1. dibe ku qisekirina zimên bi saya wê de hêsantir bibe. |
|
16.07.2013 12:37 |
sîsîfos
|
2. kampanyayeke bêqûn e, lewre zayend taybetiyeke girîng a kurdî ye. Heke zayend ji zimanê kurdî bên rakirin, rewş dê bêqûniyeke wekî bêqûniya soranî be. |
|
16.07.2013 12:41 |
kardoxî
|
3. dibe ku her wiha yek ji dewlemendiya zimanê kurdî ji holê rake. |
|
16.07.2013 12:44 |
sîsîfos
|
4. Heger zayend bihên rakirin wê peyv çewa bi hev re cot (xweşhal) bibin û peyvên nû çewa bizên.Qey çavên wan lê ye ku Kurdî bikin kal û pîreke stewr ku bêzurriyet? Ên ku dibêjin bila zayend ji zimanê kurdî rabin,bila pêşî xwe bixesînin... |
|
16.07.2013 12:57 |
cirano
|
5. Wî law,tiştê ku men bihîstbû jî me bihîst,îcar bila peyvan bixesînin...Ka tiştê wuha hatiye dîtin... |
|
16.07.2013 12:58 |
cirano
|
6. Kampanyayeke bêçune ye û dê derba xwe nebîne û bi vî hawî ziman hêsan nabe, jixwe ziman tu bikî nekî jî xwe bi xwe hêsan dibe, zimannasên ku difikirin ku wê bi saya bêzayendiyê fêdeyekê li zimanê xwe bikinvdi nav hewldaneke $a$ de ne û wan divê di nigê nig de dev ji vê helwêsta xwe ya ku dê xisarê bigihîne xeml û rew$a kurdî berdin. |
|
16.07.2013 13:00 |
înano lo
|
7. li goranê rêznameya zimannasên ji bo vê armancê dixebitin, êdî ji şûna a û ê, dê herfa o were bikaranîn. |
|
16.07.2013 13:21 |
sîsîfos
|
8. yanî çi? yani quzzilqurt.. zimannasên me ew qas xemxwarên zimên bin bila herin li gund û zozanên kurdistanê bigerin û peyv û biwêj Û gotinên pêşiyan û çîrok û stranên ku li ber wendabûnê ne û li tu derekî nehatine qeydkirin berhev bikin.. zimanê kurdî ji xwe têra xwe hêsan e biçekî din hêsantir bibe êdî kes qîma xwe pê nayîne û pê naaxive..* |
|
16.07.2013 16:43 |
endazer
|
9. kampanya ji xwe ji nivîsan tê dîtin ku tu gû pê nayê şikir ji xwedê re. |
|
16.07.2013 23:38 |
azadixwaz
|
10. (bnr: kampanyaya tunekirina zimanê kurdî) |
|
17.07.2013 01:24 |
brusk56
|
11. (bnr: di tirshikee de chanda liincee) |
|
16.07.2013 17:26 |
endazer
|
12. (bnr: bê artîkil jiyan nabe) |
|
17.07.2013 02:04 |
sîsîfos
|
13. Kampanyayeke ne li rê ye! |
|
24.09.2013 18:02 |
ceso
|
14. carekî çewtî li navê kampanya heye. Kurdî ji kurmancî-soranî-zazakî-kirmaşanî re tê gotin. zayendî li soranî piranî rabû ye. kirmanşanî nizanim lê di kurmancî û zazakî de heye. niha kampanya hewceye ku naveroka xwe çûktir bike. aliyê din soranî xwediyekî dewlet e û ji bo vî havî di hundurê xwe de standardê xwe tespît kiriye û belav kiriye. lê ji bo ê din em nikare tiştekÎ WANÎ BIBÊJE. VÎ ALÎ HEG DI XWENDIN Û NIVÎSANDINA KURDÎ DE LEHÇEYA SORANÎ BÊ QEBÛL KIRIN JI BO PÊŞVEÇÛNA KURDÎ MERHELEYEKÎ GIRÎNG BIBE. DI VÊ ÇARÇOVÊ DE KURMANCÎ DI DEMEKÎ NEDIRÊJ EWÊ ZAYENDÎYA XWE DI BI TÊSÎRA KURDÎYA STANDART DE WENDA BIKE. LÊ...(hun dikarin ev gotinê min tersê- ji hêla kurmancî jÎ fêm bikin) EW TIŞTAN GIŞ JI ALIYÊ DEWLET RE KANIBE ÇÊBE Û ÎTALYANÎ, ALMANÎ, ÇÎNÎ HWD BELKÎ NE JI BO ZAYENDÎ LÊ PIR TIŞTÊN TAYBETÎYEN LEHÇEYÊN XWE BI VÎ SENARYO XERA KIRINE/XELAS KIRINE Û GAVIKTIN NÊZÎ STANDARDÊ XWE BÛYE. |
|
12.10.2013 20:59 |
biruya hayao miyazaki
|
15. ev nivîsa dirêj a carna behsa kampanyayeke tirteylo dike û carna jî diçe li dora cihanê digere û tije xeletî ye, mafdar e. wey wey ev nivîs jî çiqas tevlîhev bu, ev çi mijareke bêbext e lo. |
|
12.10.2013 21:33 |
azadixwaz
|
16. zimanê kurdî homoseksuele,dest nedinê. |
|
12.10.2013 22:19 |
tivirloismail
|
17. ew mijar şaş e. zayendÎ di nav zaraveyÊn kurdÎ de tenÊ di kurmancÎ yê de heye. zaravayÊn din ew windakirine. ne tenÊ zaravayÊn kurmancÎ zebanÊn din Ên iranÎ jÎ ew fonksiyona windakirine. ez zayendÎ yÊ ko di kurmanci de pir giring dibinim. fikrÊ min eew ko ew fonksiyona kurmanci yek pirayeka di miyanÊ zebanÊn ewropayÎ Û kurdÎ de ye... |
|
12.10.2013 22:21 |
cinorek
|
18. kuro hûn zimanê kurdî pûrt kin jî ji bo kesê mêjî-tirk î ziman-ne-hez dimis û pekmez ferq etmez. Dev û diranê xwe ji zimanê me yê bi xêr û ber berdin herin zûzûka xwe re laneke din bibînin. yaw nizam kê hinekî zimên hîn dibe dide kêra kalanî dike ku ziman bigure. ba-bavo ev ziman beranê mala bavê we nîne. li çiyayan maye dîn û cinokî ye wê we bi qiloçên xwe yên zayendparêz ve bikuje.* |
|
12.10.2013 22:40 |
serhednişîn
|
19. wê karê kurdên nifşên nû gelekî hêsantir bike. ji ber ku %90ê nifşên nû jî van zayendan bi kar naynin û loma axaftin û nivîsên wan de gelekî şaş-fêhmkirin an jî zor-fêhmkirin çêdibin. |
|
15.11.2013 20:58 |
simurg56
|
20. ez dibêjim heçko xwestiyên vê tiştÊ aqilê xwe bi nên û pênîr xwarine qota! |
|
13.02.2014 01:55 |
zero
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |