Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 18 peyam
feokromasîtoma - tirşik
feokromasîtoma
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji tumorên noroendokrîn e. ji medullaya glanda li ser gurçîkan e. (surrenal gland)

carina dikare ji wan raçînkan jî derkevin holê ku raçînkên nenormal in ku li derveyî vê glandê ne lê dîsa jî hormonên weke katekolamîn hidiberînin.



hinek îşaretên wê;

hesasiyeta çerm, êşa li qolincan, zêdebûna tansiyonê, zêdebûna nabizê, acizî û anksiyete, êşa serî, zeîfbûn, li hinek hinavan berhevbûna amîloîdan, di xwînê dde zêdebûna glukozê (bilindbûna şêkir).

di vê nexweşiyê de hîpertansiyon gelekî girgîng e û karakterîstîk e. carina gelek zêde dibe û daxistina wê jî gelek zehmet e. ji ber vê yekê jê re malîgn hîpertansiyon jî tê gotin.



nexweşî %25 familyal e. yanî malbatî ye, irsî ye ji ber mutasyona genên vhl, ret, nf1, sdhb û sdhd pêk tê.

feokromastoma yek ji hêmanên sendroma men e. (multîple endokrîn tumor) di tîpên 2a û 2b ya vê sendromê de, ev tumor jî parçeyeke sendromê ye.



teşhîsa wê bi pîvana katekolamîn û metanefrînê ya di xwînê de an jî di mîzê de, tê danîn. ji bo diyarkirina cih ê taybetiyên tumorê mr û tomografî dikarin werin bikaranîn.

tedawiya wê de xala herî girîng derxistina/rezeksiyona tumorê ye ku bo cerrahiya vekirî an jî laparaskopîkdikare were sepandin.



07.07.2014 23:10 | simurg56

2. ev tumor ne li ser gurçikan be, li devereke din be, wî çaxî em ê bibêjin paraganglîoma

Ger metastazê kiribe malîgn, nekiribe benîng e.

nexweşek wisa hebe dest zikê wê/wî nedin. Ji ber ku dikare ji nişka ve tansîyona wê/wî bilind bibe. Ya bi rastî tirs, ken, anksîyete û depresyon jî dikare bibe sedem. Çimkî ev tişt tumorê hişyar dikin, jê zêdetir katekolamînê hildiberînin û didin xwînê.



14.04.2024 01:50 | çaya germ

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
soranî [6]
Zaraveyekî kurdî ye. Wextekî (2010 falan ne şaş bim) min di pirtûkeke ...
bi guhertina qenalê şiyarbûna bavan [5]
sendromeke zarokan e.
berê dema li mala bavê xwe dimam, bavê mi...
kurmancî [4]
Peyvên wekî herf, defter, kitêb, ders, nuqte, îmla, qelem, dîn, melek,...
kurmancî [4]
Ne zarave ye, zimanekî serbixwe ye. Bi gotineke din yek ji (vbnr: zima...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1]
min li ser quora ye dît ku chatgpt jî bersivan dide mijaran. ji bo tir...
belki ev jî bala te bikişînin
» feokromasîtoma

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî