Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
medreseya sor - tirşik
medreseya sor
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cihekî dîrokî û kevnare li Cizîra Botan e. Medreseya Sor ji aliyê emîr Şerefê duyem ve hatiye avakirin. Cizîr, 1475'an de ketiye bin destê Aqoyunîyan de. Di wî demî de Mîrên Cizîrê tevde hatine sirgûn kirin, gelek ji wan jî hatine kûştin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredîn bi alîkariya gelê Botan 1508'an de dîsa Cizîr vegirtiye.



Avahiya Medreseya Sor bi mîmariya xwe ji cûreyên medreseyên hewşa wan vekiriye. Di nava gel de bi “Medresa Sor” tê navkirin. Medreseya Sor, li roj avayê Cizîrê li ser sûrhê hatiye avakirin. Ji ber ko bi pirnî bi toxlayên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Ji bo ketina malde li pêşiya deriyê wê yê ji derve 4 derincên bi kevir hatiye çêkirin. Medrese ji aliyê rojhilat ve 18,95 m ji erdê bilind e, bes binetara wê jî 1,10 m ji erdê bilindtir hatiye danîn. Aliyê wê yê başûr bi sê eywan e û mizgefta medreseyê jî di wê beşê de ye. Tirbeya melayÊ cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye.



08.09.2014 14:34 | xwelî li ser

2. (bnr: medresa sor)



(bnr: malbata bedirxan) (bnr: mîr bedirxan)



(bnr: cizîra botan)



08.09.2014 17:17 | kurê xelkê

3. kesên ku pirtûka mehmed uzun a hawara dîcleyê xwendine bi vê avahiya kevnar dikevin di bin efsuna romane re, min gelek meraq dikir bê ka medreseyeke çawa ye ku li ser hibrên pirtûkên vê medreseyê serhildanekê ava bûye..

nêviyên nifşa bedîrxaniyan di nava vê medreseyê de mohra xwe xistine dîroka vî gelî..

roja ku kurdistan di bin qeyd û zencîrên serdestên xwe rizgar bû, divê bibe muzaxaneyekê û hemû zaroyên kurd di temenê xwe de hama carek jî be bên û vê medreseyê bigerin, bibînin û behna hibra ku li ser vê, hêşmendiyeke netewî za bûye bikêşin bêvilên xwe



08.03.2015 11:23 ~11:25 | ferhenga şikestî

4. Ilmgeheke ecêb, sorîtî, feqeyên xerîb, mîr, selwa û mela, ismaîl ebulîz û astrolojî, kurd û kurdistan. Medreseya sor van têgehan tevam di nav xwe de dihewîne. Werin bibin mêhvanê min. Qenebê carekî destê melayê cizîrî maçî bikin.



08.03.2015 18:34 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Li ser che guevera jî straneke heye:
(bnr: gulê ne-che)...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
belki ev jî bala te bikişînin
» medreseya sor
» sororat

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî