9001. divê dimilkî jî weşana bike û butonên xwe bi zazakî jî amade bike. ** |
|
04.06.2013 16:40 |
cekdar
|
22321. vê êvarî kirim û nekirim, tirşik.netê nehat Vebûn. EZ DIBÊJIM QEY VÊ PIRSGIRÊKA TENÊ MIN DÎT Û DIBE KU JI BER SERSALÎ NEHAT VÊBÛN. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
26687. Malpera ku erka "brain storm/tofana hishê" gelek xweshik bi kurdî tîne cîh e. Meriv dikare bi vê tofanê ,bi saetan surf bike. |
|
06.06.2013 16:00 |
endazer
|
40993. nivîsandina vê sîte yê ji bo yî gel biçûçik lê ji bo yî mi tişteki gelek mazin e.ji ber ku gramer û nivîsandina mi ne baş e.hun dikarin bibejin karê te vede çi ye? ji bona ku ez hînî kurdî bibim mi ji vêde dest pê kir. |
|
24.06.2013 00:37 |
xewn
|
49186. ferhenga ku şeva min pê re derbas bû ye. de heta careke din bi xatirê we. |
|
18.06.2013 18:49 |
simurg56
|
51255. ferhanga ku pê xema dilê xwe direvînim |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
64806. malpera ku ev geleke xema tenêtiya min direvîne. min her tim çavên xwe li civatek wisakîno gerandiye hasil min dî û ez bûm endam. |
|
26.10.2013 23:42 |
nan û av
|
65428. ferhenga rêbera yekemîn seranser bi kurdî. dibêjin ji ber ''ekşi sözlük''ê derxistine û sernivîsê wê gere jiber ferheng û rêberê tirkî vebune nînvin. ez hevî dikim di nizikde navê wê xwe bi guherîne bike shorbe.net |
|
27.10.2013 00:18 |
endazer
|
67556. bela serê xwe û vê malperê disa hat. |
|
27.10.2013 00:18 |
endazer
|
68025. foruma kû ez niha xweyê wê tehdît dikim ez hêvî dikim ku herfek jî entryê min kêm bibe jê bê birin ger bira di dada dijminê min niyavin em bê bela û kuştin ji hev nafilitin û sond duxum min bîna barudê hildaye ez hetanî mêr ne kujim ez ranavim ji erasa vê malparêû hew. |
|
27.10.2013 00:18 |
endazer
|
71431. gelek ji te sar bûme lê çi bikim taliya taliyê tu ya me yî |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
78184. ji ber ku behsa xebatên danasînê felan hatiye kirin min xwest bêjim. tirşik ji bo zimanê me bi rastî jî projeyek pir mezin û giring e. ji bo vê projeyê jî bi qasê min dîtî zêde zêde ked hat xerc kirin. ji bo amade kirina pergalê, ji bo danasînê, bi deh hezaran peyam hatiye nivîsandin heta niha. |
|
17.06.2013 21:54 |
simurg56
|
78774. bikarnanîna evê malperê ji xelkê re zehmet tê.. |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
86892. (bnr: tirşika rast ne ev e)* |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
92007. Geleke jê dûr im. Car caran min serîkî lê dixist bê ka çi lê diqewime lê way wê jî rewşa awarte ragihandî. simurg56 tedbîrên xwe girtî. Neyse bi saya vê yesaxê ez mecbûr bûm bikevim hesabê xwe û ku ketimê jî min piçek tirşikand. Lê gere ev yesaxa ne daimî be nek wê gelek zirarê bide tirşikê. |
|
26.10.2013 23:42 |
nan û av
|
95595. malpera ku ji ber nexebitîna wê çend roj girtî ma û me nû ferq kir ku em çiqas hînî bûne. bêyî tirşik mirov xwe kêm hîs dike. her roj qet nebe carekê mirov dixwaze têkevê da ku çend tiştan bixwîne û binivîsîne. |
|
08.06.2013 00:32 |
simurg56
|
95612. malpera ku bo hinek kesan (mina min) bûye mûbtelayî. |
|
01.06.2013 01:27 |
simurg56
|
112504. Li tirşikê Tam şeş roj paşê şeş salên min diqedin. Erê erê tam şeş sal in ez di tirşikê de dinivîsim. Min li vir gelek dostên hêja dîtin û bi wan re bûme heval. Îroj min go binêrim bê ka min kengî qeyda xwe çêkiriye, ji min tirê hê du sê sal bûye belkî Angaşteke fîşalkirî be lê heqîqeten hêj bawer nakim ku bûye şeş sal. Dema min tirşikê nas kir ez di zankoyê de xwendekar bûm hê pêvajoya aştiyê hebû hê pîra min û bavê min sax bûn hê ezep bûm hê zarokê min û mala min tinebû hê 23 salî bûm hê di porê min û riyê min de tayên spî tinebûn hê neketibûm kêlî û aliyên xedar ên jiyanê. Aniha, aniha bûme 29 salî porê min riyê min hetta simbêlê min bûne spî bê henek. Pêşî bûm memûr çûm Stenbolê paşê pîra min mir, paşê hatim Amedê paşê zewicîm paşê bavê min mir paşê kurê min çêbû, ji ser memûrtiya min re şeş sal derbas bûn, min mal kirrî, fêrî ajotina erebeyê bûm û min erebe kirrî, zarokekî 23 salî bûm lê aniha ev 14 meh in zarok mezin dikim. Pêvajoya aştîyê hebû rewşa kurdî û ya kurdistanê her ku diçû baştir dibû, aramî hebû hizûr û bêhnfirehî hebû aniha şer heye xwîn heye, di nava salekî de wek ku sedsalek di ser me re derbas bûye me li dewsa emrekî bîst Emr li xwe zêde kir. Lê tiştek bi tenê tiştek neguherî, 6 sal berê jî wexta saet dibû nîvê şevê, min têlefona xwe digirt destê xwe, diketim nava nivînan û diketim tirşikê. Aniha jî bûme 29 salî ketime nava cihê xwe û bi têlefona xwe di tirşikê de dinivîsim. Xudê emrê tirşikê zêde bike 6 sala me bera bibe 60. Na na ez nagirim dirik ket çavê min:( |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
122000. Eger sed nivîskarên berdewam ên vê malperê hebin û her yek ji wan bi gorî zanebûna xwe deh peyam binivîsin, xêra wê ji xêra ewqas kovar û pirtûkan zêdetir be. |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
123063. dibistaneke înteraktîf e. |
|
26.10.2013 23:54 |
endazer
|
127430. (bnr: bila moderator endazer were guhertin) |
|
01.06.2013 01:27 |
simurg56
|
129199. holaaa tirşik! me go merheba? * |
|
05.06.2013 16:48 |
simurg56
|
129224. ew jî şov û reqsa xwe dike. |
|
26.10.2013 23:54 |
endazer
|
134219. destpêka fermî û ya pratîk çiqas jev cuda ne nizanim, lê belê tesadif e, bi saya vê firefox/118851 û bi vê peyama yekemîn a tirşikê/122820 min pê derxist ku îro tirşik 8 salî bûye! waaa 8 sal! peyama yekem di tarîxa 2013.05.29-15:22 de hatiye dîtin li esmanên înternetê. û piştî çar mehan jî ez jî tevlî bûme. wayy... xwedê gelek 80 salên din ên bi bereket û xweşî bike nesîba tirşika me. Here lînkê |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
139036. Biryareke rast e derengmayî ye. |
|
26.10.2013 23:54 |
endazer
|
139037. Ne 48 saetan belkî hejmara mijaran sabît bûya (wek 30 heb) baştir bûya lê dîsa jî guhertineke di cî de ye. Wê tirşikê hinekî zindî bike... |
|
05.06.2013 01:52 |
simurg56
|
143351. Malpara ku li ser bextê biaqila malê tirsik.net/143337 ku meriv nikaribe here ber derê mirtiba jî meriv dikare were ber derê vê malparê * |
|
27.10.2013 00:18 |
endazer
|