355. belê ez dîsa jî dibêjim ku kesên ku tirşik.net'ê damezirandine ji seo 'yê tiştek fehm nekirine. |
|
10.04.2020 18:31 ~19:00 |
brzn
|
356. nizanim, keseke din pêrgî hat an na lê wekî di wêneyê de tê dîtin, di nivîsan de xerabûneke heye. navbera herfên li jor in fireh e, lê ya jêr teng e. |
|
14.04.2020 11:58 |
biruya hayao miyazaki
|
357. piştê bi kar anîna wêne ,ew qoda ku nav html bo wêne tê bi kar anîn bandorê li nivîsa pişta wê hatine nivîsandin dike. |
|
14.04.2020 12:10 |
brzn
|
358. saxiya koma wergera fîlman ya tirşikê herdem li aliyê çepê sernivîsên fîlman hene. em hemû bûn sînefîl * |
|
17.04.2020 21:41 |
brusk56
|
359. oscar wilde/35386 |
|
20.04.2020 15:33 ~15:34 |
biruya hayao miyazaki
|
360. endamên wê, tişt nema, êdî heqeret û gotinên qirêj li pêxemberan dikin. mihemed pêxember/119997 tu bawer nakî? neke! kê çi ji te re gotîye? haya te ji derdora te tune ye? ma tu nizani bawermend gava tu bêlasebeb heqeret li bawermendîya wan bikî çiqas aciz dibin û diêşin. ne tenê bawermendî, tu gotinên xerab li qedirbilindên yekî bikî dîsa çênabe. ev derûnîya mirovatîyê ye, ev çi êrîşkarî ye? wek vandalan. |
|
23.04.2020 05:06 |
mirovekirind
|
361. ansiklopedî û interaktîf ferhenga kurdî ye. li vir bê heqaret divê hemû agahî, şîrove, parvekirin hebin. ya din jî nivîskar asta heqaretê divê nizm negire kû her peyam wekî dijûnekê fam neke. yanî tiştên ku ne bi dilê te, nebêje heqaret e. û xwastina jê birin an jî asteng kirina fikran jî xelet e (tabi dijûn nebin). |
|
23.04.2020 05:23 ~05:32 |
de facto hozan
|
362. di nav civata kurdan de yek ji cihên herî azad e. |
|
23.04.2020 16:55 ~17:02 |
simurg56
|
363. ferhenga înteraktîv a xwerû bi kurdî ye. hênas e ji bo yên dixwazin li înternetê hinek jî be bi kurdî tiştan bixwînin û binivîsin. |
|
01.05.2020 19:48 |
xelîl
|
364. Ferhenga îro 01.05.2020 nde bo wî kampanyayek hatiye kirin e. |
|
01.05.2020 21:45 |
brzn
|
365. Eger sed nivîskarên berdewam ên vê malperê hebin û her yek ji wan bi gorî zanebûna xwe deh peyam binivîsin, xêra wê ji xêra ewqas kovar û pirtûkan zêdetir be. |
|
02.05.2020 19:18 |
ferhenga şikestî
|
366. Ev çend rojin nîqaş, agahî û şîroveyên cûda û kêrhatî derdikeve holê. Bi rastî gencîneyek mezin e. Ez behsa rastî û şaşiya peyaman nakim û ne li wê asteme ku vana binirxînim lê ji bo min çend roje cihê nêrînên xweşik in. Çi peyamê kurt çi yê dirêj hemû nêrînên min berfirehtir dike. Metaforek klasîk heye dibên ku divê meriv tabloyê bi her awayê bibîne û bi fikr û ramanên nivîskara dihêle em bi her awayê bibînin. Kêfxeş im, bextewar im, sipasdar im * |
|
11.05.2020 22:27 |
rizgarm
|
367. dibistaneke înteraktîf e. |
|
11.05.2020 22:54 |
bûtîmar
|
368. Bi min li tirşikê ya herî baş ev e ku em ji hev bikaranîna peyvan , biwêjan , hevokan û hwd. hîn dibin. |
|
11.05.2020 22:56 |
brzn
|
369. ji bo min mîna betaniya linus van pelt e. |
|
11.05.2020 23:06 |
biruya hayao miyazaki
|
370. Cihê fikrên pir cûda û pêşketî ye. Herwiha ji bo standartbûna kurdî jî gelekî kêrhatî ye. Heçiyê wextekî ji dil li tirşikê binivîse û bixwînê pêdivî tune here kursên dersa zimanê kurdî. Bi rastî jî tirşik di aliyê rêzimên, biwêj, gotinên pêşiya, devok û meselokan de mirovan gelekî bipêş dixe. Îja em werin ser fikrên nêvenga tirşikê, dema kes nû tên tirşikê û daxilî tirşikê dibin her kesek di fikreke cûda de ne. Hin ji wan bîrdoziya wan tune, hin ji wan ji aliyê partiyekî de pir tûjin, hin ji wan ji aliyê olekî de pir tûjin, lê piştî ku wext di tirşikê de dibihurênin tenê dibin kurdperwer. Nêrîna wan berfireh dibe û fêr dibin ku ji bilî ya wan wekî din jî fikr û raman hene. |
|
11.05.2020 23:24 |
tîrêj zana 21
|
371. ferhenga gelek endamên wê pênasan şaş dikin. Heger ew endam ban dê gotiban: .... Şaş dikine ye. Hatiye dinyayê ye. stranek xweş çêkiriye ye... mînakên ho li gelek mijaran tên dîtin. Lê bikaranînek wiha nîne, Jixwe lêker qertaf distîne, serde qertafek dî lê barnekin, ew qertafa dema borî ya dûdar dixwede pênas jî dihewîne. |
|
21.05.2020 08:35 ~08:39 |
hespêsor
|
372. min gavek berê niha li ser rêzefîlmekê nivîseke têr û tije lêkir. lê çi bû nizanim çawa min pêl li bişkoja "bişîne"yê kir hişyariyeke beredayî derket pêş min û nîvîsa ku min bi çi zorê , cebrê lê kirî wendabû û çû. ev ne cara yekê ye ku ev tê serê min. bila simurg56 çareyekî ji vê meseleyê re bibîne. |
|
26.05.2020 03:33 |
xeyda
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |