Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
diyaloga bav û lawan - tirşik
diyaloga bav û lawan
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sedî nod dîyaloga bav û lawén kurd di telefoné de:

-elo

+elo

-tu çi dike?

+Tiştek nake bavo, çi cem we heye?

-tiştek tunne, de xwedé rehetiyé bıde (girt)



25.07.2014 03:07 | serpale

2. ku zarok hebe dudirêj dibe qet bi kurtî nayê birîn.



25.07.2014 11:50 | azadixwaz

3. (2 sal berê, diyaloga min û bavê min î zaza)



bav- zanko jî xelas bû tu nayê navçê?

ez+na bavo nafikirim

-tu çima ji min hez nakî?

+çi eleqa? hez dikim lê li vir sebra min nayê

-tuyê li diyabekir çi bikî?

+ezê herim kurdî der'ê

-çima tu kurmancî nizanî?

+helbet pirr baş zanim lê niha betal im sebra min nayê dikim ku xwe di wir de hinekî biewiqînim

-lê zazakî?

+ji zazakî hez nakim

-çima!!??

+nizanim hez nakim

-kurê min tu jî zaza yî ma ne?

+erê lê nizanim yav nepirse bersivê ez jî nizanim lê hez nakim

-temam bila be, pere te heye?

+erê

-ka binihêrim

+temam yav tune ye lê ne lazim e spas..

-li xwe miqate bî ha, derengî şevê meçe malê û car carinan telefonî min bike û çay û cixareyê bi hev re venexwî ha!

+temam



07.11.2015 23:28 | ferhenga şikestî

4. diyaloga min û bavê min ya du hefte ewil:

-bavo, tê nimêj bikî?
-erê kurê min.
-bavo, tê çima nimêj bikî?
-meriv çima nimêj dike kurê min!
-temam, tu çima nimêj dikî bavo?
-min aqil avêtîye kurê min. Lewma ez nimêj dikim.
*



06.11.2016 17:55 | bûtîmar

5. b- bav
k- kur

k - baba, ka ji min re bêje, kurd çima ewqas bêqeder û bêbext in?

b- pirsa te giran e kurê min, wekî barê li ser milê kurdan. lê ka ez bersivekî xweş û tejî bidim te. divê tu baş guhdarî min bikî, neku tu fêm nakî û tu bersiva wê pirsa mihim peyda nakî, kes jî ji te re nabêje. lê ka tu here îskanekî avê ji bavê xwe bîne!!



07.11.2016 03:01 | wiha wilo wisa

6. Di dema xwendina min a zaningehê de axaftina her cara kêm û zêde wisa bu bav : b kur : k

B: kurê min tu kutkey çawanî dersê te çawa çît?
K: başe babo elhamdulîllah ez jî başim dersê min jî baş e.

B: tu xwe têkil sîyasetê nakey ne?
K: ne babo xwe têkil nakim ?

B: bo xocêt xwe serê xwe nerake ha xwe biaqil ke?
K: (pife pife min e...) temam babo...



07.11.2016 20:32 | azad30

7. di telefonê de:

ez - wa dengê te nebaş tê?
bav - erê lawê min, bapêş ketim.
ez - te li ser xênî serma girt ne wiha?
bav - (dikene) ji dayika xwe re nebêje, wê sor bibe.
ez - ax bavo! ma hema di vê serma de dev ji kevokan berde!
bav - (dikene) tew ew sor bû! lawê min ez diêşim, aaaaay! (nalûnal)
ez - ez dizanim canê bavkê min nazik e.
[rebenê dayîka min jî ji paş: ev du roj in ji nalîna wî xew neket çavên min! serê kevoka têkeve xxx] * *



13.01.2018 20:10 ~20:11 | biruya hayao miyazaki

8. Herkesî diyalogên kur û bav nivîsî ne.
Ez: -
Ew: -
Ez: -
...



19.01.2020 01:05 | gumgumok

9. - elo
- merheba bavo
- çawa yî kurê min?
- baş im bavo saxbûna canê te. hûn çawa nin? çi heye li gund? diya min çawa ye?
- em tev baş in kurê min mereq neke. tiştek lazim e?
- ne bavo
- de bimîne xatirê te bi silamet
- ser çavan bavo, silavan bêje.
- aleykûm selam

qediya...



24.11.2020 01:53 | xelîl

10. Ez: elo
Bav: li xwe miqate be. (Girt)



10.11.2021 15:03 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» diyaloga bav û lawan
» bav pişt e dê her tişt e

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî