Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yên ku telefona xwe di destê xwe de digerînin - tirşik
yên ku telefona xwe di destê xwe de digerînin
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. roj bi roj hejmara wan zêdetir dibe..

ya hinekan mecbûrî ye, telefon hingî gir û qebe ye tu çawa çêkî naçe berîka te de, lê hinekan jî ji xwe re kiriye edet, ji xeynî vê taybetmendiyê çend taybetmendyên din ên karakterîstîk yên van kesan hene, bi piranî bi tana şort û tîşortan digerin, an telikên plajê an jî babetên pîrekan dikin lingê xwe de, berçavka wan ya tavê bi pistûka tîşortê wan ve hilawistÎ ye, dinya ne bi xema wan ve ye.. *



03.09.2014 23:16 | endazer

2. Ez...

van rojan a, destê min navbera deriyê erebe de ma û ekrana telefonê jî şikest.

Hamd ji xwedê re disa tilî min xilas bû, heke telefon nebûya dibe ku 2-3 heb tiliyê min bişikesta.



Ji aliyek din de tiştekî nexirab e lo *



Hema Guherandina ekranê jî gelek biha bû haja we pê hebe!



03.09.2014 23:32 | mîr

3. tişta vê bîranîna min tîne hişê min:

rojek ez li mala hevalên xwe bûm û hevalên min jî li ser telefonan diaxivîn ez jî ji xwe re li goşekî rûniştibûm û min pirtûkek dixwend di wê navberê de hevalekî min jî qala telefonekî dikir ku digot telefon pir xweş e taybetiyên wê gellek kêrhatîne lê telefon hinek mezine, hadê em bêjin te zivistanê kir bêrîka saqoyê xwe lê havînê tu ê çi bikî?



tam di wê gavê de min serê xwe ji ser pirtûkê rakir û min got : têke qûna xwe!!

ji nişka ve ode bêdend bû*

piştî vê bûyerê vaye sê çar sal derbas bûne lê hevalê min hê jî newêre telofonek jîr bikire. lew re ew jî zane ku telefon naçe qûna wî*



04.09.2014 00:29 | ceso

4. heya wexteke nêzîk navê wan tlfnên bêrîkan bû. erê wê gavê diketin bêrîkên me, heta ku wer biçûk bibû di Nava perên me yê hûr de wenda dibûn. lê pistre ji carekê wer mezin bû ku êdî nema di bêrîkan de hiltê. divê di destan yan jî qûnan de be qey. *



04.09.2014 14:34 | hemdilaarda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yên bi remezanê tên
» telefona ewil a tirşikvanan
» xwendevan vs xwendekar
» destê min di nav rûnê sor de be
» xwehezkirin

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî