Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
şîn - tirşik
şîn
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rengê mêran e. yanî wisa tê zanîn.

her çiqas tu eleqeya giyayan bi vî rengî re tune bin jî, ji bo mezin bûn û ajdana wan ev peyv tê bikaranîn.

(bnr: hêşîn bûn)

(bnr: şîn bûn)



niznaim çima pêşiyên me negotina keskbûn.



24.07.2014 00:53 | simurg56

2. Herfek erebî



24.07.2014 00:59 | serpale

3. Li aliyê me herêma serhedê de bona navê vî rengê wek hêşîn tê gotin. Peyva Şîn bi maneyeke din bona taziye, serxweşî tê bikaranîn.



25.03.2015 22:46 | mîr

4. navê weşanxaneyeke pir kêm naskirî ye, ku diyar e wek dûvelankê weşanxaneyeke mestir berhemên taybet (bnr: mewlûd) belav dike.



26.03.2015 00:01 | gordereş

5. Li hemberî windahiyan dayîna bersiveke psîkolojîk e

(bnr: reşgirêdan)



27.05.2020 16:12 ~2015.04.09 17:42 | gêjê

6. navê helbesteke xweş a gulîzerê ye

fermo, bi dengê rêşad sorgul..





19.04.2015 14:41 | ferhenga şikestî

7. rengek kû şaşiyek têde heye .



19.04.2015 16:48 | shorbevan

8. Rewşa psîjolojîk a jesên miriyê wan heyî. Bi erebî te'zî



19.04.2015 19:45 | bijêrvan

9. Karîn. (bnr: şiyan)



11.08.2017 04:32 | sloujouc

10. Ev peyv di çand, kultûr û jiyara kurdan de him bi wateya kesk him jî bi wateya şîn de hatiye bikaranîn. Weke şînayî, şîn û zor û zer(li stran û alayan de).



12.12.2017 01:48 | bilbilê dilkul

11. (bnr: hêşîn)
(bnr: kesk)



12.12.2017 01:57 | bilbilê dilkul

12. 1. Rengê azmanê sayî. Qama pêlên şîn 400-490 nm ne. Yek ji sê rengên bingehîn e û dij-rengê zer e.

2. (bnr: şînbûn), (bnr: şîn hatin) ji bo vê yekê , ji bo tiştê şînhatî jî "şîn" tê gotin. Halbûkî reng kesk e lê "şîn" tê gotin.
Ez bawer im, bi gotina " şînayiya darê" armanç hayatdarî, zindîtî ye, lê va îda hatiye wateya rengê kesk jî.



12.12.2017 02:18 | gumgumok

13. (bnr: fasûliya şîn)
(bnr: pîvaza şîn)



12.12.2017 11:52 | gulêê

14. aliyê serhedê ji bona rengê "mavî-avî/blue" hêşîn tê gotin. Hêşîn her tim wekî sembola melankolîyê hatiye bi kar anîn. Paşê piştî tevgerên siyasî yên salên 60î ev reng wekî sembola azadî, daxwaza azadiyê hat bi kar anîn.



06.03.2018 03:36 | jifêzagorda

15. blue (bi inglîzî): şîn

bi zimanê me, piştî mirina kesê, (bnr: şîn girêdan)
weke mînak
hemû gund ji bo mirina lawikê bê guneh şîn girê dan.

bi inglîzî, ji bo kesê ku di rewşa xemgînî, melankolî û bêhntengî de ye, (bnr: feeling blue)
weke mînak
dream, when you are feeling blue. that is the thing to do (bnr: frank sinatra)
bikeve xewnê çi çax tu ê xwe bi blue bibihîsî. ev e yê ku divê tu ê bikî (bi ya min)

- (bnr: te go çi?)
+ na, min tiştekî negotiye. ji xwe re qise dikim.



09.04.2018 00:11 | mirovekirind

16. navê kurtefîlmeke kurdî ye (2020). gelek serkeftî ye. ji ber ku ev cure fîlm jixwe kurt in, divê mirov der barê de qet tiştan mebêje. min pir hez kir.

van rojan, fîlmên kurdî, ji xêra lkff belaş parve dibin. (bnr: global kurdish film festival) em jî kêf dikin, xwedê ji wan razî!

qey cara ewil bû, di sala 2019an de min kurtefîlmekê kurdî dîtibû: "hazirîyek bo derengmayînê". ew jî ne xerab bû. ez dibêm ev cure, cureya kurtefîlman, bo derhênerên kurdan û bo mijar û merseleyên kurdan gelek guncav û kêrhatî ye.



23.04.2021 02:28 | mirovekirind

17. herçend pê ewle nebim jî di wateya reng de şîn dibe ku bi peyva ajne (aşne) re têkildar be. aşne kirin ango melevanî. Helbet ev yek jî di nav avê de tê kirin.

bi zazakî asnaye, farisî شنا‎ (şina), avestayî sna-, sanskrîtî sna-.

çimkî îro navê avê di erebî, tirkî û farisî de weke navê vî rengî tê gotin:

bi erebî av: ma -î bide ber maî di tirkî de bûye mavi.

bi farisî av: ab -î bide ber abî (آبی).

yanî dibêjim rengê avê û navê şîn bi awayekî têkildar in.

error: ti eleqeya ajne û avjeniyê tune. Avjenî çêkirî ye û min ji kesî nebihîstiye. Weke meseleya Mezopotamya - Mezrabotan û heyecan - kelecanê nekin şewşî!!!



28.07.2021 05:04 ~05:06 | tizbîkêş

18. Çalakiya ku li piştî kesê/a rehmet dike şûn de t⅜ li darxistin e. ezê pir zêde behsa teferûat û rêgezên vê çalakiyê nekim û dirêj nekim lê niha dixwazim ser xala ku fatha ku tê xwendin bisekinim. Di biçûkiya xwe de bi bavê xwe û mezina re gelek çûme. Her tim du'aya ku berî fathê tê xwendin 'erebî bû. Li gelek cihan jî wisa bû. Lê li mêdînê bû çend cara ez tevlî vê çalakiya reş dibim û gelemperî ev duayana bi kurdî tê kirin û gotinên sersaxiyê xweşik, rindik, dirêj û kurdî ye. Di vê roja xemgîn de tişta ku ez kêfxweş kirim ev bû. Bila ew mirovana her hebin.



05.02.2022 11:22 ~11:24 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şînok

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî