Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    27 mijar û 52 peyam
    rojî - tirşik
    rojî
    (1) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. li gor dînê îslamê hersal li gor teqwîma hicrî di meha remezanê de piştî azana sibê heya azana mexrîbê nexwarin û venexwarina tiştan îfade dike û der dibe.



    10.07.2014 03:43 | ceso

    2. (bnr: rojiya mirinê)



    11.07.2014 10:47 | nazim tolhildan

    3. wendakirina wext e. erê.

    dema mirov bi rojî be, bi çi awayî be bila bibe, dixwaze wext derbas bibe. qiymetê demê qet namîne. heta dibe dijminê mirov. ne dikare karekî bike ne dikare ji tiştekî re bişixûle. hema derdê mirov dibe bihûrîna wextê.



    12.07.2014 14:46 | brusk56

    4. ji bo hinekan jî dibe sedem ku ji bo brandina wextê, bê west û raswest bişixule û bi tiştekî re bijûl bibe. bi saya remezanê min karî dîsa dest bi xwendina pirtûkan bikim.

    ji ber ku;

    (bnr: xewa bavkuştiyan tê lê ya zikbirçiyan nayê)

    (bnr: xewa birîndaran tê lê ya birçiyan nayê)



    12.07.2014 15:47 | simurg56

    5. li cem me nêta rojî wanî dihat kirin:



    "îro nêt im

    sibê rojî me

    rojiya meha remezanê

    dikim ferza vê salê

    xwedê qebûl bike

    amîn"



    17.06.2015 23:09 | biruya hayao miyazaki

    6. Ew tişta ku ji qerêjê giyanan paqij dikê ye.



    21.06.2015 14:58 | ridwanxelil

    7. roja herî dirêj a rojîyê ji bo dewleten bakûrê ekvatorê iro ye (21.06.2015). xwedê xêra hemû misilmanan qebûl bikê.



    21.06.2015 15:05 | malmirato

    8. li gor diyaneta tirkiyê yek ji pênc şertên îslamê ye. lê di nav şafiîyên yemenê de ev şert wek "remezan" derbas dibe ku jê mebest ne tenê rojî ye, hemû ferzên meha remezanê ye.



    26.03.2021 18:33 | ezcan

    9. Îbadeta neyta wê bi henekî wiha dihat gotin: îro bi neyt im sibê li ber teşta nan wek meyt im



    04.04.2022 20:43 | xabûrî

    10. Meha ku divê kesên ku ji xwe re dibêjin Misilman xwe tenê ne ji xwarin û vexwarinê kêm bike, misilman gava bi rojî be divê xwe ji gelek tiştên din jî dûr bixe.



    05.04.2022 23:46 ~23:53 | pîroz

    dengdanên dawîn (yên din..)
    fatih altaylı [1]
    Kevirê çerxê an çerxa sipriyalê pêre nagihîje, ba bi kude were bi wî a...
    replîkên lo dublajê [1]
    Ger ez ne şaş bim, dublaja wan a bo fîlma umut a (vbnr: Yilmaz...
    hetîketiyên zarên mala barzanî [1]
    Zarên xwedê ji wan xweşbe ne xweşbe hetîkandina wan bûye sedema reşik ...
    logoya tirşikê ya bi nivîsa "10 salî" [1]
    divê were çêkirin. wê bibe gelek cool.* (bnr: pîrozbahiya dehemîn s...
    swêd [2]
    havîna wê ji bo keseke ku li amedê jiyaye bêhtir mîna bihar û payîzê y...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » rojîn ülker

    Kategoriyên mijarê:: oldin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî