Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 4 peyam
    mele mehmûdê bazîdî - tirşik
    mele mehmûdê bazîdî
    (2) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. di sala 1797an de li Bakurê Kurdistanê li navçeya bazîdê hatiye dinyayê. Bazîdî yek ji wan kesan e ku di sedsala hîjdehan de dest bi nivîsandina nesra kurdî kiriye.



    Wî kîtabeki bi navê Adetên kurdan nivîsandîye û pirtûga Şerefxanê bedlîsî ya Şerefname ji wergerandiye zimanê kurmancî. Mele Mehmûdê Bazîdî herweha gelek çîrokên gelêrî jî nivîsandine.



    Mele Mehmûdê Bazîdî, sala 1797an li navçeya bazîdê ji dayîk bûye. Piştî ku medreseyê diqedîne û dibe meleyekî çê, navê Mehmûd dibe Mele Mehmûd û dû re jî navçeya Bazîdê ya ku lê ji dayîk bûyî, dibe paşnavê wî. Herwiha di nava gel de weke Mele Mehmûdê Bazîdî tê naskirin. Mixabin sala koçkirina wî ya dawî baş nayê zanîn.



    Mele Mehmûdê Bazîdî, zaroktiya xwe li Bazîdê derbas dike. Dû re dest bi xwendinê dike û pêşî fêrî xwendina Quranê dibe. mewlûda meleyê batêyî û nehculenam a mele xelîlê sêrtî dixwîne. Ji bo xwendina Nûbara ehmedê xanî û berhemên din, derbasî medreseya Bazîdê dibe. Tevlî feqiyên li medreseya Bazîdê dibe û bi wan re dest bi xwendinê dike. Piştî demekê ku dersên wî û zanîna wî pêşve diçe, dikeve rêza medreseyan û li gelek medreseyên Kurdistanê digere. Zimanê erebî, farisî û osmanî fêr dibe. Piştî qedandina dersan ku îcazê werdigire, carekî din vedigere Bazîdê cîhê ku lê ji dayîk bûyî. Li Bazîdê ji aliyekî ve dersê dide feqiyan, ji aliyê din ve jî li ser wêje û rêzimana kurdî dixebite.



    Giraniya xebata xwe bi kurdî, bi zaravayê kurmancî dinivîse. Şerefnameya Şerfxanê bedlîsî, ji zimanê farisî werdigerîne zaravayê kurmancî. Di heman demê de helbestan jî ji erebî, farisî û osmanî werdigerîne kurmancî. Dîroka Kurdistanê ya piştî Şerefnameyê, heta dema jîna xwe bi awayek rêkûpêk dinivîse. Li ser wêjeya Kurdî radiweste û beşekê jê dinivîse. Li ser rêzimana kurdî jî radiweste û bi gelek qaîdeyan dinivîse. Ji bilî van xebatan, gelek berhemên din jî ji destê Mele Mehmûdê Bazîdî derketine. Lê mixabin heta weke îro ew berhemên wî yên delal negihîştine ber destên me. Piraniya berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî, ji aliyê Rojhilatnasên Sovyetî ve di arşîvên Petersburgê de hatine komkirin.



    Ji berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî ya ku ketî destê me, berhema bi navê “adab û risûma kurdan” e. Adab û Risûm tê wateya orf û edet. Ev berhem bi zaravayê kurmancî hatiye nivîsandin.



    Mele Mehmûdê Bazîdî kesekî berhevkar û arşîvkar bû. Xebatên ku dikirin û ew belegeyên ku bidest wî diketin, tev arşîv dikirin û ev arşîv ji her kesî re vekirîbû. Gelek lêkolînvan û zanyaran ji pirtûkxane û arşîva Mele Mehmûdê Bazîdî sûd digirtin. Çi tişta ji wan re pêdivî bûna bi dest dixistin û li ser dixebitîn.



    Balyozê Rûs aleksander jaba, di nîvê sedsala 19an de, weke balyozê Rûsistanê tê Erziromê. Aleksander Jaba, hê ji berê de bi awayek mezin meyla xwe dibû, çand, wêje û dîroka Kurd. Li Erziromê ev keys dikeve destê wî ku hê bêtir lêbikole û ji nêzîk ve bibîne. Herwiha bi Mele Mehmûdê Bazîdî re peywendiyan datîne. Hêdî hêdî hevûdin nas dikin û êdî xebatên wan bi hev re dest pê dikin. Xebatan li ser dîrok, çand, wêje û rêzimana kurdî pêktînin. mele mehmûdê bazîdî, ji pirtûkxaneya xwe gelek pirtûkan dide aleksander jaba. di nav van pirtûkan de gelek ji wan destxetên mele mehmûd in. yek ji van pirtûkên ku dayî aleksander jaba jî, “adab û risûma kurdan” bû.



    Herwiha destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî ketibûn destê Aleksander Jaba yê rûsî. Dema ku Aleksander Jaba vedigere welatê xwe Rûsistanê, van destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî jî bi xwe re dibe. Aleksander Jaba van destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî di arşîva Petersburgê de bicîh dike. Ji wê rojê û bi şûn de ji vê arşîva Mele Mehmûd gelek sûd hatiye wergirtin.



    2014.09.08-14:26 | xwelî li ser

    2. şerefnameya kurmancî yekemîn xebata wergerê ye bo kurmancî lewma karekî gelek hêja kiriye lê pirî zanyariyên derbarê şairan de ku wî daye xelet in. nizanim min li kû dîtibû lê min di cihekî de xwendibû ku yekî digot çavkaniyên kurdologên tirk kurdologên (û)rûs in. û çavkaniyê kurdologên rûs jî mela mehmûd e. lê zanyariyên ku mela mehmûd dabû jî wekî rast hatibû qebûlkirin. lewma di întenetê de meriv rastî gelek zanyariyên xelet tên xasma di malperên tirkî de ku bawerim ew jî ji aliyê kurdan ve hatine nivîsîn.



    2018.04.29-06:25 | sloujouc

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bincil [1]
    cilÊn binde.. qeta zemÎnÊ ya kincÊn li ser me mirovan.. bi qewlÊ ÎngÎl...
    mît [1]
    (paldayi: di karantînaya biharê de înterneta min pir qels bû ku nedibû...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    Teswîrên pirranî li ser bedena jinê ne. Di bedena jinê de jî bi taybet...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    gelek in.. bi taybetî jî di yên dengbêj huseynê farê û (vbnr: ...
    di kilamên dengbêjan de teswîrên balkêş [1]
    de lê lê lê canê minê serî cotê memikê cana xwe dîtîne sere sore bin...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mele ehmedê nalbendî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî