Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

1. navê malpera yekemîn ya kurdî ya him di formata ferhengê de ye him jî herkes dikare tê de parvekirinê bike. tirsik.net



29.05.2013 16:33 | simurg56

2. navê vê malperê ya duwateyî. malper ji ber ku ne li ser mijarekê ye û ji hemû mijaran re vekiriye, mîna tirşikekê ye. ya duyemîn jî, weke herkes dizane emînaka vê malperê ekşi sözlük e. mebesta "ekşi"bûna ekşi sözlükê jî ew e ku tê de ne her tim tiştên şêrîn tên nivîsandin, lê belê tê de tiştên tehl û tirş jî hene. dema mirov ferhengeke mîna ekşi sözlük'ê dibîne bi tirkî jê re dibêje "ekşi sözlük gibi", "ekşimvarî" an jî "ekşimsi" gelo me kurdî bigota me wê negota "mîna tirşê" "tirşokî, tirşonekî, tirşkole" an jî bi gotina me ya duwateyê "tirş-ik"



05.06.2013 12:23 | simurg56

3. ferhengeke bi kurdî.



divê ji bo ferhenga tirşikê em guh bidin peyva mîrê zimanê kurdî mîr celadet elî bedirxan:

''Xorto! Holê bixebite, an bixwe çêke an arîkariya ewan bike ku çêdikin, ava dikin.



û gelek peyvên wî yê din ku li ser zimanê kurdî gotiye.



bila ser xêrê be û bi hêviya ku emirdirêj be.



16.07.2013 23:54 | mefer

4. ferhenga ku her ku diçe endam û popularîteya wî zedetir dibe, nivîsên tê de û tama wê xweştir dibe ye . aşpêjên baş tevlî me dibe ..



17.07.2013 00:41 | brusk56

5. ji zimanê kurdî re bûye dijmin:



http://bit.ly/10Z2qjG



17.07.2013 02:29 | sîsîfos

6. ji bo kurmanciyê ya rastî malperek wîha lazim bû. lewre di tirki de ferhengên ekşî, îtû, ûlûdax û hwd. herçiqas ran bûne jî, lê dîsa jî di medyayê de cihekî taybet digirin. wek mînak, dema mirov ji bo wetaya peyvekî lê dinêre, dibîne ku herkes tiştek nivîsiye. hingê, ya rastî mirov baş fêm dike ku ev wateya vê peyvê çiye. tebî, ji bilî wan ji bo tiştên rojane, bûyerên girîng jî gelek kêr tê. lê bi min ji her tiştî girîngtir eve ku divê her nivîskar beriya her tiştê peyvên herêmî binivîsin, rave bikin û herwiha gotinên pêşiyan û biwêjan jî...





(bnr: ser xêrê be)

(bnr: xwedê emrê te dirêj ke)



19.07.2013 03:31 | kelemejû

7. ya ku roj bi roj li xwe zêde dike ye.. lê hê jî gelek av û xwê divê ye ji bo vî hevîrê çirr ê ku dema ku bipije wê zarokên kurdistanê jê bixwin..

heta niha ji şîr vebû û ji dergûşa xwe derket.. êdî bi gavên newêrek be jî bi çarlepkan diçe.. divê em wê hînî gavên cesûr û curetkar yên kurdî, kurdewar û kurdistanî bikin.. divê em wê bi firrê bixin û li ser ezman û zimanên kurdistanê bigerînin.. ji ber hindê jî heta ku tirşik bikaribe rabe ser xwe û xwe li ser lingê xwe bigire divê her nivîskarek qenebe gazî deh hevalên xwe bike ji bo di tirşikê de binivîse û her tişta dizane û difikire û bîr dibe û têdigihe û têderdixe û texmîn dike divê di banqe û baqiyeya tirşikê de razîne.. dem wê nîşan bide ku ev razemeniya ku tê kirin wê xweyiyê xwe nexusirîne û nede şermê.. rojekî payeya nivîskariya tirşikê dê bibe tişteke gelekî bi qedr û qîmet ku bi dest kesî nakeve û ji herkesekî re li hev naye..



19.07.2013 03:45 | endazer

8. ya ku niviskarên wê yên pêşane ji xeynî wî nebe jî hema bêje ji sedî 30-40 siyaseta rojane ya kurdan bêhtir tû tiştek nanivîsin. Dibe ku ev malper jî berhemek jirêze ya propagandaya siyaseta azadiya gelê kurd a bidilêxwetî be. Çima nabe? Dibe helbet, dibe lê jiyan tenê ji siyasetê pêk nayê û ji siyasetê pirtir rêzdarî û balê heq dike...Helbestvan, nivîskar, rojanmevan, feylezof, rewşenbîr û zanyarên ne tenê ji kurdistanê lê ji her derê cîhanê û berhemên wan, hemu mijar, derd û problemên rojane, mirov, xweza, raman, hest, hez, û hwd. pirtir heq dikin bibin mijarên vê tirşika rengîn...



24.07.2013 04:21 | tîrbaran

9. ya ku nivîskarên wê tê de çi binivîsin wê dide xwendevanên xwe..



24.07.2013 04:24 | endazer

10. ferhengek înteraktîf e ku heta niha 222 nivîskaran xwe tê de qeyd kirine lê tenê bi qasê 10-15 ji wan dinivîsin û ew jî bi qasê ji wan tê li ser her tiştî dinivîsin. lê mixabin bi parvekirina 10-15 kesan tirşik zêde zêde tevlîhev nabe û loma tâhm-sar dibe.

lê divê neyê jibîrkirin ku tirşika me de ji bo tu mijar û fikran astengî tune û nivîskarên me dikarin li ser her tiştî mijaran vekin û gotinên xwe yên ku heye ku ji xelkê re "tirş" were, binivîsin.

jixwe me ji ber wê gotiye "hinek tirş lê dîsa jî xweş"



24.07.2013 06:26 | simurg56

12. anaka pır havce tu ne beji ji peşterojede inşallah serbikeve. hun ji entelektüela gele me bibin.



22.08.2013 20:06 | hun çawane heval:)))))))

14. teralî û serseriya kurdan daye berçav.500 nivîskar hene hema 100 hebî wî rojê du peyaman bişinin ew jî kare.lê nizam ji kertî nizam ji zikreşî çima vê yekê nakin.gelo dibên tirşikê de keç tûne ji bo wê,pere dixwazin dewa çi dikin ez ji nizanim.



31.08.2013 13:06 | tivirloismail

15. malpera ku nivîskarê me @azadixwaz peyameke xwe de gotibû, piraniya nivîskarên wê ne nivîskar lê eslê xwe de nivîsbar in. ji ber ku nivîs ji wan re bar e * nivîskarên nanivîsin/1377



aniha 530 nivîskarên malpera tirşikê hene û heta niha 8.000 peyam hatine nivîsandin. tabî malper jî nû vebûye lê ez dîsa jî çend mînakan bidim:



ferhenga sozlukerciyes.comê de 1.200 nivîskar hene 215.042 peyam hene.

ferhenga uykusuzsozluk.com, hejmara nivîskaran 1165 hejmara peyaman 525.906



31.08.2013 13:27 | simurg56

16. bi keda deh panzdeh kesan va, êva diçe. divê wiha nebe.efendi bin ji xwe re zîrek bin ulen.



31.08.2013 23:28 | tivirloismail

17. taybetiya wê ya herî mezin ew e ku ji her fikrî re vekirî ye.

lê xuya ye ev yek ji niha ve hinek kesan aciz kiriye.

ev du car in kesên ku ez li ser twitter xwe digihînim wan û behsa tirşikê dikim, ji min re (berî ku bên û binin endam) dibêjin; "hûn destûr didin heqareta li dijî dînê?" ez jî dibijim dijûn ne lê rexne serbest e.

dema wisa bêjim nayên nabin endam û ser de jî gunehê xwe bi min tînin.



31.08.2013 23:31 | simurg56

19. divê dimilkî jî weşana bike û butonên xwe bi zazakî jî amade bike. **



05.09.2013 01:33 | ehmed

20. peyv bi peyv berev tirşikistanê ve diçe.. xwudê xêr bike rebbî!



05.09.2013 02:02 | endazer

21. pêşniyara butonên zazakî di cî de ye, lê ka em binirên ka guncan e.



05.09.2013 08:10 | simurg56

22. ferhenga ku heçÎ nivîskarê tê li gorî bawerî û îdeolojiya xwe dibêje bila ev der nebe ekşisözlük û incisözlük yê dî dibêje bila ev der nebe nefel û nasname û yê dî tê dibêje bila nebe anf û azadiya welat.. ê nexwe bila bibe çi mîratê.. tirşik kaniya agahiyan e heçiyê dixwaze û dilxwaz e dikare ava xwe lê zêde bike û jê vexwe.. tekane şert û mercên ku tirşik li ber nivîskarên xwe datîne ku dikare wek sansûr jî bê dîtin ew e ku di tirşikê de nivîskar navê nivîskarên din ên tirşikê hilnedin û rasterê û rasterast çêr û dijÛn û heqaretan ji hev re nedin.. erê xalxulam û mambenînoo..



09.09.2013 22:58 | endazer

23. (bnr: herşey çok güzel olacak)



16.09.2013 12:32 | cinorek

24. navê Wê PIR "TIRŞ" E; Lê TAHMA Wê PIR "ŞêRîN" E.



30.10.2013 20:42 | derûnnaso

25. îro min dît û te de pir wext derbas dikim.Ev pir wextderbaskirina min a di vir de an ji bo kel û cana roja peşîn a.an serê min bixwe .çawa. ku ez wisa zêde wext di vir de bela mela bikim ez ê ji dersê xwe bimenim û belkî polê bimînim û salekê dûbare bikim.û ji bo tolhildanê ez ê çim kerekê bin zike damezrenerê malperê bixim. gelo ez nemafdar im? ka bibejin.



03.11.2013 17:01 | diljan

26. ferhenga ku hinek tirşikvanan ji roja ewil êxistiye nav fikaran.

ji kerema xwe re em we beraliyê mijara tiştên ku aramiyê didin mirov bikin.



03.11.2013 17:07 | simurg56

27. malpera ku li gorî amar û statîstîkên sosyalmedyahaber.comê di nav 29 ferhengên înteraktîv de bi di mehekî de 3067 peyaman ve di rêza 17. de cihê xwe girtiye.. ev yek ji bo tirşika ku hîn çarlepka diçe qezenc û destkeftineke têra xwe baş e.. bi qewlê ocalan gelîştîrîlmelî! http://www.sosyalmedyahaber.com/2013/11/01/interaktif-sozlukler-ekim-2013-siralamasi/



24.11.2013 01:43 | endazer

28. li gorÎ wan statÎskana; ferhenga me ketÎye davÎya laz sözlükÊ.

disa jî xweş e. ne asan li wÊ zemana bi kurdÎ nivisin.



24.11.2013 16:24 | cinorek

29. ferhenga ku roj bi roj kêm dike û ji hal dikeve.. divê roj berî rojeka din kampanyayek mezin ya piralî ji bo peydakirina nivîskarên nû û ji bo çalaktirkirina ferhengê were lidarxistin.. an na qedera tirşikê jî wê bi ser qedera bijwen û ferhengamedê de here..



27.11.2013 20:37 | endazer

30. van rojan yek li jêr yek li jor e.

lê bi ya min baş dimeşe. hema bêje tu caran hejmara peyaman nakeve bin 30-40 peyaman. ku wisa berdewam bike jî qet nebe ji bo berdewamiya tirşikê bes e.

ku li vir bi rastî agahî û nêrînên resen hebin, hejmara peyaman ewqas jî ne girîng e.

bi rastî jî ger ez li vir bikarim her roj 2-3 peyamên kurdî yên xweşik û tije bixwînim, ev yek dihêje hemû ked û çûyînên tirşikê. rojekê wê an tirşik an jî malperek din ya kurdî bi ser bikeve. heta ku yeke din derkeve û mîsyona bûna navenda agahiyên kurdî pêk bîne, wê tirşik hebe. rêvebiriya tirşikê vê sozê dide, bila kes xem neke. wê bê rêveberî nemîne lê îşelleh bê tirşikvan jî nemîne.

nenêre: qet mijar tune..



27.11.2013 21:25 | simurg56

31. ev ferhenga ku min îro nas kir, hema tevlî bûm, û bawerim ku ji 'ferhengatirş' a tirkan hatiye wergerandin e.



28.11.2013 00:50 | ozmoz

32. ya ku nîşanî min daye ku gelek peyv û bêjeyên ku min digot qey tenê li mala me, ew jî nebe tenê li gundê me tê bikaranîn; ji aliyê gelek kesên din ve tê bikaranîn.

(bnr: kerkere), (bnr: temirîn), (bnr: hiphipe) û hê gelek peyvên din...



07.12.2013 18:34 | simurg56

33. Ferhenga ku min piştî demeke dirêj serîk lê kiriye ye. Min çawa hîştibû hema dikarim bêjim wisa jî maye, lê gelek tişt jî lê hatine zêde kirin.



07.12.2013 20:49 | bazirgan

34. Xuya ye ku wê bibe yekemîn navenda rexneyên bêîmanî ya kurdistanê



14.12.2013 11:45 | ceso

35. tekane malpera kurdî ku mirov dikare tê de behsa her tiştî bike..

roj bi roj berfirehtir û berbelavtir û dewlemendtir dibe.. heta niha rojane teqrîben 150-200 peyam li ser mijarêm muxtelîf tên nivîsandin.. heta çend mehekî din eger bi vê sebr û bi vê eforê dewam bike dê hejmara peyaman bigihije 300-400î.. hingî ji xwe nivîskarên berê yên ku demekî aktîv û vêga rêya tirşikê ji bîr kirine jî dê li tirşikê vegerin û bi têkariya wan nivîskaran jî li gorî texmîna min hingî hejmara peyamên ku rojane tên nivîsandin û tomarkirin dê bigihije 400-500 peyamî..



19.12.2013 19:29 | endazer

36. malpera ku van rojan peyamên li ser têkiliyên zayendî* ecêb zêde bûne.



19.12.2013 19:57 | simurg56

37. ji ber ku bi temamÎ kurdÎ ye, qala her çi dibe bila bibe xweş e.

van rojÊn davÎ hinek hevalÊn niviskar peyda bÛne; dixwazin qala pornoyÊ bikin. ev bilem bi kurdÎ şirin xuya dikin. hÛn her hebÎn.



19.12.2013 20:20 | cinorek

38. ji ber ge kûrdîye ji pirê tişta şêrintire



19.12.2013 20:24 | gokerr

39. mesuliyetek û wezîfeyek dîrokî u girnîg e ji bo zimanê Kurdî..



30.12.2013 08:43 | şehrinuhsinemaakademisi

40. vê êvarî kirim û nekirim, tirşik.netê nehat Vebûn. EZ DIBÊJIM QEY VÊ PIRSGIRÊKA TENÊ MIN DÎT Û DIBE KU JI BER SERSALÎ NEHAT VÊBÛN.



31.12.2013 22:47 | biruya hayao miyazaki

41. malpera ku vegeriya weşanê.

ji ber sedemên derveyî me (ji ber fîrmaya hostingê) vê êvarê ji bo çend saetan tirsik.net venebû, lê bêyî wendakirina tu tiştî, malper vegeriya weşana xwe.



01.01.2014 00:27 | simurg56

42. (bnr: malperên ku weşanê dikin)

(bnr: weşan)



01.01.2014 00:31 | dijber

43. ferhengekê wisa ye ku tû wê ji bîr dikî ew te ji bîr nake.

gavva berê ji min re meîlek şiyand û got:



tu çima êdî li tirşikê nanivîsî?

te çima dev ji tirşikê berda?

gelo te ji xwe re ferhengek din dît?

tirşik bi endamên û mijarên xwe yên nû, li benda vegera te ye!



"vegere mala xwe. cihê te ev der e. nexweşî nemaye wek berê. direqsin, ji keyfa em direqsin" (sîmir rûdan)



min bi fediya xwe bazda û hatim...



05.01.2014 21:25 | ruhavi

44. ev e di roj e înterneta min nîne û ji ber wê ez carna bi telefonê dikevim tirşikê.Ev e di roj e belkî mîn 10-12 peyam nivîsandibin lê mixabin tene 2-3 peyam hatin weşandin. dema mirov bi rêya telefonê peyaman dinivîsê peyam wenda dibin, nayên weşandin. Min ev peyam nivîsi lê dema ez bişkoka 'bişîne' bi tikênim nizanim ka wê werê weşandin an na..



05.01.2014 21:53 | nan û av

45. malpera ku di van rojan de bêcoş û peroş e. li bendê bin di vî çend rojê de em ê bi hev bikevin.



09.01.2014 03:12 | ceso

46. xemcivîn û xemrevîna kurdên ku zimanê xwe li xwe kirine bela..

diçim û têm her wekê xwe ye, qene kuçek jî lê zêde nabe.. qene versyona mobîl jî lê zêde nebûye..

gerçî versiyona mobîlê lê zêde bibe jî tu li min nahesile telefona ku bikar tînim qene ne polîfonîk e jî..



16.01.2014 20:55 | endazer

47. eynika civaka kurdan e.

tê de dema yek îşekî dike, yê dî dev jê berdide, dema yê dî dev jê berdide yê berî yê dî lê vedigere..



07.02.2014 02:59 | endazer

48. nifşên tirşikê derxistiye holê.



08.02.2014 14:21 | simurg56

49. serkeftin ji bo we hewalno.



16.02.2014 12:23 | bavebahoz

50. Ez nû dikevim nava dilê tirşikê. Ez ê hê pir li nava dilê tirşikê bigerim ka çi di navê de heye.



17.02.2014 21:06 | seydayê teyran

51. bi qasê dixweye îşev gelek nivîskarên nû lê zêde bûne..

bi rastî mereq dikim ev nivîskarên nû bi referansa çi an kî tirşik nas kirine û hatine?

û tirşik çawa dîtine, û ji tirşikê hêviya çi dikin, tirşikeke çawa dixwazin?



18.02.2014 23:33 | endazer

52. GELEK SPAS JI we RA. JI BER Vé YEKé KU we SITE KI AVA VEKIRIYE.



18.02.2014 23:55 | cendhalus

55. Slav û Rêz hevalen tirşikçî ez jî tevlî nava we bûm.



22.02.2014 23:12 | sılêmanê eyşo

56. çend kêmasiyên wê yên ku ev çi qas e ha hel bûn ha wê hel bibin..



- tunehiya versiyona wê ya mobîl

- pirsgirêka vekirina mijarên hevşêwe wek dîcle û dîclê

- dîtina rûpelên din, dema ku dirojekî de mijarên vebûyîn û peyamên di bin de hatine nivîsandin li layê çepê di rûpelekî de hilneyên, di çend rûpelan de tên hilandin, dema mirov pêl rûpela dido an ya sêyê dike mijar û peyamên duh tên pêşberî mirov..

- başkirina sîstema peyam şandinê

- anîna sîstema şopandina nivîskaran..



ji îro û pê de heta ku ev kêmasî û pirsgirêk werin safîkirin, ez ê qederekî netirşikînim..



23.02.2014 18:19 | endazer

57. malpereke ku reklamên xelkê dike ye. wêne: http://i.hizliresim.com/wbpaP0.png

gelo tirşikê têketa vî halî jî. mixabin.. hezar mixabin ew jî kez vî halî *



sererastkirin: min fêhm kir ku ev ne reklam in. digel ez endezyariya kombersê dixwînim ez nizanim poup çi ye. tiştek nabe va ez hîn bûm. **



25.02.2014 15:10 | mergehez

58. bêreklam e. belkî pê$erojê de reklam bistîne lê aniha bêreklam e. kesên ku rastî reklamên popup yên li jor hatiye behskirin, hatine, divê komputera xwe ji bo vîrûsan kontrol bikin.



25.02.2014 16:07 | simurg56

59. MALPEREKE BÊ REKLAM E. KESÊN KU REKLAMAN DİBÎNİN, PÊVEKEKE Bİ VÎROS Bİ LÊGEROKA (BROWSER) WAN ZELİQİYE. YA BAŞ BİLA Bİ combofİx'Ê KOMPUTERA XWE Jİ MALWARE Û TROJENAN PAQİJ BİKİN.



25.02.2014 16:24 | oxir

60. reklama vîral ya eksisozluk.com ê ye!



01.03.2014 22:14 | endazer

61. min vê berdestê sibê di xewna xwe de dît..

ez ji dil dibêjim.. min didît ku sîstem û dîzayna malperê bi tmamî guheriye û nûjen bûye.. eyn wekê kanalên hd yên televîzyonê dibiriqî, wekê eynikekî mirov xwe tê re didît..



02.03.2014 16:48 | endazer

62. malpera ku ji mobaylê dikim nakim nikarim têkevimê. li opera û opera mînîyê lîsteya sernivîsan dernayê. min îro uc browser mînîyê li telefona xwe bar kir. vê carê jî sernivîs dertên lê belê naveroka sernivîsa dernayê.



02.03.2014 19:22 | oxir

63. malpera ku dema di opera mini yê de bi "tek sutun görünümü" bê vekirin, gelek xweşik dikare bê bikaranîn. ez bi xwe bi vî awayî bikartînim û dikarim têkevim, peyaman jî binivîsim. lê elbet versiyonek mobile hebûya wê baştir bûbûya .

uc browserê de jî divê mirov sernivîsan rûpelek nû de veke. heynexwe naverok naxweyê.



02.03.2014 19:34 | brusk56

64. ferhenga ku her ku diçe geçtir dibe.

lê ji bo ku ev geşbûn, xweşbûnê jî bi xwe re bîne, divê em haj formata tirşikê hebin.

hinek peyam hene ku, tu têkiliya wan bi mijarê re tune ye, tê de pênas felan jî tune. tenê weke bersiva peyama pêşiya wî hatiye nivîsandin. peyamên wisa, hingî zêde bibin wê tirşikê ji ferhengbûnê derxîne, bike platformek weke facebook an jî forumê. lewma divê em ha jê hebin.



08.03.2014 09:09 | brusk56

65. saya wê îro min xewna xwe bi kurmancî dÎt. kurdÎya meriv zehf pÊjde dixe.



08.03.2014 17:53 | hun çawane heval:)))))))

66. hafiza ye kurdÎye. tu tişt jÊ da hinda nabin.



10.03.2014 21:36 | hun çawane heval:)))))))

67. Ê ku alakeyÊnvan ferhenga ÎnteraktÎf tune, belkÎ nizanin girÎngÎya tirsik.net'Ê. ferhenga ÎnteraktÎf ji bo pÊjde xistÎna zimanÊ zahf girÎnge. hama twÎta demirtaş retweet nekin, hama hun di twitterÊ welat rizgar nekin. werin wira zimanÊ xwe xilasbikin u serbixin. hinkÎ ji bo zimanÊ xwe serÊ xwe biÊşÎnin. bÊjin wiya çava dibu? wiya çava dihat nivÎsandin? ezÊ wÊ mijarÊ çawa vekim? xu bidin zorÊ.



ziman tune be, armanca doza we jÎ namÎne.



12.03.2014 17:50 | hun çawane heval:)))))))

68. ferhenga ku her roj yekî dibêje ez êdî lê nanivîsim , nizanim kî çi ji min re got.

bawerke em ê tu caran nekarin tahammûla fikrên hev bikin..



17.03.2014 00:03 | brusk56

69. ferhenga ku bûye wek leystika zarokan. xeyidîm nalîzim *



17.03.2014 00:11 | oxir

70. hingî ku her roj yek dibêje ez lê nanivîsim jî, xurttir dibe.



17.03.2014 00:18 | azadixwaz

71. ferhenga ku bi îsTîkrar di rêya xwe de dimeşe...



05.04.2014 01:00 | ceso

72. malpera ku hêdî armancên xwe tîne cih. (bnr: armancên tirsik.netê)



1- têra xwe rexne li partî, hunermend û navdarên tê kirin. ev ji bo kurdî kêmasiyek mezin bû. em fêhm dikin ku ev armanc hêdî hêdî tê cih, ji ber ku hêdî hêdî muxatabên rexneyan tên û giliyên xwe li me dikin.



2- gelek peyvên kurdî ji wendabûnê xelas dibin: (bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin) weke mînak bnr: zero/33973



3- êdî hinek tirşikvan dikarin xewnên xwe bi kurdî bibînin; tirsik.net/29954



4- kurdên ku xwediyê fikrên cuda ne, hêdî hêdî rastî hev tên û hînî nîqaşkirinê dibin. carina veqetîn û şer çêbin jî êdî qet nebe gûftûgo pêkan e.



û hwd.



20.04.2014 00:33 | simurg56

73. malpera ku pir kêfa min anîtiye.. malperek wisa di hişê min de hebû lê hê min nizanîbû çêkirina malperan, way xêrxwazekî berî min çêkiriye. hêvî dikim ku kêrî kurdan bê.. neyse serkeftin ji wê re



20.04.2014 10:19 | mergehez

74. Ji ekşi sözlük'ê veqetiye, malperekê otonom ava kirî ye *



23.04.2014 13:53 | mîr

75. ferhenga ku li ba gelek kesan hişmendiya zimên afirandiye.

mesela hema bêje hemû hevalên min ên derdora min, piştî ked û xebata ez li ber tirşikê xerc dikim dibînin, dixwazin ew jî tiştekî bikin û ew jî piştgiriyê bidin.



her kesê ku dema rastî ferhengek wek tirşikê tê, dixwaze ew jî tiştekî dane ser û ji bo wê berxwe dide.

nêzikê 1100 nivîskar vê yekê nîşan dide. yanê ji van 1100 nivîskaran belkî 500-600 kes peyamek tenê jî nenivîsandine lê dîsa jî bûne endam. hinek ji wAN JI BER KU JI XWE NE BAWER IN NENIVÎSANDINE Û HINEK JI WAN JÎ TENÊ JI BO PIŞTGIRIYÊ BÛNE ENDAM.



08.05.2014 02:39 | brusk56

76. malpera ku lê tirşik peyda dibe ye. kengê dilê we bixwaze: şert û mercên we çibe, saet çend be bila bibe hûn li ku derêbin jî bi saya tirşik.net ê hûn dikarin tirşikeke germ û xweş peyda bikin



13.05.2014 21:26 | renas

77. Heke, nivîskar û moderatorên vî platformê, armancê ewilê xwe nexin mijarên siyaset , bawer dikim, mirovên xweyî her fikr û raman tê li vir.

Fikr û ramanê min ew e ku, îro pirsgirêka kurdan herî mezin û girîng ziman e. Kurd, wextê gundê xwe derdikevin, zimanê xwe bîr dikin, dest ji berdidin. Di nav bajarên da mîlyonan kurd êdî nikare ji xeynî du, sê peyvik xeber de. Ew kesên kurmancî dizanin jî tên bal hev, ji hevra kurmancî xeber nadin.

Ji aliyek din Kurdên belkî %95 (belkî jî zêdedir) bi zimanê xwe ummî ye, nexwendî ye, xwendin û nivîsandinê wan tûne.

Kurdên Iraqê (kurmanc, behdin) zêde ser sosyal medyayê kurdî nanivîsin, şirove nakin. bo ziman Rewşa Kurdên Tirkiye, her sê aliye din xirabtir e…

Ji internetê dixwazin binêrin, ziyaret kirina, serdanê vî malperê di nava mehekî nêzikê 40.000 Mîlyon trafik, hatinûçûn heye. Ev jî têrê nake. Gelek nivîskar jî berê nivîsî ye, niha nanivîse. Lazime ku Sedema vî çiye em ser da bifikirin.



Loma, em li vir da ji sibehê heta êvarê ser siyasetê xeber bidin, ji hev dilê xwe bişkinin nabe. Kî dixwaze bira ji gorê dilê xwe binivîse, di platformek wekî demokratik û liberal da herkesê ra cih heye.



İnternet, wekî şoreş e, heke em qîmetê wî bizanibin… fersendek bêsînor e…

Gere heye, em vizyon û armanca xwe bilind bikin.



21.05.2014 11:10 | mîr

78. malpera ku, ev çend roje haya min jê tuneye. di alîyê bê îtîbarkirina pkkê, berê ecemî bû. lê weke îro min dît, edî bûye hostad. endazerê serokê me êdî bûye pispor û asta genîbûna devê xwe bilind kiriye. cinorekê hevalê min edî bûye.... na welle, ji bo cinorek tiştekî nabêjim. min sond xwariye ku ez ji wî re dengê xwe dernaxim. eger ez tiştekî bêjim, yê aciz be, bixeyide û biçe.



22.05.2014 20:34 | nazim tolhildan

79. îro qederekî ketibû di çalakiya derebedanînê de..



30.05.2014 21:19 | endazer

80. xwezî bergeha tirşik.netê "antik" ba û bişkokên favorî, îstatiStîk û helbet kul û derd jÎ HEBA. dîsa jî kêfa me jê tê.



31.05.2014 20:35 | biruya hayao miyazaki

81. nivîsandina vê sîte yê ji bo yî gel biçûçik lê ji bo yî mi tişteki gelek mazin e.ji ber ku gramer û nivîsandina mi ne baş e.hun dikarin bibejin karê te vede çi ye? ji bona ku ez hînî kurdî bibim mi ji vêde dest pê kir.



31.05.2014 21:02 | radîşo

82. ji bo tirka sedema acizî û ji ber acizê kutana hev û din e.

ev çend roj in ku êrîş li tirşikê dikin û dixwazin sabote bikin.

(bnr: êrîşa faşîstan ya li dijî tirşikê)



armanca wan ew e ku bibin nivîskarê tirşikê û paşê jî di binê hemû mijaran tije dijûn fîlan bikin. lê ji ber ku tirşik bi temamî kurdî ye û ya bavê xwe be jî nivîsên tirkî qebûl nake; nikarin xwe kamûfle bikin, xef bikin û ji çomeziyê derbasî nivîskariyê bikin û êrîşa xwe pêk bînin.



ger tirşik weke gelek malperên din, bi kurdî û tirkî bûya, wê bikariyan xwe veşêrîn û sabotaja xwe bikin.

aha em ji ber vê yekê dibêjin, têkoşîna kurdan %99.99 girêdayî zimanê kurdî ye.

ji ber ku ya ku me dike kurd û ji yên din cûda dike, ziman e û ne tiştek din e.



heye ku ev mînak ji bo siyasetê jî derbasdar be. ji ber ku tevgera kurdan li tirkiyê bi tirkî kar dike, yên kurd û ne kurd hemû dikarin xwe tê de veşêrin û ajaniyê fîlan bikin.

ger ne wisa bûya, qet nebe wê ajanên me jî neçar biman ku hînî kurdî bibin.



31.05.2014 22:19 | simurg56

83. ferhenga ku êdî kesê peyam nenivîsandî nikare bibe nivîskar.



ne ji bo êrişa încîciyan be jî, bi min divê wisa be ji xwe. bila êdî herkesê ku dibe endam nebe nivîskar. him bi vî awayî wê nivîskarî popûlertir bibe. yanê dema herkes dibe nivîskar, mirov dibêje "nexwe ne tiştek taybet e" û ji bo bibe nivîskar xwe berxwe nade.



04.06.2014 00:26 | brusk56

84. mîratê tu îstîqrar (ji qerreya erebî tê) di nav nivîskarên wê de nîne.. heçÎ tê ji kêf û hewesa dilê xwe re qasekî ditirşikîne û lê dide diçe.. tenê nivîskarên berê ku demekî têra xwe aktîv bûn niha di tirşikê de nivîsandibûna tirşik niha di rêzkirina ferhengên înteraktîv de ji kulûba pêncê dernediket..



06.06.2014 01:09 | endazer

85. dembaş hevalno ezji jıbo alikariyi bıdım tîrşik neti amademe.



20.06.2014 20:44 | serhadperwer

86. ferhenga ku di van pelên dawî de, ji ber niqaşên olî û siyasî, di nav nivîskaran de peyamên nexweş û teqez ne li gor formatê belav bûye. di bin navê nivîskarekê de haqeret kirin bi çi mantiqî tê kirin fêm nakim.



mesele ne meseleya du kesan e. çi mijarên siyasî çi ên olî. divê herkes tenê fikra xwe binivîse. mirov di nav peyamên xwe de dikare bêje, "yên ku wisa dibêjin bila herin nizanim çi bikin". lê di payamê de rasterast behsa yekî kirin, navê wî/wê nivîsandin felan, ne rast e û dibe sedema şexsî bûna meseleyan.

mirov ne mecbur e bersiva her tiştî bide. dema mijarek vebû li gor peyamên hatî nivîsandin, mirov dikare 2-3 peyaman jî binivîse lê x tiştekî dibêje, y bersiv dide. paşê dîsa x tiştek dibêje dîsa y x y x y x yx yx yx yx .....



ji we rîca dikim wisa nekin. ji xwe weke hûn dibînin, em li vir 40-50 nivîskarên aktîf in ku tirşikê bi rêve dibin. mijarên olî mijarên siyasî felan ferhengan gelek çalak dike lê ger mirov nezane biaxive wê di her mijarê de nivîskar bibin du alî û wê hinek ji hev bixeyidin felan.



aligirên pkkê, ên pdkê, ên pydê, ên akpê, ên cemaatê, ên îslamê, ên daîşê hwd û muxalîfên wan, ji kerema xwe re haj zimanê xwe hebin. bila armanca me ne aciz kirina ya li hemberê me de be. an jî xwe rehet kirin be. bila em fikrên xwe bibezînin. bi fikrên xwe gûftûgoyan bikin. tu kes naxweze peyamên wek şîroveyên youtube'ê bixwîne. lê ger em fikra xwe bi rêk û pêk bînin ziman, him belkî em bikarin hin kesan îqna bikin, him jî wê herkes bê û li vir mijar û nivîsên me bişopîne.



carek din dibêjim ; ji kerema xwe re heqeret li nirxên tu kesî, li tu nivîskaran û li tu baweriyan nekin.



25.06.2014 00:12 | brusk56

87. Ronesansa kurda ye... di nav kurda da çaxekî reş û tarî girtiye, çaxekî çîlspî vekiriye



18.07.2014 23:50 | mîr

88. îro cara yekemin e ku lı ser komputerên nexweşcaneyê ji vedibe. bi xwedê ev gelek baş bû *

êdî em ê bikarin di nobetan de jî bitirşikînin.



25.07.2014 00:51 | simurg56

90. malpera ku ez heroj hima bêje 10-15 caran çav lê digerînim lê bi xwe re nabînim ku rêzek binivisînim.



30.07.2014 00:58 | ceso

91. malperek zoor ciwan e. dizanim ez jî pir nanivîsim lê her roj carekê teqez lê dinêrim ..



30.07.2014 13:07 | paşê min got what the fuck

92. malpereke seksî ye.



30.07.2014 15:36 | gernasnenas

93. vi malperÊ da dibejin keç bi xwe teklifÊ dikin.



30.07.2014 15:45 | mala te ava

94. kareki pir zor û zehmet dike. em nikarin ekşi sözlük ra bidin ber hev.



ji ber ku zimanÊ kurdÎ ne zimane perverdehiye Û asimilasyon herÎ diçe zÊde dibe. bajarÊ kurd da kes kurdÎ neaxife ka ma nivisandin.



pirsgirekÊ ekşi sözlük wisa tunebu waxta 2002 da ekşi sözlük vebu zimane tirkÎ zimanÊ gelek giring bu ne pirsgirik bu nivisandina wi zimanÊ.



07.08.2014 23:53 | mala te ava

95. malpera dev jê bernade heta ku ser bikeve. bila tu kes nemîne hêviya tişteke wisa.



08.08.2014 00:09 | azadixwaz

96. (bnr: berxwedana kurdî)



08.08.2014 01:05 | brusk56

97. malpera ku girtina wê bi tu awayî ne rojevê de ye û tiştek wisa tu car na be jî. li vir nêzikî 50.000 peyamên tirşikvanan heye, em nikarin vî keda mezin bavêjin sergoyê. heye ku popûlerîte kêm bibe an jî zêde bibe. armaca tirşikê tiştên din in jî: (bnr: armancên tirsik.netê)



îşelleh heta ji me bê, wê weke malperên wergerine.com(6 sal) û turkcekurtcesozluk.comê(4 sal), domdar be.



08.08.2014 10:09 | simurg56

98. Tiştek xweş e. arşîvek e. di salên pêş de wê pir populer be. di serê min de jî hebû tiştekî wisa, lê ka pere? wa ye we vekir. malî ava.



08.08.2014 10:23 | gernasnenas

99. malpera ku hêvî dikim beşdarên wê gav bi gav zidetir bibe



08.08.2014 10:50 | birazî

102. malpera ku her ku diçe baştir dibe.

surprîza "biçûk", îstatîstîkên tirşikê jî taybetiyek baş li tirşikê zêde kir.



ji ber ku hêdî hêdî çêdibin zêde balê nakşîne lê tirşik-danegeh, tirşik caps, radyoya tirşikê felan hemû bi serê xwe weke malperek nû û hêja ne. mesela malperek din weke tirşik capsê tune ye bi kurdî, malperek weke tirşik-danegehê jî tune ye. ji xwe tirşik bi xwe ji bo zimanê kurdî tekane ferhenga înteraktîf e. tirşikê heta niha di gelek beşan de mînakên yekem derxist holê û aniha jî projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê qediyaye û dest bi weşanê kiriye. ser xêrê be .



tirsik.net gav bi gav dibe navenda cihana înternetê a bi kurdî ..



28.08.2014 00:37 | paşê min got what the fuck

103. ferhenga ku hêvî dikim îro û her rojeka ji îro û şûn de bigihe popûlarîteya xwe berê.. rojane peyamên lê têne nivîsandin bi bin dusedî nekevin, nivîskarên berê ên demekî çalak lê vegerin bi xwe re jî nivîskarinên din ên çalak bînin, kêmasiyên wê yên teknîkî demildest bên çareserkirin û di demeke zûtirîn de jê re versiyoneka mobîl bê çêkirin..

her cara ku milê rastê yê tirşikê virt û vala û xir û xalî dibînim, gelekî li ber dikevim û pê diêşim..



01.09.2014 16:01 | endazer

105. van rojên ku rojev evqas tije ye, çima evqas bêdeng e nizanim.



10.10.2014 00:05 | simurg56

106. serbilindîyeke kurdî û kurmancîyê ye. wextekî hatibû hişê min jî ku ez dest bi tiştekî awha bi xêr bikim. lê ev tiralbûna min û ev kêrnehatbûna min dîsa bû sedem ji min ra û dîsa min dest neavîte vî şixulê bi xêr. lê rojekê ez bi awakî bê xeber rastê vî tiştê tirş *) hatim. navê wî tirşik bû lê li min gellek û gellek şirîn hat. a di wê demê da min di ber xwe da awha got. belê mixabin û hezar car heyf ku edî ez nebûme admînê * vê tirşikê û edî ez dereng mame û nebûme xayê vê rûmeta gellek mezin. lê dibe ku di vê tiştê tirş da rûmeta xulamtîyê jî bibe para min û ew jî rûmeteke gellek rinde ji bo min. belê ez dereng mabûm lê xortên hêja dest avîtibûn vî karê bi xêr. hêvîya min ewe ku ev admînê bi rûmet dest ji vî şixulê bi kêr nekişîne û nekeve astengeke bêhêvî.



10.10.2014 10:30 | xulam

107. dema derbasî sîstema xwe ya nû bû, wê gelek xweştir be û wê demê wê bi temamî aîdê me be.

ji bo sîstema nû, min gelek fonksiyonên xweşik û nedîtî amade kirine ku ez ê di rojên pêş de temam bikim û biweşînim.



10.10.2014 10:39 | simurg56

109. ferhenga bi nûbunên xwe gelekî pêşde çuye lê pêwîstiya wê bi peyamên nivîskarên xwe yên xweşnivîs heye. hevalno vê ferhenga "bexçeya tije şînayî" hun jî bixemlînin; werne sêva...



14.10.2014 23:44 | azadixwaz

110. ya ku 2 sal e di nav bexwedanek e.

lê wê bi ser keve. çawa kobanê neket, wê tirşik jî nekeve *



16.10.2014 10:10 | brusk56

111. malpera hem ber xwe dide hem jî ber kobanê *. wê pêşiyê kobanê xilas bike* înşileh û dû re jî kurd û kurdî.



16.10.2014 22:54 | azadixwaz

112. malpera ku kurdiya di nava hiş û bîrêt mirovî derdixînît.ew ramanêt binhişêt mirovî tînîte derê.ew kurdiya rojane tête bikarînan dikete kurdiya aqademîk..



17.10.2014 01:57 | vêca çiyeeee

113. pêwîstiyek e. him jî pêwîstiyek mezin e.



mesela roj heye heta êvarê tu tişt lê nayê nivîsandin lê dema yek bê û 4-5 peyaman binivîse, herkes dest bi nivîsandinê dike û tu hew dinêrî ku hêjmara peyaman bûye 50.



yanê eslê xwe de pêwîstî rûpel û formatek wisa re heye. lê bêbextiya me ew e ku me kir nekin, nekarî em hemû di heman demê de li van deran bî.

yanê 30-40 nivîskarên saxlem hene di tirşikê de. ne derbasdar in, gelek nivîsane jî. lê ger 3-4 kes ji wan li van deran be ên din ne li vir in. yên din tên paşê ew wenda dibini felan.

carinan nivîskarek nû dibe endam û mehek sax dinivîse û hema bêje ew bi tenê tirşikê bi rê ve dibe û paşê wenda dibe diçe û yek din tê .

yanê nivîskar hene, xwestek heye, cî heye lê em nikarin rasta hev bên *

lê ez bawer im ew ê jî çêbe înşallah. ji ber ke êdî tirşik mecbur e bi ser keve. ji xwe mirov nikare bêje heta niha bi ser neketiye lê ev ferheng ev proje êdî nîvço namîne. ji ber ku tu dev jê berdî ew dev ji te bernade.



21.10.2014 00:33 | brusk56

115. rûpela ku ez îstatîstîkên wê yê ziman meraq dikim e.



nîşe: ji kerema xwe re bersivê bidin peyama li ser facebookê jî *



26.10.2014 22:58 | berxweda

116. %100 bi kurdî ye *

îstatîstîkên ku tên meraqkirin çi ye nizanim. ger ya ku tê behskirin îstatîstîkên google analyticsê be;

(ku ev yek zimanê bernameya tirşikvanan ya ku bi wê dikevin tirşikê, nîşan dide)

-%85 tirkî

-%10 îngîlîzî

-%1 kurdî



tabî divê neyê jibîrkirin ku di nav dehan bernameyên gerokên înternetê de, tenê firofox bi kurdî heye. loma, ev îstatîstîkê zêde ne watedar in.



26.10.2014 23:28 | simurg56

117. rûpela ku ez îstatîstîkên rûpela wan a facebookê meraq dikim e.



pirs niha watedartir bû *



26.10.2014 23:32 | berxweda

118. ferhanga ku pê xema dilê xwe direvînim

niha dema ku demên vala yên tije ecizî û bêhntengî zeft dikim xwe pê diewiqînim

rewşa ferhengê ber bi başbûnê ve dihere, sîstema nû ya tirşikê ji ya berê xweştir e û karanîna wê ji ya berê maqultir û hêsantir e niha bêyî ku kombersek peyda bikî dikarî peyamên xwe yên şaş hatî nivîsîn rast bikî yan jî jê bibî

hejmara nivîskaran zêde bûye lê nivîskarên elzem û sereke û bingehîn yên tirşikê dîlekçeya îstifaya xwe dane an jî bi bahane û hincetên pûç û vala dev ji nivîsandinê berdane yan jî kêm caran dema bêhn li wan teng bibe tên piçek direjînin û lêdidin diçin

nivîskarê herî çalak endazer ji nava me koç kir û çû, çend roj berê ez gihîştim wî got ez nema karim werim falan

mazlumozdogan (min wek her carî rast nivîsand) êdî mîna berê nayê car caran tê çend peyamên kurt dinivîse û diçe

nivîskara jin a herî çalak elegez jî êdî qet nayê jixwe

ya din gulan jî hama bêje qe nayê

ceso û oxir jî êdî ne ceso û oxirê berê ne encax divê bêhn li wan teng be

yên nû (ne hemû) piçek ji derê formatê dinivîsin

rasteqîn jî bû hayaletekî wenda

lê ev doz wê neqede heta hetayê wê berdewam be



08.11.2014 14:34 | ferhenga şikestî

119. https://tirsik.net/

malpera ku naşixule. gelo êdî wê ne çalak be?? ger biryareke wisa hatibe dayîn bila zûbizû taybetmendiya rêvebirî ya sîstema nû ya tirşikê bê serast kirin..



08.11.2014 16:47 | mergehez

120. li bajarên xerîbiyê bûye sebr û xemrevîna me.me ji xerîbiyê dibet welatê me,gundê me.qey dibêjî em bi hevalên xwe yên li gundê xwe dipeyîvîn.

ez destên ew kesê tirşik afirandiye maçîdikim.



08.11.2014 17:42 | vêca çiyeeee

121. ferhenga zarê me li me serbest kirî ye. wê li zarokên me jî serbest bike loma wê tu carî neqede, hê kurê min du salî ye kuro!



08.11.2014 18:40 | azadixwaz

123. sîstama nû gelek başe.lê ev buton muton hinek italik u rengin bin xweştir dibe



09.11.2014 20:56 | tivirloismail

124. ferhenga ku divê sepana wê ya mobÎl bê çÊkirin. ji bo vê min got de ka ez ji xwe re çêkirina bernameyên androidê bielimim. lê hê ez çenikekî jî bi pêş ve neketime. hêvî dikim ku ezÊ bi tevahî bielimim û emê sepana tirşikê çêkin û emê bibin dermanê gelek nivîskarên tirşikê..



12.11.2014 23:17 | mergehez

125. lezizûn cidden



20.11.2014 01:21 | cinorek

126. hello everybody dengê min tê wir?




127. min nedizanî ev qasî stewr û kordunde ye. ev du rojin ez ê bûyim endam kes tişteki nanivise yê dinivise ji bi xwe le dixe bixwe dibeje û bixwe dilîze min tu gû ji vî îşî fêm nekir. kurd hê nikarin siteyeki înternetê li ser linga bigirin îcar wê dewletê ava bikin???????????




129. ji zû de ye wekê îro 10.01.2015 têr mijar û têr peyam nebibû.. bênezer înşelle, aqube'l wê rojê ku mijar û peyamên wê rojê li layê çepê hilneyên..




130. ferhenga ku vê dawiyê, rojên xwe yên pir bi bereket derbas dike ye. bi ya min ji qelîteya xwe jî li gor berê tiştek winda nekiriye.



10.01.2015 22:59 | nazim tolhildan

131. malpera ku tirşikvanê wê êdî kêm dinivîse ye. xwedê bike ev çîrûsk gurr bibe



02.02.2015 22:42 | berxweda

132. ji îro pêve ez jî tevahîbûm a malper. kanî ji min re bixêr hatin?



(bnr: migo merheba)





02.03.2015 11:48 | parêzerê nîvçe

133. ferhenga ku ez bawer im di sîstema wê de problemeke teknîk heye

ji do şevê heya niha ez heta ku li ser malperê rûpelekê vedikim malîk li min diçe mîratê..

pirr giran bûye..

simurg56 ji kerema xwe re tiştekî bike! please patron!



10.03.2015 20:00 | ferhenga şikestî

134. ji bo pîvandin û şopandina îstatîstîkên malperê, me dest bi karanîna google analytics kiribû, heye ku ji ber wê hinek ji hêza xwe ketibe. lê me niha rakir, em ê bibînin ka ji ber wê ye an na.



10.03.2015 21:00 | simurg56

135. dema ku pêl li tiştekî dikim ecêbek çêdibe



(bnr: error 504 - gateway timeout)



10.03.2015 21:26 | ferhenga şikestî

137. çend saniye berê zimanê wê guherî lê aniha bû weke berê. çi bû gelo?



04.04.2015 18:23 | mergehez

138. malpera ku bo demekê bû zazakî ye. xwedê zane wê rojanekirina zaravayan jî were *



04.04.2015 18:26 ~20:18 | berxweda

139. ferhenga ku her ku diçe zêdetir hej jê dikim.



07.04.2015 22:40 | ferhenga şikestî

140. malpera ku ev geleke xema tenêtiya min direvîne. min her tim çavên xwe li civatek wisakîno gerandiye hasil min dî û ez bûm endam.



09.04.2015 17:36 | şêxê bêserî

141. bereketa xwedê lê be gelekî çalak bûye



09.04.2015 18:27 | oxir

142. ferhenga ku dema kesên navdar ên kurd navê xwe tê de dibînin gelek pê keyfxweş dibin. heta belkî her roj tên li sernivîsa xwe dinêrin ka tiştek hatiye nivîsandin an na.

hadê hadê xef nekin * em dizanin *



12.04.2015 23:25 | brusk56

143. gava ez bikevime mijara tiştê meriv pê ji kena diqelişe yê hop burdayım gelo çima akî bû ez jî nizanim



13.04.2015 00:47 | xeteraqirêj

144. ferhenga rêbera yekemîn seranser bi kurdî. dibêjin ji ber ''ekşi sözlük''ê derxistine û sernivîsê wê gere jiber ferheng û rêberê tirkî vebune nînvin. ez hevî dikim di nizikde navê wê xwe bi guherîne bike shorbe.net



13.04.2015 11:38 | shorbevan

145. malpera ku bûye parçeyek ji jiyana min, yaw ji ber ezmûnan min got ka ez hinekî xwe jê dûr bikim lê na yaw, nabe yaw, bileh nabe. ez herroo dikevimê lê dinêrim, lê pir namînim. weke din gava ez dibêjim ez nekevimê wek din ez çi bikim dinêrim tişteke din nîn e yaw, facebook vala ye yaw, ti keyfa min û enerjiya min ji bo facebookê nemaye, tirşik jî nebe ez dikevim valahiyekî. xwedê simurg56 ji serê me kêm neke û tirşikê ji jiyana me dûr nexe.



23.04.2015 21:15 | xendekî

146. Malpera ku ji ber nivîskarên wê ketine ber bayê heyama ezmûnan, van rojan rewşa wê ya nivîskariyê teq û req e. Ev li alîkî heqqet ferhenga şikestî ka li kur e?



24.04.2015 22:38 | ceso

147. malpera iro min lê nihêrî kû vallaye ez rojek din jî ji bûy xatirê çavê şikestî û reş û belek binivîsînim.



25.04.2015 12:53 | shorbevan

148. malpera ku geta yoda hebe wê li ser niga be ye *



25.04.2015 13:28 | berxweda

149. ev di hefteyekî de 4 car e, pêl "bişîne" dikim peyamên min a bi dûv û dirêj bi zehmetî dinivîsînim û çend cara kontrol dikim, wenda dibe û hişyariyeke beradayî "tu nikarî vê tiştê bike nizanim çi quzzilqurt" derdikeve û wenda dibe; malper jî min derdixe, divê car din ez têkevim û binivîsînim!! berê vê peyamê hewesa min nemabû lê êdî bes e. ev çi ye derketiye. berê ez çend seata li tirşikê bam jî malper min dernedixist. îcar qey di deh deqayê de derdixe. nuha dîn bûm û dibecim quran billeh.



hey lenet! a min dîn kir, vê carê min copy kiribû, lê dawiya peyamê DİVÊ EZ LÎNKEKÎ jî pêVEKİRİBam. û ji hişê min çûye, min piştî karê pêl "bişîne" kir!



êdî hek ez bixwazim peyamekî binivîsînim ezê microsoft office wordê bikarbînim. aresajtrsdutjfygklu8yhulyu8hş



(bnr: error)



27.04.2015 00:36 ~00:40 | biruya hayao miyazaki

150. hişyariya "peyam bi serkeftin hat şandin" jî gelek beradayî ye. piştî pêlkirina bişîne, heg ez herim malperekî din, dema dişîne vê peyamê bi zorê min tîne tirşikê û xwe dide xwendin.



off



27.04.2015 00:44 | biruya hayao miyazaki

151. li birû û mijangên hayao miyazakî hatiye xezebê.. ez dibêjim pirsgirêk ne ji sîstemê ye simurg56 li cihekî rûniştî ye hevsarê sîstema tirşikê xistiye destê xwe de ji bo birûya hayao miyazakî dîn û har bibe bi zanebûn sîstemê ji rê derdixe û peyamên hayao naweşÎne..



27.04.2015 00:49 | endazer

152. divê her nivîskarek bikaribe hilbijêre bê ka heta çi qasî bêyî ku sîstem bi xwe wî ji tirşikê bavêje, dixwaze di tirşikê de bimîne..

û wekê hilbijêrka wêne û lînk divê hilbijêrka vîdeo jî hebe li jêr valahiya peyamnivîsandinê, hinek lînkên vîdeoyan ji ber xwe de spoiler dibin lê hinek jî wekê xwe dimînin..



27.04.2015 00:52 | endazer

153. dema çeppik an jî reşşik didim peyameke, malper xwe nû dike û min dibe serê mijarê. çima? her carê bi nû ve çûna ser wê peyamê, min ji çeppik/reşşik danê sar dike. ji ber ku motîvasyona xwendinê xera dike. (ku çeppik/reşşik/ecêb dayîna min, çend qet ji hejmara peyamên min a giştî zêdetir e. ji ber ku xwendina peyamên tirşikvanan, nivîsandinê girîngtir e li ba min.) di bin mijarên kêm-peyam de ev ne pisrsgirêk e lê di mijarên tije peyam de çeppik/reşşik dan nayê kişandin. wele bile nayê kişandin. ha ez qala ew hişyariya ku "te çeppik/reşşik da niza'm çi çi" nakim...



edît: di rojekî de 3 gilî-peyam nivîsandin ne bi mebesta "ka ez kêmasiya tirşikê rêz bikim" derket. ji xwe derdên min a di du peyamên dawî de parve kir, ji xwe ev mehek zêde ye min dîn dikir. lê ji min nedihat ez peyamên qala wan binivîsînim. xêra peyam-neweşandinê qewet hat tiliya min *



27.04.2015 10:26 ~10:35 | biruya hayao miyazaki

154. derdik min a din jî ev e: dema peyamekî dirêj dinivîsînim û xelas dikim tê dora dana bnr/vbnr û stûr û lînkê. dema di nav horta peyamê de ez bnr'ek didim, qûtÎKA PEYAM JÎ MİN DİBE SERÊ PEYAMÊ. KA ÎCAR BİBÎNE Te Lİ KU MABÛ. Bİ GELEMPERÎ Dİ NAV PEYAMÊN DİRÊJ DE EV DERD NAYÊ kişandin. ji ber ku qûtîka nivîsandin biçûk e. her carê ji binî heta serî çûn û car din ji serî heta binî çûn... ev peyvên bnr û vbnr'an

li nav kaosekî bêwate û beradayî
wenda dibin. xwedêyo!



27.04.2015 10:39 ~10:42 | biruya hayao miyazaki

155. Ev bû nêzî du salane ez dinivîsim û êdî betilîm. Tevlî vê yekê bi rastî hin kar û barên me yê teybet jî hene. Divê ez bi wan re mijul bibim. Ji ber hindê heta demeke dirêj min dil nîne binivîsim. bi xatirê te tirşik. bi xatirê we hevalino



27.04.2015 15:58 | seydayê_peyvan

156. agahî: me kêmasiyan not kir. hevalên me li ser dixebitin



27.04.2015 21:04 | simurg56

157. bela serê xwe û vê malperê disa hat.



02.05.2015 22:56 | shorbevan

158. malpera roj tune ye nivîskarekî navecêb tevlî nebê *



03.05.2015 22:00 | berxweda

159. ev çi qas e êdî ferqa wê û forumekî nemaye mixabin, divê moderasyona tirşikê li gorî rist û rêzikên formata tirşikê hemû ew peyam û mijarên derî formatê jê bibin, û wan nivîskarên ku derî formatê û tiştên tewş û eletewş dinivîsin jî hişyar bikin..



07.05.2015 00:37 | endazer

161. foruma kû ez niha xweyê wê tehdît dikim ez hêvî dikim ku herfek jî entryê min kêm bibe jê bê birin ger bira di dada dijminê min niyavin em bê bela û kuştin ji hev nafilitin û sond duxum min bîna barudê hildaye ez hetanî mêr ne kujim ez ranavim ji erasa vê malparêû hew.



07.05.2015 12:38 | shorbevan

162. wê sîstema xwe biguhere

piştî rojanekirina dawiya vê heftiyê;



- êdî wê moderator nekarin peyamên nivîskaran sererast bikin.

- moderator wê bikarin peyamên derî formatê ji weşanê rakin lê wê nekarin ji danegehê jê bibin. bi vî awayî dema kesek ji ber jêbirina peyama xwe gilî kir wê bikare were kontrolkirin.



08.05.2015 21:34 | simurg56

163. êdî google wê bêtir nas dike*

vol.1:

Here lînkê

navê mijarê ne anksîyete ye lê anksiyete ye.



vol.2:

Here lînkê

di tirşikê de mijareke weke narkolepsiyê tune ye lê belê di googleyê de weke encam tirşik derdikeve. balkêş:/



edît: wêneya duyem ji ber problemeke teknîkî venabe. hawar simurg.

lînka wêneyê: Here lînkê



13.05.2015 23:39 ~23:40 | mergehez

164. nizanim çima lê aniha nikarim mijarên nû vekim. sedem çi ye heval simurg?



xêndî wê problemek wisa heye: di îstatîstîkan de heke ku hejmara reşşik, çeppik û hwd.yên du kesan heman be di lîsteyê de tenê ji wan yek xuya dike. ez dixwazim xwe di lîsteya reşşikan de bibînim. ma ne heqê min e jî?



14.05.2015 00:22 | mergehez

165. ferhenga înterektîf a kurdî ye ku gelek feydeyên xwe hene.

Bûne çend meh ez li vir dinivîsim, min gelek feydeyên vê malperê dîtin. Kurmancîya min li gorî çend mehê berê zehf pêş ve çûye. Ez çûm çend qursa kurmancî ez ev qas hînî kurmancî nabûm. ne tenê xwendin nemaze nivîsandin jî.

a din, ez li vir piranî zazakî dinivîsim û li gorî berê tirsik.net'ê zazakîya min jî pêş ve çûye.



di tirsik.net'ê de gava ez tiştek dinivîsim ez li ser nivîsa xwe fikirim gelo ez rast dinivîsim, tê fehm kirin? filan û bêvan.



Xulasa ji bo hînbûyina kurdî pratîk, Ji bo pratîk jî tirsik.net hewce û girîng e.



edît: sererast bû.



16.05.2015 02:36 ~04:48 | endazyar

166. Ev Ferheng buye mamosteyé miné Kurdiyé.



17.05.2015 01:15 | tîrejên rojê

167. ferhenga ko bikarinana we besittir biba we bastir biba.



17.05.2015 02:29 | dastanekkevin

168. Ferhenga kurdî ya gelek kêrhatî lê ya bê mobîl.



17.05.2015 15:12 | ycup

169. (bnr: xezeba shorbevan)



19.05.2015 10:55 | ceso

171. xwediyê gelek taybetiyan e ku di ferhengên tirkî de tune ne. weke mînak:

nivîskarên ku li mijarê nivîsîne, peyamên herî çeppikirî fîlan, beşên ferheng pirtûk caps û fîlman, bi riya wergera peyvan parvekirina pereyên tirşikê, navrûya bi du zimanî, rojeva heftiyê û hwd. hê gelek taybetî hene ez bawer im..



19.05.2015 11:45 | simurg56

172. min nêzikê çar salan ser hev di ekşiyê de nivîsî hêj wan demên ku ekşî ev qasî ne popûler bû û di ekşiyê de wekê niha hejmara nivîskarên kurd ne zêde bû û taliyê ji ber ku min di bersiva xwe ya ji bo peyameka nivîskareke faşîst de nîv rûpel dijûnên kurdÎ û tirkî lev siwar kirin û jê re şandin, hatim avêtim.. axirê çar salan di nav faşîstên ekşiyê de bi qasê van herdu salên min ên li tirşikê di nav kurdên kurdînivîs de ez newestiyam û aciz nebûm, niha ji xwe re dibêjim heft xwezî bi tirkeke faşîst lê ne bi kurdeke fêhmkor û korbawer!

ez ê qederekî bêhna xwe vekim.. emanet qencî!



26.05.2015 13:10 | endazer


174. ji ber pirsgirêkek teknîkî, ji bo çend deqeyan weşan raswestiye. lê niha problem çareser bû.



26.05.2015 22:02 | simurg56

175. ew pirsgirêk li ba wejî hebû

(bnr: vê carê efû dikim cardin tiştek wisa nebînim)

min digo qey androîda min dîsa terivî lê ew ne wisa bûye simurg56 vê malparê daye ber sîbera jiber balê bikişîne o denga komke lê rayê me me bi silhedînra soz daye bira li qusûrê nenêre li qusurê dinêre nanêre jî bi kêfa xweye



26.05.2015 22:16 ~22:19 | shorbevan

176. malpera rêvebirê wê alîgir e lê bi navê malperê alî nagire ye.



27.05.2015 00:08 | berxweda

177. malpara ji ber xebatê hilbijartinê niha kes nemaye lê bi nivîsîne lê emê vegerin hetanî 7 hezîranê nemre ewê qîbal şîn bibin.



28.05.2015 14:50 | shorbevan

178. Malpera dîsa populerîteya xwe winda kirî. De bila her kes ser xwe ve bê malmîratno!



12.06.2015 22:04 | azadixwaz

179. malpara nivîskarê wê tu dibê qey tev bi êşa tûtika ketine hinek jê jixwe mirar bûne û bê telqîn û şûştin çûne yê mane jî gêj gêj digerin.



12.06.2015 22:32 | shorbevan

181. ji aliyê gelekan ve hatiye terikandin. lê di vê pêvajoyê de bê deng û pêjn, kete sê saliya xwe.

(bnr: duyemîn salvegera tirşikê pîroz be)

hêceta nenivîsina xwe bêjim: him zêde wextê min tune him jî dema têkevim tirşikê wextê xwe bi kategorîzekirina mijaran xerc dikim.

(bnr: şaredariya mezin dixebite)



13.06.2015 14:09 | simurg56

182. (bnr: ma kî dikare dev ji kezeba xwe berde)



tirsik.net cîger û kezeba min e, hê ev ezmûn mezmûnên beredayî neqediyane (a rast qediyan vêca bût destpê kirin * ). dîsa jî heroj çavkî lê digerînim. hindik ma, piştî ezmûnan wê tofaneke nû rabe.



13.06.2015 14:47 | xendekî

183. rewşa wê ne baş e. aniha tenê 11 peyam hene. eyb e şerm e. Divê em jî weke pyd operasyonekê bikin da ku tirşik rizgar û azad bibe..



15.06.2015 19:00 | mergehez

184. malpara xwedê li nivîskarê wê xistîye maye pêxember.



15.06.2015 19:14 | shorbevan

185. gelek ji te sar bûme lê çi bikim taliya taliyê tu ya me yî

edît: kîja biaqil reşşik dayiye vê peyamê meraq dikim, qey sebra wê/î nehatiye



05.07.2015 01:11 ~01:24 | ferhenga şikestî

186. Ne milkê bavê ti kesî ye, milkê kolektîv e. Wek sîstema komûnîzmê. bila kesek xwe neke axê tirşik.net ê.



05.07.2015 20:28 | hola êzîda

187. tapoyê wê li ser navê simurg56ye bi xêr û xweşî ku bimre ewê dewra wê bi qelêbe ser navê min.



05.07.2015 20:35 | shorbevan

188. bîska din li chromeê piştî têketinê ji min re hişyariya "jiborupelemafetetuneye" rê da û min ji malperê derxist. du cara wanî bû. lê firefoxê têketim. xêr e îşale..



27.07.2015 21:10 | biruya hayao miyazaki

189. malpera min ji zûde ewqas nivîskar bi hev re tê de nedîtibû. xwedê bereketê têxê *



30.10.2015 00:37 | berxweda

190. ji ber ku behsa xebatên danasînê felan hatiye kirin min xwest bêjim. tirşik ji bo zimanê me bi rastî jî projeyek pir mezin û giring e. ji bo vê projeyê jî bi qasê min dîtî zêde zêde ked hat xerc kirin. ji bo amade kirina pergalê, ji bo danasînê, bi deh hezaran peyam hatiye nivîsandin heta niha.

ji aliyê din ve, beşa sînemayê, ya radyoyê, ya capsan, ya pirtûkan.. hema bêje ev hemû bêalternatîf in. malpereke din wek beşa sînemayê an jî ya pirtîkê an jî ya capsan tune ye bi kurdî.

lewma bi rastî jî tirşik hêjayê parastin û lê xwedî derketinê ye..

ji her kesê ku ji bo tirşikê dixebite re, serkeftinê dixwazim. keda we pîroz e ..



30.10.2015 01:01 | paşê min got what the fuck


192. Mala bavê kurdan e.



30.10.2015 13:39 | endazyar

193. min fêm nekir ev çawa malper e?! dema deh kes dikevin, cihda balatayên wê vala dibin, ji eyar de dikeve, ez qanserî kirim üff



04.11.2015 01:21 | ferhenga şikestî

194. Rêjeya peyaman li gorî meh û salan a tirşikê ev in:

meh---2014----2015

1-------4493----2996

2-------5271----1614

3-------4439----3043

4-------3810----3956

5-------3538----2078

6-------2913----1386

7-------1800----1756

8-------1332----1117

9-------1792----2791

10-----1240----1320

11------2114---- ?

12-----1807-----?



giştî 2014: 30.628

giştî 2015: 22.058*



ango ji bo ku em bigihêjin hejmara peyamên salê çûyî divê di vê du mehê dawî ya 2015ê de dora 8.000 peyam binivîsînin.



dram dram dram...



rêverberiya tirşikê divê zûka roja zêrê li dar bixe û çalakiyên cuda pêkbîne mîna foka ku li ser pozê bi topan dilîze, mêrên striptîzvan ên ku masûlke-pîrozan bîne li ser rêzên nivîsan ** . xelatên ku hat belawkirin bira bê betalkirin û ji bo vê du mehê dibe ku du qettir xelatek din îlan bike.



divê em nekevin paş salê çûyî. heftê carekê, dibe ku roja septê wekî mîna saet 20an de li tirşikê hemû nivîskar bira bicivin û hema bitirşikin heta ku tilî li ser klavye pûç bibin. di ferhengekî de me wanî dikir û gelek caran em digihîştin armanca xwe. (lê du meha de 8000! çima nebe, meha ewil a 2014ê de di mehekî de 4 û nîv hezar peyam hatiye berhemandin.)



04.11.2015 10:25 ~10:43 | biruya hayao miyazaki

195. ger tiştek neyê serê me, wê tu carî neyê girtin



hejmara peyaman û her roj rojanebûna tirşikê tiştek gelek girîng e. lê tiştek ji vê girîngtir jî heye; divê tirşik bibe navenda agahiyên orjînal. bi ya min ne hewce ye em serê xwe bi hejmara peyaman biêşînin. em hewl bidin ku nivîskarên resen û tije werin tirşikê û tirşikê bi zanîna xwe bixemilînin.



04.11.2015 21:57 | simurg56

196. malpera ku wê vegere rojên xwe yên berê. heta wê wan rojan jî derbas bike.



04.11.2015 21:59 | brusk56

197. Malpera ku ji bo ez bibim nivîskarê wê pewist e ez 10 peyama binivîsinim.



05.11.2015 01:24 | metowski

198. Cîye ez îro bume endame wî.



05.11.2015 20:27 | xemgin

199. bikarnanîna evê malperê ji xelkê re zehmet tê..

li ser tîwîtê min dest bi lobiyê kiriye, lê bi kê re dipeyivim dibêje min qeyda xwe çêkir û ketim lê min tiştek fêm nekir,pirr tevlihev e falan. heta ez qal dikim malîk li min diçe mîratê..



05.11.2015 22:28 | ferhenga şikestî

200. A ku kar anîna wê ne zêde zehmet le tiraliya kurdan zêde zêde ye loma li wan zehmet e. Ez ji we re wisa bêjim; komeke whatsappê ya mirovên me heye (ya jinan e) hema hema êdî qet tu tiştî nanivîsin, ma çi lazim e, deng rêke, çi bixwazî bêje.

Çi lazim e em mejiyê xwe bikar bînin û nizam çi!

(bnr: tiralo tir lê baro)



05.11.2015 22:43 | azadixwaz

201. Problemeke girîng heye. Piştî ku mere deng dide peyamekê, êdî nikare denga ku daye biguherîne an jê bibe. Gelek caran min bêhemdî pê li bişkokên dengan kiriye û bi wî hawî maye. Dengê ku tê dayîn nayê vegerandin.

Ji xêndî wê gelek caran jî ez dixwazim pê li bişkoka çeppikê bikim lê bêhemdî pê li reşşikê dikim. Berê mere dikaribû biguheranda lê aniha nayê guherandin..



10.11.2015 20:59 | mergehez

202. agahî: mirov dikare çeppik û dengdanên xwe yên din jê bibe. tenê herin panela xwe û ji wir jê bibin *

sîstema nû ya tirşikê/50887



10.11.2015 22:00 ~22:01 | simurg56

203. min di sala 2007'an de di 17 saliya xwe de dest bi kurmancî kiribû, hê 17 salî bûm, û min di sala 2013'an de dest bi nivîskariya tirşikê kir..

yanê du sal in ku li tirşikê dinivîsim ev kurmancî û agahiyên ku di derheqê kurdî û kurdistanê de hîn bûme, di van du salên min ji 6 salên min ên beriya tirşikê zêdetir in..

van rojan hinek azmûn û dersên min ên karmeniyê hene lewma dibe ku hinekî navbêr bidim.

hewce ye ev tirşik pirr baş bi ser keve û pêşve here, ez nikarim mînanî dijber bi tenê rexne bikim û li cihê bisekinim hew bnr û vbnr'ên bê'elaqeya yên mijarê bidim, di van du salan de pirr baş têgihîştim, ger tiştekî bixwazî divê tu bixwe bikî, belasebeb ji xelkê hêvî nekî, gelek projeyên min ên baş hene bo tirşikê, ezê piştî ev du mehan pê ve, ger xwudê hez bike bi cîh bînim..

pêşiya tirşikê vekirî ye..



13.11.2015 19:58 | ferhenga şikestî

204. ez meraq dikim, ger ku êrîşeke sîber li ser vê malperê biqewime, hemî tiştên ku hatine nivîsin, dê ji holê rabe? ango ger problemek biqewime û pergala malperê têk biçe wê çi be?

pêşî li ber têkçûnê hatiye girtin an na?

bernameyeke yedek a tirşikê heye gelo



14.11.2015 17:24 | ferhenga şikestî

205. xwediyê sîstemek resen û bi kurdî ye.

ev taybetiya wê him avantaj e him jî dezavantaj e.

avantaja wê:

- ji ber di kodên sîstemê de peyv bi kurdî ne, kesê ku bixwaze êrîş bike wê bi hêsanî mantiqa malperê fêhm neke. (weke mînak li url'ya vê rûpelê binêrin, tê de mijarid, iro, rupel dinivîse. di her qada malperê de wisa ye û tirk biyaniyê vê terminolojiyê ne)

- ji ber ku sîstemek resen e, êrîşkar nas nake û divê yeko yeko kifş bike.



dezavantajên wê:

- kodkirina malpera aîdê min û kodkirina min a ewil e. yanî tecrûbeya min tune. ji ber vê yekê mîna sîstemên weke joomla, wordpress ne profesyonel e. belkî loma ji êrîşan re zêdetir vekirî be.



şikir heta niha êrîşek serkeftî çênebû. tenê hinek hewldanên sabotajê çêbûn lê ew jî bi ser neketin.



ger em werin meseleya din; ez her 2-3 heftiyan carekê yêdeka danegeha tirşikê distînim. loma ger êrîşek berfireh û serkeftî li tirşikê were kirin jî encax peyamên wê 2-3 heftiyên dawîn wenda bibin *



14.11.2015 17:35 | simurg56

206. li tirşikê taybetiya favorîyê heye, lê meriv bi tenê favoriyên xwe dikare bibîne, ger meriv karibûya favoriyên her kesî/ê bibîne dê çêtir û baştir bûya..



15.11.2015 16:30 | ferhenga şikestî

207. malpera ku ji /1 heta /303 peyamên wê vala ne û peyama firefox/304 ya simurg56 dest pê dike.

(bnr: agahiyên balkêş derbarê tirşikê de)



15.11.2015 18:29 ~18:29 | dijber

208. Ev çend roj e ku carinan utf8a xwe winda dike. Di telefonê de problem tune ye lê di kombersê de utf8 tune ye.

Here lînkê



06.12.2015 22:28 ~22:29 | mergehez

209. agahî: xeletiya ku li jor tê behskirin heye ku ji ber xebatên li ser tirşikê bin. ev nêzikî heftiyeke li ser werger û zimanê tirşikê xebatên kûr tên kirin.



06.12.2015 22:35 | simurg56

210. di ekşiyê de gotineke klîşe heye, her û daîm dibêjin tehma berê ya ekşiyê nemaye falan û bêvan..

ez hîn wexta ku dikevim tirşikê heman hîsan min radipêçin, li layê çepê yê tirşikê dinêrim, li mijaran, li peyaman.. xwe bi xwe dibêjim êdî tehma berê ya tirşikê nemaye bi şeref..

ka ew nivîskarên berê, ka ew ken û xemên me yên berê yên dagirtî...

hezar xweziyên xwe par û pêraran tînim..

ro bi ro xwezî bi do...



27.12.2015 11:44 | ferhenga şikestî

211. aha min dest bi xebatê kir, ferhenga şikestî. ez ê hema tevgerekê ava bikim û vê pirsgirêkê çareser bikim. hoooooop navê tevgerê (bnr: tevgera ji nû ve vejandina tirşik.net'ê)



27.12.2015 12:42 | bêhna_piştî_baranê

212. malpara ji bû wê ewê rojên reş bidawî bibin.. malpara ne di wê tenêde tehm û xweşî tune, niha şerekî bê mantiq heye.. li ti derê tehm û kêf tune..



27.12.2015 16:36 | shorbevan

213. ji ber ku gelek kes qiymet û giringiya wê dizene, kengê hejmara peyaman bikeve asta krîtîk, tê û lê dibe xwedî *

lewma weke ku pergala nobedariyê hebe, dem bi dem nivîskarên popûler ûn pir dinivîsin digûhere. lê malperên wek tirşikê bi keda 2-3 kesan bi rêve naçe. elbet ji bêpeyam mayîne baştir e lê tama ferhenga înteraktîf jê nayê wê demê.

ji bo ku tama tirşikê xweş be divê bi rastî jî weke tirşikê be. yanê pir nivîskar û pir raman û pir mijar hebe.



27.12.2015 21:41 | brusk56

215. tevî hemî xebatên vê du salan, tevî hemî reklam û helmetan jî, nikare bandora xwe li ser civata kurdan û çapemeniya kurdan deyne..

berê min digot qenebî karibe rojeva kurdistan û cîhanê her roj di hêla çepê de bihewîne û her roj kêm zêde agahî û zanyariyên cur bi cur di vê ferhengê de bên nivîsin lê ew jî nebû, nabe..

nivîskarên xweşnivîs, çalak û zana jî ketine sendroma xwe-xelaskirinê, hêdî hêdî ji ber teşqeleyên xwe yên şexsî destên xwe jê dişon.. yên nû tên lê tiştê ku binivîsin, nabînin...

dema wilo dibe ango surkulasyona peyam û mijaran nabe, ji dilê min jî nivîsandin nayê



05.01.2016 19:21 | ferhenga şikestî

216. malpera ku navê wê ji aliyê çêkerê wê simurg56 ve hatiye danîn.



06.01.2016 11:02 | brusk56

217. min îroj ji 40 bêtir entry nivîsandin di vê ferhengê de, do jî gelek nivîsandin.

ji bo entryên ku min di van du rojan de nivîsandin, dikarim bêjim bi qasî 50 rûpel min tişt xwendin li ser netê gelek ji wan jî min jiber kirin bo ku karibim bi kurmanciyekî fesih binivîsim, bila tehma wergerê jê neyê, carinan xwêdan ji qûna min diavêjê lê kesinan tên bi kurmanciya xwe ya jihevketî û teqlomeqlo tu qedr û qîmeta xelkê nadin û bi ser de jî bi şêwazeke kirêt keda xelkê binpê dikin..

ha bila ji we re be heta ji we tê bi entryên xwe yên binpêketî vê ferhengê veguherînin sergoyê, ji min xilas!



10.01.2016 18:38 | ferhenga şikestî

218. malpara ji xwe ji berêde seleve (biborin) ez naxwazim ji rîyê minde bibe sergo.., malpara ger kêmasîyên lênûsê wê shorbevan hebin hûn dikarin gohê wî kaşbikin.. malpara nivîskarê wê yê bi navê serhat avcı gazin û loma dike lê bira bîhna xwe fireh bike neletê li kesê reşşik dide peyamên shorbevan bîne dev ji evê reşşik didin wî berde..





hişyarî: nelet wekî biwêj hatîye bikar hanîn dîsa kî dixwaze dikare şaş fehm bike..



10.01.2016 19:23 | shorbevan

219. ji azmûnên mezin yên kurdan e. gelo wê kurd bikarin xwe bixwe malpereke înternetê bi rê ve bibin?



em bibêjin tirşik dewleteke serbixwe ya kurdan e.

1- zagona vê dewletê formata tirşikê ye. ev zagon bi nêrîn û pêşniyarên tirşikvanan hatiye nivisîn û li gorî şert û mercan dikare were rojanekirin.

2- divê her nivîskarê tirşikê li gorî vê makezagonê tev bigere. (jixwe wisa ye)

3- divê tiştên derî makezagonê neyên qedexekirin. weke mînak ger li gorî makezagonê reşşikdayîn serbest be, divê bi rastî jî serbest be. ger li gorî qanûnan her nivîskar bikare di binê her mijarî de binivîse, divê neyê astengkirin. yanî divê ne mîna qanûnên dewleta tirkan be.

4- divê demokratîk be.





li gorî van şert û mercan, ger di rêvebirina tirşikê de problemek hebe an jî ger li gorî serdemê problemên nû derketibin holê, wê demê divê ev problem li gorî normên li jor, werin çareserkirin.

yanî tirşikvan dikarin ji bo çareseriya probleman/îstîsmaran daxwaza guhertina qanûnan an jî çêkirina makezagonek sivîl bikin *



bi kurtî, ji bo ku bêyî ku parçe bibe an jî bikeve şerê navxweyî û birakujiyê: tirşik çawa dikare were îdarekirin? bila daxwazkarên dewleta serbixwe, pêşîn vê pirsê bibersivînin.



11.01.2016 00:07 ~00:13 | simurg56

220. dewleta carna hinek memûrên/ewlekarên wê bê sebeb min binçav dikin dibin asteng.. lê ez jê xweşim û ez kefîlim xwedê jî jê xweşe..



11.01.2016 00:32 | shorbevan

222. malpara ez lê dibînim hinek reşşika dixwin kêf dikin(bi aqilî) hinek dijûnîya dikin dibêjin gerîzekalî, hinek jî gazina dikin dibêjin bira jimera nebêjin gerîzekalî madem tu mafê xweyî reşşik bikartînê jê bigere bira jiwera bibêjin ehmeq û bêhiş ji xwe hûnê reşşik bidin.. : )



11.01.2016 17:33 | shorbevan

224. malpara karkerên wê yên reşşik didin madem zanin bi riya reşşikan kes bêrûmet nabe, tişt ji wan kêm jî nabe û dîsa bi ya xwe dikin.. lê yê reşşik dide çi dikebe dest? çima wisa dike? carna ez ji reşşikên ji kêfî tên danê gazin dikim wekî din min hê reşşik nedaye û ez nabêjim hûn jî nedin hetanî ji we tê bidin ka wê çi liwe zêde bibe ji xeynî dilhiştinê..



11.01.2016 18:08 ~18:14 | shorbevan

225. malpera van rojan xil û xalî ye.



10.02.2016 21:30 | azadixwaz

226. kurdistan e. wê qedera tirşikê weke ya kurdistanê be..



10.02.2016 22:07 | brusk56

227. malpara pêşeroja wê ronîye wekî rojê, ger ez bimrim jî ezê werim(ewê werin) lê binivîsînim edî shorbevanek nemir heye.. ka bira bihar bê.. hûnê têr têr qîbala bixwin(peyama bibînin)..



11.02.2016 21:31 ~21:32 | shorbevan

228. malpera ku em bi misilmanî bûn endam bi kafirî jê derketin ev çi îş e xwediyê çêleke* aqûbet li serê yên din*



03.04.2016 00:46 | ceso

229. (bnr: tirşika rast ne ev e)*



03.04.2016 00:47 | ferhenga şikestî

230. (bnr: gittiğin yol yol değil)



03.04.2016 00:50 | gulêê

231. (bnr: girdiğin yoldan biz geçtik)*



03.04.2016 00:52 | ceso

232. Di malperê de dema mirov peyamekî jê dibê rêza peyaman nayê guhertin. B fikra min lazim e rêza peyaman were guhertin. Weke mînak:

Di mijarekî de 10 peyam hatibin nivîsandin û ez bixwazim peyameka xwe ya berê jê bibim lazim e hijmara peyaman bikevê 9ê. Lê di tirşikê de ne wusa ye. Peyama min jêbirî xwiya nakê lê hijmara peyaman her eynî dimînê. Weke din peyama min di rêza 6ê de bê û ez jê bibim lazim e rêza peyamên nû weke 1 2 3 4 5 6 7...... bê. Lê di tirşikê de hijmara peyama min (6) xwiya nakê û ji peyama 5ê diçê peyama 7ê.. Moderatorên birêz eger ez fêm kiribim dikarin dest bavêjin vê pirsgirêkê. Belkî ne pirsgirêk bê jî. Belkî format weha bê.



14.04.2016 20:41 | nan û av

233. agahî: meseleya ku di peyama tirsik.net/87883ê de hatiye behskirin, hat çareserkirin.



14.04.2016 21:43 | simurg56

234. êdî ez wexta di tirşikê de derbas dikim , him xweş e û him jî bikêr e ...



15.04.2016 20:05 | reshyavash

236. malpera ku her cara ku lê vedigerim, psîkolojiya min xirabe ye. Gelo dibe ku ji bo aşbûnê têm vir? Sala 2014an dîsa di demeke wiha de li tirşikê germ bibûm. Bi xêra wê gelek caran min derd û kulên xwe ji bîr dikirin. Ku bizanibim dîsa ez ê ji bîr bikim, dikarim şev û roj tê de binivîsim. Va ye piştî çend mehan dîsa hatim, dinivîsim. Hêvî jibîrkirin, aşbûn û bipêşxistin be bila.



22.04.2016 01:12 | mergehez

238. li vê heftîyê tirşik wek sumaqa şûştî bû û min çi tam jê nestand.



sedem ...

şerê nivîskarên tirşikêne,

ewil erîşe shorbevan kirin , paşê nivîskarên jin û mêr ketin hemberê hev.

niha jî rasteqîn û yên dî...



bese yaw , xwişkno brano ! ji kerema xwere hişê xwe bînin serê xwe.



24.04.2016 23:14 | mijdar

239. malpara îro du roje ezê peyam bikebimê ewê min ji xwe bavêje û browsera min jî bigre ev çiye law dibê qey ez pir hewceyî wême û pir dixwazim lê binivîsînim herê berî minda çima geroka min digre?... gelo ê tirşikê li we jî radibe an li min tenê ? bê henek mereq dikim pirsgirêk ji ba mine an ji tirşikêye *



10.07.2016 21:42 ~21:43 | shorbevan

240. malpara niha meriv endambe û meriv nekebe sîstemê meriv nikare mijara bibîne?

(bnr: sîstema kemn ya tirşikê)

(bnr: sistema nû ya tirşikê)



21.07.2016 00:13 | shorbevan

241. nivîsek wiha dertê ; (stur:tu ne endamek kevin î! Agahî: Tenê nivîskarên tirşikê yên kevin dikarin naveroka tirşikê bibînin.

(Ger te têketinê nekiribe jî here têketinê bike)



21.07.2016 00:14 | shorbevan

242. (bnr: ohal)

oha! *



21.07.2016 00:17 ~00:18 | azadixwaz

243. bi tirkiyeyê re li tirşikê jî rewşa awarte hat ragihandin.

êdî yên netirşikînin wê nekaribin ji tirşikê mifayê wergirin û mijar û peyamên di tirşikê de bixwînin, bi qewlê delî emînê vîzonteleyê çi qas teqle ew qas tirşik, teqle nebin tirşik jî nîne. *



têbînî; xwezî ji zû de me ev sîstem rûniştandiba, heta niha pirraniya nivîskarên tirşikê bêyî ku bikevin tirşikê wekê mêvan çendekî xwe li ser tirşikê mijûl dikirin, û lêdidan diçûn, lê niha yên ku mereq dikin mecbûr in bikevin tirşikê û yê ketî tirşikê bivê nevê wê tiştinan bitirşikîne.



21.07.2016 00:21 ~00:49 | endazer

244. bawerke ev sîstema nûye.



carê ez ne têketî li vir mijûl dibûm ,niha ez mecbûrim têkevim.



ma ji ber ohalêye ? wîî.



21.07.2016 00:46 | mijdar

245. heta vê êvarî tiştekî wanî tunebû. çima? ji bo zêdekirina hejmara nivîskaran? ne mentiqî ye, bi ya min. lê heger ji bo ewlehiya tirşikê be, gengaz e, lê cardin jî niza'm.



21.07.2016 00:56 | biruya hayao miyazaki

246. ji bo ku tiştên nebixêr neyên serê nivîskarên tirşikê, êdî wê tenê ji aliyê nivîskarên tomarkirî û herî kêm 20 peyam nivîsandî ve were dîtin.

ji ber ku li bakurê tirkiyê rewşa ohalê hat ragihandin me tedbîrek wisa stand.

ji ber bêsansûriya tirşikê, di tirşikê de gelek peyam hene ku dikare serê nivîskarê xwe bixe belayê. bi vê gavê hêvî ew e ku rîsk were kêmkirin.



21.07.2016 00:58 | simurg56

247. bi leşkerê xwe mane heyrî, karê wan tune werin tirsikê xwe bi van 9-10 heb nîv nivîskaran mijûl bikin, ez li vir zanim mesrefa wan wisa dernayê.. û ji xeynî wî riya xwedê bi tirsik.netê nakebe, simurg56 jî tirşika xwe ji ferhenga hesab dike, ji kerema xwere yek Jêre bibêje ev ne ekşi sözlüke * wiha zêdetir balê kişandiye ser sûcdarîya me yanî kaşo vana sûcdarin ez wan bi veşêrim..





hatbinî; lawo vê seetê seeta nivîandinêye Xwedayê we heye bizorê me dikin sistemê.. meyê ji xwere du heb sernivîs bixwenda û razana.. ev nizanim çima hewqas kêfa we ji çêrare tê *



21.07.2016 01:16 | shorbevan

249. ferhenga înteraktîv yê kurdan e, lê mixabin nivîskarên wê kêm in, mixabin mêvanên wê jî kêm in. nivîskarên wê jî gelek caran dikevin qirika hev ji ber mijarên siyasî, partîtî û dînî. yek barzanîcî ye, yê din Apocî ye. yek atêîst e, gelekên din îslamîst in. gelek kurd în û yek jî êzîdî ye. piranî ku baz dane îslamîst in, pişta xwe dane tirşikê. hinek jî barzanîcîyên serîşuştî ne, lê tehmûla wan ji ya îslamîstan bêtir e. gelek ji wan dîsa vedigerin.



21.07.2016 17:02 ~17:02 | hola êzîda

250. sîstema şaşî di qodê wê da he ne. ez ne cînorek im, bi hesabê xwe jî neketimê. pistî agahîya simurg56 a li jor tirşik.net hesabê cinorek da pêş min. ez ne hacker im*

û bibore cinorek ji bo agahdar bikim min nivîsî..



21.07.2016 20:02 | cinorek

251. Geleke jê dûr im. Car caran min serîkî lê dixist bê ka çi lê diqewime lê way wê jî rewşa awarte ragihandî. simurg56 tedbîrên xwe girtî. Neyse bi saya vê yesaxê ez mecbûr bûm bikevim hesabê xwe û ku ketimê jî min piçek tirşikand. Lê gere ev yesaxa ne daimî be nek wê gelek zirarê bide tirşikê.



22.07.2016 02:23 | şêxê bêserî

252. Se-çar hefteya carekî dihatim û min çavê xwe li tirşikê digerand û ez diçûm lê mixabin birêz sîmurg jî li tirşikê biryara OHAL ê daye û format guhertiye êdî emê nikaribin tenê werin agirkî.. yên werin divê li derî bidin û yoklameya xwe bidin û cir'et bikin 2-3 peyam jî li tirşikê weşênin * Ser xêrê be *



22.07.2016 04:28 | kevçiyê dil

253. Ferhenga ku tedbîrên di cî de standiye. Di vê pêvajoyê de ku hukmat kê bibîne ji kar diavêje divê herkes gelekî haj xwe hebe. Ez dizanim ku gelek nivîskarên memûr hene di tirsikê de û ji kar avêtina wan aniha tişta herî rehet a dinyayê ye.



22.07.2016 08:02 | brusk56

254. Hewlekê di cih de ye. Ev erdoxan ê beraz dîn û har bûye û mirov nizane wê bela xwe bide kî. Heya ku rewşa komara tirk hinek sayî bît ev hewla ewlehîyê karek di cih de ye.



22.07.2016 09:07 ~10:55 | azad30

255. şevê dî ez di tirşikê de diçûm û dihatim ji ber xwede derketina min hat kirin. min got ezê têkevim got şifreya te ne raste. welhasil kod ji minre hat filan bêhvan min kir û nekir min ne karî ez şifreya xwe nû bikim...



min simurg56 re e-peyam şand , bersiv ne hat.



ez dîn bûm.

ve nîka 5 deqeye min karî ez têbikevim.



25.07.2016 12:51 | mijdar

256. agahî: ji bo ewlehî û kêmasiyan çend guherîn di tirşikê de hatin kirin. loma êdî herkes divê di têketinê de navê xwe tam binivîse. yanî şûna 'e', 'ê' nayê qebûlkirin û hûrbûn an jî girbûna tîpan jî girîng e. loma gelek kesan nekarîne têketinê bikin. lê niha problem tune ez bawer im.



25.07.2016 16:44 | simurg56

258. ha ji tere çepikek elegez, ji ber ku gazindên min jî heman tişte.



yaw, heta ez peyamekê dinivîsim derketina min tê kirin , dive ez dîsa têketinê bikim.



ez dixwazim ji ber xwede derketin neyê kirin lê bila piştî demekî mirov neçalak xuya bike,dema mirov tiştek tikand dîsa mirov bibe çalak.



yanî ji xwe ez jê fêhm nakim lê ev tenê daxwazeke.



27.07.2016 16:28 | mijdar

259. bi rewşa xwe ya heyî, yanî girtîbûna wê ya ji bo mêvanan û endamên nû zerarê dide malperê bixwe jî. ji ber ku êdî motorên lêgerînê yên weke google, yahoo fîlan, êdî tirşikê tune dihesibînin ji ber ku nikarin naveroka wê bixwînin.

lê weke tê zanîn ev rewş, ji ber neçariyê ye. di eslê xwe de ji bo tirşikê bingehek zagonî pêwist e ku him azadiya nivîskaran sînor neke him jî wan û malperê li dijî dadgehan biparêze.

ji bo vê yekê dibê nivîskarên tirşikê yên hiqûqnas alîkarî û pêşniyaran bikin.



27.07.2016 21:49 | simurg56

260. van rojan gelek lÎnkên di peyaman de pûç derdikevin, bi taybet lînkên youtubeê, çima?



29.07.2016 15:15 | endazer

261. êdî bawer dikim ku ji bo bikaranînê malperek gelek tevlîhev e.

ji ber ku mixabin hê moderatorên wê jî bi saxî û selametî nikarin vîdyoyên youtube'ê parve bikin.

(min dîsa vîdyoyên ku naxebitin, rast kirin)



agahî: ji bo ku hûn vîdyoyeke youtube'ê parve bikin, tiştek nekin. tenê di nivîsa xwe de lînka vîdyoyê bikin, wê tirşik otomatîl vîdyoyê nas bike. ger hûn pêl li bişkojkên din bikin, wê vîdyo nexebite. off of.



29.07.2016 20:26 | simurg56

262. Malpera ku piştî nîqaşên dûvdirêj biryara hin tedbîran ji bo wê hatin dan. Li gorî tedbîr baş in ji bo silametiya Malperê û nivîskaran.

Lê têketin problem e di telefonê de. Her carê divê mirov pê li bijkoka menuyê bike û paşê pê li bijkoka têketinê bike. Xêra xwe simurg56 piştî nivîsa hişyariyê bijkoka têketinê jî bi cih bike lo.



05.08.2016 23:58 | mergehez

263. agahî: bişkojka j'xwe re têkeve hat çêkirin.



06.08.2016 08:56 | simurg56

264. birastî ferheng û malpera civakî ji bo me kurdan kêmasîyek bû. Divê wekî vî ferhengê çeşîdên malperên bisûd zêde bibe.Belam bi axaftinan çênabê, ked û xebat hewce ye. Ez spasiya xwe ji xebatkar û kedkarên vî malperê re dişînim.



06.08.2016 09:45 | rûbar

265. agahî: êdî mêvanên tirşikê jî dikarin naveroka tirşikê bibînin. lê tenê mijarên ku ne sîyasî ne.

ger mijar, siyasî be wê demê tenê nivîskarên kevin û hinek peyam nivîsandî, dikarin peyaman bixwînin.

mixabin kategorîzekirina mijaran hê %27 fîlan maye. loma kategoriya hinek mijara ne diyarkirî ne.



07.08.2016 20:13 ~2016.08.08 23:16 | simurg56

266. malpera ecêbekê dihewîne. li serupela wê de peyamên 24 saetên dawîn dixuyên, nizanim çawa dibe lê 30 mijar 28 peyam dinivîse aniha.ev çawa pêkan dibe gelo tirşik dikare ji me re bêje. yan serê tirşikê tevlîhev buye?





nîşe: ez têketî me.



08.08.2016 12:44 | azadixwaz

267. bêriya nivîskarên wê yên kevn dikim ku ev demeke natirşikînin.



13.08.2016 00:22 | endazer

268. bûye cîhê serdana min.

her bi hatinê min peyamek binivîsiya dê bihar bihata tirşikê :/



24.08.2016 01:07 | berxweda

269. Malpera van rojan gellek caran malpera hostgator derdixîne ye. Niha jî bo peyamên taybet ev pirsgirêk derdikeve.



25.09.2016 22:41 | berxweda

270. lê mayînde nîn e ev rewşa. Tu rûpela pêşîyê vedikî pirsgirîk radibe



26.09.2016 00:43 | bûtîmar

271. tirsik.net malpera min e. : )

(bnr: coming soon)



26.09.2016 00:58 ~00:59 | cekdar

272. niha peyama dike shorbe karakterên wiha dikebin nivîsan; ///////



27.09.2016 18:29 | shorbevan

273. peyama sêyem a mijara şerîfê temo ye. şerîfê temo/95000

xwediyê peyamê xwelî li ser e. min gotibû kesên peyama hezarî binivîse ez ê pirtûkekê diyarî wî bikim. bila li ser xêrê be *



18.10.2016 21:14 ~21:51 | berxweda

274. 2 xelatên din eşkere dikim. dema peyama 96 hearan hat nivîsîn wê pirtûkek ji xwediyê peyama bêdestûpê/96000 an re here û wê yek jî ji nivîskarê 30 rojan re here. heke her du kes heman kes bin wê xelat ji duyem nivîskarê 30 rojan re here *
Here lînkê



19.10.2016 14:13 | berxweda

275. doh (28.10.2016) gotin internet li bajarên bakûr hatiye birandin.
dibe ku ew e sebaba kêmbûna mijaranê rojane li ser tirşikê.



27.10.2016 07:07 | cinorek

276. malpera ku meha borî bi 653 peyaman ve meha xwe a herî bêbereket derbas kir.



03.11.2016 16:44 | nazim tolhildan

277. malpera ku ji ber sedemên teknîkî, ev çend roj bûn naxebitiya.
niha problem demdemî be jî hat çareserkirin. lê beşa ferhengê ya tirşikê wê demekê nexebite û malperên wergerine.net û turkcekurtcesozluk.com jî girtî bin.
ji bo vekirina wan û ji bo ku ev problem dubare nebin, em ê tişta ji me bê bikin.



20.11.2016 05:29 ~05:32 | simurg56

278. Herî dawî 17ê mehê, saet 9ê sibê sîmurg56 tirşikandiye û hew! nêzî 69 saetan girtî maye tirşik. di vê navberê de li kurdistan û li dinyayê gelek tişt qewimîn, lê me nekarî em di tirşikê de binivîsin.
ricy martin bû zavayê kurdan me nekarî em bêjin ser xêrê be ;)



20.11.2016 06:24 | endazer

279. malpara astengkirin tiştek çewaye bi xwedê daye nîşan, wekî hûn dibînin qafê meriv rihete, çi tên serê xwe bi nivîsandin û simurg56re diêşînin * niha wisa kêfa min lê hat * *



20.11.2016 11:55 | bernadim

280. ferheng hê jî naxebite.



20.11.2016 12:12 | cinorek

281. malpera ku ji ber nexebitîna wê çend roj girtî ma û me nû ferq kir ku em çiqas hînî bûne. bêyî tirşik mirov xwe kêm hîs dike. her roj qet nebe carekê mirov dixwaze têkevê da ku çend tiştan bixwîne û binivîsîne.



21.11.2016 09:43 | nazim tolhildan

282. malpera nivîsek bêt xwendin lê nîne.



21.11.2016 21:37 | xwedêda

283. malpera ku di hundirê wê de nivîsên hêjayî xwendinê gelek in.



22.11.2016 01:07 | biaqila malê

284. malpera ku bo hinek kesan (mina min) bûye mûbtelayî.
her çikas ku pir zêde nenivisimse jî ez hema hema her roj dikevmê û çi hatiye nivisandine dixwinim...



22.11.2016 04:48 | cinorek

285. Dema ku vebijêrka ''panel''ê vedikim ji min re dibêjê :
ji têketina te ya dawîn heta niha
42 çeppik, 5 reşşik û 1 dengên ecêb dengên ecêb ji te re hatine dayîn û 89221 peyam li tirşikê zêde bûn.
We çi demî evqas peyam nivîsîn ezbenî. An di malperê de pirsgirêkek heye ?



29.11.2016 19:57 | nan û av

286. pirsgirêk heye. Ew 89221 peyam, hejmara peyamên giştî ye (barikem peyamên jêbirî ne têde ne. Ji ber ku hejmara peyamê giştî 95 hezar filan e niha)



29.11.2016 22:36 | bûtîmar

287. çend roj e pirsgirêkên wî hene ez dibêm qey. cihê profîl (ez) winda bûye û niha jî gava ku ditikînim panelê rûpel venabe. bila haya kak simurg hebe.



02.12.2016 17:32 | endazyar

289. ji meha tebaxê vir ve hisabê min xwediyê pirsgirêkekê ye. ji wê mehê vir ve li navbera bijkokên "vebijêrk" û "derkeve" hejmara "2" dinivîse ku ev tê vê wateyê: 2 payamên taybet ên ku ji kesên din ve hatiye şandin. Lê tiştekî wanî tune ye.



19.01.2017 20:52 | biruya hayao miyazaki

290. Çend rojin jibo min bûye teşxeleyek.
Cihek xweş e lê dive zêdetir aktîf bibe.



07.02.2017 19:48 | elaziz izzetpasa camii

291. Bername ger bikanibe taybetiyeke weke facebook ê li xwe zêde bike ez bawer im dê baştir û geşetir bibe



08.02.2017 11:09 | darînê daryo

292. Ji taybetiyê mebest ketin û gihaştine malperê divê hêsantir bibe.



08.02.2017 11:10 | darînê daryo

293. Stara ciwanên kedî ye.



19.02.2017 12:36 ~12:56 | gumgumok

294. Par vî çaxê meha remezanê de tirsik.net wekî nivîskarên xwe rojî digirt (!) sist û lawaz bûbû lê spas ji xwedê re nivîskarên wê îsal him rojî ne him jî peyî karê xwe ne, ji çalepka ber bi çarniga direvin...

"Hespê mîrê min qir û hêşîn
Tere dilîze li ser lingê pêşîn
"



02.06.2017 19:08 ~19:13 | mîr

295. malpera ku di BasNewsê de qala wê hatiye kirin, berê jî di BasNewsê de çend nûçe li ser hebûn:Here lînkê



08.12.2017 13:27 | xendekî

296. malpera ku min xwe tomar kir û aniha tê de me. Emê bibînin ka çi heye çi nîne. her tişt bi riya xwe de bibe ezê gelek binalim.



08.12.2017 23:16 | bilbilê dilkul

297. Tiştek mina peyama hefteyê hebe ew ê baş be.
Bila peyama herî zêde pûanê hildigire be hilbijartin.



17.12.2017 19:19 | cinorek

298. -----perde----
seromoniya qeydbûna tirşikê li min bû xezeb û bariya. law dîn bûm.
ev du sal in hevalekî min î kurdewar heye (erê tenê yekî, 1) û min carê digot lawo dev ji malperên din berde û bitirşikîne, qedr û qîmeta wî gelek mezin e li ber dilê min. wî jî du sê caran ceribandiye lê di asta qeydbûnê de dev jê berdaye. tew min jî ji xwe xwe digot, ma meriv nikare malperekî xwe qeyd bike û min henekên xwe bi wî re dikir. tew îro ez bûm mijara henekê ji ber ku lêwik rast gotiye,

(bnr: çanakkale geçilmez).

di pirsa kontrolê de ez qehirîm, be'icîm, hêrs bûm û hwd.
pirs ev e:
sê caran 20 dike çend?

meger lawik di vê pirsê de noqî heriya tirşikê bûye. min got çawa? helbet 60 e. wî cerriband. got, na nabe. min carekî din pirsê xwend. bi rastî jî kirariyên pirsê yên bi kurdî, nebe derew lê min berê nebihîstibû. min got, na lo qey tu çewtiyekî din dikî. cara sisiyan min got, navnîşana xwe bişîne, ka navê kodê ya xwe jî ez ê qeyd bikim!

ne 60 bû ne şêst bû ne jî min got gelo pirs bi xwe ye? û pirs jî car din nivîsand. lê her carî got [pirsakontrolçewt] tu yê bibêjî qey bi henekî dibêjî ["porsokontroloçowt]" ez hêrs im û min xwe kir riswa. :(

niha li vir im.

----perde----

ji bo xwedê alîkarî? ji kerema xwe? bonvulu? please? bitte? s'il vous plaît?*)



20.12.2017 16:45 | biruya hayao miyazaki

299. ji bo endambûnê, li bersiva "kurdistan" digere.
di eslê xwe de pirsa kontrolê ev e "Navê welatê kurdan çi ye?" û bersiva rast jî kurdistan e.
çawa çêbûye nizanim (belkî di pêvajoya rojanekirinan de) pors dîsa bûye weke berê lê bersiv hê kurdistan e. problem çareser bû.



20.12.2017 22:26 | simurg56

300. Bi rastî, wek nivîskarekî nû ê tirşikê, ezjî dibêjim kû heta kû min qeydî temam kiribû ez beecîbûm. Hew mabû min dev jî berdaya.



21.12.2017 09:31 | xemrevîn

301. hevalên min jî qeydê da zehv zehmetiyê dikşînin.
çend hevalên min jî nikaribûn qeyda xwe çêkin, vazgêç bibûn..



21.12.2017 11:13 | bûtîmar

302. malpera ku xwedê kirî min berê de qeyda xwe lê çêkiriye. xuya ye ku qeydbûn zehmet e êdî *



22.12.2017 00:02 | brusk56

303. dema bikarhêner pêl sembola tirşikê dike, tirşik guldesteyeke peyaman tîne ber meriv. hah, min ev tiştê han, nû ceriband û te'am kir û pir hez kir. car caran li rastî peyamên xwe jî têm û dibêjim, gelo çepikekî bidim dê pir qurre xuya bikim*.

tirşik pir şêrîn e yaw, bibaya min ê teklîfê bikira. *



27.12.2017 20:50 | biruya hayao miyazaki

304. sertîfîka xwe tine, mirov nikare pişte xwe pê de ku şîfreyên xwe bişîne welleh. Gerek ku ewna yên desthilatdar çareserîyeke lê bikin.



02.01.2018 19:33 | aqilkêm

305. belkî berê hatibe gotin, lê nikarim di 16 rûpelan de bigerim. * navbera risteyan* pir nêzîkî hev in ew qas ku di peyamên dirêj de, bi taybetî yên ku paragrafan nahewînin, çavên min nikarin risteyên xwe bişopîne, hemû herf û peyv tevlî hev dibin. min li ekşîyê jî neriya, lê ya wê firehtir e. gelo tirşikvanên din jî vê tiştê dijîn?



11.01.2018 00:41 | biruya hayao miyazaki

306. "belkî berê hatibe gotin, lê nikarim di 16 rûpelan de bigerim. * navbera risteyan* pir nêzîkî hev in ew qas ku di peyamên dirêj de, bi taybetî yên ku paragrafan nahewînin, çavên min nikarin risteyên xwe bişopîne, hemû herf û peyv tevlî hev dibin. min li ekşîyê jî neriya, lê ya wê firehtir e. gelo tirşikvanên din jî vê tiştê dijîn?"

agahî: hat rastkirin. ango êdî di navbea rêzikan de zêdetir valahî heye û bi vî awayî xwendin belkî hêsantir bibe. spas ji bo ragihandinê.



11.01.2018 17:15 ~17:15 | simurg56

307. Teşekkûr @simurg56
( Seba tirsik.net/104394 )
Naha pir rindtîr bû.
Xwedê razî be.



11.01.2018 17:49 | elaziz izzetpasa camii

308. @simurg56 gelek spas, niha ji berê baştir bû.



11.01.2018 20:00 | biruya hayao miyazaki

309. derdekî min heye:
dema ez dixwazim mijareke fîlm/rêzefîlm vekim, geh li tirşik geh li beşa fîlm, agahiyên lînkên imdb nayê girtin. bi rastî min neceriband ka meriv bi destan dagire, dê pergal qebûl bike ya na lê bi vê halê xwe ez dîn kirim. di hefteyekê de cara sê yan çar e, ez pêrgî vê meselê têm. vê çaxê min xwest bêkategorî mijar vekim lê ew jî nebû. û niha ez hewce dikim, binivîsînim. xwedayo!

sana-ya skam divêt li vir bê qalkirin. *



21.01.2018 19:43 ~19:44 | biruya hayao miyazaki

310. malpera ku sal bi sal hejmara peyamên wî kêmtir dibe her çend meh carek yekek tê li rojê 20-30 peyam dinivîse û ev jî piştî çend hefte wekî yên din tişt nanivîse niha umed wisa bûye



05.02.2018 19:13 | mindal

311. Ferhenga înteraktîf a ku haja her kesî pê heye lê kes tê de nanivîse ye..



15.06.2018 23:54 | bûtîmar

312. ber bi hilweşînê ye. îstatîstîk wiha dibêje. çalakiya "roja nivîsandinê" divê bi ya min, lê kî dibîne û dixwîne nizanim.

nîşe: ecêb e, rûpela "zindî" berevajiya rûpela îstatîstîkê dibêje: gelek nivîskarên nû hatine erêkirin lê tu ji wan kesekî ne li hortê ye.



09.09.2018 20:14 ~20:18 | biruya hayao miyazaki

313. nêrîna we der barê pirsa li wêneyê çi ye?
Here lînkê



11.09.2018 14:15 | biruya hayao miyazaki

314. malpreke xoş e, kurda hînî rexneyê dike, malron bin..



11.09.2018 19:09 | rojgar

315. Peyvên ku ez di ferhengan din de nabînim ez li vir dibînim. Ne tenê ferhengeke înternetaktîv e foruma Kurdî ye û mijarên bisûd hene. Divê em zêdetir binivîsin û bixwînin di vê foruma Kurdî de.



12.09.2018 02:58 | hesinkar

316. peyvên ku ez di ferhengan din de nabînim ez li vir dibînim. ne tenê ferhengeke înternetaktîv e foruma kurdî ye û mijarên bisûd hene. divê em zêdetir binivîsin û bixwînin di vê foruma kurdî de.



12.09.2018 03:00 | hesinkar

318. Ez bawerim ku seo'ya malperê baştir bûya yê gelek pêyvande li ser motorên lêgerînê sereke bibûya.Wê demê yê bigihîşta zêdetirîn kesan.
Lê ez pirr jê kêyfxweşim ku karek wiha hatîya domandin.Ji bo kurda tiştek wiha pêwîst bû.



28.03.2019 19:29 | brzn

319. Mirov dikare li ser pir mijaran di vê malperê de sûd werbigire. Mirov dikare xwe bi pêş bixe û zêdetir li ser mijarên cuda binivîse.



28.03.2019 19:35 | hesinkar

320. Ez hemberê vê fikrê me ku kesên difikirin û dibêjin yaw hejmara kesên li ser tirsikê hindikên filan bêvan.Lê ez wisa nafikirim.Ya rastî eve ku Tirsik.net dibe piçûkbe û dibe nivîskarên wî hindikbin jî lê cîhek ne hêsane û ne jî erzane.
Erê konsepta wê wek "(bnr: ekşî sözlük)" tirkî be jî lê sed carî ji wir û peyamên ji wir baştir peyam li vir tên weşandin.Ji bo wî tirsik.net hêja ye!



28.03.2019 19:45 | brzn

321. carna hebûna wê bi demeke dirêj tê jibîrkirin bo min. carna jî di dilê xwe de dibêjim ew qas kesên çalak hene li vir çima kes ji wan nayê wîkîferheng û wîkîpedîya kurdî. pey re dibêjim boş bide bila here. Ev der, çima xoşîya merdimî pê têt şima zanî, yanê tu dikarî çawa hate ber devê te tu wisa xeber bidî. hema belasebeb. tiştên beredayî dikarî binivîsî. mîrata wîkîpedîyayê wisa nîne, mêrik tê bo çend hevokan bi te re dikeve nîqaşê. Îcar nizam.



29.03.2019 00:01 ~22:00 | serhednişîn

322. Hem ji bo bipêşxistina zimanê hem jî bo zanebûnê malpereke pîroz e. Mirov dikare li ser gelek mijaran binivîse an jî danasîna pirtûk û fîlman bike.



29.03.2019 00:10 | hesinkar

323. wek min got seo'ya vir tune û kêm e.Li ser googlê bi navê "tirsik" va jî nehatîye asta xweya yekem.
Nav ( title ) û nasandin (description) malperê jî tune.Ez bawerim ku ziman (
zimanê kurdî nayê nasîn li ser googleê ) ne hewceye lê xeynî ziman mîjarên ku hatine nivîsandinêda jî ev malper tune.



29.03.2019 00:53 | brzn

324. mala me ye..



29.03.2019 12:26 | bûtîmar

325. Min biryar da kû ez êdî nakevim "ekşîsozluk" a tijî faşîst û dijminê kurda bûne. Ez hatim vir. Ev der mala min e. Li wir her kes pehîna xwe li kurdan dixe, min carek din jî fehm kir; bê welat jî mirov nikare bijî**



29.03.2019 13:31 | azîzko

326. Rojek dibe ku bibe referansek mezin ji bo kurdên ku dest bi hînbûna zimanê kurdî dikin.



25.04.2019 23:29 | brzn

327. malpera ku heta niha kedek dêwesa lê hatiye dayîn.
ew ê elbet rojekê biçirise weke stêrkek.



25.04.2019 23:43 | brusk56

328. Çima hinqas bê denge lo



05.05.2019 00:35 | masîyekjinavbehrawanê

329. Malpera ku bi bêdengiya xwe êdî bêhna min teng dike.

Berî qe nebe simurg56 hebû. Ew jî bû çûk û firî çû. *

û Ferheng jî naxebite. Haja kesê jê heye gelo ? :(

twitter jî li gorî min nîn e ezbenî. Li wê derê jî bi henekên eletewş û bi xortên ku li pêy keçikan û keçikên li pêy îspatkirina xweşikbûna xwe tijî ye.

Bû salek min dev jê instagram û facebookê jî berdaye.

Yanî tirşikvanên windabûyî û ji-tirşikê-dûrketî, tu warê min xeyn ji tirşikê tune ye.

Ez xwelîsero çi bikim ?



25.07.2019 19:54 | xelîl

330. dema ji min dûr be, kêmasîya wê di kurdîya xwe de hîs dikim.

ev bi qasê mehek e ku ji tirşikê dûr im. piraniya wextê min li kar derbas dibe û li wir tenê bi nexweşan re û ten bi 10-20 peyvan bi kurdî diaxivim weke din aktîvîteyek min ya bi kurdî nîne. lê tenê di nava mehekî de jî pê hesiyam ku mejiyê min êdî wek berî nikare peyvên kurdî ji arşîva xwe derxe û têxe hevokê.
ji ber ku keça min êdî diçe dibistanê, êdî hînî tirkî jî bû. loma zimanan tevlşhev dike û dema bi kurdî diaxive gelek peyvên tirkî tevlî dike. ez jî bi zimanekî nerm wê hişyar dikim û kurdîya gotina wê jê re diêbjim ku hîn bibe. aha tam di vê rewşê de dibînim ku ez jî hinek asê dibim di dîtina kurdîya beramberê hinek peyvên bi tirkî de.

welhasil, me go merheba. û cihê keyfxweşîyê ye ku tirşik bêyî nifşa ewil ya nivîskarên tirşikê jî li ser lingan dimîne.



27.07.2019 19:47 | simurg56

331. Belê brêz simurg56 vegera tirşikê. Çavê me rehen!

Lê ferheng hêjî naxebite gelo. Divê çareseriyek bête dîtin ji bo wê.

Nizam tiştek ku em bikin heye ?



28.07.2019 09:12 | xelîl

332. Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hevalê min li gora behs dikir dixwest mallereke ava bike. Tam formata tirşêkê de. Min jî jê re got ji xwe mallereke bi vê rengê heye. Moralê wî yekcar xira bû.

(bnr: xwasteka yekembûnê)



03.08.2019 00:35 | serbes

333. Malpera ku zû ve ye jê dûr mabûm. Min îro got ka bikevimê ka çi heye çi tine lê mixabin bi qasê ku min dîtî li ber sikratê ye, çalakbûna berê hîç tine ye. Neyse min xwest bi nav û şîfreya xwe têkevimê lê mixabin min şîfreyê jî ji bîr kirîye. Min ji emaila xwe re şîfreya nû xwest lê tiştekî ecêb qewimî, li sernivîsa e-maila hatî "organikurunevi.com" dinivîsî, bila haya malpersazan jê hebe...



12.09.2019 02:29 | oxir

334. platforma azadîyê ye. nivîskarên wê jî (bnr: tirşikvan) gişt mîna wê ne, serbest û serbixwe.

piştî nivîsandina 10 peyaman hûn jî dikarin bibin nivîskarekî\a azad. wekî nimûne, hûn dikarin rasterast heqeret li elewîyan bikin. serbest e.

/89008



16.11.2019 12:31 | mirovekirind

335. Li tirşikê Tam şeş roj paşê şeş salên min diqedin. Erê erê tam şeş sal in ez di tirşikê de dinivîsim. Min li vir gelek dostên hêja dîtin û bi wan re bûme heval. Îroj min go binêrim bê ka min kengî qeyda xwe çêkiriye, ji min tirê hê du sê sal bûye belkî Angaşteke fîşalkirî be lê heqîqeten hêj bawer nakim ku bûye şeş sal. Dema min tirşikê nas kir ez di zankoyê de xwendekar bûm hê pêvajoya aştiyê hebû hê pîra min û bavê min sax bûn hê ezep bûm hê zarokê min û mala min tinebû hê 23 salî bûm hê di porê min û riyê min de tayên spî tinebûn hê neketibûm kêlî û aliyên xedar ên jiyanê. Aniha, aniha bûme 29 salî porê min riyê min hetta simbêlê min bûne spî bê henek. Pêşî bûm memûr çûm Stenbolê paşê pîra min mir, paşê hatim Amedê paşê zewicîm paşê bavê min mir paşê kurê min çêbû, ji ser memûrtiya min re şeş sal derbas bûn, min mal kirrî, fêrî ajotina erebeyê bûm û min erebe kirrî, zarokekî 23 salî bûm lê aniha ev 14 meh in zarok mezin dikim. Pêvajoya aştîyê hebû rewşa kurdî û ya kurdistanê her ku diçû baştir dibû, aramî hebû hizûr û bêhnfirehî hebû aniha şer heye xwîn heye, di nava salekî de wek ku sedsalek di ser me re derbas bûye me li dewsa emrekî bîst Emr li xwe zêde kir. Lê tiştek bi tenê tiştek neguherî, 6 sal berê jî wexta saet dibû nîvê şevê, min têlefona xwe digirt destê xwe, diketim nava nivînan û diketim tirşikê. Aniha jî bûme 29 salî ketime nava cihê xwe û bi têlefona xwe di tirşikê de dinivîsim. Xudê emrê tirşikê zêde bike 6 sala me bera bibe 60. Na na ez nagirim dirik ket çavê min:(



24.11.2019 23:24 ~23:26 | ferhenga şikestî

336. ferhanga ku ez gelek ecibandime.
gelek nivîskarên kevin ên gelek hêja vegeriyane û dest bi nivîsandinê kirine.
ger tirşik bibe weke berê, belkî welatê me jî bibe weke berê, şer bisekine..
di pişt de mûzîkek xemgîn heye îcarî giriyê min hat..



24.11.2019 23:43 ~23:43 | brusk56

337. ya min jî şeş sal çêbûye. 22 roj bûrîye jî. *
belê, berî şeş sala ez bûm endamê tirşikê. min kurdîya li vir pêş xist. min gelek mirovên hêja bi xêra tirşikê nas kir. min gelek tiştên xweş ji tirşikê wergirt. carna min kêf û kelecana xwe berî her kesî ji tirşikê re got. xwedê tirşikê ji parîka nanê me kêm nekê. *



25.11.2019 23:38 | xwelî li ser

338. Nêzî şeş meh e her roj dikevim û entrya dixwînim nû bûm endam, çima nû? Heyran çend roj e, tirşikvan zêde bûne min got bes e, ev roj îro ye. Û min qeyda xwe çê kir. Homa xêr bikero.



25.11.2019 23:47 | kajav

339. malpera ku êdî mirov sernivîsan wenda dike.
dixwazim peyamek binivîsim, ew sernivîsa ku dixwazim lê binivîsim li nav 4 rûpel sernivîsan de wenda bûye.



01.12.2019 00:08 | brusk56

340. Malpera ku van rojan bi coş bûn û qelebalix bûna xwe daxwaza min a nivîsandina bi kurdî dîsa hil û geş kiriye.



01.12.2019 00:15 | xelîl

341. Ferhenga ku min bikaranîna wê ji bîr kiriye. ev saeteke ku ez li rûpela ku meriv nivîskarên online (têdeyî) didît digerim û nabînim. (bnr: emojiya rûtirş)



01.12.2019 01:35 | ceso

342. Bi Xwedê kî çekiri be , dest û pîyên wî sax bin, bi xera wan mirov derdên xwe jibîr dike. Çiqasî dinivîsim ewqasî ez ji derdên xwe dûr dikevim. Sipas tirşik.net.



02.12.2019 00:10 | merwano

343. yaw rûpelek pir xweş e.
herî zêde, dema entryeke dinivîsim lê bi xeletî pêl derekê dikim û diçe rÛpelekî din, pêl tûşa paş dikim û entrya min nivîsandÎ derdikeve ber min, jê hez dikim. *



02.12.2019 20:38 | brusk56

344. malpera ku ez rastî pirsgirêkek wê hatim. gav dî nivîskarekî hê sê peyam nivîsandî min erê kir û hersê peysmên wê xuya bûn. lê peyamên wê yên vê dawiyê xuya nabin. gelo sedem çî ye? bi hêviya ku konseya rêvebera tirşik.netê sibê vê meseleyê çareser bike.



05.12.2019 02:25 | ceso

345. @ceso
Mixabin dema çomezek were erêkirin û tam di wê navberê de ew çomez girêdayî yanî online be, pirsgirêkek wisa derdikeve holê.
Di rewşên wisa de, piştî erêkirina çomezî, ew çomes ji bo carekê ji sîstemê derkeve û dîsa têkeve, problem çareser dibe.



05.12.2019 07:22 | simurg56

346. Li ekşi sözlükê faşîstekî di bin sernavê tirşik.net de gotibû “nêzî 40 mîlyon kurd hene lê ferhenga wan de 3-4 meh e, entryek nehatiye nivîsîn”! Piştre min dît entrya wî xuya nake, leyla bûye. Lê çi ecêb e tê tirşik.net dinêre helal be ji mêrik ra, wî pîroz dikim!



05.12.2019 22:38 ~2021.05.01 19:57 | kajav

347. malpera ku, sernivîsa soundtrackên bijarte hatiye asê kirin. haya min ji vê yekê tune ye, sedema wê nizanim. min hewl da peyamek li wê sernivîsê binivîsim lê hişyarî derket pêşiya min.

(bnr: em li benda daxûyaniyê ne)



08.12.2019 23:49 | brusk56

349. pêşîn; soundtrackên bijarte/38601

dû re, bi qasê tê bîra min û texmîn dikim, ew mijar hatibû asêkirin ji ber îstîsmarkirina nivîskarê hêja û devgirtî birêz yoda.



09.12.2019 18:59 | simurg56

350. ev du roj in nikarim têkevim peyamên taybet ên ku yoda şandiye min lê dikarim yên din bibînim û bixwînim. çima?



09.12.2019 20:44 ~21:09 | biruya hayao miyazaki

351. Milê rastê cihê peyaman her tim peyamekî ji min ra hatî dixuyê lê dema diçim beşa peyaman, ti peyamekê nû tune ye.:/



09.12.2019 20:56 | xelîl

352. @ biruya hayao miyazaki çareser bû.
@xelîl, peyama ku ji te re hatîye, paşê ji alîyê şandîyar ve hatîye jêbirin loma wisa çêbûye. hat çareserkirin.



10.12.2019 20:22 | simurg56

353. sernivîsa ku weke sernivîsa tirşik forum tê bikaranîn.
ji kerema xwe re pirs û pirsgirêken xwe di sernivîsa tirşik forumê de biaxivin.

sibe dÛsibe dema yekî li vê sernivîsê binêre wê bixwaze peyamên di derbarê tirsik.net 'ê de hatî nivîsandin bixwÎne. ne peyamên di derbarê arîzeyên biçûk de.



10.12.2019 23:42 | brusk56

354. gelek pasîf e.
erê bi xwedê.

berê ne wisa bû herdem kelecanek hebû. aniha ew kelecana xwe wenda kiriye.
îro roja zimanê zikmakî ye. tu amedekariya me tune ye.

me dikarî em bi xatirê roja zimanê dayikê, em tirşikê bi peyaman bixemilînin û tijî bikin. di twitter'ê de di taga #herrojbikurdî de gelek tweet hatiye avêtin. me jî dikarî bi taga tirşikê, tevlî wan bûbûye. teqez we gelek balê kişandibe ser xwe. çawa nehat bîra me *



21.02.2020 22:45 | brusk56

355. Kurdînûs berê xwe dane Twitterê. Zû de ye li Twitterê de tune me. Niha dinêrim bi geş û coş dinivîsin xwezî bihatina li vir jî binivîsandibana.



21.02.2020 23:06 | kajav

356. Rêvebir her tim, Nivîskar jî nivîsên ku diecibînin divê li ser torên din parve bikin van entryan da ku hayê xelkê bêtir jê çêbibe.



21.02.2020 23:14 ~23:14 | yusiv hemed

357. ferhenga tenêtîya bajarek valebûyî dide hîs kirin. Çend kes mane bajêr de pêjn ji wan jî nayêt.



21.02.2020 23:40 | hespêsor

358. rojek were an wê tevayî biqede ango wê tevayî bibe çavkanîyek mezin bo kurdên kurmancîaxev.

nîşe:dibe ku kurdên bakûr hê xewda bin.



22.02.2020 23:18 | brzn

359. Ferhenga înteraktîf a kurdî ya ku ez pê şanaz im ji ber ku li ser mijarên virtîvala nizam çend hezar entry nayên nivîsandin.



23.02.2020 23:05 | xelîl

360. Bi rastî xêra tirşikê re di warê kurdî de bi gelek tiştan hesiyam. Û min rastiyek mezin li ber çavê xwe dît: li ser zimanê me xebatê cûr bi cûr û bi zanistî dibe. Min doza Malperê li ser netê ku meriv kare binêre û sepanê kêrhatî û hwd kir. Li ku derê rûdinim hema behsa tirşik ê dikim. Û hemûya vedixwînim vir lê zêde nanêrin. Ji bo min nîmetek bêhempa ye. Yê ku ava kiryiye û dinivîse mala wan hezar cara ava be*



23.02.2020 23:21 | rizgarm

361. Eger heta niha mabe piştî niha jî wê dewam bike.



24.02.2020 22:52 | endazer

362. hewceye ku li ser malpera wê rojeveki hebe ji bo pirtûkên (bnr: kurdî) yên nû derdikevin, bi wî awayî wê nivîskar dikaribin firk û ramanên xwe pêşkêş bikin li ser wan pirtûkan.



23.03.2020 06:16 | afa

363. Cima hesapê instgramê tinne?



23.03.2020 22:35 | dilreş

364. Ji bo çi ewqas bê deng û pasif e gelo! hewce ye hinek were bihîstin, nivîskar û xwendevanên kurd pirin lê haya geleka ji tirşik.net ê tuneye.



24.03.2020 16:56 | afa

365. Malpera ku ez bawerim ji aliyê gelek kurdîheza ve tê şopandin. Li ser tora civakî hin hesab li gor mijarên tirşikê parveyan dikin. Ev çend care ez wiha lê rast têm lê dive bê hemdî be jî.
Van roja bi saya tirşikvanên nû tirşik geş bûye, her kes di mal de ye, ez bawerim dê geştir jî bibe.



24.03.2020 22:37 | tîrêj zana 21

366. Yaw malperek gelek qedirbilinde lê gelek kêmasî hene yan jî ez nizanîm bikarînêm. Mînak em çîma nikarin nîvîskaran re peyaman bişînên. An jî çima em nikarin profîla xwe binêrên.



29.03.2020 03:08 | masîyekjinavbehrawanê

367. min hesabê înstagramê ya fermî dît. ser xêrê be Here lînkê



29.03.2020 04:01 | kajav

368. @masîyekjinavbehrawanê,
ew tiştên ku tu dibêjî, hemû jî di tirşikê de hene:
(bnr: vîdyoyên li ser bikaranîna tirşikê)
van vîdyoyan temaşe bike.



29.03.2020 11:28 | simurg56

369. Xwezî me bidîta çend kes online e.



29.03.2020 13:54 | dilreş

370. @dilreş tu dikarî bibînî ka çend kes online in. bikeve panela xwe, li jêr dixuye: Here lînkê



29.03.2020 13:59 | xendekî

371. Yekemîn û tekane ferhenga înteraktîf ya kurdî ye.wek min li vir tirsik.net/118523 jî gotiye ji ber vê vîrûsa koronayê her kes di mal de ye (ne hemû kes, piranî) û derfet heye ku li ser tirşikê binivîsin.jinga min xwe tomar kiriye û heya niha cara yekem e ku dibînim 115 tevî vêya 116 peyam hatine nivîsîn. Gelek kes tên û xwe li tirşikê tomar dikin. Wer dixwuye korona ji tirşikê re li hev hatiye.



06.04.2020 23:54 ~23:56 | tîrêj zana 21

372. ji ber karantînaya ku herkesî li malê heps kiriye, xweş û geş bûye.
sedemek din jî, van pelê dawî koma wergera fîlman a tirşikê gelek fîlm diweşîne û li ser twitter'ê danasînê dike, bi min ev yek jî dibe sedeme qerebalixa li vir.



07.04.2020 21:13 | brusk56

373. min tirşikê li ser şirovak youtubê dît brastî ne li ser twitter
loma bûm endam û hewl didim ku hertim tirşik qerebalix be dê ji bo em mezin bibin .
lê ewqas kurd ne bûye wek mijarek ekşîyê



08.04.2020 00:37 | shwinsherm

374. dixwazim ev der pir qerebalix be û ne wisa qerebalixa hişk û wala, ya têr û tiji.
hayde gelê tirşikavan wan rojên karantina heyî firset e.em mil bidin milên hev û tirşikê bikelînin*



08.04.2020 01:14 | de facto hozan

375. îro çend cara min dikir ne dikir nikaribûm biketimê, nizanim li min tenê wisa bû yan hat serê tirşikvanan jî?



08.04.2020 22:39 | afa

376. @afa , min ti pirsgirîk nedît îro



08.04.2020 22:44 | brzn

377. Sernivîsên her roj lê vedibin ne bi hezaran e.
divê şaşiyên sernivîsan bihên rast kirin.



09.04.2020 16:45 | giyanstêr

378. Ferhenga ku Divê peyamên wisa ji nav entryan rakin.

"Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin"

Bi van entryan Sernivîs û ferheng dibe weke çopê. Paqijiyek jê re lazim e.



10.04.2020 12:37 ~13:01 | giyanstêr

380. ferhenga ku ez jê hez dikim her çiqas ji navê wê hez nekim jî. divê navekî wisa bûya ku rasterast di googleê de derketa. nav navugere ez zanim lê çima ku dişibe ekşiya tirkî min ji roja ewil de ji nav hez nekir. dîsa jî ez gelek pê kêfxweş bûme ku dîsa çalak bûye û govenda kurdî digerîne.



10.04.2020 15:35 | serhednişîn

381. belê ez dîsa jî dibêjim ku kesên ku tirşik.net'ê damezirandine ji seo 'yê tiştek fehm nekirine.
Ji bo hêsanî li ser google , yandex û bîng dîtina tirşik'ê divê seo baştir bibûya.
What is seo ? Here lînkê
Sloganame ( title ) , vegotina tirşika me ( description ) tune.Tiştên girîngtir.
meta title û meta description çi ye ?
Here lînkê



10.04.2020 18:31 ~19:00 | brzn

382. nizanim, keseke din pêrgî hat an na lê wekî di wêneyê de tê dîtin, di nivîsan de xerabûneke heye. navbera herfên li jor in fireh e, lê ya jêr teng e.
Here lînkê



14.04.2020 11:58 | biruya hayao miyazaki

383. piştê bi kar anîna wêne ,ew qoda ku nav html bo wêne tê bi kar anîn bandorê li nivîsa pişta wê hatine nivîsandin dike.



14.04.2020 12:10 | brzn

384. saxiya koma wergera fîlman ya tirşikê herdem li aliyê çepê sernivîsên fîlman hene. em hemû bûn sînefîl *



17.04.2020 21:41 | brusk56

386. oscar wilde/35386

wekî di vê peyamê de tê dîtin, gelek peyam hene ku hingî valahî di navbera "paragrafan" de hene, mirov ji sernavê sar dibe. min got ez ê peyamek bişînim ji xwediyê wê re lê hezar sal berê hatiye dîtin li esmanên tirşikê.*

her wiha mirin/13742
li vir jî heman tişt heye, bi rastî nivîs xweş neba, min ê tehamûl nekiraba.

belkî ji ber copy pasteê tiştên wiha derdikevin holê. mirov carinan bi tirşikê bawer nake, dihere di officea xwe de dinivîse, jê digire û pêve dike. her wiha niza'm çareseriya wê çi ye lê li tirşikê pir tê dîtin.



20.04.2020 15:33 ~15:34 | biruya hayao miyazaki

387. endamên wê, tişt nema, êdî heqeret û gotinên qirêj li pêxemberan dikin. mihemed pêxember/119997 tu bawer nakî? neke! kê çi ji te re gotîye? haya te ji derdora te tune ye? ma tu nizani bawermend gava tu bêlasebeb heqeret li bawermendîya wan bikî çiqas aciz dibin û diêşin. ne tenê bawermendî, tu gotinên xerab li qedirbilindên yekî bikî dîsa çênabe. ev derûnîya mirovatîyê ye, ev çi êrîşkarî ye? wek vandalan.

çend hefte ye ez ji tirşikê sar bûme, dikim nakim, nikarim vegerim. cihekî ku rûmet nade min, ez çima biçim van deran? ez çawa li wir bisekinim bi rehetî? helbet nabe. ji bo herkesan wisa ye. ya herî baş ez ji van deran û ji wan kesan dûr biçim, mixabin.

helbet ez van pirsan li endaman nakim. kesên bê hişmendî ra qise nakim, wan pir piçûk dibînim. yekê here, dê yekî din were. ji moderasyonê dipirsim. me got belkî moderasyona tirşikê di derbarê tiştên qedîm de xwedî hişmendîyê bin. di berê da jî min hişyar kiribû. tirşik forûm/120103



23.04.2020 05:06 | mirovekirind

388. ansiklopedî û interaktîf ferhenga kurdî ye. li vir bê heqaret divê hemû agahî, şîrove, parvekirin hebin. ya din jî nivîskar asta heqaretê divê nizm negire kû her peyam wekî dijûnekê fam neke. yanî tiştên ku ne bi dilê te, nebêje heqaret e. û xwastina jê birin an jî asteng kirina fikran jî xelet e (tabi dijûn nebin).



23.04.2020 05:23 ~05:32 | de facto hozan

389. di nav civata kurdan de yek ji cihên herî azad e.
di tirşikê de ez jî carina ji hinek peyaman aciz dibim lê belê eger li gorî formatê be û ne heqaret be, em nikarin peyaman jê bibin.
min berê jî çend caran gotiye; moderatorên me aşkere ne. her yek di fikr û bawerîyên cûda de ne rêveberîya tirşikê ne di destê fikir an jî hêzekê de ye. bi saya vê yekê, me heta niha dijminahîya tu alî, hêz, bawerî û fikran nekiriye.

di peyama ku li jor hatiye behskirin jî, heqaretê nahewîne. her çiqas ne li gorî bawerîya min bixwe be jî, ez nikarim wê peyamê jê bibim. berî niha jî di derbarê pêxember, serok û nirxên din peyamên tûj hatin nivîsandin. heçî yên ku tê de heqaret hebin, me jê birin lê ev peyam ne wisa ye.

li gorî wikipedîayê, %76ê dinyayê ne misilman in. yanî li gorî %76ê mirovan ew ne ne pêxemberek rastîn e. eger tu pêxemberîya wî bawer nekî, du vebijêrkên te hene: an tu wê bêjî wî mirovan xapandîye an jî tu wê bêjî mejîyê wî ew xapandiye.
li vir mînak misilmanî bû lê ji bo her tiştî wisa ye. belkî li gorî nêzikî %90ê dinyayê sosyalîzm û komûnîzîm belaya dinyayê ye, sedema mirin û feqîrîyê ye fîlan.

welhasil, me navê kes ji tirşikê here lê em nikarin mûdaxaleyî fikrên mirovan jî bikin. lê ev heye: em naxwazin tirşik bibe navenda nîqaşên vala û bêsînor. eger nivîskarek here û were hema îş û karê wî ew be ku di derbarê fikir/bawerî an jî kesekî de mijarên provakatîf veke, em ê wî nivîskarî asteng bikin.

kurd jixwe deh parçe ne. em ê li vir fikr û bawerîyên xwe nîqaş bikin lê ne hewce ye em dilê hev bihêlin. loma em bala xwe bidin mijarên kêrhatî wê baştir be. bila nîqaşên wilo hezarsalî û bêdawîn, tirşikê neherimîne.



23.04.2020 16:55 ~17:02 | simurg56

390. ferhenga înteraktîv a xwerû bi kurdî ye. hênas e ji bo yên dixwazin li înternetê hinek jî be bi kurdî tiştan bixwînin û binivîsin.

cihê her fikr û raman û baweriyê ye.

cihê eşkerekirina nêrîn û zanyarî û şîroveyê ye.

heyat e.*



01.05.2020 19:48 | xelîl

391. Ferhenga îro 01.05.2020 nde bo wî kampanyayek hatiye kirin e.
Ferhenga yekem û bi zimanê dayikê ye û 2013 yan vir de tenê bi kurdî mîjar û peyam tên şandin.



01.05.2020 21:45 | brzn

392. Eger sed nivîskarên berdewam ên vê malperê hebin û her yek ji wan bi gorî zanebûna xwe deh peyam binivîsin, xêra wê ji xêra ewqas kovar û pirtûkan zêdetir be.
Enerjî û potansîyela li vir li ti dereke dî de tune ye



02.05.2020 19:18 | ferhenga şikestî

394. Ev çend rojin nîqaş, agahî û şîroveyên cûda û kêrhatî derdikeve holê. Bi rastî gencîneyek mezin e. Ez behsa rastî û şaşiya peyaman nakim û ne li wê asteme ku vana binirxînim lê ji bo min çend roje cihê nêrînên xweşik in. Çi peyamê kurt çi yê dirêj hemû nêrînên min berfirehtir dike. Metaforek klasîk heye dibên ku divê meriv tabloyê bi her awayê bibîne û bi fikr û ramanên nivîskara dihêle em bi her awayê bibînin. Kêfxeş im, bextewar im, sipasdar im *



11.05.2020 22:27 | rizgarm

395. dibistaneke înteraktîf e.
ez zehv tiştan ji vê dibistanê û ji nivîskarên ezîz hîn bûm.
pênç sal ewil @qusxaneli ez anîm kirme endam, wê çaxê min heta rastnivîsa kurdî bîle nedizanibû.
paşê ez hînê devok, fikr, peyv, û hişên cuda cuda bûm.
reng li min zêde bûn, peyv li min zêde bûn, fîkr û ramanên min berfirehtir bûn.
û ji bo min bû koleksiyonek jî.
rojnivîskên min , peyvên min gotinên pêşiyan ên dayîka min... hemûşk li vir in.

îro min li ser mijara Yilmaz guney dîsa ferq kir ku ez çiqas bi şans im...
fikrên cuda, tez û antîtezên balkêş...

werhasil, xwedêkirî ez pênc sal ewil bûm endamê vê dibistana xweşik *



11.05.2020 22:54 | bûtîmar

396. Bi min li tirşikê ya herî baş ev e ku em ji hev bikaranîna peyvan , biwêjan , hevokan û hwd. hîn dibin.
Bi nivîsandinê de jî em ji hev rêziman û cîhên peyvan wê li ku bê bikaranînê hîn dibin.Em li vir çiqas dinvîsin , nivîsandin û xwendina me ewqas pêşve diçe.
Tiştek din jî ev e ku li vir serhişkên me ne zêde ne.Her kes dikare ramanên xwe binvîse.beriya naskirina û nivîsandina li ser tirşikê min digot xwedê me pê girtiye lê li vir gelek kesên ku wek min difikirîn hebûn ji bo wî bawerî û hêviya min pirr bilind bû.
Ji bo xwe gelek kêrhatî dibînim.



11.05.2020 22:56 | brzn

397. ji bo min mîna betaniya linus van pelt e.
Here lînkê



11.05.2020 23:06 | biruya hayao miyazaki

398. Cihê fikrên pir cûda û pêşketî ye. Herwiha ji bo standartbûna kurdî jî gelekî kêrhatî ye. Heçiyê wextekî ji dil li tirşikê binivîse û bixwînê pêdivî tune here kursên dersa zimanê kurdî. Bi rastî jî tirşik di aliyê rêzimên, biwêj, gotinên pêşiya, devok û meselokan de mirovan gelekî bipêş dixe. Îja em werin ser fikrên nêvenga tirşikê, dema kes nû tên tirşikê û daxilî tirşikê dibin her kesek di fikreke cûda de ne. Hin ji wan bîrdoziya wan tune, hin ji wan ji aliyê partiyekî de pir tûjin, hin ji wan ji aliyê olekî de pir tûjin, lê piştî ku wext di tirşikê de dibihurênin tenê dibin kurdperwer. Nêrîna wan berfireh dibe û fêr dibin ku ji bilî ya wan wekî din jî fikr û raman hene.

Bi xwe min gelek kêrhatinê tirşikê dît. Berya her tiştî min gelek kes naskir û ez fêr bûm ku yên ji bo kurdî dixebitin jî hene. Piştre ez fêrî nivîsandina zimanê xwe bûm. Dema li nivîsên xweyê ewil û yên niha dinehêrim bi rastî jî bi qasî çiyayê bagokê ferq heye di navbera wan de. Herwiha tûrikê peyvên min jî bi du-sê qato bû. Bi kar anîna biwêjan di nava hevokan de zêde bû. Min hin devokê kurdî jî baştir naskir. Û dev ji her tiştî berde ez bi nivîsandina zimanê xwe kêfxweş dibim. Tirşik derfetek pir mezine bo kurdîheza û heçiyê hayê wan jê tune ye ji gelek tiştan mehrûm dimînin. Her cara niqaşên bê sixêf û dijûn li tirşikê diqewimin heşê me berfirehtir dibe û em dibînin ku kurd bêyî şeran jî dikarin bi awayekî şaristanî li ser fikr, raman û hişmediya gengeşe û guftûgo jî bikin. Heçiyê tirşikê ava kirin û têde xebitîn hezar carî mala wan ava be!



11.05.2020 23:24 | tîrêj zana 21

399. ferhenga gelek endamên wê pênasan şaş dikin. Heger ew endam ban dê gotiban: .... Şaş dikine ye. Hatiye dinyayê ye. stranek xweş çêkiriye ye... mînakên ho li gelek mijaran tên dîtin. Lê bikaranînek wiha nîne, Jixwe lêker qertaf distîne, serde qertafek dî lê barnekin, ew qertafa dema borî ya dûdar dixwede pênas jî dihewîne.



21.05.2020 08:35 ~08:39 | hespêsor

400. min gavek berê niha li ser rêzefîlmekê nivîseke têr û tije lêkir. lê çi bû nizanim çawa min pêl li bişkoja "bişîne"yê kir hişyariyeke beredayî derket pêş min û nîvîsa ku min bi çi zorê , cebrê lê kirî wendabû û çû. ev ne cara yekê ye ku ev tê serê min. bila simurg56 çareyekî ji vê meseleyê re bibîne.



26.05.2020 03:33 | xeyda

401. ferhenga ku duh ji bo demekî kurt girtî ma, ji ber ku êrîş lê hatibû kirin û wek tedbîr jî, server'ê malperê girtîbû. bi qasê me dîtî, tu zerar negihaye tu tiştî.
lê dîsa jî nivîskarên me di peyamên di navbera xwe de (peyamên taybet) behsa agahîyên xwe yên girîng nekin, wê baş be.
ji ber ku di pêşerojê de tim û tim îhtîmala hackkirina van agahîyan heye ji alîyê xêrnexwazan ve. heta niha sîstemek tune ku bi awayekê nehatîye hackkirin.



26.07.2020 11:06 | simurg56

402. Ferhenga ku aniha hejmara mijarên vekirî xelet nîşanî dide ye. 15 mijar vekirî ye lê tirsik.net wilo nabêje mijarên vekirî zêde wek 21 hejmar hesab dike.



26.07.2020 12:51 | kajav

403. Malpera ku rasthatina we ya di lêgerîneke googele'yê de zehmet e. Ji ber ku "seo"ya malperê nîne mijarên di tirşikê de di lêgerînan de rastî bikarhêneran nayê. Mijar û peyvên di malperê de jî nagihîje mirovan û belav nabe. Ev yek dibe sebep ku keda tirşikvanan ewçend xuya nebe.Tiştên li ferhengên klasîk yên kurdî peyda nabin divêya di lêgerînan de wekî tirşik.net bihata pêşiya min.Bi ya min ev kêmasî bê timam kirin aktîfbûna wê jî dê gelek ferq bibe.



26.07.2020 20:50 | berbest

404. Ferhenga ku ji ber bêdengî û bêxwedîbûna wî di devê nijadperestên ekşî sozlukê de bûye benîşt. Kurdînûsên me li ser Twitterê çalak in. Bêwijdanno carekî werin li vir jî binivîsin. Dîsa dibêjim dê rojekî twittera we bê qut kirin Lê tirsik mayîn e. Werin ji bo pêşerojê li vir binivîsin. Ji nêviyên xwe re kaniyek ava bikin.



28.09.2020 20:58 | kajav

405. Ferhenga ku bêdengî bûna xwe jî ji ekşi sözlükê rindtir e.
Ew ekşisözlük çawa ewqas xirab bûye.
Di nav 100 peyaman de peyamek qimeta xwendinê tûne ye.



29.09.2020 06:25 ~07:02 | cinorek

406. piştê bîrkirina şifreya xwe bi alîkarîya merwano dîsa hatim. min bo şifreya nû çend caran admînê tirsik.netê ra li ser Twitter'ê peyam şand mixabin kes nezvirî peyama min. vê alî da kemasîyê tirsikê hene.



06.10.2020 15:35 | doesntmatter

407. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



06.10.2020 20:07 | cinorek

408. mixabin, wilo bû. nizanim min ji çend edîtor û moderetoran re peyam şiyand da ku cinorek û xwelîliser alîkarî kirin. gelek moderetor ji zû de têketin jî nekirine. Erê belkî karê wan hebin lê bi vê awayê jî rewş ne başe.

tirşik bêxwedî ye :(



06.10.2020 21:10 | merwano

409. Ferhenga ku xwe baş nade nasîn e. Li ser medyaya civakî de hesabên vê ferhengê hene lê ne çalak in. Ji bo danasînê, ji bo kes tevlî ferhengê bibin divê li ser hesabên xwe yên civakî de çalak bin û tiştên xweş parve bikin.



07.10.2020 12:59 | yûsiv

410. (bnr: bila endazer were moderator guhertin)



07.10.2020 13:14 | bûtîmar

411. Ez çima nikarim mijarek nû dênim ?



07.10.2020 20:35 | zîzo

413. Ji naha pê da ezê hewl bidim ji bo bibim nivîskarek. Çiqa kêfa min ji formatên klon newê jî, j'bo xatirê kurmancî ezê vê prensiba xwe dêynim alîkî.



01.12.2020 21:13 | hueyn

415. tirşikvanê ku piştî 7 salan li tirşikê vegeriyaye. peyamên xwe jêbiriye û dîsa xatirê xwe xwestiye *
tirşikvanên me pir ecêb in wele.
rêya te vekirî be tirşikvano !



14.12.2020 00:35 | brusk56

416. tirşikvana ku 7 salan de 22 peyam nivîsandine û 18yê wan jê birine, ya xatirxwestinê jî tê de maye 4 peyamên wê.*

çûna wê jî teqez e. dibêjê îhtÎmal heye vegerim*

vegere ser çavan, venegere jî ser çavan. *



14.12.2020 00:39 | xelîl

417. ew jî şov û reqsa xwe dike.
nizanim îja ew çi gotinên tirkî ne nav kurdîyê xistîye.
Qey tê bêjî Alî Şerîatî bi tirkî nivîsîye gotiye "ez hatim we acis kim"
nizanim çima lê ez zêde zêde jê aciz bûm.



14.12.2020 01:31 | bûtîmar

418. (bnr: ha ji te re reşik)



14.12.2020 01:49 | tîrêj zana 21

419. Piştî demekî dirêj vaye dîsa kesên girêdayî gihaştiye 11a. Her ku nivîskarên aktîf û çalak pir dibin, mirov bêhtir li tirşikê germ dibe û dixwazê lê binivîse. Herwiha hejmara kesên denga (erênî-neyînî) bikar tînin jî zêde bûye. Bê nezer be*



14.12.2020 20:31 | tîrêj zana 21

420. Ji bo min wateya tirşikê ev e:
Here lînkê



17.12.2020 12:56 | merwano

421. Platforma ku min dixwest bibe eksi sozluka kurdan lê hêj gelek xîret ji me re hewce ye:/



11.02.2021 17:43 | de facto hozan

422. Ferhenga ku li van rojan bêxwedî maye. Li van rojan gelek sernivîsên şaş heta ji dûrî formatê tên nivîsîn. Ji vê rewşê jî sedemek diyar dibe ew jî moderatorên nû ne. Moderatorên nû hewcene. Hêvî dikim Simurg56 vê rewşê çareser bike.

Bila qisûrê binêrin nenêrin ne xema min e lê roj bi roj qalîteya tirşikê wekî rêjeya temenê nivîskaran dikeve. Ji bo Xwedê heke we tiştekî nivîsand du cara bifikirin. bi Xwedê dema min hin nivîsa xwend dilê min sar bû.



11.02.2021 22:39 | yûsiv

424. Dive Ji her navçeyekê kurdistanê herî kêm tirşikvanek hebe.



26.02.2021 15:35 | elaziz izzetpasa camii

425. Ferhenga tiştên jê dihat hêvîkirin pêk aniye û pêk tîne. Lê ji bo gotar an nivîsarên teknîkî û zanistî ne guncaw e. Min dixwest bibe çavkaniyek zanistî lê hem ji ber formata wê hem ji ber profîla nivîskarên wê ne pêkan e. Ji loma êdî ezê bêhtir li ser wîkîpediya kurdî bixebitim û gotarên bi vî rengî li wir zêde bikim.

Lê tirşik bo danasîna pirtûk û fîlman, gotinên pêşiyan, pêkenok, biwêj, qalib û lefzên herêmî, gotinên devokan, mesel û metelok, bihurandina demên kurdewar gelek kêrhatî û qenc e. Ji xwe ewqas tişt ne hindik e. Lê wekî ku min dixwest ji bo mijarên objektîf û zanistî fermîyetek bikî nekî pêk naye. Ji ber vê çendê min biryar da ku bêhtir li ser wîkîpediya çalak bibim lê dest û lingê xwe jî ji vê derê bere nedim. Weke mînak bo pirsîna peyv û lihevkirina wê tirşik pir bi kêrhatî ye.ji vê kêrhatîbûna wê divê sûd were girtin.

Axir, xeyalek din jî têk çû û fikrek guherî. Emê şexsê xwe di hin mecrayên din de biceribînin. Barê kedkarên zimanê me hinekî li wan sivik bikin an piştgiriyê bidine wan. Bi rastî em her yê tirşikê ne*



14.05.2021 02:15 | tîrêj zana 21

426. ji ber ku tirsik.net ne mala bavê ti kesî ye û deriyê wê ji kurdîhezan tevdan re vekiriye divê yê çûyî jî ne bêje vaye ez çûm û yê hatiye jî ne hewce ye bêje vaye ez hatim.

Ger tu ji Moderatoran daxwaziya sererastkirina tiştinan bikî û bi cih neyînin tu dikarî bêje heta ev tişt bi cih neyê ez nanivîsinim. ev heq e. Lê jê pê ve çûyîn û hatinên bi kêfî ne hewceye bê gotin.



14.05.2021 11:27 ~12:41 | giyanstêr

427. Heyat e.



14.05.2021 11:36 | xelîl

429. kevntirîn malper û mala kurmancî ye. heta ku tiştek pê neyê em dev jê naqerin.



14.05.2021 22:37 | hueyn


431. Ji rêvebirên we re dixwazim çend tiştan bêjim.

Bihêlin bila nivîskar azad bin. Çiqasî azadî hebe ew ê ewqasî pêşketin çêbibe.

Şerdê herî muhîm rastnivîs e ji xeynî rastnivîsa kurdî pê ve divê tu kes neyê şiyar kirin û neyê asteng kirin.

Her kes bila fikra xwe li gor dilê xwe binivîse tiştekî ji vê xweştir tune ye. ji xeynî heqaretê her gotin divê bê gotin.

Ger her zarok tenê li gorî dê û bavê xwe an mezinên xwe bimeşiya ew ê tu pêşketin çênebûya.



19.05.2021 13:40 ~13:44 | giyanstêr

433. Ne alîgirê kesî me û ne jî dijber. bawer bikin ji we hemûyan hez dikim, yaw pêdiviya we bi hez kirina min nebe jî hez dikim* û dibe ku hûn ne zarokê bavê min bin lê ev der ji mala bavê min jî wêde tir e bi navê xaliqê 'alemê* Mînak niha strana ez duh pê hesiyam ezê parve bikim. Derdê me bi hezara ne nekin hezar û yek. Silav dikim we hemiyan bîr nekin stranê gohdar bikin**



19.05.2021 16:13 | rizgarm

434. Malpera ku min bo wî ew çê kir :
Here lînkê

Nizanim xweş bûye◉‿◉



20.05.2021 18:08 | navîgiranmezelîwêran

435. ferhenga ku di îstatîstîkan de hejmara peyaman weke 128.307 nîşan dide. bi ya min li gorî malperekî 8 salî pir kêm e.



20.05.2021 18:30 | hueyn

436. malpera ku piştî civata li spacesê min xwestî cardin berê xwe bidimê lê şîfreya hesabî nehatî bîra min, herçend min e-maila xwe li te şîfre ji bîr kir? zêde kir jî, kes li min venegeriya. xem nake, axir şîfre hat bîra min.*

min berê xwe da hin peyamên xwe, yahû çiqas beredayî peyivîme. xuya ye rast e, meriv sal bi sal dikemile. min dît ku çiqas fikrên min jî guherîne, mala tirşikê ava, gelek tişt ne li bîra min bûn. min ji xwe re digot ez dê peyamên xwe jê nebim çiqas xirab jî bin lê min bi xwe nekarî û hin peyamên ku min bi ûqeletî û mebesta mîzahê ji bo şexsan nivîsandî serrast kirin, hin hevokên heqaretwarî jê derxistin, her weha lêbihurîna xwe dixwazim dilê kê ji ber van peyamên min ên wisa mabe. bila raya giştî ya tirşikê min efû bike.*

ka em binerin, hêvî dikim min formata tirşikê ji bîr nekiribe.



20.05.2021 18:42 ~18:43 | înano lo

437. destpêka fermî û ya pratîk çiqas jev cuda ne nizanim, lê belê tesadif e, bi saya vê firefox/118851 û bi vê peyama yekemîn a tirşikê/122820 min pê derxist ku îro tirşik 8 salî bûye! waaa 8 sal! peyama yekem di tarîxa 2013.05.29-15:22 de hatiye dîtin li esmanên înternetê. û piştî çar mehan jî ez jî tevlî bûme. wayy... xwedê gelek 80 salên din ên bi bereket û xweşî bike nesîba tirşika me.


Here lînkê



29.05.2021 16:11 ~17:17 | biruya hayao miyazaki

438. Di rojbûnên xwe de ev qasî kêf xweş nabim * (ji bilî ya îsalಥ_ಥ)
Here lînkê



29.05.2021 18:45 ~21:06 | merwano

439. pîroz be! 8 sal bê navber weşandina malperekî ne hêsan e ku di ser de kurdî be hîç hîç ne hêsan e. ez damezrinêrê tirşik.net pîroz dikim ku vî malperî anîye van rojan.



29.05.2021 19:01 | hueyn

440. Piçekî dereng mam, bibore tirşika delal. Salvegera te a 8 mîn hezar caran bimbarek bi. Xwede biki ko em bi hev re gelek salan derbas bikin, tucar ji te qût nebim



30.05.2021 14:01 | pîroz

441. rojanekirin: êdî li kêleka çepê ya tirşikê, lîsteya mijarên 48 saetan tê lîstekirin. ne yê 24 saetan. belkî demkî belkî mayînde be.



18.02.2022 23:31 ~2022.02.19 00:03 | simurg56

442. Biryareke rast e derengmayî ye.



19.02.2022 02:15 | bûtîmar

443. Ne 48 saetan belkî hejmara mijaran sabît bûya (wek 30 heb) baştir bûya lê dîsa jî guhertineke di cî de ye. Wê tirşikê hinekî zindî bike...



19.02.2022 02:23 ~02:24 | xidiran

444. Navên cîh û waran, kułilkan, giyayan, hwd. Li binê mijaran Hûn dikarin wêneyên wan jî parve bikin Yên ku li googleyê de wan tiştan digerin xwe dikarin bigihînin deşta tirşikê.
Here lînkê



19.03.2022 23:49 | kajav

445. Çi be ser hat tirşikam'?



17.06.2022 13:24 | rizgarm

446. Erê yaw ev çend car e çima wisa dibe? Îro du roj qet venedibû. Vebû dîsa çû ba dîsa vebû. Çi diqewime ji bo xudê?
(bnr: bila moderator endazer were guhertin)



17.06.2022 22:49 | xabûrî

447. di beşa kul û derdan de kulûderdên tên dermankirin (mijarên wan tên vekirin) ji beşê winda nabin.

mîsal min bp peyva psîkopat mijar vekir lê ji beşa kul û derdan neçû.

@simurg56?



15.11.2022 18:04 | xelîl

448. Malpera ku min ferq kir li jiyan û ramanên min de êdî cih girtî ye. Ev çend roj bû girtî bû, min jiyana xwe de kêmasiyek hîs dikir. Cihekî xweş û girîng e. Gelek spas ji bo damezrêner û nivîskaran *



19.05.2023 11:06 | pêşewa

449. Malpêra ku bêyî agahiyek pêşîn 3-4 rojan di mode a maintenance derbas bûye.

(bnr: bila moderator endazer were guhertin)

Me got belkî simurg56 nûvekirinekê çêdike lê xûya dike ku tew tiştek negûheriye.



19.05.2023 14:51 | cinorek

450. mixabin hîn jî mîna kavileke bê deng e. min go belkî kesên nû tev li tirşikê bûne lê min dît ku ji xeynî çend kesan kes nemane. lê baş e ku hîn jî li ser piyan e.



29.09.2023 22:28 | kurê xelkê

451. endezyarê tirşik-ê Ger karibin malperek wekî tirşik-ê çêbikin, ew dikarin malperek wekî twitterê jî çêbikin?? Di Twitterê de bi hezaran nivîskarên kurd hene. Tweetan tenê bi kurdî dinivîsin. Ma ew ê ji bo tirşikê ne baş be? nivîskarên nÛ ên bibin endamê tirşikê.

Em ê xwedî ferheng û tora civakî bin*



30.09.2023 17:51 | horhorik

452. ji ber ku van rojan vîk û vala ye ez xwe bi xwe, ji xwe ra distrêm. ku çend kes werin li van dera binêrin wê bêjin ev dîn bûye. kêfek ecêb da min. ne dînîtî ye *



03.10.2023 22:59 | kurê xelkê

453. demeke dirêj mirov ji van deran dûr bimîne jî dema mirov lê vedigere sebra mirov lê tê. ez îro pê hesam ku me 10 saliya tirşikê li pişt xwe hişt. xwezî me karîba ji bo vê çalakiyeke mezik bikira lê mixabin tiştek çênebû. lê ya xweş piştî nifşa me timamî xwe ji van deran kişand jî tirşik hê jî li ser piyan e, hevalên nû hene û tên. jixwe divê wiha be, her û her heman kes binivîsin wê piştî demekî ew nivîs bikeve dubareyê, ji ber wê divê yên nû bên yên berê rê bidin wan.



04.10.2023 19:43 | xendekî

454. do na pêr hevalek ji min pirsî bê ka çima nikare bibe endam. bawer im gava yekî dixwaze bibe endam problemek dertê. gelo kes zane sedema wî çi ye?



05.10.2023 13:58 | kurê xelkê

455. Malpera ku min hevalê xwe jê dîtiye û çar roj berê me bi şêraniyekê gustîlkên xwe xistiye tiliyên xwe. Mirov nizane qismet ji ku tê hûn dikarin ji derdora xwe re bêjin tirşik net torek wisaye ku her tişt jê derdikeve * Bi vê minasebetê min xwest spasiya xwe li vê torê bikim *



18.10.2023 21:25 | biaqila malê

456. malperek bixêr e mirovan dilşad dike. hêvi dikim min re jî yekî metalhez, kurdînûs, porreş, bedew û biaqil nîşan bide.**

wan 2 endaman pîroz dikim*



18.10.2023 21:55 | ciwanzêr

457. Malpara ku li ser bextê biaqila malê tirsik.net/143337 ku meriv nikaribe here ber derê mirtiba jî meriv dikare were ber derê vê malparê *

Ji xeynî endazer kesek di malde mabe bila haya wan jê hebe tirsik.net meriv bi serî dike *

Malpara liser navê wê û tirşikvana biaqila malê û ew hevalê sir pîrozdikin şad û bextewarbin û em spas dikin jiber ev bextewarî dane me jî akûbet li serê hemû tirşikvanên ne zewicandî



19.10.2023 00:27 | shorbevan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî