Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
asoya helbesta kurdî - tirşik
asoya helbesta kurdî
(14) (0) (4)
di mijarê de bigere

20. sepaneka helbestên ku hejmara wan gelekin roj biroj zêde dibin ewê hê helbestên tirşikvana jî lê zêdebikin.. û helbestên hêja têde hene lê belê divê meriv demek ji xwera biqetîne û ev helbestên hanê bi ser hevre biqelêbe. helbestên bi çend zaravayên kurdî lê hene niha fehmkirina min têra ya kurmancî tenê heye lê camêra carna vergerîn jî kirine destê wan saxbe çe wa bixwere dîtin hewqas helbest komkirin niha min sepan daxist û rîya xwe têde nedît ku ez zêde bixweynim lê ez nemrim ezê rojek li wan helbestên hêjayî xwendinêne vegerim.



19.11.2015 12:57 | shorbevan

21. sepana ku bi rojanekirina nû gelek taybetiyên nû ve hate ber destê me:



- êdî vîdyo-helbest di nava sepanê de dixebitin

- êdî hûn dikarin li ser her helbestê fon-muzîkê vekin.

- êdî sepan di barkirina yekem de daxwaza barkirina helbestan nake.

- êdî mirov bi rihetî dikare ji helbestekê derbasî helbesta din bibe.

- dîwana şêx riza talebanî

- dîwaneke mele xelîlê sêrtî

- dosyeyeke yeqîn h.

- helbestên osman sebrî, gulîzer, fatma savci, ehmed huseynî

- mewlîda mihemed emîn heyderî

- mewlîda dimilkî ya usman esad efendîyo babijî

- bi tevahî 501 heb helbestên nuh..



daxe:

Here lînkê



21.02.2016 20:24 ~20:26 | xendekî

22. li ser malpera candname.com'ê danasîna wê û gotinên stranan hatiye kirin:



Here lînkê



21.02.2016 20:32 | xendekî

23. Sepaneka gellek kêrhatî û hêja ye..Dema wextê min hebê ez ji telefona xwe sepanê vedikim û helbestan dixwênim. Lê ez bawerim Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji serî heta dawiyê tê de nîne.

Min ji pirtûka M.Emîn Bozarslan Mem û Zîn dixwend. Carekî min got ka ez ji vê sepanê dera ku ez lê mame dewam bikim lê mixabin ji Mem û Zîne beşeke hindik tê de hebû.

Weke din Xwedê ji yê çêkirî razî bê.. xendekî karekê hêja kiriye..



11.03.2016 22:24 | nan û av

24. sepana ku di rojnameya azadiya welat de nûçeya wê derketiye, li ser malperê jî hatiye weşandin:



http://www.azadiyawelat.info/?p=39796



13.03.2016 08:01 | xendekî

25. Sepana ku bi awayekî endirekt be jî min alikarî dayê bo ku naveroka wê dewlementir bibe. Lê xwezî versiyona wê ya (bnr: ios)ê jî hebûya.



14.03.2016 02:39 | seydayê_peyvan

26. Here lînkê

Waha dibêje "yüklü" û "cihazınızla uyumlu" hema lê têlefûnê da naxûyê gelo çima?

Têla min nokia lumia ye loma qey?



14.04.2016 19:57 | bûtîmar

27. sepana ku ten ji bo androîdê heye. ji bo windows mobile, piştgiriya wê tune.

sedema weke barkirî xuyabûna wê belkî ew be ku ev sepan di telefoneke androîd de barkirî be ku ew telefon li ser vê emaila we tomarkirî ye.



14.04.2016 21:54 | simurg56

28. nizanim min ji kû daxistiye û li xwe kiriye bela.

ev çend roj in, her roj bi navê ''helbesta rojê'' dazanînan ji min re rêdikin, dengê dazanîna whatsapp û ya vê sepanê eynî ye. dengê dazanînên whatsappê tê, diçim dinêrim ''helbesta rojê'' elbika carte d'or ya tê de dolme heyî, şûşeya coca cola ya tê de dims heyî, û ev sepan! xêra xwe yek ji umut sarıkaya re bêje bila vê jî karîkatûrîze bike.



14.08.2016 15:54 ~15:55 | endazer

29. sepana ku xweyî logoyeka nû ye. di çarçoveya projeya ji nû ve çêkirina sepanên gotinên stranan û asoya helbesta kurdîyê me hin biryar dan. pêşî behs he bû em navê xwe jî biguherin, lê li ser daxwaza bikarhêneran me ev yek nekir. lê ji ber ku ji me re logoyeka xwerûtir, piçûktir hewce bû me logoya xwe guhert.
logoya nû ya asoya helbesta kurdî:
Here lînkê

hûn dikarin ji vir logoya kevn û a nû bidin ber hev:
Here lînkê



30.08.2017 10:54 | xendekî

30. Malpereke pir xweş e.



30.08.2017 14:18 | azad517

31. Asoya helbesta kurdî bi guhê yekî ve navekî baş û serincrakêş tê. Ji ber ku vebijêrkên dî çi ye min nizanibû min nexwest ku navê sepanê werê guhertin. Gerçî zor e lê belê bi navêkî hêj xweş û balkêş lê hebe belkî min dixwest.

Di vê navê de nîşandeka nû hinek xweşiya min çû. Dîsa jî piçek zêde hêsan hat min. Belam hêleke hêvîder lê heye.

Pêvekirin:
-rengek geş û şeng pêwîst e. Rengê mor li çavê min bandoreke li ber mirinê ber bi rizîbûnê ve diçe dike. Dibê qey sepan di ber ruh de maye.

-nivîsa aso xweş xuya dike. Lê pûrtika çûkê baş xuya nake. Eger di binê nivîsê de wek berwarî(ne tîkane) û hinek lûlekî(ne hilû) bûba baştir dibû. Yan jî li ser wêneyê pûrtikê nivîsa aso li gorî min baştir xuya bike.



30.08.2017 14:48 ~15:18 | rûbar

32. sepana ku di logoya xwe ya nû de çend guhertinên nipûnûtir kirine.

rewşa dawî û esseh a logoya asoya helbesta kurdî:
Here lînkê



09.09.2017 14:42 | xendekî

33. Logoya xwe yê nû rind nebûye. Bila carek dî li ser şewra xwe bikin.



09.09.2017 18:46 | elaziz izzetpasa camii

34. Ooo ji sedî sed yê berê xweşiktir çêbûye. Rengê spî ronakî tevlê nîşandeka kiriye. Logo bi giloverîyê re dîmeneke ciwan wergirtiye. Bandora ku wek li ber mirinê dihat li çavê yekî winda bûye. Lê dîsa jî wênêya pûrtikê bi estetîk nîn e li çavê min. Nizanim belkî li gorî nîvîsara asoyê zêde dirêj û mezin e. Belkî jî zêde hêsan û tîkane disekine.

Guhêrtin biserketî ye. Berdewamî bê.



09.09.2017 18:51 | rûbar

35. di nûjenkirina nû de gihaniya wêne, medya û belgedanka me dixwazin. min fêm nekir çima?! Li we beşeke wek berpirsa ewletiyê kar dike heye gelo? Heke na ev çima? Wêneya me belgedanka me çima ji we têkildar dike? Çi ji we ye? Ev xwedîsepanan çira wilo ne, ango bo çi?

Bi kurtî û kurmancî her çawan bê jî sepaneke gelek baş e lê mirov tînin silikandinê. Min nûjen nekir û dibe ku ji destêlê xwe rakim.

Li gorî min êdî mirov dema daxistinê deh car zêdetir bifikirin. Ê ku dixwazin dabixînin ji deh kesan neh kes dest jê berdin. Ew jî berovajiya armanca sepanê ye. Bandoreke berepaş encam bidê. Bi pere bûba baştir bû. Tişt nabe jixwe kurd her tim bêraman tev digerin. Û pê re... dev jê berdeeee... zahf dirêj bû kêfa min çû.



30.10.2017 06:31 | rûbar

36. sepan hatiye rojanekirin û zehv jî xweş bûye.
îşev jî min bi hevalekî xwe va du saetan helbest xandin..
--bi saya sepanê--

lê taybetiyeke sepanê ya berê hebû zehv xweş bû.
Her roj "helbesta îro" dihate ser ekrana têlefonê. Xwezî ew taybetî ranebûya.

yek jî fon muzikên tê da.
ez teklîf û rica dikim bira fon muzîkên cesîmê cerdo bar bikin.
Ji ber ku ew fonana him folklorîk in, him jî ji bo xwandina helbestên kurdî zehv kêrhatî û di cî da ne...

Cardin dest xweş..



31.10.2017 00:26 | bûtîmar

37. Sepana ku çend roj berê versiyona wê ya nû hate weşandin. Min sepan ji serî ve saz kir. Yanî kodên versiyona niha û ya kevn tevahî cuda ne ji hev. Ya rastî min gotinên stranan ewil kod kir piştî ku qediya min çend cih guherandin û navê sepanê kir Asoya helbesta kurdî.

asoya helbesta kurdî/102334
rûbar di peyama xwe de qala gihîstina wêneyên telefonê kiriye û tenê ji ber vê sepanê reş kiriye. dema min xwend ez ecêbmayî mam. ku yek kêm zêde ji teknolojiyê fahm bike, wê bibîne ku ev destûra gihana peleke di telefonê de ye. android jî tenê bo hisyarkirina bikarhêneran weke destûreke cuda gihaştina wêneyan li wir zêde kiriye. sepanên me bi tu awayî wêneyên bikarhêneran nakisîne. em bikisînin wê çi bibe? em ê wêneyên bikarhêneran çi bikin? dîsa hevalê rûbar diyar kiriye ku wî ji ber vê destûrê versiyona nû bar nekiriye û pêsdetir çûye û gotiye ez ê sepanê ji telefonê rakînim. tistekî nabînim ku bêjim yaw. whatsapp hezar tistî dixwaze lë em dîsa bi kar tînin em nabêjin em ê ji ber vê destûrê wê desturê sepanê bi kar neyînin.

destûra nivîsandina li telefonê: bi daxistina stranan e.
destûra xwendina pelên telefonê: ku stranek hatibe daxistin, bila stran dîsa ji înternetê neyê kisandin.

hemû mesele ev e. ev destûr bo gotinên stranan bû. dema min kir aso,min ji bîr kir ku vê destûrê rakînim. yanî niha di asoyê ev herdu destûr ji tistekî re nabin.

pistî android 5.0ê ku bikarhêner destûrê nede sepan nikarin wê destûrê ji telefonê bigre. yanî berî ku sepan stranekê daxîne ji bikarhêner destûra nivîsandina li telefonê dixwaze.ku bikarhêner destûrê nede sepan nikare tistekî daxîne telefonê.
mesele ev e ku mirov ji ber destûra xwendina pelên telefonê sepanan danexîne divê tu sepanên populer danexîne telefona xwe!



31.10.2017 14:22 | mergehez

38. asoya helbesta kurdî/102350
Sepana ku versiyona wê ya nû ji ber hin problemên sexsî hinekî li ser ecelê hat wesandin. versiyonên pês de em ê sistemeke gelek bas bo danezanan çêkin.
kesên ku dixwazin fon muzîkên xwes ji me re rêkin, dikarin bi maila min xwe bigihînin min: argesozdogan@gmail.com



31.10.2017 14:39 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» asoya helbesta kurdî
» helbestakurdi.com
» kurdî-dera cizîrê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî