409. rojanekirin: êdî li kêleka çepê ya tirşikê, lîsteya mijarên 48 saetan tê lîstekirin. ne yê 24 saetan. belkî demkî belkî mayînde be. |
|
18.02.2022 23:31 ~2022.02.19 00:03 |
simurg56
|
410. Biryareke rast e derengmayî ye. |
|
19.02.2022 02:15 |
bûtîmar
|
411. Ne 48 saetan belkî hejmara mijaran sabît bûya (wek 30 heb) baştir bûya lê dîsa jî guhertineke di cî de ye. Wê tirşikê hinekî zindî bike... |
|
19.02.2022 02:23 ~02:24 |
xidiran
|
412. Navên cîh û waran, kułilkan, giyayan, hwd. Li binê mijaran Hûn dikarin wêneyên wan jî parve bikin Yên ku li googleyê de wan tiştan digerin xwe dikarin bigihînin deşta tirşikê. |
|
19.03.2022 23:49 |
kajav
|
413. Çi be ser hat tirşikam'? |
|
17.06.2022 13:24 |
rizgarm
|
414. Erê yaw ev çend car e çima wisa dibe? Îro du roj qet venedibû. Vebû dîsa çû ba dîsa vebû. Çi diqewime ji bo xudê? |
|
17.06.2022 22:49 |
xabûrî
|
415. di beşa kul û derdan de kulûderdên tên dermankirin (mijarên wan tên vekirin) ji beşê winda nabin. |
|
15.11.2022 18:04 |
xelîl
|
416. Malpera ku min ferq kir li jiyan û ramanên min de êdî cih girtî ye. Ev çend roj bû girtî bû, min jiyana xwe de kêmasiyek hîs dikir. Cihekî xweş û girîng e. Gelek spas ji bo damezrêner û nivîskaran * |
|
19.05.2023 11:06 |
pêşewa
|
417. Malpêra ku bêyî agahiyek pêşîn 3-4 rojan di mode a maintenance derbas bûye. |
|
19.05.2023 14:51 |
cinorek
|
418. mixabin hîn jî mîna kavileke bê deng e. min go belkî kesên nû tev li tirşikê bûne lê min dît ku ji xeynî çend kesan kes nemane. lê baş e ku hîn jî li ser piyan e. |
|
29.09.2023 22:28 |
kurê xelkê
|
419. endezyarê tirşik-ê Ger karibin malperek wekî tirşik-ê çêbikin, ew dikarin malperek wekî twitterê jî çêbikin?? Di Twitterê de bi hezaran nivîskarên kurd hene. Tweetan tenê bi kurdî dinivîsin. Ma ew ê ji bo tirşikê ne baş be? nivîskarên nÛ ên bibin endamê tirşikê. |
|
30.09.2023 17:51 |
horhorik
|
420. ji ber ku van rojan vîk û vala ye ez xwe bi xwe, ji xwe ra distrêm. ku çend kes werin li van dera binêrin wê bêjin ev dîn bûye. kêfek ecêb da min. ne dînîtî ye * |
|
03.10.2023 22:59 |
kurê xelkê
|
421. demeke dirêj mirov ji van deran dûr bimîne jî dema mirov lê vedigere sebra mirov lê tê. ez îro pê hesam ku me 10 saliya tirşikê li pişt xwe hişt. xwezî me karîba ji bo vê çalakiyeke mezik bikira lê mixabin tiştek çênebû. lê ya xweş piştî nifşa me timamî xwe ji van deran kişand jî tirşik hê jî li ser piyan e, hevalên nû hene û tên. jixwe divê wiha be, her û her heman kes binivîsin wê piştî demekî ew nivîs bikeve dubareyê, ji ber wê divê yên nû bên yên berê rê bidin wan. |
|
04.10.2023 19:43 |
xendekî
|
422. do na pêr hevalek ji min pirsî bê ka çima nikare bibe endam. bawer im gava yekî dixwaze bibe endam problemek dertê. gelo kes zane sedema wî çi ye? |
|
05.10.2023 13:58 |
kurê xelkê
|
423. Malpera ku min hevalê xwe jê dîtiye û çar roj berê me bi şêraniyekê gustîlkên xwe xistiye tiliyên xwe. Mirov nizane qismet ji ku tê hûn dikarin ji derdora xwe re bêjin tirşik net torek wisaye ku her tişt jê derdikeve * Bi vê minasebetê min xwest spasiya xwe li vê torê bikim * |
|
18.10.2023 21:25 |
biaqila malê
|
424. malperek bixêr e mirovan dilşad dike. hêvi dikim min re jî yekî metalhez, kurdînûs, porreş, bedew û biaqil nîşan bide.** wan 2 endaman pîroz dikim* |
|
18.10.2023 21:55 |
ciwanzêr
|
425. Malpara ku li ser bextê biaqila malê tirsik.net/143337 ku meriv nikaribe here ber derê mirtiba jî meriv dikare were ber derê vê malparê * |
|
19.10.2023 00:27 |
shorbevan
|
426. Malpera ku nivîskarên wî ji azad penaber xweştir helbestan dinivîsin.d |
|
12 roj berê 16:10 |
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |