93605. gotinên wê gereka bi tîpên zêrin werine nivîsandin û werine darda kirin..
peyv bi peyv ez vê stranê hez dikim. gotin û mûzîk ya cmerd e lê raperînê jî xweş xwandîye.
Car caran
Car caran ji boy Xweda ketin li Kerbela
Car cara ji bo însan ketin çarmixa îsa
Yek caran hember Dehaq bûn hesinkar Kawa
îro li ser Zagrosan bûn mîhraca insan
Roja Şahmerdanim çar alîyê Kurdistan
Destpêk welatê xwe jîn bikin hemû cîhan
Bûn şefeqa insan ber erd û ezman da
Em şêr Elîşêrin Sêwas û Dêrsim da
Neqşa ewlîyanan ser erdê Kurdan da
Em soz û peymanin îqrara merdan da
Car caran Zerdeştim yekem min dît Xweda
Pir caran em darxistin barbarê romiyan
Em bûn Şêx Bedreddîn û Halacê Mansûr
(bnr: Îro li ser cudî da bûn murşîdê insan)
Şehîd in serwer in çar aliyê Kurdistan
Tîr in em tîrêj in ronîkin hemû cîhan
Em bûn Spartakus ne yek bi hezaran
Ref û ref belav bûn çar parçê Kurdistan
Em tevgerin tevger tev Qazî Muhemmed
(bnr: em bûne perspektîf şoreşa insan da)
Em bûn îlm û îrfan şoreşa însan da
Ezim Kurdistanim Dêrsim û Botanim
Serhed û Behdînan Amed û Berzanim
Munzor û Dicleme Xabûr û Firatim
(bnr: Îro li ser ararat galîleyê insanim)
Ji mirinan derxistim yekî jiyan da min
Her bijî bi hezaran serokê gelê min
Bûn Che Guevara sedan bi hezaran
Şêr û teyrên bazin şervanên Kurdistan
Çêbûne bi agiran jîn bûn bi şehîdan
Rakirin ala sor danîn li textê cîhan
Gotin û Muzîk: Comerd
|