Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
awazê çiya - tirşik
awazê çiya
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. koma stranbêjên gerîlayên serê çiyan e. eslê wê ne ji kesêb diyar pêk tê, hema kîjan gerîla stranekî çêke li ser navê awazê çiya diweşînin. jixwe ji navê diyar e awazên ji çiya, yanî dengên ji çiya. lê ez tiştekî bêjim di muzîka kurdî stranên herî biqalîte û profesyonel ev kom çêdkin, dibêjin. hem stran gelekî baş û xweş û geş in hem klîbên wan, qemereya wan. çawa ku karê xwe bi profesyonelî dikin vî karî jî bi profesyonelî dikin şêr û bazên serê çiyan.

hinek stranan ev in:

xezal, dengbêjî

oremar

destana zapê

newroza arî

awazek tê

şehîdên xakurkê

botan deriyê egîdan

kelaşîn

pkk ne

bêrîtan

bîşeng



01.08.2014 13:25 | xendekî

2. (bnr: em bernadin vê dîlanê)



05.11.2014 23:00 | ferhenga şikestî

3. ji ber ku "awaz" ye divêt wek "awaza çiya" bête nivîsin û gotin.



05.11.2014 23:05 | vêca çiyeeee

4. (bnr: rastnivîs)

koma hanê ji xwe re dibêje awazê çiya û mafê min tune ye ku navekî taybet bi ya rastnivîsê biguherînim..



05.11.2014 23:11 | ferhenga şikestî



8. ger tu baş lê binêrî tu dikarî bibînî wek awaza çiya jî hatiye nivîsandin.



05.11.2014 23:31 | vêca çiyeeee

9. bi xêra wan em bêmuzîk namênin. dengê gerîleyan e.





30.11.2014 17:39 | rêzan

10. Koma ku dengên endamên hemûn xweş in. Û her roj ji alîyê min tên guhdarîkirin.



30.11.2014 21:25 | endazyar

11. Normalî zêde kêfa min ji mûzîka wan re nayê lê albûma wan a dawîn ya bi navê botan ku stranên gelêrî yên ji devera Botan ji nû ve gotine xweş bû. Çawa min stranek ji albûmê guhdar kir min texmîn kir destê Mehmûd Berazî lê ketiye. aranjeya albûmê mehmûd berazî kiriye.
Ji lînka jêr hûn dikarin hemû stranên albûmê guhdar bikin. Bêtir kêfa min ji Narîna minê, heyran Jaro û êvarê re hat. Here lînkê



24.05.2020 20:59 ~21:00 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» awazên çiya seyro
» çiyayên herî bilind yên kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî