Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
cahît mervan - tirşik
cahît mervan
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Rojnamevanekî bi pirsgirêkên RîşeyaN. laryngeus reccurrensê. Xwedê deng û qirika wî xweş bike.



17.07.2013 00:33 | sîsîfos

2. muameleya hespan li peyvan dike lewma car carinan peyv di devê wî de dihilkumin...



17.07.2013 01:10 | cirano

3. Rojnamevanê ku pozê wî her dem dipiriqe .

rojekê wî bi xwe got "yaw beriya bernameyê makyaj felan li me tê kirin û çi bikim dîsa jî pozê min dipiriqe" *

gotina wî ya "porogram" jî pir xweşik e .

henekên me alîkê, ji bo keda wî ê li rojtvyê dayî hezar caran spas dikim ..



17.07.2013 01:56 | brusk56

4. (bnr: porgram)



16.07.2013 19:04 | simurg56

5. Rojnamewanek hêjaye. Lê pirtir stûdyoda girtî maye. dixwazi berhemên nû de çalak be!

Ji hêla raya giştî ve tê zanîn kû ew rojnamevanekî nêzîkî derdora sîyasetmedarên kurd ê desthelatdarin. Loma jî analîz û daxûyanîyê ew diki, ji hêla raya giştî ve wekî fikrû ramanê polîtîka Kurda tê naskirin. Bi teybetî di nivîsên wî de, merîv dikari pêşeroja rojeva polîtîka kurdîstanê bibîne. wekî din merîv dikari bejî "çavkanîyek nezîkî hukumeta kurdane" Kurd jê hez dikin.



17.07.2013 13:32 | urartu3000

6. jiber ku denge wî yê weke egzoza teqî, di çîyayên kurdistanê yên asê de nayê veşartin, heval destûr nadin ku herê programa li cem wa çê bikê...



17.07.2013 17:57 | shepirze

7. Bi salan bi bernameya ''Sêla Sor'' di ekranên MED tv û ROJ tv de hat pêşberiya me..



17.07.2013 19:04 | roj

8. Ancormanê me kurda ye. Ji bo Tirka Reha Muhtar çi bê ji bo me kurda jî Cevat mervan ew e. Reha muhtarê kurda ye. Pirsên wi gellek dirêj û balkêş û serêş in. Dema dest bi pirsekî an axaftinekî dikê, hingî dirêj dirêj dikê dawiya dawî kes nizanê çi pirsî an jî çi got. Lê li gel kêmasiyên wî jî em dîsa hejê dikin..



12.09.2013 14:51 | nan û av

9. kî çi bêje guhdarkirina bernameyên wî xweş e. ez bi xwe ji guhdarkirina wî bêhnteng nabin. hinek gelegerm e, telafûza wî ne baş e (bi taybetî dema dibêje poğram) lê bernameya wî ya sêla sor belkî em diakrin bêjin ku 32. gün'a kurdan e *

û berevajî gotinan tu caran nikare li reha muhtar were şibandin. ji ber ku reha muhtar mutasyonek e x weke her mutasyonê biserneketî, tekane ye, zehmet e ku dubare bibe.



12.09.2013 14:58 | simurg56

10. pêşkêşvanê serkeftî yê ne herî baş lê ne herî xerab jî. û beramberîkirina wî û reha muhtar jî, ne tenê rizalet her weke din hekaret e jî

û weke din behskirina vî kesî* li vir ji bo wî îltifatek e ji ber wê jî poşman im. biborin.



12.09.2013 20:17 | azadixwaz

11. gello gava dixwazin navek li bernameyê bikin, çav li bêvla cahît mervanî dikevin û navê sêla sor wisa aqil dikin?



17.09.2013 20:56 | yurî gagarîn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cahît mervan
» mervan roni

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî