43334. Asoya Helbesta Kurdî Di sepanê de ji 2000î zêdetir helbestên kurdî hene.. Bi sê zaravayên kurdî dixebite: Kurmancî, Dimilkî(Zazakî) û Soranî.. Em Rênas XENDEKÎ û Mazlum OZDOGAN amadekarên vê sepanê ne. Helbest ji aliyê Rênas XENDEKÎ ve hatine berhev kirin, bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum OZDOGAN ve hatiye danîn. Ev sepan ji bo ku her helbesthez hindik be jî bikare xwe zûtir bigihîne helbestan û helbestvanan, bikare li her derî antolojiyekî di berîka xwe de peyda bike. Bi vê sepanê hewce nake hûn bi seetan di pirtûkan de helbestan bigerin, tenê sepanê vekin û li helbesta xwe bigerin. Ji bo van armancan, ez Rênas, bi rojan li ser înternetê, ji nav pirtûkan helbest berhev kirin, ji helbestvanan bixwe xwestin, gelek helbest ji pirtûkan derbas kirin û Mazlum jî bi rojan li ser kodên vê sepanê xebitî. Bi hêviya bibe dermanê dilê helbesthezan. rûpela min a facebookê ye. rûpela ku rojê helbesteke kurdî tê parvekirin e. carna helbestên ji şairên klasîk carna ji yên nûjen carna werger tên parvekirin. pêşiya niha rûpela me mezin bûbe gihiştibû 2.500 kesî lê ji aliyê facebooka faşîst ve bêyî ku ti sedemekî nîşan bide hate girtin. min dîsa vekir. di gel ku zêde kes berê xwe nadin helbest û kurdî û helbesta kurdî dîsa jî (bnr: asoya helbesta kurdî) hîç dev ji şopa helbest û kurdî û helbesta kurdî bernedaye. |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|
73926. rûpela min a helbestan a facebookê ye. niha bi heman navê xwediyê sepanê ye. |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|
75672. sepana me wê di rojanekirina nû de: |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|
84947. sepana ku bi rojanekirina nû gelek taybetiyên nû ve hate ber destê me: |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|
84948. li ser malpera candname.com'ê danasîna wê û gotinên stranan hatiye kirin: |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|
85470. sepana ku di rojnameya azadiya welat de nûçeya wê derketiye, li ser malperê jî hatiye weşandin: |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|