Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
asika cudî - tirşik
asika cudî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteka ismaîl silêman hacanî ye. li ser gerîllayeke jin gelekî xweş hûnandiye.



07.07.2014 00:41 | xendekî

2. Asika Cûdî / Îsma’îl Silêman Hacanî



hooo asika cudî!

hey xirnîka binxetê

vê nîvşevê

tu ji ku ve tê

ev çi xale li gerdenê

dil û çav naçinê

zerî esmer,

gerdenên zer, bi guleyên kûrexal nakin dîlan…

mamo, vê nîvşevê tu ji kuve tê

hooo aska cudî

hey xirnîka binxetê

vê nîvşevê,

beramber hinera te

hemû gehên nêraniya laşê min,

mê dibit vê nîvşevê,

li dewsa te, hemû hêviyên min,

yên geş kor dibin

vê nîvşevê,

beramber kufîka pora te,

hemû pîroziyên min ditewizin.

hooo asika cudî

hey xirnîka binxetê

vê nîvşevê, tu ji ku ve tê?

ger te pîroziyên xwe li Birca Belek

mizgefta sor ji dest dabin,

tu li vir nabînî Dîlan..

mamo ev duban e.. duban ha..

ha temaşe ke , kanî Hebeşan,

kanî Xezalan

îro jê re dibêjin ‘Înzale iha ew nurha Şahînê Şêxo

ye

banê Nêrgizê, cihê tewl û berbenên Haşim Mirûzî

ye

kanîka Bûkan , tu zerkê menda, feraşîna Reşîdê

Simo yî

dîlan mamo, ev ne berê Piştêşan e

eve sengerê lawên dînan e û qama he xuşîna

kelexê waliyê osmaniyan e

hooo aska cudî

hey xirnîka binxetê

bilind û bilind hêv kê

ew ne riya kadizan e

û ne termê Mihê ye,

ew karwan e karwan

serkêş qoşenê çiyan e

hoo asika cudî

hey xirnîka binxetê

vê nîvşevê tu ji ku ve tê

te şimik çermê piyan e

gerdenî şerîteka fîşekane

guhark cot xelekên narîncokan e

kufîka pora te ala kurdan e

hêj beyarê bedenê negihayî taze cot kîvarkan

serhildan e çavên memo, temo şemo xweziyan

dibinê

îro kûçikên şivanan jêk dihincinin û bi kêlba diçinê

dîlan mamo ne bi bextê min,

lê bi pîroziya rextê te

em kurd gişt ji xelkê re mamiz in û ji xwe re hov

in

û ji nifşê guran e.

ﺋﺎﺳﻜﺎ ﺟﻮﺩﻯ

ﺍﺳﻤﺎﻋﻴﻞ ﺳﻠﻴﻤﺎﻥ ﻫﺎﺟﺎﻧﻰ ﻫﻮﻭ … ﺋﺎﺳﻜﺎ ﺟﻮﺩﻯ

ﻫﺔﻯ ..ﺧﺮﻧﻴﻜﺎ ﺑﻦ ﺧﺔﺗﻰَ

ﻇﻰَ ﻧﻴﻆ ﺷﺔﻇﻰَ ﺗﻮ ﺫﻛﻮﻇﺔﺗﻰَ

ﺋﺔﻅ ﺽ ﺧﺎﻟﺔ ﻝ ﻃﺔﺭﺩﺓﻧﻰَ

ﺩﻝ ﻭ ﺿﺎﻅ ﻧﺎﺿﻨﻰَ

ﺯﺓﺭﻯ ﺋﺔﺳﻤﺔﺭ،ﻃﺔﺭﺩﺓﻧﻴَﻦ ﺯﺓﺭ ،

ﺏ ﻃﺆﻟﺔﻳﻴَﻦ ﻛﻮﺭﺓ ﺧﺎﻝ ﻧﺎﻛﻦ

ﺩﻳﻼﻥ .. ﻣﺎﻣﻮﻭ

ﻇﻰَ ﻧﻴﻆ ﺷﺔﻇﻰَ ﺗﻮ ﺫﻛﻮﻇﺔﺗﻰَ

ﻫﻮﻭ .. ﺋﺎﺳﻜﺎ ﺟﻮﺩﻯ

ﻫﺔﻯ ﺧﺮﻧﻴﻜﺎ ﺑﻦ ﺧﺔﺗﻰَ

ﻇﻰَ ﻧﻴﻆ ﺷﺔﻇﻰَ ،

ﺑﺔﺭﺍﻣﺒﺔﺭﺣﻨﺮﺍﺗﺔ

ﻫﺔﻣﻮﻭ ﻃﺔﻫﻴَﻦ ﻧﻴَﺮﺍﻧﻴﺎ ﻟﺔﺷﻰَ ﻣﻦ، ﻣﻰَ ﺩﺑﺖ ﻇﻰَ ﻧﻴﻆ

ﺷﺔﻇﻰَ،

ﻝ ﺩﺓﻭﺳﺎﺗﺔ، ﻫﺔﻣﻮﻭ ﻫﻴﻈﻴﻴَﻦ ﻣﻦ ، ﻳﻴَﻦ ﻃﺔﺵ ﻛﻮﻳَﺮ

ﺩﺑﻦ ﻇﻰَ ﻧﻴﻆ ﺷﺔﻇﻰَ ،

ﺑﺔﺭﺍﻣﺒﺔﺭ ﻛﻮﻓﻴﻜﺎ ﺛﻮﺭﺍ ﺗﺔ ،

ﻫﺔﻣﻮﻭ ﺛﻴﺮﻭﺯﻳﻴَﻦ ﻣﻦ ﺩ ﺗﺔﻭﺯﻥ .

ﻫﻮﻭ … ﺋﺎﺳﻜﺎ ﺟﻮﺩﻯ

ﻫﺔﻯ ..ﺧﺮﻧﻴﻜﺎ ﺑﻦ ﺧﺔﺗﻰَ

ﻇﻰَ ﻧﻴﻆ ﺷﺔﻇﻰَ ،

ﺗﻮﺫﻛﻮﻇﺔﺗﻰَ؟

ﻃﺔﺭ ﺗﺔ ﺛﻴﺮﻭﺯﻳﻴَﻦ ﺧﻮﺓ

ﻝ ﺑﻮﺭﺟﺎ ﺑﺔﻟﺔﻙ ,, ﻣﺰﻃﺔﻓﺘﺎ ﺳﺆﺭ

ﺫ ﺩﺓﺳﺖ ﺩﺍﺑﻦ،ﺗﻮ ﻝ ﻇﺮ ﻧﺎﺑﻴﻨﻰ

ﺩﻳﻼﻥ .. ﻣﺎﻣﻮﻭ

ﺋﺔﻅ ﺩﻭﺑﺎﻧﺔ .. ﺩﻭﺑﺎﻥ

ﻫﺎ .. ﻫﺎ ﺗﺔﻣﺎﺷﺎﻛﺔ ، ﻛﺎﻧﻰ ﺣﺔﺑﺔﺷﺎ .. ﻛﺎﻧﻰ ﻏﺔﺯﺍﻻ ﺋﻴﺮﻭ

ﺫﻳَﺮﺓ ﺩﺑﻴَﺬﻥ ﻋﻴﻨﺰﺍﻟﺔ

ﺋﻬﺎ ﺋﺔﻭ ﻧﻮﺭﻫﺎ ﺷﺎﻫﻴﻨﻰَ ﺷﻴَﺨﻮﻳﺔ

ﺑﺎﻧﻰَ ﻧﻴَﺮﻃﺰﻳﻰَ، ﺟﻬﻰَ ﺗﺔﻭﻝ ﻭ ﺑﺔﺭﺑﺔﻧﻴَﻦ ﻫﺎﺷﻢ ﻣﻴَﺮﻭﺯﻳﺔ

ﻛﺎﻧﻴﻜﺎ ﺑﻮﻭﻛﺎﻥ ، ﺗﻮﺯﺓﺭﻛﻰَ ﻣﺔﻧﺪﺍ ،

ﻓﺔﺭﺍﺷﻴﻨﺎ ﺭﺓﺷﻴﺪﻯَ ﺳﻤﺆﻳﺔ

ﺩﻳﻼﻥ ﻣﺎﻣﻮﻭ ﺋﺔﻅ ﻧﺔ ﺑﺔﺭﻯَ ﺛﺸﺖ ﺋﻴَﺸﺎﻧﺔ ﺋﺔﻇﺔ

ﺳﺔﻧﻄﺔﺭﻯَ ﻻﻭﻳَﻦ ﺩﻧﺎﻧﺔ

ﺋﺆ ﻛﺎﻣﺎ ﻫﺔ ﺧﻮﺷﻴﻨﺎ ﻛﺔﻟﺔﺧﻰَ ،

ﻭﺍﻟﻴﻰَ ﺋﻮﺳﻤﺎﻧﻴﺎﻧﺔ

ﻫﻮﻭ … ﺋﺎﺳﻜﺎ ﺟﻮﺩﻯ

ﻫﺔﻯ ..ﺧﺮﻧﻴﻜﺎ ﺑﻦ ﺧﺔﺗﻰَ

ﺑﻠﻨﺪﻭ .. ﺑﻠﻨﺪ ﻫﻴَﻈﻜﻰَ

ﺋﺔﻭ ﻧﺔﺭﻳﺎ ﻛﺎﺩﺯﺍﻧﺔ ﻭ ﻧﺔ ﺗﺔﺭﻣﻰَ ﻧﺤﻰَ ﻳﺔ، ﺋﺔﻭ

ﻛﺎﺭﻭﺍﻧﺔ ..ﻛﺎﺭﻭﺍﻥ

ﺳﺔﺭﻛﻴَﺶ ﻗﺆﺷﺔﻧﻰَ ﺿﻴﺎﻧﺔ

ﻫﻮﻭ … ﺋﺎﺳﻜﺎ ﺟﻮﺩﻯ

ﻫﺔﻯ ..ﺧﺮﻧﻴﻜﺎ ﺑﻦ ﺧﺔﺗﻰَ

ﻇﻰَ ﻧﻴﻆ ﺷﺔﻇﻰَ

ﺗﻮ ﺫﻛﻮﻇﺔﺗﻰَ

ﺗﺔﺷﻤﻚ ،ﺿﺔﺭﻣﻰَ ﺛﻴﺎﻧﺔ

ﻃﺔﺭﺩﺓﻧﻰ ، ﺷﺔﺭﻳﺘﺔﻛﺎ ﻓﻴﺸﺔﻛﺎﻧﺔ

ﻃﻮﻫﺎﺭﻙ ﺟﻮﻭﺕ ﺧﺔﻟﺔﻛﻴَﻦ ﻧﺎﺭﻧﺠﻮﻛﺎﻧﺔ ﻛﻮﻓﻴﻜﺎ ﺛﻮﺭﺍ ﺗﺔ

ﺋﺎﻻ ﻛﻮﺭﺩﺍﻧﺔ

ﻫﻴَﺬ ﺑﺔﻳﺎﺭﻯَ ﺑﺔﺩﺓﻧﻰَ ﻧﺔﻃﺔﻫﺎﻯ

ﺗﺎﺯﺓ ﺟﻮﻭﺕ ﻛﻴﻈﺎﺭﻛﺎﻥ ﺳﺔﺭﻫﻠﺪﺍﻧﺔ

ﺿﺎﻇﻴَﻦ ﻣﺔﻣﺆ..ﺗﺔﻣﺆ ..ﺷﺔﻣﺆ ﺧﻮﺓﺯﻳﺎﺩﺑﻨﻰَ ﺋﻴﺮﺅ ﻛﻮﺿﻜﻴَﻦ

ﺷﻈﺎﻧﺎ

ﺫﻳَﻚ ﺩﻫﻨﺠﻨﻦ ﻭ ﺏ ﻛﻴَﻠﺒﺎ ﺩﺿﻨﻰَ

ﺩﻳﻼﻥ ﻣﺎﻣﻮﻭ ..ﻧﺔﺏ ﺑﺔﺧﺘﻰَ ﻣﻦ ،

ﻟﻰَ ﺏ ﺛﻴﺮﺅﺯﻳﺎ ﺭﺓﺧﺘﻰَ ﺗﺔ

ﺋﺔﻡ ﻛﻮﺭﺩ ﻃﺸﺖ

ﺫﺧﺔﻟﻜﻰَ ﺭﺓ ﻣﺎﻣﺰﻥ ﻭ

ﺫﺧﻮ

ﺓﺭﺓ ﻫﻮﻇﻦ ﻭ ﺫﻧﻔﺸﻰَ ﻃﻮﺭﺍﻧﺔ



Îsmaîl Silêman Hacanî

Tîpguhêzî: Omer Dilsoz

Redaksiyon: Rênas Xendekî



07.07.2014 00:43 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» asika cudî
» cudî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî