Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 9 peyam
şivanê kurmanca - tirşik
şivanê kurmanca | 2009
Nivîskar: EREB ŞEMO | kurmancî | roman | 200 rûpel

agahî tune...
şivanê kurmanca
(15) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di dîroka wêjeya Kurdî de ewilîn romana Kurdî “Şivanê Kurmanca” ye. Nivîskarê wê erebê Şemo (ereb Şamilov/1897-1978) ye. Ev roman di sala 1935’an, dema Ûrisa sowyet de, li yerewanê bi alfabeya kirîlî hatiye weşandin.



08.09.2014 14:04 | xwelî li ser

2. wek romana yekem a kurdî tê erêkirin.
(bnr: şivanê kurd) / (bnr: şivanê kurmancan)



09.09.2014 13:18 | xendekî

3. Yan jî şivanê kurd tê zanîn. Kesên ku dixwazin jê bixwînin li malpera institutekurd.org hatiye parve kirin.



Girêdank: Here lînkê



26.12.2014 22:56 ~2015.05.11 22:25 | mîr

4. Romana modern ya kurdî a yekem.

Ji alîyê Erebê şemo ve hatiye nivîsandin.



27.12.2014 00:19 | gûndîyav

5. nivîskarê pirtûkê erebê şemo, ji aliya maksîm gorkî ve hatiye pesndan.



''gelê kurd bi zimanê nivîskarê xwe, erebê şemo diaxive.''



19.03.2015 00:50 | remlavêj

6. du, sê roj berê min jê xilas kir. gava ku min kitêbê dixwend notên xwe hilda, di kitêbê de peyvên tirkî yên hatiye bikaranîn min hemû derxist li jêrê rêz kir.



wan peyvên tirkî min rêz kir di devoka herêma serhedê de tê bikaranîn, ji zû de ketiye zimanê me.



(dibe ku di nav wan de çend peyv ne tirkî be jî)



duşurmîş bûn: fikirîn

Çîçek: kulîlk yan jî rasterast Çîçek

yançî: alîkar

bol: zaf, pîr, gelek

êpêcê: zaf, pîr, gelek

temiz: pak, paqij yan jî rasterast temîz

mart: adar

ekincî: cotkar

Ekin: çandin, dexl

emek: xebat, ked

Teyamîş bûn: sebir kirin (bnr: damîş bûn)

temî: şîret, nesîhet

guc: hêz

Quluxçî: yeniçeri'yê di qereqolê de erkedar e

Otax: ode, mezel

Razlix: tedbîr, amadehî, karûbar

Oyîn: dek, hîle

Obek: kom

obebaşî: serekê konê

axaler: axayan (çend kilamê dengbêjan de jî min seh kiribû)

yêr: cî, erd

Îçke: mey

aylix: mehane, meaş

Çomax: darik

boş: vala

Qirme: cûreyeke çêk e

Egrî daxê: çiyayê agirê, çiyayê qerekilîsê

xebatçî: xebatkar

Beyraq: ala, al

Arxalix: berpal

dikançî: dikandar

arişvêrîşçî: firoşkar

temûz: tîrmeh yan jî rasterast temûz

êmîş: mêwe, fêkî

barişixî: aşitî

ordî: artêş

Tivingçî: tivingvan

talimatçî: şîretkar

Birincî: yekem, ewil

orte: nav



18.05.2015 23:48 ~2015.05.19 02:18 | mîr

7. kitêb 150 rûpel e di sala 1935 ê dema sovyetan de li rewanê hatiye weşandin. erebê şemo vî kitêba xwe pêşkêşê komsomolê dike.



eskerê boyîk ji bo vî kitêbê wusa gotiye "ereb vî kitêbê xwe de rasterast çîroka jiyanê xwe nivîsiye yanê ereb vî kitêbê xwe de him nivîskar him jî leheng e"



zimanê romanê sivik e, nivîskar wekî bi me re suhbet dike û bi devoka herêma serhedê hatiye nivîsandin. min bi xwe ji zimanê romanê tehmakî xweş stand. ji ber ku êl û eşîrê me jî wan salana di salan destpêka 1900 an li bazîdê, agirî bûn. di kitêbê de bikaranîna peyv û qaliban wî wekî xeberdanê gundiyekî min e. min çavên xwe girt û ketime xeyalan bi ereb re devdorê qers, îdir, rewanê geriyam.



kitêb herwiha civaknasiya wê çaxê ji me re nîşan dide, behsa civakan kurmanc, tirk, ermenî, melegan dike û li ser têkiliyê wan bi hev re qal dike. hikayet li qersê û herêma devdorê wê de derbas dibe,



ereb çaxa ji sîpana xelatê derbas dibe piçek behsê destana siyabend û xecê jî dike.



jiyana zozanê ya koçeran ji me re bi awayekî rengareng nîşan dike. jixwe wê çaxê ermenî, melegan, tirk dêmanî ne kurd jî piranî koçer in.



di kitêbê de nêrîna ermenî, tirk, melegan ji bona kurdan ne baş e, kurd li ber çavê wan de diz, wehşî, çiyayî, serhişk, feqîr, nezan e. kurdên koçer piçek hatiye pesndan ji ber ku heywanê wan milkê wan zaf in. ji aliyekî din ve kurd di nav xwe de ji hev re şer dikin û hev nakin yekîtî di nav wan de tune ye, axa, beg, mîran xelkê xwe re rehet nade.



yanê ew çax jî di nav kurda de pirsgirêka herî mezin wekî vî çaxê Nezanî, feqîrî û bêtifaqî bûye mixabin...



erebê şemo di vî kitêba xwe de gelekî propogandayê komûnîzmê dike, jixwe ereb endamê partiya komûnîstan e. li gorî min ji aliyê propogandayê ereb neçar e, di dema sovyetan de çi dihate çap kirin divê li ser komûnîzmê bûya. min hevpevînekî têmûrê xelîl de jî ji devê wî seh kiribû digot "gava me riya teze wedişand gere her hejmarê wê de teqez propogandayê komûnîzm, lenîn, stalîn bikira, heke wusa nebûya weşanên me holê radibû, em neçar bûn me ne jidil li gorî şert û mercan hereket dikir"



her çiqas ji aliyê sovyetan bona propogandayê hatiye çap kirin jî xêra wê romana kurdî ya ewil derketiye holê. spas mamosteyê qedirbilind bavê romana kurdî erebê şemo, li cihê de bihûşt be...



bê şert û merc bixwînin û bidine xwendinê, jixwe 150 rûpel e meriv dikare di nava 1-2 rojan xilas bike...



19.05.2015 01:33 ~02:12 | mîr

8. Di nav kurdên qafqasyayê de hemanên welat, niştiman, neteweperwerî di salên 1950, 1960an şûnde tê dîtin, Ji ber vê yekê tiştên weha di nav romana şivanê kurmancê de tune.

Edebiyata partiye, bona propagandayê nivîsiye ji ber vê rêgezên psîkolojik pir kem in.

Keseyatiya Erebê Şemoyî derveyî ye ne ji ber hundir e.

Romanek otobiyogragik e, çavdêriyên rasteqînî hemû tê dest nişan kirin û ziman jî hinek rij e.bona bila dilê we bi şoreşê germ bibe nivîsiye.. NIvîskarên mîna Gorgî, Vîktor Hugo xwendiye ku di şivanê kurmancê de çend sehne dişîbin çend sehneyên wan romanan.



08.06.2015 23:33 | havka

9. ewilîn romana kurdî ye û ewilîn romana kurdiya ku min xwandiye.*



25.06.2019 17:02 | tizbîkêş

10. Min çend çapên Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo dîtin, camêra navê wê kiriye “Şivanê Kurd”.
Ez fêm nakim ev çi felsefe ye yanî, ez zanim hinek difikirin divê navê “kurmanc” qedexe be ji ber ku “em hemû kurd in”, lê kê destûr daye we hûn navê romaneke dîrokî biguherînin?



10.07.2019 20:35 | ezcan

11. Romana ku min nû qedand. Jiber ku roman bi devoka serhedê hatiye nivîsandin min bi rihetî xwend lê dîsa jî nivîskar gelek peyvên tirkî û rûsî xwistine di nav kitêb de. Ev yek jî normal e li gorî wê wextê û rewşê.

Wek li jor jî hatiye gotin propagandayê Bolşewîk û komûnîstan hebe jî roman rewşa kurdan a di destpêka sedsala bîstan û têkiliyên kurdan a bi gelên din re ji gelek aliyan ronî dike. Bi piranî zehmetiya şêr û kesîbî tîne ziman. Ev vê yekê dide nîşan ku kurd hertim yên herî feqîr û mexdûrê şeran bûne.

Ya herî xweşa min çû ew bû ku dema min romanê dixwend min digot qey ez li malê me û mêvanekî ji qersê hatiye û bi zimanê xwe yê rojane ji me re qala serboriyên jiyana xwe dike.*



22.01.2020 20:51 | xelîl

12. romana yekemîn a kurdî. ereb şemo bi xwe bolşevîk e û tu ji wê asayîtir nîne ku bangeşana şoreşa cotmehê û komûnîzmê bike. di hin şîroveyan de hatiye gotin "her çend propagandaya komunîzmê be jî..." vêça çi? komunîzm bûye reşê hewe. jixwe saya xebatên komunîstan ev roman û gelek berhemên dî hatine çap kirin. mêrikek gazindên têmûrê xelîl nivîsye ku dema rya teze dihat weşandin ew mecbûr bûn bangeşeya komunîzm ê bikin. ev mêrik piştî sovyet têkçû niha jî ji rûsya ya kapîtalîst gazind dike ku alîkarîya aborî nadin xebatên kurdî lewma wan dawî li weşandina rojnameya rya teze anîye. gelo xelîlê têmûr niha fehm dike çima divê bangeşeya komunîzmê bêt kirin? kesên wisan guneh û rezîl in, destê wan li ber xelkê vekirye, dixwazin her xelk tiştek bide wan. lê dema kesek hevalên bindestan qencîyek kir nizanin bişêkirênin jî. hem bi xêra sovyetan bila kullîyatek a kurdî bêt avakirin hem tu rabe heç firsenda te dît êrîşî komunîzmê bike, wile bavo xweş teybîr e.



01.03.2020 01:32 | hespêsor

13. zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pirtûkê nivîsiye tu perwerdeyeke bi kurdî ji dezgeh û saziyekê wernegirtiye. yanê em dikarin bêjin erebê şemo bi zimanê xwe yê axaftinê nivîsîye.

ez naxwazim bi dirêjahî behsa romanê bikim jixwe naveroka romanê kêm zêde li her kesî/ê eyan û beyan e.
di romanê de wek nivîskarê tirşikê mîr li jor gotî, gelek peyvên tirkî hene. hemî ziman ji derve ve peyv digirin ev normal e lê peyvên tirkî ku ketiye vê romanê bi awayekî deformebûyî di romanê de hatine ristin. wek mînak duşurmîş bûn.
fikirîn bixwe peyveke erebî ye ji koka f-k-r'yê hatiye dariştin û ketiye nav kurdî lê di kurdî de deforma nebûye û li gorî forma peyvsazîya kurdî cihê xwe qewî kiriye. mesela bedil jî bi erebî ye û bi kurdî li şûna guhertinê em bi kar tînin û dibêjin bedilîn.
kêmasîyeke dî ya romanê jî bikaranîna şaş a daçekan e. di zimanê kurdî de daçek pirr girîng in, heke daçek şaş bên karanîn xwendina hevokan zehmettir dibe û maneyên şaş derdikevin holê.

bi navê berbangê romaneke dî ya erebê şemo heye. em dikarin bêjin şivanê kurmanca û berbang heman roman in lê hindek guherîn hene di navbera wan de. hindek karekter û bûyer lê zêde bûne û hindek jî jê kêm bûne. lê ya girîngtir di berbangê de karanîna daçekan hatine sererastkirin. ji ber wê yekê pêşniyaza min ji we ew e ku beriya şivanê kurmanca berbangê bixwînin. Xwendina wê rehettir e.

wek hûn jî dizanin erebê şemo li sovyetê dijîya, bi eslê xwe ji qersê ye lê teqrîben di dema şoreşa bolşevikan de dihere rûsyayê, demekê li gel komûnîstan li dijî leşkerên çarî şer dike. Di romanê de jî bîranînên wî yên leşkeriyê hene.
di serdema sovyetan de hemî pirtûkên ku dihatin çapkirin cara ewil ji çavdêriya desthilata sovyetan dibuhurî, kêm an zêde di her pirtûkekê de wesf û pesnên sovyetan yanî komûnîzmê divê bihatana dayîn. Loma di romanê de em liqayî gelek rexneyên li dijî feodalîteyê tên û gelek caran jî em liqayî pesnên komûnîzmê û şoreşa bolşevikan tên.
ev roman jî mîna romanên dî yên edebiyata klasîk a rûsî xwedan taybetiyên xweser in: birçitî, feqirî, zilm û zordariyên axa û mîran, neheqîya pergala feodalîtê…hwd.

bi wê romanê kêm zêde haya me ji civaka kurdan a wê serdemê çêdibe. Li gundan kurd her di binê zilm û zordestiya axa û began de mane, zikê kurdan her vala ye lê mal û milkên began her li ser ked û xebata cotkar û rençberên wan gundiyan zêde bûne.

bi kurtasî beriya vê romanê berbangê bixwînin. Berbang wersîyoneke lêzedekirî û sererastikirî ya şivanê kurmancan e.



05.03.2020 13:35 | ferhenga şikestî

14. Romana bi ziman û şêweya xwe xwediyê kurmanciyeke xwerû ye. Ne bi zimanekî standart bi kurmanciyeke herêmî, bi devoka serhedê hatiye nivîsîn. Kêmaniya daçekan a di pirtûkê de ji ber vê ye bawerim. Roman; Ji aliyê naverokê ve sivik e, ne tevlihev an dirêj e. Tê de tehlîlên kûr ên li ser karekteran nîne. Ji wê bêtir rewşa civaka Kurdan a wê demê, rê û rismên wan û nezaniya wan bi serpêhatiyên karakteran hatiye nîşandan. Ji ber ku pirtûk, di nav bê derfetiyan de û li xeribiyê hatiye nivîsîn dilê min qayîl nabe rexneyên tûj lê bikim. Li ber dilê min şirîn e.



05.03.2020 19:51 ~19:52 | xeyda

15. Berhema ku di eslê xwe de bîranîn e, bêhemdî xwe bûye roman heçku. Axir roman be jî ji xeyn ku belgeyek zimanî ye bi qîmet e. An na ji hêla estetîka edebî û hunera romanê ve ti nirxê xwe tune mixabin.



12.12.2022 02:04 | hêvî

16. Romana ku hatîye Tirkîzekirin û navê wê jî bûye Kürt çoban.

Îja meseleya kurd-kurmanc li alîyekî bi min şaş hatîye wergerandin. Divê navê wê Kürtlerin çobanı be li gorî min.

Hûn çi difikirin?



01.04.2023 18:06 | xabûrî

17. pirtûka min a pêşîn a bi navê kurt derbas dibe. bawer im di refa 3 an 4an de bûm û ez heyirîbûm. jbk wê demê min romanên jules verne dixwendin û herçiqas bo zarokan bin jî têra xwe stûr bûn. îja ev kurt çoban, yanî roman bû û ne kurtekirî bû. ecêb bû.



02.04.2023 12:21 | biruya hayao miyazaki

18. (bnr: kurt cobain)



02.04.2023 17:21 | cinorek

19. Bi siya evînê ve Pirtûka ewil a kurdî min xwendiye
Romanekê otobîyografîker e. di derbarê jiyana koçerîyê de çavdêriyan dihewîne. Da ku xelkê erdnigarîya qafqasyayê şîyar bike nivîsandiye. Nivîsandina Awayekê mebestyal, biarmanc, Yek taybetiya berhemên e.şemo ye bêyî perwedehî kurdî û hînbûyîna rêzimanê zimên bi ferhenga îzolî ve xwendina pirtûkê, ji ber ku cara ewil xwendina kurdî, hesteka xweş bûbû.



6 roj berê 01:58 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
sondên kurdî [3]
bi serê te yê ezîz.....
umit ozdag [3]
kerê çolê ye. ji rûyê wî xuya ye ne derûniyeke dirust pê re heye, ne m...
harûn elkî [3]
lehengê rocka kurdî ye. min ê bigota bavê rocka kurdî lê ew bûye nesîb...
xwekujî [2]
Xeletiyên ku wekî rast tê xuyakirin: Şaş: Mirov carekê de ...
tirşik forûm [1]
@keyomerd ji bo ku meriv dikaribe bêje "bi-rep-îne", "R...
belki ev jî bala te bikişînin
» şivanê ku bi bilûrê pezê xwe li xwe kom dike

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî