Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
otobusên navbera bajaran yên kurdistanê - tirşik
otobusên navbera bajaran yên kurdistanê
(0) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. otobûsên ku bi giştî xizmeta wan gelekî xerab e. çaxê mirov bilêta xwe bikire û here jî carina cihê we didin xelkê û hûn mişhet dibin.

her çiqas otobûsên wan nû û rihet bin jî ji ber xizmeta wan ya xerab mirov ji wan aciz dibe.



16.07.2013 19:39 | simurg56

2. otobusên ku bagaja wan bi bîdonên panîran tijî ne . dengê zarokên biçûk jê kêm nabe . cihê we ji xwe re standî tu cara nabe para we * herdem tevliheviyek heye.



16.07.2013 21:40 | brusk56

3. yek ji van otobûsan jî özlem cizre nuh turizm e.. belkî bîst caran pê vê otobûsê çûme û hatime hê carekî tenê min nedîtiye bêyî pirsgirêk bi saxî û silametî em gihiştibin cihê xwe.. hema kengî ez li vê otobûsê siwar bibim her û her di nav rêwingan de nîqaşa li ser qultoxan heye xweyên fîrmayê ew qas profesyonel in ku serê her seferekî illeh qultoxekî difiroşin du sê kesan û ew du sê kes jî bi singa hev dikevin û şerê qultox dikin.. ji xwe ez behsa muewînên wan nakim..

êdî dema ez bêduayiyekî li yekî dikim ez jê re dibêjim wey tu li otobûsa cîzre nuhê siwar bibî rebbî!



08.09.2013 02:59 | endazer

4. heke hûn dixwazin dilê we ji dinyayê reş bibe li otobêzên muş muradê siwar bibin.



08.09.2013 14:45 | înano lo

5. otobûsên ku bi tecrûbeyeke özlem cizre nuh turizmê re, min jî zêde zêde nesibê xwe ji bêxêriya wan standiye.

otobûsên navbera bajaran yên kurdistanê: serê herkesî 3 çiwal erzaq, ser herkesî zarokek, serê 50 rêwiyan muavînek çarik û hwd.



08.09.2013 16:31 | simurg56

6. ez li Enqerê Marses'ê sar bum, ezê bihata Mêrdin. em birim mersinÊ de zivirand. Xetek xwe betal kirine, bi xeta enqere rewiyen mersine ji radihile. Ev miroven rojhilat wê kengi dev ji fen u futa berde



01.06.2015 11:03 | serpale

7. ez 6 salan bi martûrê re çûm Kutahya ye. kezeba min reş bû. martûrê ne ava. ew mûavînên ku henekê xwe bi me dikirin tên bîramin. ax law ax ax . kesî nevêrî bû qedeheke avê bi xwesta ya. 'ma we çi xwariye law' digot.



hevalên me yê Hezexî di facebookê de rûpelek ê antîmartûrê jî vekiri bû.



01.06.2015 12:09 ~12:45 | ciwanqoser

8. otobusên ku yên baş jî hene yê pîs jî lê rastîyek heye ti rehetî di wanda tune.milletê me jî ji edetê derxistine ka law tirşîn, mast şîr u tiştê wisa.. yekî digo welle hindik maye sergîn û zibl û rêxê jî li van otobusê bikin.











li çiqas jî nexweş be jî çûndina rêya dûr re gelkî kêfa min jêr tê ez nadim bi çûndina balefira



01.06.2015 15:46 | shorbevan

9. dinya xera bibe, naguherin. wê rojê li oz diyarbakirê siwar bûm, piştî nîv saetan cihê min guhertin. piştî em hatin rihayê jî, vê carê otobûsa min komple guhertin. temam ez mexdûr nebûm lê ev çi xemsarî ye yaw, ma hûn ê nebin mirov?



16.06.2016 02:04 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» otobusên navbera bajaran yên kurdistanê
» navbera amed û nisêbînê
» yên bi remezanê tên

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî