Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
deniz fırat - tirşik
deniz fırat
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rojnamevanek hêja bû ku îro şehîd ketiye. ev çend roj bûn, ji qada şerê daîşê, nûçeyan zindî radigihan. îro di êrîşeke daîşê de şehîd ketiye.

xwedê efû bike û cihê wê bike cinnet îşelleh.



08.08.2014 22:42 | simurg56

2. Rojnamevanê imc tv bu xwedê rahma xwe le bike.



08.08.2014 23:56 | gelawej

3. rojnamevanê ku 2-3 saet beriya mirina xwe, bi telefonê beşdarî bernameya nûçeyan a imc tvyê bûye û nûçeyan ragihandiye ..

http://tinyurl.com/kn5cp6f



09.08.2014 00:03 | brusk56

4. rojnamevana di rêya nûçegihanê de şehî ketiye. xwedê efû bike. sersaxî ji bo hemu kurdistanê...



09.08.2014 11:59 | azadixwaz

5. rojnamevana anf'ê û ronahî tv'yê ye. ber destê em li malê bûn, me li darî mednûçe'yê dikir. min hew dît dengê jinekî dihat, behsa rewşa mexmûr'ê dikir. min li navê wê nihêrt, min denîz dît min şiband hevaleka me, min cardin lê nihêrt min navê wê tam dît (vbnr:denîz firat). êdî min meraq kir, min tam lê guharî dikir digot: li wir şer dest pê kiriye, niha ez diçim cihê buyerê. êdî tlfon girt û çû. û çû. li wir şehîd ket. dema valekirina mexmûrê ji jin û zarok û yextiyaran, ji wê jî xwestibûn ku ew jî bila biçe, lê wê gotibû ez ê bi qemereya xwe li vir bimînim. û ma, û ma, ket nava dikê kurdistanê, û êdî bû nemir.



09.08.2014 21:31 | xendekî

6. şehîdek kurdistanê ye.

ev nêzikî heftiyekê bû ku ez û bavê min hema bêje 24 saet guhên me ku ronahi tv, rudaw tv û net, anf û qenalên din bû. gelek caran deniz jî bi telefonê agahiyên dawîn radigihand. bavê kengî dengê wê bibihîsiya digot "xwezî her xeber bide. mirov ji guhdarkirina dengê wê têr nabe". dema xebera şehîdketina wê hat, bavê min gelek xemgînbû.



09.08.2014 23:02 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» deniz fırat
» fırat evdal

Kategoriyên mijarê:: rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî