Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
huner selîm - tirşik
huner selîm
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hiner Salem (z. 9'ê adarê 1964, Akrê) derhêner, wênesaz û niviskarekî kurd e.



Bi 17 saliya xwe koçber bû ye, di riya Sûrî re çû ye Îtaliya, li wir çûye dibistanê û li Mîlano politîk xwendiye. Îro ew li Parîs'ê wek derhêner, nîgarkêş û nivîskar dijî. Di nîsana 2004'a de pirtûka wî „Tifinga bavê min - zaroktî li Kurdistanê”, deketiye, ya ku bi gelek zimanan hatiye wergirandin. Li festivala filmên cîhanê li Cannes 2005'a wezîrê çanda ferensî Renaud Donnedieu de Vabres ew "Chevalier des Arts et des Lettres" hate xelat kirin. Ji bo herdû filmên wî yî dawî Kilomètre Zéro û Dol Hiner Salem vegeriya welatê xwe.



Fîlmografî



2006 sous les toits de paris

2006 dol

2005 kilomètre zéro

2003 vodka lemon

2001 absolitude

1999 passeur de rêves

1997 vive la mariée... et la libération du kurdistan



Pirtûk



2005 tifinga bavê min



23.01.2016 17:49 | xwelî li ser

2. (bnr: hiner salem)



23.01.2016 18:19 | wiha wilo wisa

3. derhênerê kurd fîlmekî nû kişandiye, wê Hezîranê bê nîşandan. navê fîlmê kî ledivanezley kuşt? ye. li Stenbolê hatîye kişandin.mijara fîlmê: jineka emrîkî ji bo jiyana kurdekî bike roman, tê stenbolê, lê li Stenbolê di mala xwe de mirî tê dîtin. hûn dikarim kitekitên din ji nûçeya yedinotê bixwînin: Here lînkê

Hiner Selîm di 9ê Adara 1964ê li navçeya Akrê ya ser bi Duhokê ji dayik bûye û 17 saliya xwe de çûye Îtalyayê li wir zanîngeh xwendiye. Selîm paşê li Fransayê jiya ye û di sala 2007ê de fîlma bi navê Dola Tembûran çêkir. Di fîlmê de hunermendê navdar Ciwan Haco jî lîst.

Derhênerê navdar Hiner Selîm xwediyê 13 fîlman û romaneke bi navê "Tifinga Bavê Min" a bi zimanê Fransî ye. Herwiha romana wî ji bo zimanên Îngîlîzî, Yûnanî û Tamîlî jî hatiye wergerandin. Bi fîlmê xwe yê bi navê Vodka û Lîmon di Festîvala Fîlman a Venedîkê de "Xelata San Marco" wergirt. Di sala 2005ê de Wezîrê Rewşenbîrî yê Fransayê Renaud Donnedieu de Vabres nasnava prestîj a "Chevalier des Arts et Lettres" da derhênerê Kurd.



14.04.2018 18:16 | xendekî

4. Derhêner û nivîskarê ku sala 2004 da li parîsê miroveke tirk re nasiya xwe didin hev û mirova tirk dema ku dibêje "ez diçim tirkiyê tu tiştek ji tirkiyê dixwazî?" ew ji bi fransî " oui la fin de la turkie" (erê, dawiya tirkiyê) bersiv dide.



20.04.2022 11:28 ~2024.02.28 11:58 | pêşewa

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hunera şer
» selîm sulêman

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr niviskarweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî