Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 88 peyam
sûrên cizîrê - tirşik
sûrên cizîrê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. sûrên cizîrê ku cara yekem beriya zayînê 2000 salî ji aliyê gutî'yan ve hatine çêkirin ji hêla medan, sasanî'yan û erdeşîrê kurd ve hatine nûjenkirin û cara dawiyê jî di sala 1994’an de restorasyona beşekî ya hêsan hatiye kirin. sûrên ku bi kevirên reş ên bazalt hatiye avakirin, di şêweyê keştiya hz. nuh de weke aliyê serê keştiyê di dîwarên bakûr, aliyê piştê jî bi awayê ku di dîwarê başûr de bimîne hatiye çêkirin. beşek ya sûran di şerên cur bi cur de (wek mînak, serhildana sala 1847’an a di pêşengiya mîr bedirxan de topavêjên osmaniyan yên ku di bin fermandariya reşît paşa de dema serhildanê biçewisînin de) hatiye hilweşandin. beşên wê yên din jî wek sala 1935 an ji bo bikin “rawestgeha otobus û qemyonan” û bi hin bahaneyên din ji hêla rayedaran ve hatine xirakirin.

dîwar cih cihan 2 m stûr û 14-15 m bilind e. li aliyê başûr pênc û li bakûr û rojava jî her yekî bircek li ser piyan mayiye. di 1085’an de dema selçukiyan herêm fetihkirî hêzên leşkerî ji bo dargirkirina cizîra ku wê demê paytexta merwaniyan bû hatîbûn şandin. hêzên selçukiyan, ji hêla yek ji rûspiyên bajêr benî vahbanê ku bi dewleta merwaniyan re li hev nedikir ve di deriyê babûl bûveyb re derbasî hundirê kelhê hatine kirin. sê deriyên sûrên bajêr yên ku heta roja îro karine bên hene. ji van ji bakûr ve deriyê torê, ji rojhilat ve deriyê deştê û ji bakûr ve jî wek deriyê çiyê tên binavkirin. sûrên bajêr beşên ku li ser piyan mane ji cem rawestgeha otobusan, ji taxa kaleyê û ji hin deverên din yên bajêr tê dîtin. beşên din jî tevlî avahiyên li derdorê hatine çêkirin bûne.



29.06.2014 14:05 | xendekî

2. pêşîya naha 4000 hezar salan hat ava kirin lê mixabin ber ya naha 50 salan ji alîyê nezanan ve kuç u kevirên wê hatÊn revandin da xanîyê xwe pê ava bikin. tişta mayî qey derdora 200 mitir maye an jî nemaye. Gora hin gotagotan şaredarîya cizîrê kar diki da cardî ava bike



29.06.2014 14:14 | birazî

3. niha projeya restorasyona sûr keleha cizîrê heye. di navbera walîtî û şaredariyê de xebat hene.

lê ka restorasyona dikin çi restorasyon e? di nava birca belek de hê ku tu der bi awayekî nekolayîn dest bi çêkirina parkê kirine. tirrrekno qaymaqamê quzzzilqurtî ka bisekine ka her tiştî derxe holê dûvre dest pê bike.!!!



29.06.2014 14:25 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» sûrên cizîrê

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî