1. A niha pêşiye eydê remezanê, mîlyonan însan ketiye rê ji bo çûnê welatê xwe, wekî cehnem e, ez jî bêbextekî di nav wan de me. Mixabin mina koça qewman e |
|
25.07.2014 17:20 |
mîr
|
2. vaye nivîsekî devliken kelogirî di warê trafiqa stenbolê de " ez di trafiqa stenbolê nim " |
|
25.07.2014 21:21 |
ceso
|
3. (bnr: ez di trafîqa stenbolê nim) |
|
28.03.2015 13:23 |
ceso
|
4. (bnr: bimre metrobûsa tijî her bijî metrobûsa valahî) |
|
28.03.2015 14:20 ~14:20 |
quşxaneli
|
5. Pirsgreka herî mezine ji ber ve pirsgrekê dewletê ti gû nema bixwe,pir,tunelê bin avê hwd. ti tişt feyde nake. |
|
28.03.2015 14:31 |
hûteheftserî
|
6. jiber ku ev çend heyv e çavê kevçî bi stenbolê neketiye, trafiqa ku rebena kêvçî bêrî kirî ye |
|
28.03.2015 18:50 |
kevçiyê dil
|
7. ji bo xelkê vî bajarî ezîyet û zehmetiyeke mezin e.. |
|
14.11.2015 11:29 |
ferhenga şikestî
|
8. belaya ku ji zarokatî heya ciwaniya min, 20 salên emrê min pûç kir. |
|
14.11.2015 11:41 |
nazim tolhildan
|
9. Trafika ku ne bi qasê tê gotin e. An ez li rastî wê demê nehatim e. Havîna bûrî ez nêzikê 2 heftiyan bi erebeya xwe li Stenbolê geriyam. Ji bilî derdora Dolmabahçe û balafirxaneya Ataturkê rastî trafîkeka zêde nehatim. |
|
12.04.2016 21:51 |
nan û av
|
10. li gorî demsalên dî di havînê de trafîqa stenbolê siviktir dibe, xelk diçe betlaneyê û turîstên ku ji derve ve tên bi erebeyên xwe yên taybet nagerin, bi metro û tramvayê digerin.. |
|
12.04.2016 22:39 |
ferhenga şikestî
|
11. ê ku çûye stenbolê û rastî trafîkê nehatiye yekî bimbarek e. di dinê de hin tişt hene ku pêkanîna wan ne hêsan in. ev jî yek ji wan e. * |
|
12.04.2016 22:53 |
kurê xelkê
|
13. Îmana min diçikîne. Hele rojên baran an berf dibare, derdê wê nayê kişandin. Otobus libek pêş ve tev nade. Rê dibin șilek. |
|
30.11.2019 21:13 ~21:14 |
biruya hayao miyazaki
|
14. rojekî hevalekî got were em li qada bakirkoyê hevudu bibînim neyse ez jî rabûm çûm. wê gavê mala min li kadikoyê bû. neyse qederekî em rûniştin piştre hevalê hevalê min got were heta mecidiyekoyê ez te deynim mi go na spas ezê jixwe bi metrobusê herim kadikoyê îllam got na qene heta macidiyekoyê siwarî metrobusê nebe. îja wisa mîza min dihatin hindik nema ez erebeya wî bi mîza xwe bişom. halbukî qebrax rika min negirta di nava saetekê de ez digêhiştim kadikoyê lê ji ber trafiqê ji bakirkoyê heta mecidiyekoyê tam saetek û çil deqê de em hatin. heya ez çûm metrobusê û ji wir jî mala xwe û daşîrê çavêt min sor bûn. li daşîrê bê henek min sê deqe mîza xwe kir:( |
|
30.11.2019 21:34 |
ferhenga şikestî
|
15. pîştî ku marmaray derket bawerim wek berê trafîq asê nabe. dema ez û zavayê me em ji kanarya diçûn zeytinburnu malmîrata metrobusê tu dibê qey pê li hêka dikir, gav bi gav diçû. rêya nîv seatê dibû 2 seat. |
|
22.05.2021 19:19 ~19:20 |
merwano
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |