Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
kûsî jî dikarin bifirin - tirşik
kûsî jî dikarin bifirin
(21) (4) (1)
di mijarê de bigere

1. Kûsî Jî Dikarin Bifirin ji yek berhemên, derhênerê kurdi Irani behmen qubadî ye.



Çîrok di beriya şerê navbera Îraq û Emerîkayê biqewime di kampeka penaberiyê li ser tixûbên Îraq û Tirkiye yê derbas dike. Soranê 13 salî ye û ew jî mîna gelek hevalên xwe yên kampê malbata xwe di şer de wenda kiriye. Soran di nav gel de bi navê Satelayt tê nasîn û ji Emerikayê pir hez dike. Rojên xwe bi tamîrkirina televizyonan û bi serêkatiya zarokan derbas dike. Her wiha ji ber ku çend hevokên ingilizî dizane nûçeyên biyanî yên derbarê şer, ji gel re werdigerîne kurdî. Soran di nav gel de her wiha di nava zarokan de pir tê hezkirin.

Soran û hevalên xwe mayinên di nav erdê derdixînin û wan difroşin. Rojeke keçeke bi navê Agrîn tê kampê. Agrîn 14 salî ye. Ew zarokê wê û birayê wê ji Helebçeyê hatine vê kampê.



08.09.2014 13:26 | xwelî li ser

2. wek hemû fîmên derhêner yên din, agir dixe dilê mirov.



09.09.2014 10:15 | nazim tolhildan

5. di stranên gelerî yên tirkan de hêmanên surrealîst pir caran rasta mirov tên. mînak



gamêş hêlîn çêkiriye li ser çiqilê biyê

te dîtiye eman eman te dîtî ye gelo *



27.03.2015 14:15 | bijêrvan

6. babavo eger dikarin bifirin, bila bifirin tu kesî gotiye nikarin bifirin?



27.03.2015 19:33 ~19:33 | serhednişîn

7. Min he jî wî fîlme temaşe nekiriye. Nizanim film behsa ci dike. Ci qasi serm e.



27.03.2015 20:08 | mala te ava

8. Here lînkê

Here lînkê



27.03.2015 20:34 | remlavêj

9. Xelat:

Glass Bear, Best Feature Film and Peace Film Award, Berlin International Film Festival, 2005.

Golden Seashell, Best Film, San Sebastián International Film Festival, 2004.

Special Jury Award, Festîvala Fîlm a Chicago, DYA, 2004.

International Jury and Audience Awards, Festîvala Fîlm a São Paulo Brazîl,2004.

La Pieza Award, Best Film, Mexico City International Contemporary Film Festival, 2005.

Audience Award, Rotterdam International Film Festival, 2005.

Golden Prometheus, Best Film, Tbilisi International Film Festival, 2005.

Aurora Award, Tromsø International Film Festival, 2005.

Golden Butterfly, Isfahan International Festival of Films for Children, 2004.

Gold Dolphin, Festróia - Tróia International Film Festival, 2005

Sundance Selection 2005

Silver Skeleton Award Harvest Moonlight Festival 2007



18.03.2016 23:31 | helik orimiyo

10. Fîlmê ku ji aliyê Bahman Gobadî di sala 2004an de hatiye kişandin e.



19.03.2016 13:54 | gulêê

11. Fîlma ku her kurdek bêşek ji zaroktiya xwe tê da dibîne. Masiya ku laylon da dibe xwîn, Kusiyên di bin avê da, zarokên nav minan da em zarokin kurdin û zû bîr va dikin. "Bila ne be ferx em tên xapandin lê naxapînin tu car" Lewra em qet zaroktiya xwe dernakevin û sedem eve kû her tişt tê tolerekirin aliyên me va. Ruyên me zaroktiya da dikene wisa dikene, wisa dikene û mezintiya me ra ev ken qet namîne.



19.03.2016 15:49 | qertewîn04

12. fîlma ku êdî bi kurmancî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê keyomerd ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
fîlm jixwe êdî di youtubê de jî heye. hûn dikarin ji wir daxin û bi binnivîsa me temaşe bikin. an jî hûn dikarin dîrekt ji vê lînkê, bi binnivîsa kurdî temaşe bikin:



têbinî-2: Hûn dikarin van fîlman dîrekt ji vê koma telegramê temaşe bikin: Here lînkê [Tu tişt ne hewce ye, hûn dikarin dîrekt temaşe bikin]
têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya smplayerê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr: smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



26.09.2021 18:18 | simurg56

13. dema min dest bi wergera fîlmî kir ezmûna min hebû û min gotibû bela fîlmekî hêsan be ku zêde dema min nebe zû xelas bikim loma min eve hilbijart lê wekî min texmîn dikir ne hêsan bû û di sê çar mehan de qediya :D di jêrnivîsa îngilîzî de gelek ciyên newergerandî hebûn. min li jêrnivîsa turkî nerî ewe jî rasterast wergera ya îngilîzî bû. îja heya ji min hat min bixwe ew ciyane wergerandin lê çend cî jî ez tê negehiştim û vala man. herwa hin ciyan karakteran tiştek digot jêrnivîsê tiştekî din digot. min ew ciyane jî rast kirin. û ji bo rehet bê têgehiştin min gelek peyvên sivik bi kar anîn. bo nimûne ji devla çekê min sîleh bi kar anî, bo yekî/a asta destpêkê jî bikare tê bigehe.



26.09.2021 21:47 | keyomerd

14. Destê keyomerd sax be, berî niha jî li ser televîzyonê bi dûblaja tirkî car caran liqayî dibûm, lê tu carî min bi dawî nekiribû. Çawa li ser youtube hat bar kirin, min temaşe kir.
(bnr: turtles can fly)



26.09.2021 22:30 ~22:32 | merwano

15. Min carekî hewil dabû sitranekî wergerînim çiqas li min giran bû û pê westiyabûm bi xwedê karê wergerê qet ne hêsan e. ji bo vê kedê spasiya te dikim birêz @keyomerd xêra te min dîsa temaşe kir bi awayekî baştir. Lê hinekî hesûdîm jî :d min soranî ewendey baş nazanim ta wêrgerîş bikem bedaxewe :(



26.09.2021 23:46 ~23:50 | navîgiranmezelîwêran

16. Fîlmê ku min di sala şoreşa Rojava li Nisêbînê temaşe kirîye.
Dibê ku bê bîra tirşikvanên Nisêbînî, di wan salan de qedexeya derketina derve hebû û xelkê Nisêbînê ji bêhna gaza îsota nedikarîbûn di nîvê havînê de şibakên xwe vekin. Li mala pîrê jî me rojên qedexeyê bi hev re bi vî rengî derbas dikir : bi fîlmê Kurdî... Gava me temaşe dikir bi binnîvîsa Tirkî me dixwend û zorê ji wan fêhm dikir lê pîrka min bê zehmet ji wan fêhm dikir.
Min hîn bi binnîvîsa Kurmancî temaşe nekiriye lê bawerim gelek serkeftî ye. Destê @keyomerd sax bin...



27.09.2021 19:33 | pîroz

17. Li gorî çîrokeke kevin, Kusîyek ku li tenişta golê dijî her dem li çûkên dora xwe darî dike û çavnebariya wan dike. Ew dixwaze bifire û her roj teyrên ku li dora golê de difirin teqlîd dike. Bi demê re, ew bi van çûkan re dibe heval û hestên xwe bi wan re parve dike. Kusî dixwaze bi firînê biçe aliyê din ê golê, ger ew bixwe biçe, ev rêwîtî dê salek berdewam bike. Ji ber wê kusî lê çûkan dizivire û dibêje.
+ Ez dixwazim bifirim ku derbasî aliyê din ê avê bibim.
Çûk lê dinêrin û dibêjin.
+Ger bixwazî tu dikarî bifirî. Kusî jî dişên bifirin.
Çûk şaxek(çiqilekî) dirêjî Kusîyê dikin û jê re dibêjin:
+Vê şaxê bi devê xwe bigire û bi hişkayî gez bike.
Kusî çiqilê gez dike. Gava ku çûk radibin, ew jî bi wan re radibe û bi kelecaniyek heta niha nedîtî, bi kêf û xweşî de bilind dibe. Kusî cara yekem e ku ji erdê ewqas bilind bûye. Çawa li erdê dinêre ditirse û çawa diqîre devên wî vedibin û dikeve erdê û nav avê. Kusî wê demê fêm dike ku cihê wî ew der e...

Fîlma Kusî jî dişên bifirin, qala çend roj beriya êrîşa Amerîkayê ya li ser Iraqê dike. bahman ghobadî, di vê fîlma xwe de zarokan kiriye ser leheng. Her zarokên ku di fîlmê de derbas dibin di rastiyê de jî çîrokek in. Ango di nav xwe de gelek çîrokên dilsoj vedişêrin. Lê ya Agrîn hinek ji wan cûdatir e. Ji Agrînê re dibêjin "Keça ji Helebceyê". Agrîn Zarokeke biçûk e ku di 14 saliya xwe de ji hêla kujerên dayîk û bavê xwe ve rastî tecawizê hatiye. Agrîn vê rewşê qebûl nake û dixwaze ji vê rewşa xerab xilas bibe. Agrîn zarokê kor ê ku pişt tecawizê hatiye dinyayê jî qebûl nake û dixwaze dev jê berde û biçe.. Lê ji bilî birayê wî yê mezin, ku destên xwe winda kiriye, kesekî wê tune.

Kekê Agrîn Hengow e û ew pêşerojê dibîne û her car jî tiştên neyînî dibîne. Li gorî Agrîn, Hengow zarokê qebûl dike û her dem dixwaze wî biparêze.
Ger em biramin dikarin vê encamê derxin. Navê fîlmê ji vir tê. Ger di pişta Kusî de bar tunebûya dê bikarî bifiriyana. Ger li pişta Agrînê de bar tunebûya dê azad bibûya. Wê demê em baş têdigihin ku rewşa Agrîn û Kusîyê gelek baş hatiye şibandin.

Em werin lehengê sereke "sataleyt". sataleyt di her warî de bûye rêberê gund. Ew hewl dide ku hemû kêşeyên gund çareser bike. Ew satelîtan datîne gundan da ku xelk bi nûçeyan ji şeran agahdar bin. Ya herî girîng, ew pêşengiya zarokên sêwî dike. Ew rê dide wan ku mînan paqij bikin û bifroşin da ku debara xwe bikin. Ew bi îngilîziya xwe, a ku pê dizane, wekî Wergêr jî dixebite. Li hember şer, ji gundiyan re çekan dikire û fêrî zarokan dike ka meriv wê çawa bikar tîne. Bi kurtasî hemû gund di destê wî de ye. Di 16 saliya xwe de gundekî rêve dibe. û divê vê jî bibêjim ew evîndarê "Keça ji Helebceyê" dibe.

Di sehneyekî de Sataleyt Ji robara ku li gor gundiyan binalet û qirêj de ji bo Agrîn masiyekî sorê ku başiyê temsîl dike, digre. Ev sehne perspektîfeke xweş daye fîlmê û fîlmê xweştir kiriye.

Di dîmenekî de ku sataleyt hewl dide mînan bifiroşe de, ev gotin derbas dibûn:
"Tu van mînan 3200 dînarê difiroşî netewên yekbûyî lê ji me 20 dînarê dikirî.Dema kûçikên wan tiştekî dibînin dixwin de ka ev zarok çi bixwin" ev sehne jî destnîşan dike ku keysperestî û çavbirçîtî li her hawîrdorê, dem, kes û neteweyan nas nake.

Em werin dawiya fîlmê, hengow di xewna xwe de hemû tiştên ku biqewime dibîne. Hengow di xewna xwe de dibîne ku Agrîn kevirek mezin piyê kurê xwe ve digre û wî diavêje nav ava qirêj û bi lanet. Piştre dibîne ku Agrîn jî xwe li kendalê diavêje erdê. Dema Hengow şîyar dibe, her tişt qewimîye. Hêstir ji çavên wî tên, diçe li robarê xwe diavêje nav ava lanetkirî, lê dibîne ku Rîga(zaroyê Agrîn) di binê robarê de bi pêlavên lastîkî yên şîn razaye. Dema ku Hengow vedikişe çîyayê, ew şikalên binefşî yên Agrînê dibîne. Ew ji ber ku destên wî ji ber teqînê jê bûne, bi devê xwe şikala Agrînê ji erdê radihije û diçe....

Ez dixwazim di dawiyê de ve sehneyê bi we re tenê bihêlim û çend xulekan li serê bifikirin.
Dema şer dest pê kir, balafirên Amerîkayê li ser gundiyan firîyan, çawa hemû dinyayê xapandibin eynî wisa bi gotinên xwe yên xweş ji xelkê re, ji balafiran van peyaman avêtin.
"Hemî neheqî, qeza, xizanî dê bi dawî bibe. Em hevalê wê yê baştirîn in. Em ê vî welatî bikin bihuşt. Em ji bo êşên we biqedînin li vir in. Di cîhanê de ji me çêtir ti kes tuneye."

hûn dikarin vê nivîsê ji bloga min jî bixwînin. Here lînkê



15.10.2021 22:03 ~22:03 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kûsî jî dikarin bifirin
» jîroskop

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî