Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
talanê - tirşik
talanê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. li cizîr û derdora wê ji bo futbolê tê gotin. me di zaroktiya xwe de her roj digot: "deka em biçin talanê!" tal li cem me navê topê ye. em li gund diçûn ber pêz(pezî), me pez diberda wan çolan û berê xwe dida cihê talanê. li pişta gundê me li xendekê cihek hebû jê re sêlewan digotin. me ew der kiribû yarîgeha xwe û me hergav li wir talanê dikir.



08.07.2014 01:56 | xendekî

2. peyva bi talan kirinê tevlîhev dibe. a min fêhm nekiri çima ne weke 'talê' lê weke 'talanê' tê bikar anîn.



08.07.2014 11:38 | azadixwaz

3. cizîrî ji bo gokê dibêjin tul.



ka em biçî tulanê bilîzî.



08.07.2014 12:30 | ciwanpiroz

4. @azadixwaz qertafa -anê ji bo lîstikan tê bikaranîn. dema navê lîstikê wek navderekî bê bikaranîn qertafa -anê tê. wek mînak

talanê

goganê

kêlanê



mirov wek talê jî dikare bibêje lê rastiya wê talanê ye. mesele ji bo kêlanê jî heman tişt heye, tu dikarî bibêjî kêlê jî tu dikarî bibêjî kêlanê jî.



08.07.2014 14:41 | xendekî

5. @ciwanpiroz cizîrî yên ku em ji wan re dibêjin bajarî dema diaxivin tîpa ayp dikin "û" û wek a'yê wek û'yê bikar tînin. ji ber wê bajariyên kevin ji talê re dibêjin tûl/tul.



08.07.2014 14:46 | xendekî

6. (bnr: formata tirşikê)

ji bo agahdariyên te gelek sipas lê ji kerema xwe re format!



08.07.2014 15:51 | azadixwaz

7. tûl anjî tul gotinek şaşe u xelete ji alîyê bajarîyên cizîrîve jî bi vî awayî naye bi lêvkirin. tîpa a ser tîpa o ve dibin kesên herêma botanê ji ber vê yekê ji gokê re anjî topê re dibêjin "tol".



08.07.2014 16:11 | birazî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» talanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi spor
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî