Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 25 peyam
tirsik.net - tirşik
tirsik.net
(203) (16) (1)
di mijarê de bigere

373. ferhenga ku duh ji bo demekî kurt girtî ma, ji ber ku êrîş lê hatibû kirin û wek tedbîr jî, server'ê malperê girtîbû. bi qasê me dîtî, tu zerar negihaye tu tiştî.
lê dîsa jî nivîskarên me di peyamên di navbera xwe de (peyamên taybet) behsa agahîyên xwe yên girîng nekin, wê baş be.
ji ber ku di pêşerojê de tim û tim îhtîmala hackkirina van agahîyan heye ji alîyê xêrnexwazan ve. heta niha sîstemek tune ku bi awayekê nehatîye hackkirin.



26.07.2020 11:06 | simurg56

374. Ferhenga ku aniha hejmara mijarên vekirî xelet nîşanî dide ye. 15 mijar vekirî ye lê tirsik.net wilo nabêje mijarên vekirî zêde wek 21 hejmar hesab dike.



26.07.2020 12:51 | kajav

375. Malpera ku rasthatina we ya di lêgerîneke googele'yê de zehmet e. Ji ber ku "seo"ya malperê nîne mijarên di tirşikê de di lêgerînan de rastî bikarhêneran nayê. Mijar û peyvên di malperê de jî nagihîje mirovan û belav nabe. Ev yek dibe sebep ku keda tirşikvanan ewçend xuya nebe.Tiştên li ferhengên klasîk yên kurdî peyda nabin divêya di lêgerînan de wekî tirşik.net bihata pêşiya min.Bi ya min ev kêmasî bê timam kirin aktîfbûna wê jî dê gelek ferq bibe.



26.07.2020 20:50 | berbest

376. Ferhenga ku ji ber bêdengî û bêxwedîbûna wî di devê nijadperestên ekşî sozlukê de bûye benîşt. Kurdînûsên me li ser Twitterê çalak in. Bêwijdanno carekî werin li vir jî binivîsin. Dîsa dibêjim dê rojekî twittera we bê qut kirin Lê tirsik mayîn e. Werin ji bo pêşerojê li vir binivîsin. Ji nêviyên xwe re kaniyek ava bikin.



28.09.2020 20:58 | kajav

377. Ferhenga ku bêdengî bûna xwe jî ji ekşi sözlükê rindtir e.
Ew ekşisözlük çawa ewqas xirab bûye.
Di nav 100 peyaman de peyamek qimeta xwendinê tûne ye.



29.09.2020 06:25 ~07:02 | cinorek

378. piştê bîrkirina şifreya xwe bi alîkarîya merwano dîsa hatim. min bo şifreya nû çend caran admînê tirsik.netê ra li ser Twitter'ê peyam şand mixabin kes nezvirî peyama min. vê alî da kemasîyê tirsikê hene.



06.10.2020 15:35 | doesntmatter

379. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



06.10.2020 20:07 | cinorek

380. mixabin, wilo bû. nizanim min ji çend edîtor û moderetoran re peyam şiyand da ku cinorek û xwelîliser alîkarî kirin. gelek moderetor ji zû de têketin jî nekirine. Erê belkî karê wan hebin lê bi vê awayê jî rewş ne başe.

tirşik bêxwedî ye :(



06.10.2020 21:10 | merwano

381. Ferhenga ku xwe baş nade nasîn e. Li ser medyaya civakî de hesabên vê ferhengê hene lê ne çalak in. Ji bo danasînê, ji bo kes tevlî ferhengê bibin divê li ser hesabên xwe yên civakî de çalak bin û tiştên xweş parve bikin.



07.10.2020 12:59 | yûsiv

382. (bnr: bila endazer were moderator guhertin)



07.10.2020 13:14 | bûtîmar

383. Ez çima nikarim mijarek nû dênim ?



07.10.2020 20:35 | zîzo

385. Ji naha pê da ezê hewl bidim ji bo bibim nivîskarek. Çiqa kêfa min ji formatên klon newê jî, j'bo xatirê kurmancî ezê vê prensiba xwe dêynim alîkî.



01.12.2020 21:13 | hueyn

386. tirşikvanê ku piştî 7 salan li tirşikê vegeriyaye. peyamên xwe jêbiriye û dîsa xatirê xwe xwestiye *
tirşikvanên me pir ecêb in wele.
rêya te vekirî be tirşikvano !



14.12.2020 00:35 | brusk56

387. tirşikvana ku 7 salan de 22 peyam nivîsandine û 18yê wan jê birine, ya xatirxwestinê jî tê de maye 4 peyamên wê.*

çûna wê jî teqez e. dibêjê îhtÎmal heye vegerim*

vegere ser çavan, venegere jî ser çavan. *



14.12.2020 00:39 | xelîl

388. ew jî şov û reqsa xwe dike.
nizanim îja ew çi gotinên tirkî ne nav kurdîyê xistîye.
Qey tê bêjî Alî Şerîatî bi tirkî nivîsîye gotiye "ez hatim we acis kim"
nizanim çima lê ez zêde zêde jê aciz bûm.



14.12.2020 01:31 | bûtîmar

389. (bnr: ha ji te re reşik)



14.12.2020 01:49 | tîrêj zana 21

390. Piştî demekî dirêj vaye dîsa kesên girêdayî gihaştiye 11a. Her ku nivîskarên aktîf û çalak pir dibin, mirov bêhtir li tirşikê germ dibe û dixwazê lê binivîse. Herwiha hejmara kesên denga (erênî-neyînî) bikar tînin jî zêde bûye. Bê nezer be*



14.12.2020 20:31 | tîrêj zana 21

391. Ji bo min wateya tirşikê ev e:
Here lînkê



17.12.2020 12:56 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsik.net li ser wîkîpediyaya tirkî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî