Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
tirşikvanên ku dixwazin peyamên wan werin jêbirin - tirşik
tirşikvanên ku dixwazin peyamên wan werin jêbirin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gelek caran tirşikvanên xeydok in.

(bnr: xeydokên tirşikê)

(bnr: nivîskarên xeydok)



hinek ji van nivîskaran, piştî ku dixeyidin ji min re peyam dişînin û ji min dixwazin ku hemû peyamên wan jê bibin û hesabên wan bigirim.

dema daxwazek wisa were, nizanim çawa bibersivînim û çi bikim. heta niha min peyamên kesên ku xwestine, jê birin.

lê eslê xwe de qet ne tiştekî rast e.

ji ber ku gelek peyam hene ku bi peyamên berî an jî piştî xwe ve, girêdayî ne an jî têkildar in. dema ev peyam werin jêbirin, hinek peyamên tirşikvanên din jî bêwate dimînin.

nizanim gelo di vê mijarê de, fikrên tirşikvan çi ye.



07.07.2014 19:09 | simurg56

2. bi ya min divê peyam jê neyên birin. eger nivîskar tiştek wisa bixwaze yanî jêbirina hemû peyamên xwe bixwaze û ser de jî jêbirina xwe jî bixwaze tenê jêbirina nivîskar bes e. ji ber ku gava nivîskar hate jêbirin jixwe êdî kes nizane ku peyamên aîdê kî ne. na, eger jêbirina xwe naxwaze lê jêbirina peyamên xwe bixwaze, de bila kerem ke peyamên xwe yên ku dixwaze jê bibe bila jê bibe. çima dike stûyê admîn û moderatoran.



08.07.2014 02:06 | ceso

3. tirşikvanên bi hinek qirşikan dixeyidin in, ango qirşikvan in. weke li jor jî hatî gotin bi nasnavên xwe dinivîsin û wextê ku nivîskar hate jêbirin hemu peyam dibin malê nivîskarê jêbirî. her peyama li tirşikê tê nivîsandin dibe malê tirşikê û weke din jî dibe parçeyeke tirşikê, helbet nivîskar xwediyê peyamên xwe ne lê piştî çu êdî tu pêwendiya wî bi peyamên nivîskarê jêbirî re namîne. ji xwe jêbirîna peyaman gelek peyaman li hewa dihêle û ev jî tama tirşikê xirab dike, ango nivîskarê çuyî dirî tirşikê de. ji min divê peyam neyên jêbirin û bête jêbirin jî nexwe divê şuna her peyama yê çuyî de nivîskarekê li vê derê tirekê kir bê nivîsandi .



08.07.2014 08:39 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên nejibîr
» peyamên ku tirşikvanan nizanin jê re çepik bidin an reşik bidin an jî biecibînin
» wang wîng wo
» werin parçe parçe bikin ............. min
» jêbirina peyamên heqaretan dihewînin

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî