Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
mantiqa reşşikdayînê ya hin nivîskarên tirşikê - tirşik
mantiqa reşşikdayînê ya hin nivîskarên tirşikê
(4) (8) (2)
di mijarê de bigere

1. bi rastî jî gelek meraq dikim ku hin nivîsikarên tirşikê li çi esasî û sedemê reşşikÊn bêîman û derÊaqil didin?

carinan destÊn xwe li ser pirofîla nivîskaran dipelînim û dinêrim bê ka bi kîjan peyamên xwe reşşik girtine falan..

neyse carinan wısa peyaman dibînim ku bi rastî jî ecêbmayî dibim.. law camêr nivîsiye, pênasa tiştekî xweş kiriye, têde jargonÊn siyasî jî tune ye lê reşşik girtiye.. halla halla gelek meraq dikim ji ber çi dibe..

wek nimune mesela peyama simurg56 ya xelatên 1. rojbûna tirşikê/38712.. yanî camêr tiştek rave kiriye ma sedema reşşikê çi ye? min fêm nekir..



02.07.2014 14:25 | ferhenga şikestî


3. carina tenê ji ber xeletiyê ye. carna mirov bêyî hemdê xwe li bişkojka reşşik ditikîne, ger ez bi xeletî tiştekî wisa bikim, peyamê ji nû ve dixwînim û yan dengê çeppik yan jî ya "ecêb" didim û xwe ji dijûnan xelas dikim.

ji ber ku ev bişkojka her ne çalak in, dema mişka mirov here ser xuya dibe û dibe sedema kelecan û xeletiyên wisa.

kuro li vir yê mexdûr ez im, çima evqas ravekirinê dikim min jî nezanî. (bnr: vaye ev hemû mikurhatin in)



02.07.2014 19:30 | simurg56

4. (bnr: kî li vir binivîse ezê reşşikan bidimê) *



02.07.2014 21:03 | oxir

5. (bnr: bi reşşikan terbiyekirin)



02.07.2014 23:42 | azadixwaz

6. (bnr: nehate dîtin)

(bnr: not found)

(bnr: nayê dîtin)



13.03.2015 00:48 | mergehez

7. cara ku ez bi peda kombersê mişkê bi kar bînim ev xeletî çe dibe. lêborîn dixwazim



13.03.2015 01:09 | quşxaneli

8. (bnr: error)

Kes nizane ji ber çi dide, nexwe herkes bi şaşî dide.? *



13.03.2015 13:28 | xendekî

9. ger xeletî be, tirşikvan dikarin ji beşa profîla xwe, reşşikên xwe jê bibin.



13.03.2015 19:37 ~19:54 | simurg56

10. (bnr:xwelî li ser/64186 )



06.04.2015 12:45 | ceso


12. Tişta ku min fêm nekiriye. Gelo hûn bi çi krîteran reşşik didin peyaman?

devê xelkê ne doxîna diya min e ku girê bidim/122062

Yaw ez hatime li ser ferhengekê gotineke pêşiyan zêde kiriye û hinek nivîskarên tirşikê vê gotinê neecibandine.

Leww qey min gotiye vê gotinê? Min bigota, min ê li bin mijarê bnr'ê gotinên pêşiyan bidaya hey bêxwedîno! Mezinên me, kalpîrên me anjî hinek mirovên di dema borî de jiyane vê gotina kambax bikar anîne arqadaşim.* Çi sûcê min heye lew? Min jî di nav nivîsekê de dît û xwest li ser tirşikê jî zêde bikim da ku bê zanîn.

Ha ji we re lînka wîkîferhengê. Herin wîkîferhengê jî û kesê/a vê gotinê tomar kiriye qeyd kiriye jî reş bikin. Bi qewlê metka min: cehnima canê we.*

wîkîferheng: Here lînkê



03.05.2020 04:16 | xelîl

13. Bera jî hinek reşşikdayîn bêmentiq in. Ji kerema xwe ka ev peyam çi kirine ji we ji bo Xwedê/Xwezayê? Derdê kî hebe bila peyam bişîne em di navbera xwe da çareser bikin. Ê ku nizanibe tirşikê bikarbîne jî bila bipirse.
dilreş/118225
xatirê we/120860
dilreş/120861



03.05.2020 11:21 ~11:25 | xabûrî

14. (bnr: tirşik ferhengek azad e)
nîşe:Reşikan min nedaye :d



03.05.2020 14:55 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mantiqa tirkî
» hinech yafa
» nivîskarên ku divê nenivîsin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî