Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 73 peyam
zarok tv - tirşik
zarok tv
(15) (2) (15)
di mijarê de bigere

20. amblema xwe jî guhertin lê hê jî nivîsa di bin amblema xwe de ku bi tirkî ye, negiherîn: test yayın



28.12.2014 17:28 | simurg56

21. kanalê xêzefîlmî yê kurdkî yo.



gama ke ez şîbîya amed, mi temaşe kerdîbî. Kanalêkê ne xirab o ne zî serkewtî yo. La belê seba ke hama zî 'weşanên testî' keno, nêbeno ke rexneyê xirabî ez vajî. (aNika 'weşanên testî' keno nêkeno ez nêzana, semedê ke tvyê mi çin o.)



nika rewşe sênî ya, ez nêzana. La ez zana ke teqez 'xêzefîlmên zazakî' zî keno. gelêk hûmarê xêzfîlm yê zazakî estê. Çenf hebêna zî ha destê mi de yê û enstîtuya kurdî ya stenbolê de çend kesî mamosteyên mi temaşeyê nînan kenê, seba ke xeletan sererast bikerê.



Anyway, xêzefîlmê zazakî û kurmancî yê nê kanal ser xêrê bo.



25.02.2015 14:59 | endazyar

22. (bnr: cantv)

qenala ewqas xêzefilma 'can' dide, mirov vî navî rasttir dibîne.



25.02.2015 22:31 | azadixwaz

23. Qenala li ser satalayta min winda buyî. Gelo haya kesî jê heye?



02.03.2015 19:49 | azadixwaz

24. ji yek qanalên ku ji bo zarokên kurdan hatiye çêkirin e.



02.03.2015 22:43 | subasi842

25. li gorî reklamên wan, di roja newrozê de dest bi weşana rastîn dike.

ser xêrê îşelleh.



19.03.2015 18:44 | simurg56

26. Sibî ne dusibe dest bi weşana xwe dike heta niha di weşana test de bû. Di newroz 2015ê de dest pê dike. Van rojan pir behsa wê dikin. Wek "diyariya newrozê" tê binavkirin. Gelek fîlmên kartonên kurdî amade kirine, ligor nûçeya rûdawles schtroumpfs ango şirinler jî wê kurdî bê weşandin.



19.03.2015 19:08 | xendekî

27. Qenala filmên karton ên kurdî ne, reklama gelek filmên karton dikir. Ser xêrê bila dest bi weşana xwe ya rastîn bike û me ji can rizgar bike.



19.03.2015 21:21 | azadixwaz

28. qenala ku piştî roja newrozê dest bi weşana normal kir.

êdî filma can û gulnurê nayê weşandin, şikir ji xwedê re.

vêga gelek rêzefîlmên ji hev cûda û xweş diweşînin.

di serî de spongebob squarepants. bi weşana xwe ya niha, bi rastî jî gelek profesyoneltir bûye. wergerên rêzefîlman gelek gelek çêtir e. dublaj jî çêtirin.

di destê wan de çiqas beşên amade hene nizanim. îşelleh piştî heftiyekê em dîsa hemû beşan jiber nekin. lê bi rewşa heyî: çêbûye! her bijî.



29.03.2015 11:20 | simurg56

29. Nivîseke balkêş ya di derbarê telvizyonê de Here lînkê



29.03.2015 18:11 | diclefirat

30. Pîroz û bimbarek be, Divê Navê bernameya wan ê zarokîstan wekî “zarokistan” bê guhertin. Ji ber ku navên erdnîgarî wekî “ x + istan ” tê nivîsandin.



31.03.2015 08:32 ~08:33 | mîr

31. (bnr: zarokistan)



22.05.2015 21:11 | xwelî li ser

32. (bnr: zarokistan)



22.05.2015 21:11 | xwelî li ser

33. sebebê şer ê nav mala me. ber zarokan em nîkarîn nuçeyekî guh bîdenî. tê ew zarok kij wektê mezîn bîn?



22.05.2015 23:52 | ari

34. Sedema axaftina kurdî ya zarokên der-kurdistanê mezin dibin e. Pir baş e lê xwezî pepule tv jî bidomanda.



23.05.2015 14:15 | azadixwaz

35. kanalê ke semedê zarokanê ma bî yo a. semedê laverbîyayîşê ziwanî no kanal muhîm o.



23.05.2015 14:31 | hezanij

36. di beşeke xwe de soz dike zarokan û pirsan ji wan dike. navê vê beşê dora te ye. pirsên weke "azadî çi ye?", "heval çi ye" û hwd. ji zarokan dipirse û bersivên komîk, şêrîn û hwd. ji wan distîne.

zarokên ku van pirsan dibersivînin, xwwendekarên dibistana seretayî a ferzad kemanger in.



22.10.2015 19:09 | simurg56

37. tvya êdî bawerim xêzefilmên wê duare dibin ji er ku kurê min êdî zêde naxwaze temaşe bike û dixwaze ez yên bi tirkî vekim. daxwaz dikim ên nû lê zêde bikin.



12.12.2015 11:17 | azadixwaz

38. kanaleka ji bû zarokaye bandora wî li ser zaroka pire ne ev kanal hemû kanal wisanin zarok gelek tiştan jê hindikin.




dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarokan re du nav danîn

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî