Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    24 mijar û 32 peyam
    waar tv - tirşik
    waar tv
    (5) (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. tvyek din ya başûr e. kîjan satalaytê de weşanê dike û weşanê wê çawa nizanim. haya min jî îro pê çêbû.



    2014.09.10-20:19 | simurg56

    2. kanaleka başûrê kurdistanê ye, ez ne xelet bim xwediyê kanalê waliyê berê yê dihokê ye, li tirkiye û li bakurê kurdistanê jî amed, wan, enqere û stembol tê de çar ofîsên kanalê hene.. darî tvyê nakim, ji ber wê nikarm tiştekî derheqê kalîteya weşanên wê de binivîsim, hevalekê min li ofîsa wê ya li amede de dişixule, wekê pirraniya karûbarên li başûrê kurdistanê tên kirin di dan û belavkirina kar û berpirsiyariyên vê kanalê de jî ne li liyaqat û ehliyet û kalîfiyebûnê belê li têkiliyên nas û dost û hevalan dinêrin.. duh li ser youtubê liqayî çend qeydên bernameyeke bi navê the artist ku li ser waar tvyê tên weşandin hatim.. kalîteya weşanê, şert û mercên stûdyoyê baş bûn lê konsepta bernameyê bi Kêrî seriyek pîvaz nedihat, ji xwe ji sê çar deqîqeyan zêdetir min nekarî xwe lê ragirim.. rûpela wê ya li ser wîkîpedyayê; Here lînkê (heta niha tenê opsiyona soranî û îngîlizî heye, û derheqê kanalê de zêde zanyarî nehatine dayîn..)



    2014.09.10-20:32 ~2016.12.10 22:50]| endazer

    3. bi navê civat bernameyeka dengbêjiyê li ser vê kanalê tê weşandin, yekî bi navê kamîran hirorî pêşkêş dike, li ser înternetê min berê xwe da du beşên ji vê bernameyê û gelekî kêfa min jê re hat, bi pirranî bi devoka behdînî tê axaftin û tişta min fêhmkirî zorbeya temşevanên kanalê jî ji devera hekarî û behdînanê ne..



    2015.08.08-22:38 | endazer

    4. Tevlî lîsteya qenalên turksat ê bûye.



    Duh êvarê min eyar kir, rêzefîlma tirkan hanımın çiftliği bi kurdî-kurmancî dihat weşandin.



    binnivîsan û nûçeyên wan piranî bi devoka badînî ye, wekî rûdaw ê kurmanciya standard nayê bikaranîn.



    Frekans: 11821

    Polarizasyon: H - Yatay

    Sembol: 17000



    2016.01.02-12:09 ~12:13]| mîr

    5. Qenaleke kurdistana başur a ku li ser turksatê weşanê dike. Ji vê qenalê rêzefilmeke tirkan "şerê gulan" tê weşandin ku diya min carna guhdarî dike. Weke li jor jî hatî gotin bêtir bahdînî tê bikar anîn.



    2016.12.10-22:06 | azadixwaz

    6. televîzyona ku reklamên herî serkeftî yên kurdî, diweşîne. piraniya reklamên wan xweş in. bi taybetî ya sleppyê. lê mixabin piranî markayên tirkan in.



    2017.03.29-20:14 | simurg56

    7. bandora tv yan ji bo pêşveçûyînê pir girîng in. divê xebatên wilo zêde bibin.



    2017.03.30-12:58 | şêrwî

    8. her çiqas kêfa min ji bernameyên vê kanalê tête jî nikarim heman tişt ji bo nivîsandina wan bibêjim. çima kêmneteweperestiya* kêmneteweperestiyê* ya kêmneteweperestiyê* dikin min fêm nekir. lê serkeftin ji wan re, ha wilo ha wisa ya wanî nebû welê.

    (bnr: nêçirvanên bendeyan)



    2017.08.25-12:39 | biruya hayao miyazaki

    9. (bnr: waa tv)



    2017.08.25-13:58 | xwelî li ser

    10. Navê qenalê çima war nîne waar e jê meraq dikim.



    2017.08.25-14:54 | mîr

    11. bûye lûsê min ê nû ku çav û guh lê venişîne. xwezî tvyên stêrk û ronahî jî bernameyên awiha çêkirana ji bo xwîşk û biradarên rojavaya welêt.



    2021.01.19-16:07 | ezcan

    12. Qenala televîzyonê ye ku va ew çend roj in min xwe da ye nav de. Têde wenda bûm bi telaq. Hele bernameya mehdî mutluye. Xwedayo ew çito xweş e.



    2021.01.20-00:22 ~00:21]| master kurd

    13. bernama ji bo min taybet ya "ez dizanim"
    Here lînkê










    2021.01.20-14:29 | yaqûp

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    2 nivîskarên herî hêja yên tirşikê [2]
    Yekem ez duvem jî ez...
    2 nivîskarên herî hêja yên tirşikê [1]
    (bnr: hiş bin dînikek diaxive)...
    2 nivîskarên herî hêja yên tirşikê [2]
    Mijara ku ev çîrok aniye bîra min Dibêjin; rojekî mirovek virek di...
    ateîzm [5]
    Riya rast e....
    nijadkujiya ermenan [1]
    komkujî, qirkirin, nîjadkujiya ku her du pîrkên bavê min ji xilas bûne...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » waar tv

    Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî