Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
gava yek tê û di kurmancî dine - tirşik
gava yek tê û di kurmancî dine
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di meseleya gerguhêzî û ne gerguhêziyê de hevalê ceso mafdar e lê weke wî jî gotî ev yek ji bo lêkeran e, weke lêkerekê çuyîn negerguhêz e lê li vê hevoka li jor ev ne lêker e, navê kirina "çunê" ye. loma jî bikar anîna "çuyîna te" rast e, çawa ku "hatina te" rast be.

(bnr: li ser gramerê axaftin baş e)



17.07.2014 09:59 | azadixwaz

2. mijara ku di derbarê şandiyekî rûpela tirşikê a facebookê de hatiye vekirin. lê min bi gotina "gava yek were û di kurmancî ne" çi hatiye gotin fêm nekir ?



anyway, em bên ser meselê. weke di wêneyê de jî dinivîse, werger aîdê hotikê medê ye. lê min jî xwend û paşê li ser wêneya cemal sureya nivîsand. yanê ez pişt wergerê me.



min di wergerê de çi xeletî heye fên nekir bi rastî jî. tabê ev werger e bi dehan cûreyan dikare were çêkirin. lê dema tişta ku hûn werdigerînin helbest be, divê hûn zêdetir haj zimanê xwe hebin ku helbestê neherimînin.

yanê tu bi xwedêkî " bi çûyînê mirov naçe / na, bi çûyînê çûyîna te pêk nayê " çi ye ? * ger tu tenê pê wateya helbestê bikevî û haj zimên nemînî, wê tenê hevokên ji rêzê derkeve holê.



di orjînala helbestê de wisa hatiye gotin ; "gönlün kalır / aklın kalır / anıların kalır" . li kurdî wisa hatiye wergerandin ; dilê te lê dimîne / hişê te lê dimîne / bîranînên te lê dimînin



herkes jî dizane helbestvan bi gotina "aklın kalır", xwestiye bêje "hişê te lê dimîne". lê em ne mecbur in wisa bêjin. ji ber ku helbestvan negotiye "aklin onda kalir" . werger ne rave kirin e. helbestvan çi gotibe ew e.





di vê navberê de çima "hatin çûyîn" nabe lê "hatin kuştin" dibe min fêm nekir ? hate gotin, hate dîtin dibe çima ew nabe ? bila xêra dê bavê xwe yekî ji me re rave bike ..



18.07.2014 00:54 | brusk56

3. Bi min wergere ya herî baş dive wisa bê..wergerî karekî hirekî giran e... helbest bi awayên cuda tê wergerandin ku ev jî tiştekî asayî ye, ne niyandina zimên e..

Bi çuyînê ve nayê çuyîn

Bi çuyînê ve çuyîn nabe

Dilê te dimîne

Hişê te dimîne

Bîranînên te dimînin



18.07.2014 01:09 | havka

4. (bnr: ergatîvîte)

(bnr: qirkirina ergatîvê)



18.07.2014 01:33 | ceso

5. (bnr: gerguhêzî û negerguhêziya lêkeran)



18.07.2014 03:04 | ceso

6. (bnr: peyamên berê)

hevalno berî niha jî min gotibu, di gotina "çuyîna te" de "çuyîn" ne lêker e loma mesela gerguhêziyê lê ne derbasdar e. "çuyîna wê dilê min êşand" li vir "çuyîn" ne lêker e navê wê lêker ê ye loma mesela gerguhêziyê filan lê nayê gerîn.



18.07.2014 11:45 | azadixwaz

7. (bnr: bi baldartir peyam xwendin)

min tim berê xwe daye meseleya "çuyîna te" lê balê nedaye "nayê çuyîn" û helbet weke hevalê ceso gotiye "hatin çuyîn" çênabe. û ji xwe peyama xwe de bi kitekit û mînakan vegotiye. em ji bo wî sipasdar in.



18.07.2014 11:58 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» gava ku tu çema stûyê xwe bibînî
» yekane
» têkiliya duzimanî û serkeftina li dibistanê
» kurmancî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî