Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    20 mijar û 31 peyam
    kilama temenekî birîndar - tirşik
    kilama temenekî birîndar
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. helbesta berken bereh e.



    kilama vî temenî ji keseran pêk hat

    bêbextiyê pêsîrên jiyanê mijandin, ne xewnên me

    êdî bayekî bê ser û ber bû zarokatiya min

    çîqîniya wî li dara bindestiyê hilawistî



    qedexeyan lîstikên zarokan dimeyandin

    pirr nediaxivîm zêde nedikeniyam

    beriya evînê cixareyê ez rapêçam

    xortekî çak bûm li gorî gotina gundiyan



    salan bi xwe re birîn fireh û kûr kir

    êşiyam ji her awirekî melûlî

    her mala xizaniyê kon vegirtiye li ber dêrî

    bi dilgermiya tenûra pêşeroja wan vêketim



    navê te qedexe bû bibîranîna te şûrekî mirovkuj

    çend hevalan bar kirin ji kolanên vî bajarî

    ba û baranan tehma xwe winda kirin

    dûxaneke kontrayî xwe bi ser dengê me de berda

    beytakan rengê xwe ji me re hiştin û koç kirin

    rikekê ez girtim ji dîroka me ya jarmayî

    û min nexş kir demsala bêbext li dîwarê dilê xwe



    di awêneya jiyana me ya şikestî de zebaniyên nas

    di nava gulên baxçeyê temenê me de striyên zirbav

    wan bi destên xwe rûyên xwe qelaştin

    rûçikandin stranên xwe

    û birayên xwe firotin bi diravan



    êdî bager e bahoz e xwîn e

    meh riziyan Rezberê tîne

    li pişt xewneke çîlspî

    ditirsim kilama temenekî birîndar bimîne



    dibêjin ku hê jî

    bi evîndarî dimeyîne

    ew dilê birîndar

    serpêhatiya xwe



    2014.08.25-16:25 | xwelî li ser

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    mêrên baş vs mêrên xirab [1]
    mêrên baş li vî dinê de ji xanimê xwe rojek aramî nabînin lê mêrên ne ...
    di nav kurdan de pîrozkirina rojbûnê [1]
    Ez bi xwe hej pîrozbahîyên rojbûnan nakem wekî gelekî pîrozbahîyên dî....
    bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin [1]
    Mixabin ez jî niha wusa me..Lê ev tişt normal e..Pir kurd bi tirkî re ...
    kumreş [2]
    qasê ko dizanim berê rengê kuman nîşaneya hikumraniyan bûye. wek mînak...
    mîrektiya heskîfê [1]
    Mîrektiyeke kurda ye, mîrektiya melîkan jî te gotin jê re. Piştî belav...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kilama temenekî birîndar
    » birîndarim

    Kategoriyên mijarê:: weje wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî