Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurdên stenbolê - tirşik
kurdên stenbolê
(4) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. kurdên ku xwe mêjiyê kurdistanê dibînin, dibên qey bi dîtina çandên ji hev cuda, poz bilind dibe lê di rastiyê de ji xeynî axaftinê bi kêrî serî pîvazê jî nayên..

mixabin ji xeynî axaftina bi kurdî tu nîşane û diyardeyên kurdîtî di wan de nemaye

yên ku keys û derfeta wan a vegerînê ya li kurdistanê hene lê venagerin jî ji ber keçikên tirk ên qûntazî ne, dema bi wan re rûdinî bi tenê qala lêçaniyên xwe dikin

dibên erê valle divê em vegerin lê li kurdistanê bêhna me dernakeve êdî û niza qala azadiya takekesî dikin( yanê derdê wan ev e ku nikaribin bi rehetî bixwin, vexwin û bi keçikan re lotikan biavêjin)

kurdên felişî ne, yanê piçek dişibin tirkan di tevgerên xwe yên rojane de êdî ferqa wan nemaye falan



28.08.2014 14:06 | ferhenga şikestî

2. (bnr: kurdistanbul)



28.08.2014 15:55 | karmatî

3. Li jor hatiye gotin ku ew ji xeynî axaftinê bi kêrî serî pîvazê jî nayên lê ev ne rast e. Kurdên stenbolê yên ku min dîtine nexasim yên ku temenê wan ji 25ê biçûktir baş bi kurdî nizanin. Yên ku dibêjin em bi kurdî zanin yan Kurdiya wan qels e yan jî naxwazin bi kurdî biaxivin (yên ku naxwazin biaxivin piranî keç in), tenê di malê de bi dê û bavê xwe re bi kurdî diaxivin lê bi bira û xwişkên xwe re bi tirkî. Herwiha piraniya xortan karkerên avahiyan in û keç jî li malê heya evaran li programên zewacê û rêzefîlmên tirkan temaşa dikin. Yên ku mala xwe bar kirine stenbolê piranî xizan in û rewşa wan jî ji ber vî sedemê ye. Hinek kurdên dewlemend jî hene ku li stenbolê dijîn lê rewşa wan baştir e. Hemû zarokên xwe didin xwendinê û xwediyê kar û jiyaneke baş in. lê yên dewlemend ji ber ku ji zûde ye mala xwe bar kirine, qet bi kurdî naaxivin. Heta hin kes hene ku bi zarokên xwe re bi kurdî xeber nadin da ku ew fêrî kurdî nebin. Hezar mixabin rewşa kurdên stenbolê bi vî awayî ye lê dibe ku kesên istisna jî hebin.



14.07.2017 20:22 | sloujouc

4. li bendê serxwebûna welatê xwe ne.



24.11.2017 02:07 | brûsk

5. (bnr: dema osmanî kurdên stenbolê)



24.11.2017 15:49 | cinorek

6. Ji vê seetê pê de yek ji wan ez im. Dixwazim ku vê bajarê de mirovên kurdîzan û kurdîaxiv re rast werim. Û xebatên xwe yên zimanê şêrîn ligel ev mirovan bidomînim.



31.08.2021 21:38 | rêwîyêrêyeknenas

7. Sernivîsa ku piştî ragihandina tercîhan, êdî ê kêrî kombûna xwendekarên tirşikê were.
Mînakek xweş nivîskarê jor e. Xwedê kêfa wî lê neşikîne û xêr di rêya hemû xwendekarên me be...



01.09.2021 16:00 | pîroz

8. Ez im, li diyarbekirê ji dayik bûm, piştî salekî em li stenbolê bi cîh bûn. Li wir mezin bûm. Mixabin piraniya Kurdên stenbolê Kurdî neaxifin û dem bi dem mirovên ku Kurdî dizanin kêm dibin. Ez jî piştre fêrî Kurdî bûm lê baweriya min heye wê rojekî mirovên me hişyar bibin û dê grîngiya zimanê Kurdî fahm bikin.



01.09.2021 16:25 | mîrêmerd

9. Kurdên ku pir ferqa wan ji kurdên navenda Amedê tuneye. Erê belkî rêjeya kurdîzanên Amedê zêdetir be lêbelê piştî ku neaxivîn ti ferq di navbera wan de namîne li gorî min.



01.09.2021 18:28 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku çanda kurdan dezanforme kirine û lewitandine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî