Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 15 peyam
    şpiya - tirşik
    şpiya
    (1) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. navê li ser lingan sekinînê ye. ingilîz jê re dibêjin erect. peyv ji ku tê nizanim lê dibe ku ji bi-pî-ya, ji-pî-ya bê.



    29.06.2014 11:32 | azadixwaz

    2. (bnr: jipiya)



    29.06.2014 12:31 | xendekî

    3. awayê runiştina kurê min e. û bi vî awayî pir şirîn e.



    29.06.2014 12:40 | helîl û hingivî

    4. gotineke ku bi taybetî li herema serhedê bi cîh bûye ye. dewsa li piya tê bikaranîn. li gorî min mînakeke werar a zimanê kurdî ye.

    (bnr: ziman weke hebûneke zindî û civakî ye; gav bi gav pêş dikeve û diguhere)



    29.06.2014 12:41 | nazim tolhildan

    5. gotina li herêma botan û sêrtê jî bi awayeke berfireh tê bikar anîn.



    29.06.2014 12:44 | azadixwaz

    6. kesê/a ku li ser piya. ango nerûniştî, li ser linga.

    (bnr: şpiya)



    29.06.2014 13:53 | xendekî

    7. (bnr: şipiya mîstin)



    29.06.2014 18:43 | endazer

    8. Gava dinê min ferhenga lê nihêrî ku min jê nedî.

    Em ji bo li ser piyan, li ser lingan re dibêjin.(bi tirkî: ayakta) Mînak: Rabe şipê dereng e em ê herin!

    (bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)



    19.04.2017 23:55 | mîr

    9. (bnr: jipê),

    Tu di ferhengan de nabînî, ji bo ku ew peyv ne peyve *

    ji+pê

    Ji+li+ser+pê

    Ji+li ser pî

    Yanî rabûna ser pîyan.



    20.04.2017 01:39 | gumgumok

    dengdanên dawîn (yên din..)
    versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan [1]
    mar ji pûngê hez nake , pûng tê li ber serê wî şîn tê Keç...
    qirişnayiş [1]
    Qirişnayiş çekuyêka zaf orjînal e. Merdim şiyêno zaf peywenda de bi ka...
    kurdên ku ji wan werê hemî zarok û sava û ajel tirk in [3]
    kurdên ku dema savayekî/a nuh ji zikê ca xwe derketî bibînin çi dê bav...
    hestên pînekirî [1]
    Biwêja ku di rê de hat bîra min. Li ser wateya wê çend tişt di aqi...
    marmot [2]
    ajelek e ji malbata sivoran. komeljî ne û dema li xeterîyekê rast tên ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » şpiya

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî