1. qurana ku divê were belavkirin û gelek bê xwendin. him ji bo ku kurd lê bihesin gelek fikr û ramanên bêbingeh di quranê de cî nagirin û him jî di mijarêmn olî de xwe ji serdestiya zimanên dagirkeran rizgar bibe. |
|
20.07.2014 11:01 |
simurg56
![]() |
2. heta niha min sê versiyonên vê quranê dîtine.. du sal berê min yek li cem hevalê xwe dîtibû gelek kêfa min jê re hatibû, biçekî ne bi dilê xwe jî be bi diyarî dabû min.. lê niha navê wê û navê yê ku ew wergerandî ser kurdî nayê bîra min mixabin.. du sê hefte berê ji bo wergerekî lazim bû çûm pirtûkfiroşgeha ensarê.. li wir jî du mealên bi kurdî ên quranê hebûn.. yek jê qurana kerîm û meala wê ya kurdî bû ku ji aliyê fikrÎ amedî ve hatibû wergerandin û ji nav weşanên ensarê derketibû, ev meal bi zimaneke ku îro wek zimanê standart tê qebûlkirin hatiye nivîsandin, zimanê wê sade ye û baş tê fêhmkirin, lê mirov dibêje qey yê wergerandî ne ji erebî lê ji tirkî wergerandiye.. ya din jî ronahiya qurana pîroz bû û ew jî ji aliyê mele muhemmed hakkarî ve hatiye wergerandin, li ser bergê quranê navê çapxane û weşanxaeyê tunîne lê di rÛpela pêşÎn a mealê de miftiyê şirnex ê diyaneta tirk jê re pêşgotinek nivîsandiye.. ev meal jî bi devoka behdînan hatiye nivîsandin.. ya rastî bêtir kêfa min ji vê mealê re hat.. |
|
19.09.2014 02:03 |
endazer
![]() |
3. yek ji wan jî ji weşanên nûbiharê derçûye. bi navê "wergera qur'ana pîroz bi zimanê kurdî" hatiye weşandin. ji aliyê m. huseyn êsî, m. se'id girdarî û m. muhmmed bêrkevanî ve hatiye wergerandin. bi ya min bi sed e sed bi giyanekî kurdî hatiye wergerandin lê xwendina wergerê ne herikbar e ji ber ku ez wisa difikirim wergêr bêhtir xwestine ku werger û pirtûka resen weke hev bin vêca bala xwe pir nedane ser herikbariya wergerandinê yanî xwendin hineki girane. lê kêfxweşiyekî heye ku ev melayê ku wergeriyê kirine ji ekola kurdan ya klasîk a medreseyan tên û zimanên wan gellek peyvên resen û orgînal ên min qet nebihîstîbû dihewîne. ez pêşniyar dikim ku herkes bixwîne. çend mînakên peyvên ku min nebihîstîbû. |
|
19.09.2014 10:00 |
ceso
![]() |
4. heke ji tirkî hatibin wergerandin gelek şaş û çewt e, dibe wergera wergerê. jixwe zimanê tirkî jî têrê wergerê nake ku mariv ji quranê baştir fêm bike lewma jî bêyî tefsîr pirr watedar nabe. ya rast ji wergera quranê bêtir nivîsandina tefsirê ya bi kurdî pêwîst û elzem e. |
|
19.09.2014 21:55 |
ferhenga şikestî
![]() |
5. wateya quranê diguhere |
|
02.06.2017 04:02 ~04:16 |
mindal
![]() |
6. Here lînkê |
|
02.06.2017 11:34 |
ferhenga şikestî
![]() |
7. (bnr: kesî kê xabê ro mîşê bîdar kerd velî kesî kê xodêşo bê xab zedê ro nêmîşê) |
|
02.06.2017 12:56 |
mindal
![]() |
8. (bnr: koso ko xobo ro moşo bodor kord volo koso xodoşo bo xob zodo ro nomoşo) |
|
02.06.2017 13:41 |
ferhenga şikestî
![]() |
10. Du sê sal ewil min li fuara kitêban ji standa nûbiharê jê standibû. bi navê "wergera qur'ana pîroz bi zimanê kurdî" wekî jorê qurana bi kurdî/48657 hatiye behskirin, wergereke pak e, tê xwendinê, lê belê zêde ne herîkbar e. |
|
28.04.2020 00:26 ~00:26 |
mîr
![]() |
11. ji ser stora telefona xwe sepana "ezan vakti pro " bar bikin |
|
28.04.2020 04:39 |
shwinsherm
![]() |
12. "Qurana Kurdî" bi navbeynkariya xwe ya pêşkeftî dîsa li telefonan vegera. |
|
24.03.2023 19:59 ~19:59 |
horhorik
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |