Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
heteroglossîa - tirşik
heteroglossîa | 2014
Nivîskar: H. Kovan Baqî | kurdî | roman | 267 rûpel

“a. Axaftina li ser vê berhemê zor e, xwîner li ber wê naçar dimîne. b. Ez ê ji zimên dest pê bikim. Ev berhem bereksî gelek berhemên din ên kurdî bi ...
heteroglossîa

Navê mijarê ya ewil ev bû:heteroglossia
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Romana H.kovan baqî ye. mijara romanê binhişê yekî/ê ye. nivîskar di romanê de atmosferek ava kiriye, ne dem diyar e ne jî cîh. bûyerek encambûyî jî tê de tune. dema xwedinê heke we tiştek jê fahm nekiribe jî pirsgirêk ne di we de ye.



û jibîr mekin ev ji bo kesên gihaştî ye.



02.07.2014 15:58 | berxweda

2. romana h.kovan baqî ye ku îsal ji weşanxaneya ronahî derketiye. romanek ecêb e. diyar e ku herkes nikare bixwîne. ez ê van rojan dest bi xwendina wê bikim. dûvre heke min karî ez ê çend gotinan li ser wê bibêjim.



02.07.2014 17:31 | xendekî

3. romana ku her ez navê wê dibihîsim pêşiyê peyvên hetero(tevlîhev) glossîa(ziman) -zimanên tevlîhev têve bîra min e *



16.08.2014 01:59 | berxweda

4. jale parla, di̇ kitêba xwe ya bi navê donkişottan günümüze roman de heteroglossia yê wisa rave dike: ''değişik dil ve söylemlerin bir arada bulunup çarpışması.'' û her wisa dîsa em dizanin ku romanek hkovan Baqî bi vî navî romanek wî heye û15 ê kanûnê şêwira xwendinê ya stenbolê wê li ser bisekine.



01.11.2014 16:20 | seydayê_peyvan

5. bila nivîskarê pirtûka hanê li min bibore ku di xwendinê de bi ser neketim..

min pênş car ji serî dest pê kir dîsa jî min gûyekî jê fêm nekir

pirr tevlihev e qardaşim! mariv fêm nake ku bê ka zilam behsa çi dike? deh car bûm error

karekter tune, mijar tune, mekan tune, dem tune, tenê peyv û hevokên ecêb, girîft hene hew



02.11.2014 21:12 | ferhenga şikestî

6. li gel peyama ferhenga şikestî min dest bi xwendina heteroglossîa kir, ka em binêrin wê çi jê derkeve.



25.03.2015 09:14 | xendekî

7. pirtûka ku ferhenga şikestî aqlê me hemûyan xwandiye û înaye ziman ..erê willa qardaşim ew çi ye ya ?



25.03.2015 16:20 | vêca çiyeeee

8. pirtuka h.kovan baqî ya ez poşman buyîm berî bixwînim min çima li vê derê nenêriye. lê netirsin helbet min hemu nexwend, min çend rupelan xwend û piştî ku hêviya guherînê nema bi tevahî dev jê berda. piştî ewqas dema pirtuk nexwendinê ev pirtuk qet lim baş nehat. min dest bi pirtuka tirsa bêdiran a helîm yûsiv kir, ya bi xêr!*



30.08.2016 15:30 ~15:31 | azadixwaz

9. pirtûka qasî tê bîra min di koma xwendinê a qoserê de tenê yekî qedandibû. anko a normal neqedandine *



19.10.2016 00:11 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» heteroglossîa

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî