Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 9 peyam
    quzzilqurt - tirşik
    quzzilqurt
    (8) (2) (2)
    di mijarê de bigere

    1. tamekî bêtam e...ne tirş e ne tûj e ne jî tahl e...ez bawer im tama wê wekê tama ava jahrên tropîkal e..ji ber wê dibejin ''qûzzûlqûrta ava jahr..''gelek versîyonên qûzzûlqûrtê hene.. wek mînak : ''qûzzûlqûrta mêrê mirinê...



    15.07.2013 13:23 | birêz giya

    2. ji bo versiyonekî din

    (bnr: quzzulqurt ser kezeba te)



    15.07.2013 13:27 | brusk56

    3. dijûn û nifirîneka kurdî ye.. li gorî tezeka etîmolojÎk ji du peyvên tirkî kızıl û kurt yanî kurmikê sor pêk hatiye ev peyv.. ne tenê di kurmanciya bakur de hema bêje di her zaravayek û devokeka kurdî de di rewacê de ye û ji bo derbirrîna hestên acizî û bêhntengiyê zêrê zer e û ser bi ser e.. li ser zar û zimanê vê axa qedîm gelek heval û hevrê û hevwateyên wê yên wekê (bnr: qurreder), (bnr: pêmirin), (bnr: çopilme), (bnr: kerrafî), (bnr: jehremar)(bnr: ziqqum), (bnr: ziqnebût) hene.. wek nimûne: ''Ez 27 salî me û hîn jî nizanim tam û lezîza evînê çawa ye, lo! Ji kerema xwe, kesê ku pelûla evînê bi serê wî/wê de rijiyabe, bila ji min re behsa wê quzilqurta evînê bike ji bo ku ez jî bibim xwedî tecrûbe û serpêhatî, babam, waweylê! Gelo evîn ji şorba nîskê xweştir e? Yan wek goştê biraştî ye? —'' (Bêrîvan Al, Lotikxane.com, 7/2009)



    15.07.2013 14:42 | endazer

    4. jînewereke biçûk û jehrewî ye ku di nav giyayan de dijî û heywanên ku bêhemd wê bixwin pê dimirin..



    15.07.2013 14:43 | endazer

    5. - te go çi?



    - quzilqurta ser dilê te.



    15.07.2013 15:07 | înano lo

    6. keseki ku pir hêrsa yeki bine û dûra tişkî bêje bersiva xwe bi viya hildide.



    pire kurdan pir jê hez dikin



    12.08.2013 22:45 | spinozaurus

    7. êdî li ser tîşortan jî weke "QZLQRT" tê dîtin.



    12.08.2013 22:53 | simurg56

    8. quzzulqurt yîyem meqerne yemiyem.



    13.08.2013 01:00 | reşkêşevê

    9. sabun da ben kendimi yıkamıyorum , bole kalacam



    +

    +

    +

    çI JI PAKéTA WAN DERKET ?



    13.08.2013 17:42 | quzulqurt

    10. hege versiyona 'kuzzılkurt' bûya dengê keçên Kurmanc ê ku xwe tirk dihesibandin bihata biketa guhê me.



    13.08.2013 22:47 | bişnev

    11. xebereke kurmancî ye ku bi tu awayî nayê ravekirin. joker e, guherbar e, hişk e. piştî gotina wê, dilê mirov ecêb rehet dibe... ox!..



    21.08.2013 14:34 | terkexem

    12. wateya wê kes nizane lê bi gotina wê stres mirov de namîne.

    cem me ji bo bandora wê hê quwettir be weke quzzzilqurta mirinê tê gotin.

    (bnr: quzulqurta mirinê)



    21.08.2013 18:57 | simurg56

    13. (bnr: ben ziqqum yiyiyorum meqerne yemiyorum ha)



    21.08.2013 19:13 | endazer

    14. li cem me li cizîrê dema yek ji yekî re aciz bibe û wek ziqqûm an quzzilqurt bersivê bide yê dî jî wek ''li ser dilê te'' an ''li ser devê te'' lê vedigerîne.. wek nimûne:

    - metka te çi danî ber te?

    - quzzilqurt danî ber min, te jî navê?

    - li ser dilê te!



    21.08.2013 19:16 | endazer

    15. çi peyvek xweşe

    dilê meriv hênik dike

    em dibêji quzzilqurta marê kor



    21.08.2013 22:58 | çukko

    16. Bi $erafa sûrî em jî dibêjin quzilqurta ser dilê. We divê hildin.



    21.08.2013 23:02 | înano lo

    17. bersiva pirsa ''kurtler ne istiyor'' e.

    rojnamevan ji sirri sureya onder dipirsin..

    ew jî dibêje: ''kurtler Quzzullqurt istiyor''...



    21.08.2013 23:30 | mamostexelil

    18. - quzzilqurt!

    - ser dil girt

    - qurrader!

    - ava zer

    - pê bikevî mezel

    (bnr: tobe tobe)



    06.10.2013 10:58 | ceso

    19. -quzzilqurt!

    -bin dilê te!



    14.10.2013 19:06 | biruya hayao miyazaki