Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
sovaldî - tirşik
sovaldî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gori nuçeya anf: dermana nu ye hepatit c ye. Dermanê ku nexweşiyê ji sedî 80-90 baş dike. mixabim şÎrketa bÊiman dermanÊ 600 kat ZÊDE difroşe Û ye ku nikare vi dermanÊ hilde dimirin.



Li DYA’yê ji meha Kanûnê heta niha dermanê bi navê Sovaldî yê Hepatîc-C yê ku ketiye piyasayê û li welalên Ewropayê tê firotin bû mijara nîqaşan. Dermanê ku nexweşiyê ji sedî 80-90 baş dike, ji bo derman serî kesî 60 hezar Euro tê xerckirin û sanayiya dermanan û sîgortayên tenduristiyê ji vê marjîna karê ya bilind a ne etîk bi gazinc in.



Dermanê Hepatît-C yê bi navê Sovaldî ku ji aliyê şîrketa bi navê Gîlead a dermansaziya Amerîkayê tê amadekirin bi 1000 dolarî (700 Euro) tê firotin. Ji meha Kanûnê ve li DYA’yê jî derket firotinê û ji merê meha Çile ve ye jî li welatên Ewropa tê firotin.



JI BO DERMANKIRINA KESEKÎ 60 HEZAR EURO TÊ DAYÎN



Dermankirina bi dermanê navê Sovaldî tê kirin ji bo bigihêje serkeftinê nexweş divê 12 hefteyan rojê hebekê bigire. Bi giştî 84 hebin û maliyeta wê 60 hezar Euro ye. Rêjeya başbûnê jî ji sedî 50-60’e. Lê ji ber ku derman gelek buha ye, li welatên ku ewlehiya sîgortaya tenduristiyê heye nexweş dikarin derman bi kar bînin û li gel ku buhayê derman kêm e û bi buhayên zêde tên firotin, exlaqî nayê dîtin.



600 KAT ZÊDETIR TÊ FIROTIN



Şîrketa Gîlead plan dikir ku heta dawiya sala 2014’an 1,9 dolar cîro bi dest bixe. Lê heta meha Hezîranê firotina ku hatiye bidestxistin 5,8 mîlyar e.



Maliyeta hilberîna hebên Sovaldî jî li şûna jiyana bi mîlyonan kesî rizgar bike, ji ber ku zêdetir karê armanc dike ji derveyî etîkê tevdigere. Şîrket bi giştî maliyeta wê ya ji bo 84 hebên Gîlead 100 Euro xerc dike û li Ewropayê firotina wê 60 hezar Euro yanî 600 kat zêde ye. Li gorî kovara bi navê Euro dermanê bi navê Sovaldî ji zêr jî bi qîmettir e.



Rayedarên şîrketê dizanin ku derman ji bo nexweşan gelek girîng e, buhayê dermanan zêde didin. Berê başbûna nexweşiya Hebatît C ji sedî 60 derbas nedikir. Lê dermanê Sovaldî gelek bi avantaj e.



Şîrketa ku vê girîngiya dermanan wek derfet dibîne, buhayan zêde dike û her wiha tê texmînkirin ku şîrket maliyeta hinek lêçûnên xwe yên berê derdixe. Kovara ‘Arzneîtelegramm’ ku li ser dermanxaneya nivîsên rexneyî dinivisîne nûnerê wê Wolfgang Becker-Bruser, got ku dema derman hatiye dîtin lêçûna wan mîlyarek–mîlyarek û nîv bû. Bruser bi lêv kir ku di hinek rewşan de lêçûn kêm eü lê şîrketa Gîlead lêçûna dermanê Sovaldî vedişêre.



LÊKOLÎNÊN BIYO LÊÇÛNAN DERDIXE



Li gorî lêkolîneke ku hatiye kirin şîrketa Gîlead di sala 2011’an de şîrketa lêkolînê ya biyolojîk ya bi navê Pharmasset bi 11 mîlyar dolarî kiriye. Vê şîrketê piştre ji bo pêşketina dermanê Sovaldî hemû lêkolîn meşandin. Şîrket ji sala 2007’an heta kara wê digihêje ji sedî 40-50’yî.



Şîrketa Gîlead bi saya dermanê Sovaldî kara xwe bilindkir. Di çaryeka îsal de cîroya wan gihişt 6,4 mîlyarî û ji vê 3,7 mîlyar dolar kara wan ma.



YEKANE HÊVÎ DERMANÊN NÛ YE



Li Tirkiyeya ku 750 hezar kes bi Hepaît-C ketine, li Ewropayê bi mîlyonan kes di bin tehdîdê ne. li Elmanyayê hejmara nexweşan 300 hezar e,li Fransayê di navbera 600-800 hezarî de û Îspanyayê jî 900 hezar e.



Li seranserê cîhanê her sal nêzî 3 mîlyon kesî bi vê nexweşiyê dikeve û tê gotin ku nêzî 100 mîlyon kes bi vê nexweşiyê re têdikoşe.



Di rewşa ku ji Sovaldî re alternatîf neyê dîtin, yekane hêvî ev e ku sîgortAya tenduristiyê dermanekî nû bibîne.



Ji aliyê şîrketa dermanan a Janssen-Cilag ve di meha Hezîranê dermanekî bi navê Olysîo hat derxistin û ger ev derman jî heman serkeftinê nîşan bide dê buhayê Sovaldî bikeve.



07.08.2014 23:14 | mala te ava

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sovaldî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî