Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
gişki - tirşik
gişki
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di wateya (bnr: az kalsın)a tirkî de ye. Gelik nemabû. wek mînak: Dema min lingê xwe avête derve, êdî min hay ji xwe nema “giştî” ez ketîm..



15.07.2013 20:48 | endazer

2. bi îhtîmalek mezin ev gişkiya ku bi qasê ez dizanim bes li cizîrê têye bikar anîn bi deformasyon û ji hal û eyar ketina peyva gihiştinê çêbûye.. giştî yanî gihişt ku.. di zimanê tirkî de formeka lêkeran heye ku dema bi dawiya lêkeran qertafa -eyazmak an -ayazmak tê zêdekirin wateya gişkî an hindik mabûyê dide lêkerê.. her kar û wezîfeya ku ev qertafa -eyazmak an -ayazmak di lêkerên tirkî de bicih tîne peyva gişkî jî bihêsanî dikare bicih bîne.. Ji bo nimûne:

-asma köprüden geçerken ayağım kaydı nerdeyse öleyazıyordum..

-dema li ser pira hilwastî re dibihurîm piyê min xişikî gişkî ez mirîm..



15.07.2013 20:55 | endazer

3. peyva ku di wateya "hindik mabû" de tê bikaranîn. min digot qey tenê me bi kar tînin, şikir ne wisa ye.

peyveke xweş e, pêşniyar dikim.



15.07.2013 22:50 | simurg56

4. giştî: di wateya "hema mabû" de tê emilandin, li botanê derbasdar e.



23.10.2013 23:04 | zero

5. peyva ku peyva (bnr: giş) an hemû dihîne bîra mirovî.

nizanim bê ev wateyan li cizîrê likar ji kû hatiye.



29.12.2013 14:10 | dijber

6. li gorî texmîna min forma kelijiyayî û pevemayî ya herdu peyvên gihişt û ku yê ye.. yanî gihişt ku ez wê yekê bikim an min ew yek kirî an min ew yek kiriba wek heçku yanî her wekê ku an her çi ku yê..



30.12.2013 23:32 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gişki

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî