![]() |
şivanê kurmanca | 2009 Nivîskar: EREB ŞEMO | kurmancî | roman | 200 rûpel agahî tune... |
1. Di dîroka wêjeya Kurdî de ewilîn romana Kurdî “Şivanê Kurmanca” ye. Nivîskarê wê erebê Şemo (ereb Şamilov/1897-1978) ye. Ev roman di sala 1935’an, dema Ûrisa sowyet de, li yerewanê bi alfabeya kirîlî hatiye weşandin. |
|
08.09.2014 14:04 |
xwelî li ser
![]() |
2. wek romana yekem a kurdî tê erêkirin. |
|
09.09.2014 13:18 |
xendekî
![]() |
3. Yan jî şivanê kurd tê zanîn. Kesên ku dixwazin jê bixwînin li malpera institutekurd.org hatiye parve kirin. |
|
26.12.2014 22:56 ~2015.05.11 22:25 |
mîr
![]() |
5. Romana modern ya kurdî a yekem. |
|
27.12.2014 00:19 |
gûndîyav
![]() |
6. nivîskarê pirtûkê erebê şemo, ji aliya maksîm gorkî ve hatiye pesndan. |
|
19.03.2015 00:50 |
remlavêj
![]() |
7. du, sê roj berê min jê xilas kir. gava ku min kitêbê dixwend notên xwe hilda, di kitêbê de peyvên tirkî yên hatiye bikaranîn min hemû derxist li jêrê rêz kir. |
|
18.05.2015 23:48 ~2015.05.19 02:18 |
mîr
![]() |
8. kitêb 150 rûpel e di sala 1935 ê dema sovyetan de li rewanê hatiye weşandin. erebê şemo vî kitêba xwe pêşkêşê komsomolê dike. |
|
19.05.2015 01:33 ~02:12 |
mîr
![]() |
9. Di nav kurdên qafqasyayê de hemanên welat, niştiman, neteweperwerî di salên 1950, 1960an şûnde tê dîtin, Ji ber vê yekê tiştên weha di nav romana şivanê kurmancê de tune. |
|
08.06.2015 23:33 |
havka
![]() |
11. Min çend çapên Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo dîtin, camêra navê wê kiriye “Şivanê Kurd”. |
|
10.07.2019 20:35 |
ezcan
|
12. Romana ku min nû qedand. Jiber ku roman bi devoka serhedê hatiye nivîsandin min bi rihetî xwend lê dîsa jî nivîskar gelek peyvên tirkî û rûsî xwistine di nav kitêb de. Ev yek jî normal e li gorî wê wextê û rewşê. |
|
22.01.2020 20:51 |
xelîl
![]() |
13. romana yekemîn a kurdî. ereb şemo bi xwe bolşevîk e û tu ji wê asayîtir nîne ku bangeşana şoreşa cotmehê û komûnîzmê bike. di hin şîroveyan de hatiye gotin "her çend propagandaya komunîzmê be jî..." vêça çi? komunîzm bûye reşê hewe. jixwe saya xebatên komunîstan ev roman û gelek berhemên dî hatine çap kirin. mêrikek gazindên têmûrê xelîl nivîsye ku dema rya teze dihat weşandin ew mecbûr bûn bangeşeya komunîzm ê bikin. ev mêrik piştî sovyet têkçû niha jî ji rûsya ya kapîtalîst gazind dike ku alîkarîya aborî nadin xebatên kurdî lewma wan dawî li weşandina rojnameya rya teze anîye. gelo xelîlê têmûr niha fehm dike çima divê bangeşeya komunîzmê bêt kirin? kesên wisan guneh û rezîl in, destê wan li ber xelkê vekirye, dixwazin her xelk tiştek bide wan. lê dema kesek hevalên bindestan qencîyek kir nizanin bişêkirênin jî. hem bi xêra sovyetan bila kullîyatek a kurdî bêt avakirin hem tu rabe heç firsenda te dît êrîşî komunîzmê bike, wile bavo xweş teybîr e. |
|
01.03.2020 01:32 |
hespêsor
![]() |
14. zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pirtûkê nivîsiye tu perwerdeyeke bi kurdî ji dezgeh û saziyekê wernegirtiye. yanê em dikarin bêjin erebê şemo bi zimanê xwe yê axaftinê nivîsîye. |
|
05.03.2020 13:35 |
ferhenga şikestî
![]() |
15. Romana bi ziman û şêweya xwe xwediyê kurmanciyeke xwerû ye. Ne bi zimanekî standart bi kurmanciyeke herêmî, bi devoka serhedê hatiye nivîsîn. Kêmaniya daçekan a di pirtûkê de ji ber vê ye bawerim. Roman; Ji aliyê naverokê ve sivik e, ne tevlihev an dirêj e. Tê de tehlîlên kûr ên li ser karekteran nîne. Ji wê bêtir rewşa civaka Kurdan a wê demê, rê û rismên wan û nezaniya wan bi serpêhatiyên karakteran hatiye nîşandan. Ji ber ku pirtûk, di nav bê derfetiyan de û li xeribiyê hatiye nivîsîn dilê min qayîl nabe rexneyên tûj lê bikim. Li ber dilê min şirîn e. |
|
05.03.2020 19:51 ~19:52 |
xeyda
![]() |
16. Berhema ku di eslê xwe de bîranîn e, bêhemdî xwe bûye roman heçku. Axir roman be jî ji xeyn ku belgeyek zimanî ye bi qîmet e. An na ji hêla estetîka edebî û hunera romanê ve ti nirxê xwe tune mixabin. |
|
12.12.2022 02:04 |
hêvî
![]() |
17. Romana ku hatîye Tirkîzekirin û navê wê jî bûye Kürt çoban. |
|
01.04.2023 18:06 |
xabûrî
![]() |
18. pirtûka min a pêşîn a bi navê kurt derbas dibe. bawer im di refa 3 an 4an de bûm û ez heyirîbûm. jbk wê demê min romanên jules verne dixwendin û herçiqas bo zarokan bin jî têra xwe stûr bûn. îja ev kurt çoban, yanî roman bû û ne kurtekirî bû. ecêb bû. |
|
02.04.2023 12:21 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
19. (bnr: kurt cobain) |
|
02.04.2023 17:21 |
cinorek
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |