dike.

bi navê pirça wenda pirtûka wî heye.. ji çend çîrokan pêk tê. ji vir sê meh berê min kirîbû min du çîrok jê xwendibû lê ji bela ku teyîna min derket û kar û barên min ên fermî qewimîn, nîvco mabû dema biçim amedê ez ê teqez biqedînim.

kurdiya mihemed şarman gelek xweş e bi taybetî jî dema ku bi qerfî dinivîse meriv di nava nivîsê de xerq dikeve bo mînak; "kaniya fenteziyan" ya ku di kovara zarema de weşiyaye

ji xeynî wê nivîseke gelek bicih û rasyonel li ser derûniya komplekse xwekêmdîtinê ya kurdan di heman kovarê de bi navê emê! tu dikarî di tariyê de jî bi tirkî biaxivî, nivîsîbû. .



20.06.2014 22:22 | ferhenga şikestî

2. ne tivirloismailek e... *



24.09.2014 22:39 | endazer

3. nivîskarê ku pirça xwe wenda kiriye, axirê peyda kir an na nizanim lê xwedê hez bike ku pirça xwe ya wenda di tirşikê de peyda bike*



24.09.2014 22:55 | ferhenga şikestî

4. nivîskarê ku pirça xwe wenda kiriye, axirê peyda kir an na nizanim lê xwedê hez bike ku pirça xwe ya wenda di tirşikê de peyda bike*



24.09.2014 22:56 | ferhenga şikestî

5. nivîskarê ku alişverîş lîstesî jî binivîsê ez ê bixwînim. BI ya mIn, Çîroka axaftina nobelê ya di nêv (bnr: pirça winda) de, yek jI baştIrîn çîrokên pêlên dawî ye.



29.10.2014 01:12 | seydayê_peyvan

6. li dû pirtûka xwe ya yekem a bi navê pirça winda, pirtûka wî ya duyem a bermayiyên demê ji weşanxaneya awestayê derçûye

beriya ku bêjim li sêr xêre be pêwîstî dibînim ku destnîşan bikim pirça winda gelek xweş bû û têra xwe keniyabûm..

niha bi meraqdariyê benda standin û xwendinê me

çîrokên din li ser gencîneya çîrokên kurdî zêde bû, nivîskar bi gavên xwe yên xurt dimeşe, para me jî xwendin e.. destên nivîskêr sax bin



14.11.2014 22:50 | ferhenga şikestî

7. di meha berfanbara 2014 an de di heman demê de hem şêwira xwendinê ya amedê û hem jî şêwira xwendinê ya stembolê li ser pirtûka wî ya dawîn bermayiyên demê wê rawestin. Bi herhal ev yek tesadufeke xweş e bo nivîskar.



14.12.2014 23:05 | seydayê_peyvan

8. gomeyê ko di polên dibistana gundikê melê de asê dimîne



24.04.2015 13:32 ~13:33 | parodî

9. Merdim hem wazeno bihiwo hem zî wazeno bifîkiro wa Mihemed Şarman biwano. Hîş û mezge ey homa tam eye bin serdastan ra nêxelasîyayo. Ez bawer keno ke averroj de hîş û mezge ey heme bibo kurdkî.... Mihemed Şarman wendiş weş o.



06.05.2015 11:48 | teberkerde

10. her ku diçe rastî nivîskarekî/hunermendekî nû yê hêja yê kurdan tême. mihemed şarman ez pir kêfxweş kirim bi pirtûka xwe ya hêja "pirça winda". min çîrokekî weha nexwendibû heya niha: ewqas bi biwêjan ve tije, zimanê wê ewqas temam, peyv û gotinan ewqas bicih hilbijartî...

mesele ne bi tenê ziman e. bi xwedê bi demeke dirêj e min ewqas jidil û dirêj û bikêf nekeniyabû. ez ji xwe hay bûm, min got lawo ew tişt çima ewqas min dikenîne? zrîng bi rastî jî komîk e, zahf serkevtî ye. lê şêweya qerfî ya mihemed şarman (bnr: sense of humour) ji wan bilindtir e. number one e.

em nivîsên qerfî bidin alîyekî. nivîskarê hêja, çîrokên wî yên din di pirtûka wî ya pirça winda de, bi xwendina wan kelogirî bûm, dilêm şewitî. karakter û mijarên wî di hişê min de cih girt. min nivîsên wî gelek eciband. êdî mihemed şarman yek ji çend favorî nivîskarên min e.

mehmet dîcle û mihemed şarman wek du çîroknûsên xurt û tije yên kurdan. bi hebûna wan serbilind im. hunerên wan herduyan di nav çîrokanûsan da payebilind in. wek tirşikvanê (bnr: seydayê_peyvan) jî li jor gotiye, mihemed şarman her çi jî binivîse ez dê bixwînim.



23.02.2020 00:37 ~2020.03.21 01:09 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» mihemed salah

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî