Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dema hespên serxweş - tirşik
dema hespên serxweş
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. filmê bahman ghobadi yê 2000îde hatî belav kirin. filmeke pir serkeftî û ji dil e. ji xwe imdbê jî 7.7 dayiyê.

hunandina wê gelekî ji dil e, ji ber ku êş û kederên me, kurdan vedibêje, kesereke kûrtir li mu dide kişandin. feqîrî, bêçaretî, bindestî, bêxweyitî, serma... hema hemu tişt li mirov girantir dibe. mu kelogirî dibe lê filmeke pir baş e. bi heman awa û hunandinî filmeke din ê heman derhênerî kusî jî difirin dibe ku ji vî filmî jî çêtir be.

---------------spoiler-----------

dîmena ku xwîşka hatî dayîn ji bo gundeke din di nav berfêde tê birin û birayê wê pê diçe, niha bi nivîsandina wê jî dikare min bide girîn.

-------------------------------



16.08.2014 08:10 | azadixwaz

2. Yekemîn fîlmedrêjê behmen qubadî ye. Dema Hespên Serxweş di sala 2000'î de di festivala cannesê ya filmê de Xelata Kamereya Zêr, Xelata Sînemaya Ciwan û xelata PIPRESCI girt.



Kurteçîrok

Trajediya Eyûp û malbatawî, jiyana li ser sînorên sê dewletan tê ziman. Bûyer û kes bingeh rast in û lîstîkvan gundiyên herêmê ne.



08.09.2014 13:24 | xwelî li ser

3. fîlmeke ku bextê kurdan a reş ber bi çav dike ye. li gorî min gelek nuansên girîng peşkeş dike. weke mînak, qantirêk di Kîjan şert û mercan de jiyana jinekî girîngtir dibe. an jî qantirek bi cehaletiyê ve jiyana jinekî girîngtir dibe an bi neçariyê ve... divê bê temaşe kirin, temaşe kirina vê fîlmê di jiyana mirov de valahiyekî tijî dike. temeşe nekirina vê filme kêmasiyeke.



09.09.2014 10:11 | nazim tolhildan

4. Ji bo hesp di sermê de neqifilin, araqê (vîskî) didin hespa û navê fîlîm ji vira tê. Lîstikvanê fîlîm amatorin û ji wê herêmê ye.



09.09.2014 20:34 | serpale

5. yekemîn filma min di sînemayê de temaşe kirî ye. ne tenê a min a bavê min û diya min jî ev e.

çawa çêbûbû kê me îqna kiribû nizanim lê li mêrsînê, malbata min, em hemû bi hev re çûbûn sinemayê ji bo temaşekirina vê filmê. diya min giriyabû ..

sal 2001 bû û ez jî 11 salî bûm. aqlê min jê nedigirt ku ez bigirîm lê aniha lê temaşe bikim teqez ez ê bigirîm..



10.09.2014 00:02 | brusk56

6. http://www.radikal.com.tr/yazarlar/cuneyt_ozdemir/sarhos_atlar_zamani-1073984



10.09.2014 00:02 | brusk56

7. Filmeke taybet, hunermendekî serkeftî.
Mijar: Jiyana gelekî bêxwedî.
Herem: Navbera rojhilat û kurdistana başûr.



07.09.2018 23:17 | kaniya bayiya

8. Fîlmeke lîstikvanên wan piranî amator in lê dîsa jî hemî rolên xwe bi serkeftî anîne cîh. Bi rastî lîstikvan rolên xwe de amator nîn in jixwe jiyana wan ev e. Senaryoya fîlmê serborîya wan e. Ji senerayoyê ne dûr in.

Çi heyf e em nikarin wan fîlman bi hd temaşe bikin. Ji vî heyftir bi zimanê Xwe em nikarin temaşe bikin.



04.04.2020 15:26 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dema bê ya nêzîk
» serxweşbûn yan serxweşketin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî