Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
quzzilqurt - tirşik
quzzilqurt
(7) (2) (2)
di mijarê de bigere

20. li ser dilê te jî tê gotin piştî wê.



14.10.2013 19:30 | azadixwaz

21. -quzilqurt

-ser dilê te girt

-melê zotika te girt

-girt û berneda hetaaa sibê

(ji devê zarokên botanÊ) *



14.10.2013 20:15 | zero

22. ez pirrrr pirrrr dixwazim ev nifir be, dijûn be, ci be bilêv bikim lê nikarim. hema ku ketim hewldana bilêvkirinê di kîteya ewil de lêvê min dilicimîn û ev kîte li ser hev dûbare dibê. kesên dora min jî dest bi tîqetîqê dikin, dixwazim bêjim "quzulqurt û mirina we, xêre dikenin?" lê wegotin wekî nivîsandinê ne hêsane bo min.



15.10.2013 01:19 | dîno

23. KERRAFî



14.11.2013 04:41 | nanxwarê cilqetên

24. bi lêvkirina vê gotinê ez bextewar dibim.

dilê min hênik dibe bişirîn dikeve ser lêvên min.



14.11.2013 11:20 | gulan

25. bi ya min ev peyv ji 'Quz el qurt' tE, yanî qurtek quz!



13.12.2013 01:02 | kevçiyê dil

26. bavo!!!

-quzzilqurt

ho bavo!!!

-quzzilqurt

bavo lo!!!

-Çi ye kurê min??

quzzilqurt..



18.12.2013 01:37 | doktorodi

27. rast derew nizanim lê dibêjin kezikekê bi jehr e.



05.01.2014 22:14 | gêjê

28. peyva ku li ser tîşorta min dinivîsî ye.gelek kes gava li ser min dibînin matmayî dibin.birayê min ji min re weke diyarî ji amedê anibu.ji ber ku min gelek li xwe kiriye rengê wî çu ye =)



05.01.2014 22:25 | feqiyêteyran

29. dibe ku ev gotin ji peyva quz hatibe.



26.02.2014 20:16 | mergehez

30. (bnr: difnare bêt)



26.02.2014 20:50 | dastanekkevin

31. biwêjaherî xweş a wek gezo. biwêja ku dilê mirov hînik dike. quzzilqurt. oxweşîî ye *
quzzilqurt mirinê.



07.09.2014 12:37 | xendekî

32. Tişta ku ez dizanim quzzilqurt navê heywanekî/ajalekî ye. Hevalekê me hebû, ji kurdî-dera cizîrê. Carekî ji wî re bibû meraq, gelekî lêkolabû. Dawiyê got quzilqurt navê ajalekî ye. Ajaleke kesk e. Di nava şînahiyê de, di nav giyayî û cihên kesk de xuya nake. Pişta wê wek ya jîjo ye. Dema mirov bêhemdî pêlê dike an jî bi mirov ve bibe wek ku şûjin di laşê mirov re here û jehra xwe diberde mirov. Gelekî têşîne. Êşeke dijwar dide. Ji ber wê tê gotin.



07.09.2014 12:42 | xendekî

33. (bnr: -quzzilqurt û mirina bin dilê te!)



07.09.2014 14:50 | serpale

34. peyvê ku min qet ji devê serhedîyek nebîhistîye.



07.09.2014 19:29 | ervah.azad

35. (bnr: qzq)

(bnr: kurtenav)



12.01.2015 11:22 | xendekî

36. gava yekî kuxîn dike kuxe kuxê dengê wê ji dev û Gewriyê wê tê ewçax jê re dibêjin.

+ Kuxê kuxêê... kuxê kuxêê... Kuxê kuxêê... (qet Xilas nabe derd girtiye)

- wey quzzilqurt! de bes e te xwe kuşt...



09.05.2017 21:54 | mîr

37. yek ji peyvên kurdî ya herî xweş e. ya duyemîn jî qurreder e.*

li jor behsa tîşortên ku li ser nivîsa quzzilqurt heye hatiye kirin. yên ku zanin li ku derê tê pêyde kirin ji min re jî bêjîn gelo. Dixwazim tîşortek wisa wegirim û herim li cem hevalên xwe. *



24.06.2019 11:52 | xelîl