Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
kirînên ji înternetê - tirşik
kirînên ji înternetê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. karê mirovî gelekî hêsantir dike. min bi xwe cara yekemîn îro tişekê ji înernetê kirî û hêvî dikim tiştekî neyê serê min ji ber ku carekê saeteke yekî din kiriyî ji bo min ji navnîşana min re hatibu. û yê bizane heye gelo wê kengê bigihe ber destê min, min ji media marktê kirî.



30.08.2014 19:53 | azadixwaz

2. min perwaneyeka erdê kirîbû berî du meha filan li ser internetê, bi marqeya raks, tê bîra min markeya perwaneya me ya berê ya li gund jî raks bû belkî ji ber wê.. perwaneyeke baş dixweya, kumandaya wê hebû, te av dikirê û dilxwede ew av dikir hewaya hênik û pif dikir te, hewaya li odê îyonîze dikir, filan behsa gelek taybetmendiyên bikêrhatî dihate kirin, min ji çend forumên li ser înternetê jî xwend xelkê pesnê wê dida.. neyse min kirî, du sê rojan min şixuland tu ferqa wê û perwaneyên normal ên li piyasê ku hewaya li odê li odeyê digerîne tunebû.. min perwane 210 lîreyan kirîbû û perwaneyên din ên ji rêzê 40-50 lÎreyê bûn.. yanî haşayî hizurê singek mezin di min re kiribûn.. piştÎ du sê rojan bû eyd û ez ji bo eydê çûm cizîrê deh rojekî li cizîrê mam, normalde tişta ku te ji înternetê kiriye heta 15 rojan heger tu zirar lê çênebûbe tu karî vegerînî.. axirê tam roja 16ê min ji şîrketa ku min perwane jê kiriye peyamek şand û min go randimana ku min ji perwaneyê hêvî dikir min nestand ez dixwazim perwaneyê vegerînim ka ez çawa bikim.. hefteyek di ser re bihurî kesî bersiv neda, axirê min telefonî raksê û hem jî telefonî şîrketa ku ji ser înternetê min perwane jê kirî, kir, şîrketê go 15 roj heqê te hene piştî 15 rojan em nikarin tiştekî bikin filan ji ber wê me bersiv nedaye peyama te, raksê jî go me eleqedar nake, te ji kê kiriye here gilî û gazindê xwe li wir bike.. axirê ez aciz bûm cardî li şîrketê geriham min go, min ji hevalekî hiquqzan pirsiye gotiye rojên tehtîlê û eyd ne di nav van 15 rojan de ne, yanî heqê te heye, tu perwaneyê vegerÎnî, (ya rast min ji tu kesî nepirsîbû hê jî nizanim gelo tişteke welê heye an na * ) neyse şîrketê go em ê li hiquqzanên şîrketê bişêwirin û bersivekî bidin te.. tam wê rojê hevalek hat cem min û dilê wî ket perwaneyê, go tu nafiroşÎ min, min go belê, axirê min perwane firot 180 lîreyan, ji xwe min li şÎrketê vegerandibûya jî nêzikê 40-50 lîreya heqê kargoyê wê ji kîsê min çûbûya..

ji xwe şÎrketê careke dî banekir min..



30.08.2014 20:10 | endazer

3. ger bi dîqat were kirin, tiştekî xweş û baş e.

1- divê malper ewle be. yanî neçin û ji her malperî nekirin. malpera fîrmayên mezin û naskirî hilbijêrin.
2- tişta ku hûn dikirin, bila tiştek wisa be ku we berî niha ditiye û bi destê xwe hilgiritye, be. ger na, heye ku tiştek bêxêr were. mirov heta bi çavê xwe nebîne, nizane di rastiyê de tiştek çawa ye.
3- di binê berheman de, şîroveyên bikarhêneran bixwînin, ger erênî bin wateya wê zêde tune lê ger neyînî bin, qîmet bidinê.



31.08.2014 11:47 | simurg56

4. gelek caran biavantaj e lê carinan ji mirov re dibe bela. piştî pirsgirêkek derket were û li wan bide bawer kirin, îkna bike, bide qebûl kirin û bimîne benda vegera perê xwe.

min bi xwe heta niha ji xeynî tiştên teknolojîk , tenê carekê kaska bisiklêtê standibû. heta niha şikir ji xwedê re tu pirsgirêk çênebûye.

sanalpazar.com bi min ne malperek xerab e. mirov dikare jê bawer bike.



31.08.2014 12:27 | brusk56

5. Min bixwe ta niha ji bilêtên balafirê û pirtûk û kovaran pêve çu tişt nekirrîye.



03.02.2015 02:35 | seydayê_peyvan

6. Cihe kirînen realê ti caran nagirê.Mînak ko yek pirtûkêke deste xwe nediye û bikirê çi tehma we heye? Le teknolojî me mecbur dike em biguherin.Kî zane heye ku wextekî ez jî tiştna bikirim.



03.02.2015 14:52 | hûteheftserî

7. Pîştî korona di nav mirovan de ev bûyer zêde bûye.
Heya niha hêrî zêde ez dibe min pirtûk kirîne, bi piranî jî yê ezmûnê. Piraniya wan jî li Mêrdînê nîn in. Yanî ev tiştekî asayî ye, ne wek ku li jor hatiye gotin, ne hewceye destê me li pirtûka bikeve û hwd.

Ji bilî wê, heya niha min telefon, berguhk, cil jî kirîn, yanî ji sedî 70 bi dilê min derdikevin, wekî din jixwe go cihekî ewle be, mirov dikare îade an jî guharîneke bike.



13.08.2021 17:57 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kirînên ji înternetê

Kategoriyên mijarê:: jiyan ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî