392. Platforma ku min dixwest bibe eksi sozluka kurdan lê hêj gelek xîret ji me re hewce ye:/ |
|
11.02.2021 17:43 |
de facto hozan
|
393. Ferhenga ku li van rojan bêxwedî maye. Li van rojan gelek sernivîsên şaş heta ji dûrî formatê tên nivîsîn. Ji vê rewşê jî sedemek diyar dibe ew jî moderatorên nû ne. Moderatorên nû hewcene. Hêvî dikim Simurg56 vê rewşê çareser bike. |
|
11.02.2021 22:39 |
yûsiv
|
394. Dive Ji her navçeyekê kurdistanê herî kêm tirşikvanek hebe. |
|
26.02.2021 15:35 |
elaziz izzetpasa camii
|
395. Ferhenga tiştên jê dihat hêvîkirin pêk aniye û pêk tîne. Lê ji bo gotar an nivîsarên teknîkî û zanistî ne guncaw e. Min dixwest bibe çavkaniyek zanistî lê hem ji ber formata wê hem ji ber profîla nivîskarên wê ne pêkan e. Ji loma êdî ezê bêhtir li ser wîkîpediya kurdî bixebitim û gotarên bi vî rengî li wir zêde bikim. |
|
14.05.2021 02:15 |
tîrêj zana 21
|
396. ji ber ku tirsik.net ne mala bavê ti kesî ye û deriyê wê ji kurdîhezan tevdan re vekiriye divê yê çûyî jî ne bêje vaye ez çûm û yê hatiye jî ne hewce ye bêje vaye ez hatim. |
|
14.05.2021 11:27 ~12:41 |
giyanstêr
|
397. Heyat e. |
|
14.05.2021 11:36 |
xelîl
|
398. kevntirîn malper û mala kurmancî ye. heta ku tiştek pê neyê em dev jê naqerin. |
|
14.05.2021 22:37 |
hueyn
|
399. Here lînkê |
|
19.05.2021 13:00 ~13:03 |
tîrêj zana 21
|
400. Ji rêvebirên we re dixwazim çend tiştan bêjim. |
|
19.05.2021 13:40 ~13:44 |
giyanstêr
|
401. Ne alîgirê kesî me û ne jî dijber. bawer bikin ji we hemûyan hez dikim, yaw pêdiviya we bi hez kirina min nebe jî hez dikim* û dibe ku hûn ne zarokê bavê min bin lê ev der ji mala bavê min jî wêde tir e bi navê xaliqê 'alemê* Mînak niha strana ez duh pê hesiyam ezê parve bikim. Derdê me bi hezara ne nekin hezar û yek. Silav dikim we hemiyan bîr nekin stranê gohdar bikin** |
|
19.05.2021 16:13 |
rizgarm
|
402. Malpera ku min bo wî ew çê kir : |
|
20.05.2021 18:08 |
navîgiranmezelîwêran
|
403. ferhenga ku di îstatîstîkan de hejmara peyaman weke 128.307 nîşan dide. bi ya min li gorî malperekî 8 salî pir kêm e. |
|
20.05.2021 18:30 |
hueyn
|
404. malpera ku piştî civata li spacesê min xwestî cardin berê xwe bidimê lê şîfreya hesabî nehatî bîra min, herçend min e-maila xwe li te şîfre ji bîr kir? zêde kir jî, kes li min venegeriya. xem nake, axir şîfre hat bîra min.* |
|
20.05.2021 18:42 ~18:43 |
înano lo
|
405. destpêka fermî û ya pratîk çiqas jev cuda ne nizanim, lê belê tesadif e, bi saya vê firefox/118851 û bi vê peyama yekemîn a tirşikê/122820 min pê derxist ku îro tirşik 8 salî bûye! waaa 8 sal! peyama yekem di tarîxa 2013.05.29-15:22 de hatiye dîtin li esmanên înternetê. û piştî çar mehan jî ez jî tevlî bûme. wayy... xwedê gelek 80 salên din ên bi bereket û xweşî bike nesîba tirşika me. Here lînkê |
|
29.05.2021 16:11 ~17:17 |
biruya hayao miyazaki
|
406. Di rojbûnên xwe de ev qasî kêf xweş nabim * (ji bilî ya îsalಥ_ಥ) |
|
29.05.2021 18:45 ~21:06 |
merwano
|
407. pîroz be! 8 sal bê navber weşandina malperekî ne hêsan e ku di ser de kurdî be hîç hîç ne hêsan e. ez damezrinêrê tirşik.net pîroz dikim ku vî malperî anîye van rojan. |
|
29.05.2021 19:01 |
hueyn
|
408. Piçekî dereng mam, bibore tirşika delal. Salvegera te a 8 mîn hezar caran bimbarek bi. Xwede biki ko em bi hev re gelek salan derbas bikin, tucar ji te qût nebim |
|
30.05.2021 14:01 |
pîroz
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |