Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 43 peyam
kêmasiyên tirşikvanan - tirşik
kêmasiyên tirşikvanan
(1) (2) (9)
di mijarê de bigere

1. Na nivîsin. dibine endam û hew...



2014.07.22-01:59 | xwelî li ser

2. belê rast e, kes nanîvîse. niha çend tirşikvan hene nizanim - gelo yek dikare bêje? - lê divê em binivîsin. ez jî zêde nanivîsim lê ku binivîsim jî dixwazim tiştinên xweş binivîsim.



2014.07.22-22:11 | kurê xelkê

3. hevalên xwe di van şevên dûr û dirêj de tenê dihêlin. nayên silavekî jî nadin me.



2014.07.22-22:42 | xendekî

4. zêde ne meraqdar in. hej ji lêkolînê û parvekirinê nakin.

lê ev ne tenê taybetiya tirşikvanan e, gelê kurd mixabin hej tiştên wisa nake. ku bikin jî bi zimanên din dikin.

çav li înternetê bigerînin, dev ji malperên profesyonel fîlan berdin, gelo çend blogên kurdî hene ku tê de kurd bi kurdî behsa fikir, hobî û kar û barên xwe dikin.

(vê navberê de, hejmara tirşikvanan vêga ji 1100an zêdetir e)



2014.07.22-23:05 | simurg56

5. di warê bilêvkirina hîs û hestên xwe de qels û lawaz in, nikarin hîsên xwe û aliyên zaîf ên kesayeta xwe derbidirin anku ditirisin ku cihên hessas ên dil û mêjiyên xwe kifş bikin, tevî ku gelek ji wan nenas û neberniyas in jî ji ber kompleksa xwekêmdîtinê dil dikin ku xwe xurt biranî xelkê bidin.

mariv hem ji mijaran û hem jî ji entryên ku di bin mijaran de hatine nivîsîn tê digihîne ku gelek qurre ne û dema tu bêjî siyaset û dîrok û gelek tiştên dîn ên ne bi hestan ve girêdayîne, weka dîk û şamikên gundê me serê xwe bilind dikin û dikin qerawar û barebar..

sar in, gelek sar in, ya rastî qelsiya we qelsiya me ye û ev têgeh jî pûç û vala ye her mirov bi hîsên xwe hene, ne bi nirxandinên xwe yên pozbilind!

bi kurt û kurmancî ew dewlendiya ekşiyê, ji ber entryên bi vî rengî tên û ez dema noqî entryên wehareng dibim fêm dikim ku jiyan ne ew jiyan e ku bi salan li dû ketim, her yek ji wan çîrokek e, romanek e..

a soxî hêvîdar im ku sibero ew kakila me ya hişk bişkê



2015.04.09-21:47 ~21:47]| ferhenga şikestî

6. Zehf gazinan dikin.
Behsa kêmasiyên xwe nakin, lê behsa kêmasiyên tirşikê dikin.
kêmasiyên tirşikê =259
kêmasiyên tirşikvanan = 5 peyam.

Kengî tirşikvan kemasiyên xwe telafî bikin , hingî wê gazinên li tirşikê kêmtir bin.



2020.01.26-20:07 ~20:07]| gumgumok

7. Nanivîsin û xeydok in *



2020.01.27-00:19 | xeyda

8. Bi rastî ez li xwe mikûr bêm , ez çiqwas pesnê xwe bidim ku bêjim "heehheeyyt dilê'm wexta min dest bi dibistanê kir min peyvek tirkî nizanîbû." jî niha ez bi tirkî difikirim. Hew haya min ji min çê dibe ez wayê bixwe bixwe qise dikim û bi tirkî, hema zimanê xwe gez dikim û bir kurdî dûbare dikim. Û van rojan min kêm kiriye. Êwê binhişê min de êdî kurdî hebe* û ya din jî ji bo kurdîyek wêjeyî an kurdîyek standart ango kurdîyek akademîk(ahahahahahah) hewl didim; çi zanim pirtûk, kovar, rojname, telefona bêrîkê û hwd. hema xebatek mezin dikim lê li dora min kesek tunêye ez bi vê awayê bipeyivim ku hebekî li hewa dimîne ev xebatê min. kemasîya min ya alîyê ziman ez bawerim bi gelemperî ev sedemana ye. Ji bo rastnivîse heta xwîn di demarê min de here û were ezê bikoşim.



2020.01.27-00:52 ~00:57]| rizgarm

9. (bnr: guhartina sernivîsa mijara ku min vekirîyê)
çi ji te re? her çiqasî jî şaş hatibê nivîsandin,ev sernivîs min vekiribû.Ger tu bixwazê tu yeke nû veke.Ma vekirina sernivîsa bi pera ye * em ne mamosteyên zimanê Kurdî ne an jî me li ser rêzimanê kurdî masternekiriyê

bûyera qewîmî;
Here lînkê



2020.04.28-17:55 ~2020.05.02 23:21]| merwano

dengdanên dawîn (Yên Din..)
spotify [1]
spotifya premium lê tenê meriv nikare stranan wek offline daxîne. bê r...
tekoser [1]
nivîsa wî pir qels e , jkxr gava te nivîsî carekê lê veger e....
ji kurdan re empatî [1]
kurdên ku empatîyê bi zimanê tirka dixwazin ! te rêz ne girtî ye xwe ...
erebmancî [2]
Nivîskar, perwerdekar (bnr: şahînê bekirê soreklî) hevpeyivînekî xwe ...
e-market [1]
cureyek bazirganîyêye. Heta demên nezikê mirov nikarîbu tiştên ku li m...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêmasiyên alfabeya kurdî

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî