Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 24 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. sîstema ku berî demeke kurt hatibû îlankirin û ji bo ceribandinê hatibû weşandin: http://www.wergerine.com/t/index.php

(bnr: 06.09.2014 sûrprîza mezin ya tirşikê)



îro çend kêmasiyên vê sîstemê hatin çareserkirin:

1- êdî di nivîsandina peyaman de fonksiyona derbasbûna rêzikeke nû, dixebite.

2- rûpela profîlê dixebite. dema mirov li navê nivîskarek bitikîne, rûpela profîla wî/wê vedibe. ku li vê rûpelê peyamên wî yên herî zêde haine hezkirin fîlan jî hene. ev agahî di sîstema niha de tune bûn *



12.09.2014 21:57 | simurg56

2. Sîstema ku mirov nikare tê de mijareke nû veke.bi min pirsgêrika herî mezin ev e.maşalê tavilê were çareserkirin.



12.09.2014 23:10 | bayesar

3. sîstema ku mirov dikare mijarek nû veke.

weke sîstema niha, dema mirov li mijarekê bigere, ger ev mijar berî niha nehatibe vekirin; vebijêreka "mijarek nû veke" derdikeve pêşberî mirov û mirov ji wir dikare mijarek veke.



12.09.2014 23:12 | simurg56

4. sîstema ku hê kêmasiyên wî hebin jî hêvî dide mirov. wê gelek baştir bibe înşallah.



ji hê niha dikarim bêjim ku, ji ber ku pirsgirêka xwendina tirşikê di telefonên de, çareser kir, weke şoreşek e.



13.09.2014 00:09 | brusk56


6. sîstema ku divê pêşiyê hemû kêmasiyên wê bên temamkirin paşê bê pêşkêşkirin.. xwezî heta sîstem bi temamî rûneniştî lansmana wê nehatibûya kirin.. bi vî halî tu cezbeya wê nema..



13.09.2014 00:14 | endazer

7. pergala ku wê îro sibe çend heb taybetî din jî lê werin zêdekirin. li bendê bin *



14.09.2014 03:54 | simurg56

8.

hinek nûbûn:

- lîsteya mijarên 24 saetên dawîn de, ger hejmara peyaman tenê yek be, ev hejmar nayê nîşandan. ger ji yekê zêdetir be, hejmara wê tê nîşandan.

- xuyaniya nivîsan niha hinekî din baştir e.

- êdî dema mirov têketinê bike, rûpela panelê vedibe û li wir agahiyên weke "ji têketina te ya dawîn heta niha çênd peyam hatin dayîn, ji te re çend peyam hatin şandin û çend deng ji te re hatin dayîn" fîlan derdikevin.

- di rûpela profîla nivîskaran de agahiyên weke "peyamên dawîn, reşşik, çeppik û ecêbên dawîn yên jê re" lê hatin zêdekirin



14.09.2014 13:49 | simurg56

9. hê jê re gelekî divê. cudahiyeke din ji ya kevn; wextê mu mijarekê binêre di herdu pergalande jî pêşîn tenê peyamên îro hatîn nivîsîn xuya dibin lê di pergala kevinde nimreya peyaman xuya dibu û mu dizanî ka berî niha çend peyam li vê mijarê hatine nivîsîn. di pergala nu de ji bo ku tu vê hêjmarê bibînî divê tu pêl lînka hemûyan bixwîne bikî. ji min di vê meselêde ya kevn baştir bu.



14.09.2014 23:11 | azadixwaz

11. pergala stêrkan tazî nîşan dide, nava wan dixuye*.



16.09.2014 20:57 | azadixwaz

12. pergala ku problema nîşannedana nimroya peyamê jî wê di rojanekirina ewil de were çareserkirin.



16.09.2014 23:03 | simurg56

13. pergala ku kêfa min jê hat, lê xwezî ekşisözlüka antîk wekî mînak hatiba dîtin. hek şertên rêvebir hebe balo vebijarkên taybetîkirina nivîskaran a malperê bê çêkirin û têxistin. ji ber ku kombîneya rengên him malperê kevn û him jî yê nû ne pir xweş in. bi ser de ji bo min ne estetîk e. ewanî.



17.09.2014 17:16 | biruya hayao miyazaki

14. bi pêşketinan berdewam dike.

hinek nûbûn;



- êdî li kêleka peyaman, nimroya wan jî ê nîşandan.

- êdî li kêleka rastê ku lîsteya mijaran lê ye, ger mirov ne di rûpela yekemîn de bûya, dema mirov li mijarekê bitikand, miajr vedibû lê lîsteya mijaran vedigeriya rûpela yekemîn. êdî ne wisa ye, dema mirov li mijarekê bitike, lîsteya mijaran weke xwe dimîne.

- lîsteya kul û derdan hat sererastkirin. êdî li gor dîroka afirandina wan tê lîstekirin.

- hinek kêmasiyên sîstema şopandina nivîskaran hat çareserkirin.



18.09.2014 19:15 | simurg56

15. sîstema ku hema bêje êdî ji sîstema niha baştir e. gelek kêmasî hatin temamkirin û gelek taybetiyên nû jî lê hatin zêdekirin.

hinek guherînin nû:



- di warê dîtbariyê de gelek guhertin/başkirin hatin çêkirin

- êdî "peyamên taybet" dixebite. mirov dikare peyamên ku jê re hatine şandin, bixwîne. di sîstema berê de mirov nedikariya peyamên û bersivên jê re hatî bi awayeke rêkûpêk (di binê hev de) bixwîne, lê di sîstema nû de ev yek pêkan e. berê di peyamên taybet de bnr û vbnr fîlan naxebitiya, lê niha di sîstema nû de dixebite.

- fonksiyonên bnr û vbnr yên di nivîsandina peyaman de, niha baştir e. weke sîstema berê, mirov dikare peyvek hilbijêre û paşê pêl li bişkojka bnr bike û bnr bide vê peyvê.

- di beşa îstatîstîkan de hinek başkirin hatin çêkirin. di lîsteya peyamên çeppikkirî vs de ji xeynî nimroya peyamê, navê miijara ku ev peyam aîdê wê ye, jî tê nîşandan.

- îstatîstîkên kesên ku xwediyê zêde kûl û derdan in û yên ji van derdan re zêde bûne derman jî hatin çêkirin.



22.09.2014 20:40 | simurg56

16. sîstema ku her diçe baştir dibe. lê Vê carê jî logoya me tune * herhal dîzaynerê me li pey avakirina logoyeke nû ye.



22.09.2014 22:55 | ceso

17. îro bi hinek başkirinên nû dîsa xemiliye;

guherînên nû;



- li rûpela profîla nivîskaran, hesaba pûana karmayê hat lêzêdekirin û hesaba pûanê jî hat guhertin. êdî formûl wisa ye;

pûana karmayê= (hejmara peyaman X 0.01) + (çeppik x 0.6)+(ecêb x 0.2)-(reşşik x 0.4)

- sîstema endambûnê hat temamkirin.

- sîstema çomeziyê hat temamkirin.

- êdî di peyaman de link dixebitin.

- êdî di peyaman da fonksiyona nivîsên "paldayi" dixebite. di sîsteam berê de, naxebitiya. weke din fonksiyona guhertina : ) ya bi swh hat bicîkirin. lê hêdî şûna swh, "ken li vir bû" dinivîse. fonksiyona dana nimroya peyamê jî hat bicîkirin. dema mirov peyvên ku ji kurdî ketine tirkî/2873 dinivîse, mirov lînk dide peyama bi nimroya 2873.

- lînkên youtubê êdî bêpirsgirêk dixebitin. di sîstema berê de carina problem derdiket.



24.09.2014 20:34 | simurg56

18. nûbûnek:

- di rûpela rastkirina peyaman de, çewtiya nîşandana tagên weke "br" fîlan, har sererastkirin.



24.09.2014 20:54 | simurg56

19. pergala di rupela wêde peyamên dawîn hatîn reydan nayên dîtin. vî awayî hinek peyamên balkêş rehettir dihat dîtin û belavbun.



26.09.2014 00:36 | azadixwaz

20. li gel fonksiyona "dengdanên dawîn", wê hinek fonksiyonên nû jî li kêleka rastê werin bicîkirin.

ger fonksiyonên nû werîn aqlê tirşikvanan, dikarin li vir daxwazê bikin.



26.09.2014 10:57 | simurg56

21. sîstema ku xwîna min lê netevizî mi qe hej jê nekir û li xwe mikur têm ku hîn jî nizanim mariv çawa dikeve



26.09.2014 13:41 | ferhenga şikestî

25. sîstem nimroya mijaran dihewîne, weke mîna navnîşana vê rûoelê ev e:

http://www.wergerine.com/t1/index.php?mijarid=12761&iro=on&rupel=1



nimroya mijarê di navnîşana di jor de heye: mijarid=12761 (nimroya mijarê ev hejmar e.)



28.09.2014 11:51 | simurg56

27. min nimroya peyaman jî li sîstemê zêde kirin. bi çend guhertinên dîtir wê di nava çend rojan de were weşandin.



28.09.2014 18:20 | simurg56

28. her wiha çewtiya nekarîne vekirina mijara ku di tikandina bnr-yan de nehatiye dîtin, jî hat çareserkirin. (piştî çend rojan wê were weşandin)



28.09.2014 19:17 | simurg56

29. a ku her roj çêtir dibe û bawer dikim ku wextê bi temamî derbasî wê sîstemê bunê nêzik buye.



28.09.2014 23:06 | azadixwaz

31. sîstema ku yên jê hez kirî û êdî wê bikartînin, weke zilamê sîstemê dikarin bên binav kirin.

aniha bi qasê min şopand, nêzikê nîvê nivîskarên tirşikê bûne zilamê sîstemê ..



29.09.2014 17:27 | brusk56

32. nûbûnên nû;



- fonksiyona "rojeva 7 rojên dawîn" hat çêkirin. êdî li kêleka rastê lîsteya mijarên herî popûler yên 7 rojên dawîn tê lîstekirin.

- çewtiya nekarîne vekirina mijara ku di tikandina bnr-yan de nehatiye dîtin, jî hat çareserkirin. yanî dema hûn li bnr an jî vbnr-yek bitikin lê di rastiyê de mijarek wisa tune be, hûn dikarin li "nexwe ez ê vekim" bitikînin û mijarek wisa vekin.

- lînka nimroya peyaman li binê peyaman hat zêdekirin ku him bi vî awayî mirov nimroya peyaman dizane û him jî dema mirov lê bitikîne, diçe rûpela wê peyamê. weke di sîstema berê.

- di dîtbariyê de hinek başkirin hatin kirin.

- hinek kêmasî û çewtiyên li quncikan veşartî mayî, hatin çareserkirin.

- li jor bişkojka profîl û panel ji hev hatin veqetandin.

- di rûpela îstatîstîkan de hinek lînk hatin rastkirin.



29.09.2014 18:56 | simurg56

33. her wiha; di rojên pêş de wê du fonksiyonên din jî werin weşandin ku li tu ferhengên din tune *



29.09.2014 18:57 | simurg56

34. sîstema ku têde mirov nabîne ka mijara lê dinêre çend car hatiye dîtin bi bîneran ve. di sîstema kevnde tê dîtin haa.



29.09.2014 21:29 | azadixwaz

35. sistema ku xweş bûye, destê sîmurg xweş be lê wî fonksiyona 24 saetê ez gêj kirim.peyam kêm dibin zêde dibin meriv nizane kîjan peyam kîjan roj hatiye nivîsandin.hinek tevlihevî çêbûye sankî.



29.09.2014 22:56 | bayesar

36. 24 saetên dawîn weke navê xwe "peyamên 24 saetên dawîn de" nîşan dide. yanî ger hûn niha lê binêrin peyamên ku duh saet 23:10an de hatine nivîsandin wê werin lîstekirin/hesibandin/nîşandan lê ger hûn piştî 10 deqeyan lê binêrin wê ev peyam neyên lîstekirin.

ji ber ku 24 saetên dawîn her deqe diguhere.



29.09.2014 23:01 | simurg56

37. sîstema ku îro jî taybetiyên gelek kêrhatî aniye.

guherîn û nûbûnên îro;



- fonksiyona "nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne" hat çêkirin. dema mirov mijarek bixwîne, li kêleka rastê lîsteya nivîskarên ku di vê mijarê de herî kêm peyamek nivîsandine, tên lîstekirin. û ya xweşiktir ew e ku dema mirov li navê van tirşikvanan bitikîne, peyamên wî nivîskarî yên di vê mijarê de, tên lîstekirin. ev fonksiyon bi tu awayî di sîstema berê de tune bû û di tu ferhengên din de jî tune *



- fonksiyona "dengdanên dawîn" hat çêkirin. êdî li serûpela tirşikê, 5 dengdanên dawîn û navê mijarê û kesên ku peyama ku hatiye dengdan, tê lîstekirin.



30.09.2014 19:33 | simurg56

38. başkirinên nû;





- fonksiyona "mijarên hevşêwe/belkî ev jî bala te bikişînin" hat çêkirin.



- sîstema nasîna lînkan hat baştirkirin. te dît, carina dema tirşikvanek lînkek dida, carina nîvê vê lînkê weke nivîsa normal xuya dikir û loma lînk naxebitiya. lê edî ev problem hat çareserkirin. di sîstema berê de jî ev problem hebû û heye.



- di rûpelên rojev û tevlîhev de pirsgirêkên menûyên rastê, hatin çareserkirin. (spas ji bo ragihandina qivaro)



- dema mirov di lîsteya dengdanên dawîn de li peyamek bitikîne, bişkojka "hemûyan bixwîne" tune bû loma mirov neçar bû ku here û li navê mijarê bigere ku bikare peyamên din yên di vê miajrê de, bixwîne. ev problem çareser bû: bişkojka hemûyan bixwîne hat bicîkirin. (spas ji bo ragihandina qivaro)



- ji bo performans û çewtiya "502 bad gateway", hinek başkirin hatin çêkirin.



01.10.2014 18:28 | simurg56

40. ji ber ku sîstema kevnde binê peyamê alê çepê cihê bnrê bu û bişîne alê rastê bu, carna bi xeletî hê peyam vala pêl bişîne dikim. de were û vêca rast ke.



03.10.2014 01:00 | azadixwaz

41. pergaleke xweş e ku vaye demek e bikar tînim. weke cudahiyek ji ya kevn, di bin peyaman de lînka peyam-rêkirinê ji bo nivîskarê peyam nivîsî re tune ye. weke din jî li ser profîla nivîskaran dîsa lînka peyam-rêkirinê tune ye.



03.10.2014 14:03 | azadixwaz

42. pêşveçûnên dawîn;



- di menûya rêveberiyê de fonksiyona erêkirina çomezan hat çêkirin.

- di menûya rêveberiyê de fonksiyonên "guhertina navê mijaran", "asêkirina mijaran", "rakirina asêkirina mijaran" hat çêkirin.

- bişkojkên çeppik, reşşik fîlan yên ku di binê peyaman de xuya dikirin, hatin veşartin. êdî tenê dema mirov mişka xwe bîne ser, tên nîşandan.

- çend xeletiyên biçûk yên cûr bi cûr, hatin rastkirin.

- gelek başkirinên xuyaniyê hatin kirin.



03.10.2014 17:37 | simurg56

43. pergala mirov nikare kesên online bibîne.



04.10.2014 13:16 | azadixwaz

44. pêşketinên dawîn;



- di menûya rêveberiyê de fonksiyona beralîkirina mijaran hat çêkirin.

- sîstema beralîkirina mijaran hat çêkirin. êdî dema mirov di sîstema nû de jî têkeve mijareke beralîkirî, sîstem otomatîk beraliyê mijara rast dibe.

- li binê peyaman, bişkojka "peyam bişîne" ha danîn ku mirov rasterast ji nivîskarê peyamê re peyamek taybet bişîne.

- li rûpela profîla nivîskaran jî dîsa bişkojka peyam bişîne, hat çêkirin. (di sîstema berê de tune bû)

- di lîsteya dengdanên dawîn de wêneya/avatara nivîskaran hat zêdekirin û xuyanî hat baştirkirin.

- di binê peyaman de jî wêneya profîla nivîskarê peyamê hat bicîkirin. (di sîstema berê de tune bû)

- ji bo ku zêde qelebalix çênebe, êdî di lîsteya "nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne" de jî li şûna navê nivîskaran, avatara wan derdikeve. dema mirov mişka xwe bibe ser, navê wan jî derdikeve. (di sîstema berê de tune bû)

- di foksiyona dengdanên dawîn de, êdî 70 karakterên ewil ya peyam jî tê nîşandan.



05.10.2014 12:39 | simurg56

45. sîstema ku aniha ji sîstema gelek ferhengan baştir e.

tenê kêmasiyek ma, em wê sîstemê bînin di tirsik.net ê de biweşînin. ne di wergerine.com/t ê de.



06.10.2014 00:02 | brusk56

46. ma ji do ve tene pc-ya min de sîstema nû kelogirî ye; tîpan li hev xistiye, xwîn av bûye rijiyaye? niviSan qet nayê xwendin. xuya ye ku di sîstemê de tîpên kumik û çengel nayê naskirin.



06.10.2014 09:52 | biruya hayao miyazaki

47. sîstema nû vêga di înternet explorerê de baş nayê nîşandan. lê em ê vê jî sererast bikin.



06.10.2014 09:56 | simurg56

48.

hinek nûbûn;



- rûpela profîla nivîskaran ji serî heta binî ji nû ve hat çêkirin. niha gelekxweşiktir e.

- problema xuyaniya tîpan ya di internet explorerê de hat çareserkirin. sîstema nû, êdî di internet explorerê de jî xweş tê nîşandan.



06.10.2014 11:32 | simurg56

49. taybetiyên nû;



- fonksiyona nivîskarên girêdayî hat çêkirin.

- li kêleka wêneya nivîskaran jî bişkojka peyem bişînê hat danîn. di vê lîsteyê de nivîskar li gorî saeta têketina wan tên rêzkirin. sîstema berê de li gor navê wan bû. êdî dema kesek nû têkeve sîstemê, wê di lîsteyê de bikeve rêza yekemîn.

- di rûpela profîla nivîskaran de agahiyên "têketina dawîn", "dîroka qeydê" hatin lêzêdekirin.

- li beşa îstatîstîkan, îstatîstîka "nivîskarên ku îro têketinê kirine" hat çêkirin. (di sîstema niha de tiştek wisa tune, belkî tu ferhengan de tune be

)- li rûpela profîla nivîskaran, êdî agahiya zayendê dixebite. yanî ger nivîskar diyar kiribe, li wir mirov dikare bizane ka nivîskar jin e a mêr e an.. li vê rûpelê her wiha êdî bajarê ku nivîskar lê ye jî tê nîşandan. tabî ger dema qeydbûnê de nivîskar bajarê xwe nivîsandibe.

- hinek başkirinên xuyaniyê hatin çêkirin.



10.10.2014 20:29 | simurg56

50. - fonksiyona "peyamên çeppikkirî, reşşikkirî, ecêbhiştî yên mijarê" hat çêkirin. di binê navê mijaran de êdî bi rengê gewr û bi tîpêk biçûk "çeppikkirî, reşşikkirî û ecêbhiştî" dinivîse. weke mînak dema mirov li "çeppikkirî" bitikîne, tenê peyamên çeppikkirî yên wê mijarê, tên nîşandan. (ev sîstem di sîstema niha de tune bû. belkî di tu ferhengên din de jî tune be)

- di xuyaniya panelê de başkirin hatin kirin. (xuyaniya hişyariyên derbarê nivîskarên ku hûn dişopînin, gelek xweş çêbû. lê ji bo ku mirov bikare bibîne, divê hinek nivîskaraan bişopîne. zûzûka dest bi şopandina tirşikvanên din bikin ku hûn bikarin bibînin)

weke mînak: https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/669/category/3

- çend rastkirinên biçûk çêbûn.



11.10.2014 20:50 | simurg56

51. nûbûnên din;



- di rûpela peyaman de hejmara çeppik, reşşik û ecêbên ji bo wê peyamê hatin hesabkirin.

weke mînak: http://www.wergerine.com/t/index.php?peyam=1273

(ev taybetî di sîstema niha de tune bû. min di di tu derhengên din de jî nedîtiye)

- di derbarê xuyaniyê de hinek başkirin çêbûn

- li aliyê çepê, li jora mijarên îro, êdî mijarên mayînde tên nîşandan. (sîstema berê de tenê mijarek dikariya bibe mayînde. lê êdî ji bo vê yekê sînor tune)

- di rêvebiriya mijaran de (rûpela rastkirina mijaran de ku tenê rêvebir dibînin) fonksiyona "mijarê bike mayînde" û "mijar bila êdî ne mayînde be" dixebite.



13.10.2014 20:33 | simurg56

52. nûbûnên îro;



- di rûpela mijara de, di binê navê mijaran de êdî îstatîstîkên hejmara çeppik, reşşik û dengên ecêb jî tê nîşandan.

- her wiha êdî li heman derê hejmara nivîskarên ku di vê mijarê de nivîsandine, jî tê nîşandan

- li aliyê çepê, hêjmara mijarên ku tên nîşandan ji 20ê hat zêdekirin û bû 25.



14.10.2014 18:38 | simurg56

53. nûbûnên dawîn;

- li profîla nivîskaran, fonksiyona nivîsên li dîwara nivîskar hat çêkirin. mirov dikare nivîsên heyî bixwîne û li dîwarê nivîskar nivîsên nû binivîse.

- êdî dema kesek were û li dîwara te ya profîla te tiştek binivîse, ji te re e-peyamek û peyamek taybet tê şandin.

- problema ku mirov nedikariya di rûpelên rojev, tevlîhev û dengdanên dawîn de deng bide peyaman, hat çareserkirin.



20.10.2014 18:02 | simurg56

54. nûbûnên/pêşveçûnên îro;



- êdî dîrok û saeta dengdanan jî tê qeydkirin. bi saya vê yekê êdî rûpela "hemû dengdanên 24saetên dawîn de" heye. ji lînka binê "5 dengdanên dawîn" ya li rastê ya serûpelê an jî ji beşa îstatîstîkan, mirov dikare xwe bigihîne vê rûpelê.

- sernavê rûpelên malperê hatin rastkirin. (weke mînak dema hûn li profîla brusk56 binêrin, li ser hilpekîna/rûpela geroka we ya înternetê (chrome an jî firefox vs.) wisa dinivîse "tirşik-profîla brusk56". ev yek li gorî rûpelan otomatîk diguhere)



23.10.2014 00:28 | simurg56

55. nûbûnên dawîn;



- fonksiyona gerîna di malperên din de, hat çêkirin.

weke mînak em bêjin hûn mijara "nazim hikmet" dixwînin. di binê navê mijarê de hûn ê lînka "li...bigere" bibînin. dema hûn li wê bitikînên, wê vebijêrkên weke google, wikipedia û imdb vebin. hûn li kîjanê bitikînin, wê sîstem di wê malperê de li peyva "nazim hikmet" bigere û here wê malperê.

- hinek kêmasî û xeletiyên biçûk hatin çareserkirin.

- guhertina agahiyên profîla xwe êdî pêkan e.(ji beşa profîlê) her wiha êdî di derbarê nivîskaran de zêdetir agahî tên nîşandan.



24.10.2014 22:16 | simurg56

56. nûbûnên dawîn;



- fonksiyona lêgerîna nivîskaran hat çêkirin. (li jor, di qutiya lêgerînê de navê nivîskar an jî tiştek wisa binivîsin û li bişkojka "nivîskar" bitikînin.)

di vê fonksiyonê de him navê nivîskaran him jî hejmara peyamên wan tê lîstekirin.

- di lêgerîna mijaran de jî êdî li kêleka encaman, hejmara peyamên mijarê jî tê lîstekirin.

- fonksiyona guhertina şîfreyê hat çêkirin

- guhertina zayend, email û bajar hat çêkirin.



26.10.2014 06:19 | simurg56

58. nûbûnên îro;



- fonkdiyona "* hat çêkirin. bêproblem dixebite û peyva lêgerînê jî bi rengê şîn îşaret dike.

- di beşa rêveberiyê de: dema çomezek were erêkirin, peyamên wî yên li benda erêkirinê jî otomatîk tên erêkirin.



27.10.2014 19:47 | simurg56

59. sîstema ku îro şoreşek din pêk aniye û xwe nipûnû kiriye;



- di vê rojanekirinê de bingeha malperê hat guherandin loma guhertin û pêşketinên gelek mezin çêbûn ku me nekarî em lîsteya wê derxînin. berî her tiştî xuyanî gelek gelek baştir e û êdî em dikarin bibêjin ku têra xwe profesyonel e. di vê sîstema nû de êdî bi rastî jî versiyona mobîl heye. dema mirov bi telefonê têkeve malperê, sîstem xwe li gorî telefonan otomatîk diguherîne û vediguhere versiyona mobîl. di vê versiyona mobîl de, hemû taybetiyên malpera normal dikarin werin bikaranîn. êdî dema mirov dema navê mijarekê di qutiya lêgerînê de binivîse an jî jê re bnr bide lê bi xeletî valahî bihêle li pêşiya wê an jî paşiya wê, sîstem wan valahiyan otomatîk jê dibe û bi vî awayî rê li ber xeletiyan digire. berî niha dema we şûna "simurg56", li " simurg56" bigeriya, encam dernediket.

weke min li jor jî got, gelek kêmasî û başkirinên din jî hatin kirin lê em nikarin behsa wan hemûyan bikin.

pêşvebirina vê sîstemê wê bidomin. hê niha, gelek fikir di aqlê me de hene. lê bi ya min, em êdî dikarin vê sîstemê têxin weşanê û weke sîstema bingehîn diyar bikin.

ji bo vê yekê em li benda nêrînên tirşikvanan in.



29.10.2014 10:42 | simurg56

61. ya nivîskarên tirşikê li bendê ne. lê min nekarî ez têkevimê bawer im divê pêşiyê ev bê rastkirin.



29.10.2014 20:56 | azadixwaz

62. a ku min niha karî bikevimê. nexwe temam e, êdî dikare derbasî wê bê kirin. de hadê!



29.10.2014 22:08 | azadixwaz

63. sîstema ku ez carê pirsgirêka "502 error gateway" tîne ber min e.



29.10.2014 22:19 | berxweda

64. carina dmibe sedema çewtiya gateway error. ji ber ku vêga ev sîstem û sîstema kevin/heyî bi hev re tê bikaranîn û ev yek dibe sedema tevlîheviyê. dema em bi temamî/kutekî/mecbûrî/komple derbasî sîstema nû bûn, ez bawer im ev problem wê çareser bibin.



29.10.2014 22:28 | simurg56

65. pergala gorî nivîskar tevdigere. xeletiya dide min; 504 error gateway



29.10.2014 22:37 | azadixwaz

66. sîstema ku bi min ji roja yekemin ve ye heq dike bê weşandin.

êdî biweşînin bavê min wellehî çêbû ye yaw *



30.10.2014 01:34 | brusk56

67. sîstema ku vê carê xwe tekûz kiriye û tam bi dilê min e, him bi rengê xwe û him jî bi dîzayna xwe tişteke pir xweşik çêbûye. destê simurg56 sax be.



31.10.2014 12:11 | ceso

68. di nava çend rojan de, wê bigihe versiyona 2.2

di versiyona 2.2ê de jî wê taybetî û fonksiyonên gelek xweşik werin weşandin.

li bendê bin *



02.11.2014 11:46 | simurg56

70. guhertin û nûbûnên di versiyona 2.2ê de;



- fonksiyona "paşê bişîne" hat çêkirin. êdî dema mirov peyamek binivîse li kêleka bişkojka bişîne, bişkojka "paşê bişîne" jî heye. dema mirov li vê bişkojkê bitikîne, peyam tê tomarkirin lê nayê weşandin. paşê mirov dikare here rûpela panelê û li wir bi menuya "peyamên li benda weşanê" peyamên xwe yên li bennda erêkirinê bibîne û biweşîne.



- êdî rêvebirina dengdanên xwe jî pêkan e. li rûpela panelê êdî lînkên "çeppikên min", "reşşikên min", "ecêbmayînên min" hene. dema mirov li van lînkan bitikîne, 20 dengdanên we yên dawîn tên lîstekirin. mirov dikare ji vê menûyê li bişkojka "poşman be" bitikîne û bi vî awayî vê dengdana xwe betal bike.



- di beşa profîlê de îstatîstîkên "nivîskarên ku min herî zêde çepik/reşşik/ecêb dane wan" hat çêkirin.



- problema nekarîna nivîsandina karektera ( ' ) hat çareserkirin. êdî mirov dikare di nnav peyamên xwe de vê karekterê bi kar bîne.



- foksiyonê rojeva 7 rojan hat guhertin. êdî ev menû li aliyê rastê dernakeve. êdî li kêleka çepê tenê lînka wê heye û dema mirov lê bitikîne 20 mijarên popûler yên heft rojên dawîn derdikeve. bi vî awayî, di her tikandina her bikarhênerekê de sîstem hesaban nake û bi barê sîstemê siviktir dibe.



- di lîsteyên mijaran ya li aliyê çepê de hemû karakter êdî otomatîk dibin tîpên biçûk.



- êdî di hesaba pûana karmayê de, bandora hejmara kesên ku nivîskar dişopînin, jî bondorê dike. ji bo her kesekê ku nivîskar dişopîne, tirşikvan 10 pûanên karmayê distîne. weke mînak ger 2 nivîskar we bişopînin, wê pûana we ya karmayê 20 pûan zêde bike.



- fonksiyona lêgerîna di egerin.comê de, hat çêkirin. di rûpela mijaran de êdî di menûya "li derek din bigere" de vebijêrka egerin.com jî heye. dema mirov li vir bitikîne, navê mijarê di malpera egerin.comê de jî tê gerîn.



03.11.2014 07:04 | simurg56

71. bi rojanekirina 2.3ê, êdî sîstema sereke ye. yanî êdî tirşik bi awayeke fermî derbasî vê sîstema nû bû.

em ê vê sîstemê weke sîstema sereke jî dîsa ji bo demekê biceribînin. ger problem dernekeve û tirşikvan biecibînin em ê li ser bingeha sîstemê jî guhertinên mayînde bikin ku em bikarin vê sîstemê hinek din baştir bikin. (bingeha sîstema heyî, ji bo pêşveçûnê vêga ji bo me dibe asteng) ger em van guhertinên bingehîn bikin, wê demê êdî em ê nekarin vegerin sîstema berê. loma em ê hinek rawestin ji bo ceribadinê.



nûbûn û guhertinên di vê versiyonê de;



- di panelê de, di menûya "peyamên li benda weşandinê" de êdî bişkojka "betal ke" jî heye. hûn dikarin ji weşandinê poşman bibin û vê peyamê komple ji rûyê dinyayê rakin.

- fonksiyona guhertina avatara xwe hat çêkirin. li rûpela panelê, bi menûya "avatar biguhere" mirov dikare avatara xwe biguherîne. avatarên hemû tirşikvanan hatin veguheztin li sîstema nû. bawer dikim wê piştî vê guhertinê çewtiya "gateway error" zêde dernekeve pêşberî me.

- di peyaman de dema lînkek gelek gelek dirêj hebûya, xuyanî tevlîhev dibû û loma navê nivîskar dernediket. ev çewtî hat rastkirin.

- fonksiyona guhertina şîfreyê hat çêkirin.

- di xuyaniyê de li hinek rûpelan de problem hebûn, ev problem hatin çareserkirin



08.11.2014 09:52 | simurg56

72. cara yekê ye ku bi vê sîstemê dikevim tirşikê, ji ber ku êdî bû mecburî, berê pêşdaraziyên min hebûn bo sîstema nû lê xuya ye ku ji ya berê xweştir û çêtir e, qenebî ez ji derdê opera mîniyê xelas bûm



08.11.2014 10:49 | ferhenga şikestî

73. şikir ji xwedê re (bnr:sîstema nû ya tirşikê/51233)



08.11.2014 10:51 | nazim tolhildan

74. sîstema ku hîn mariv nikare hemû peyamên nivîskaran bibîne, bixwîne..

çima taybetiya hanê ji holê rabû min fêm nekir an jî min nedît; qehirîm loo



09.11.2014 00:10 | ferhenga şikestî

75. sîstema ku dema meriv li lêgerkê tiştek dinivîse lêgerk tu tiştî pêşniyar nake. gelo nizam ev xeletî tenê li bal min peyda dibe an na kêmasiyek gelemperî ye ?



09.11.2014 01:01 | ceso

76. agahî: taybetiya "hemû peyamên nivîskar" wê di rojanekirina bê de were çêkirin. vê kêmasiyê bala min nekişandibû.

taybetiya "pêniyarên otomatîk yên di lêgerînê de" ji bo min hinekî zehmet e. loma ez ê piştî temamkirina hemû kêmasiyan, ji bo wê bixebitim.



09.11.2014 11:20 | simurg56

77. ji ber çi diqewime nizanim; lê îro bnr yên di tê de tîpên ne ingilizî wek "ö,ş,ê,ğ" hebin venake.



09.11.2014 17:41 | nazim tolhildan

78. bnryên ku tê de karakterên kurdî hene jî vedike. weke mînak:

https://www.tirsik.net/index.php?peyam=19565

li vir problem tune.



09.11.2014 17:43 | simurg56

79. sipere



09.11.2014 20:46 | tivirloismail

80. pergala derbasî versiyona 2.4ê bû.



nûbûnên di vê guehrtoyê de;

- rûpela çewtiyan hat çêkirin. dema mirov bixwaze here rûpeleke çênekirî/tune, rûpelek derdikeve û hişyariya tunebûna vê rûpelê dide. berê rûpelek bi îngîlîzî derdiket. weke mînak:

https://www.tirsik.net/index00.php



- beralîkirina lînkên kevin çêbû. êdî lînkên di nav peyamên kevin de ku li gorî sîstema kevin hatine amadekirin jî otomatîk tên naskirin û tên beralîkirin.



- lîstekirina peyamên heft rojan hat rastkirin. di menûya "mijarên heft rojên dawîn" de, dema mirov li navê miajrê bitikîne, tenê peyamên aîdê heft rojên dawîn, tên lîstekirin; ne hemû peyamên li mijarê.



- rûpela "derbarê de" hat çêkirin ku tê de danasîna tirşikê tê çêkirin. rûpel ji menûya "xizmetên din" dikare were dîtin. (wê agahiyên hê berfirehtir jî li vir werin zêdekirin)



- li rûpela profîla nivîskaran, taybetiya "hemû peyamên nivîskar" hat çêkirin.



- fonksiyona "notên di derbarê nivîskaran de" hat çêkirin. êdî li profîla nivîskaran li aliyê çepê menûya "notên min" heye. dema mirov têkeve vê rûpelê, mirov diakre derbarê wî nivîskarî de notek bistîne. ev not ji bo dibîrnekirina wî nivîskarî ye. tenê tu dikarî vî notî bibînî. wê haya nivîskar jê çênebe. mesela dikarî wisa binivîsî "tirşikvanek camêr e. te dît wê rojê em li zanîngehê li hev rast hatin û me bi hev re çayek vexwar. xwîşka wî di pola me de ye." * fonksiyonek xweş e. ji bo fîşkirinê ye *



- di rûpela profîla nivîskaran de başkirinên xuyaniyê hatin çêkirin.



10.11.2014 19:00 | simurg56

81. ewqas zû guhertoya xwe diguhere ku mu nikare pê bigihê. ka hêdî hêdî lo ma çi leza te ye! bawerim berî bi dawî buna 2014an wê bigihe 20.14an.



10.11.2014 19:05 | azadixwaz

82. Ji telefonê nayê bi rêvebirin mixabin..



11.11.2014 10:50 | mergehez

83. agahî: ji telefonê jî dikare were birêvebirin. piştî têketinê ger moderator herin vê rûpelê menûyên rêvebirinê hene: https://www.tirsik.net/reveberi.php

ger di xuyaniya menûyan de problem hebe dikare were çareserkirin.



11.11.2014 14:59 | simurg56

84. sîstema ku serê carê error dide..

beriya niha jî min xwest bikevim lê bi îngîlizî tiştina ecêb derketin pêşberî min û bi qasî bîst xulek paşê min cardî ceriband axirê çêbû



11.11.2014 20:19 | ferhenga şikestî

85. sîstema ku min qet hejê nekiriye.

gava mirov tiştekê lêdigere divê navê wî tişti bi temamî bê nivîsîn ji ber ku pêşniyara lêgerîna dernakeve.û hindek caran jî mirov nikare mijarek nû veke.gava ez diceribînim ev nivîse derdikeve pêşberî min:

Warning: mysql_fetch_array(): supplied argument is not a valid MySQL result resource in /home2/simurg56/public_html/tirsik/legerin.php on line 48



Warning: mysql_num_rows(): supplied argument is not a valid MySQL result resource in /home2/simurg56/public_html/tirsik/legerin.php on line 49



12.11.2014 01:21 | vêca çiyeeee

86. sîstema ku zêde pirsgirêkan derdixîne ye. Bi hêvî me ku wê ev pirsgirêk jî çareser bibin.



Di hin mijaran de ev pirsgirêk derdikeve.

Warning: mysql_fetch_array(): supplied argument is not a valid MySQL result resource in /home2/simurg56/public_html/tirsik/index.php on line 191



12.11.2014 21:06 | berxweda

87. hê jî di asta pêşdebirinê ye, loma her roj ez li ser dixebitim û ji ber vê yekê carina tirşikvan rastî xeletiyên teknîkî tên. yanî sedema beşek mezin ya çewtiyan, ez bixwe me û derbasdar e.

neyse, bi guhertoya 2.4.1ê;



- li kêleka çepê ya lîsteya mijarên îro de, mirov li kîjan mijarê bitike ew mijar reş dibe. bi vî awayî, mirov dizane ka li kîjan mijarê mabû.

- rûpelên sitemap.xml yên otomatîk hatin çêkirin. bi saya vê yekê wê google bikare bi hêsanî naveroka tirşikê bibîne û tomar bike: www.tirsik.net/sitemap.xml



12.11.2014 21:55 | simurg56

88. agahî: di ber nivîsandina peyve lêgerînê de pêşniyarên otomatîk nakeî rast e. lê şûna wê mirov dikare fonksiyona lêgerînê bi kar bîne. weke mînak ger mirov "kurdî fikirîn" binivîse û li "bigere" bitikîne, mirov bi hêsanî dikare xwe bigihîne mijara kurdî fikirîn û tirkî gotin



12.11.2014 22:21 | simurg56

89. Her çiqas kêmasî vê tê nîqaş kirin jî, xebatekî ber çavê min gelekî serkeftî ye. Dîzaynê vê xweş hatiye çêkirin, bona bikaranîna mobîle kêrê me tê.



"Bêkemasî dijmina ya tiştên baş e," yanî heke tu bona tiştekî heta gavekî nevêjî tu nikarî birevî



niha herî zêde Kemasiya vê heye, gere mirovên me pesnê xwe bidin, bixwînin, binivîsin...



12.11.2014 22:36 | mîr

91. (bnr: bereketa ku bi pergala nû a tirşikê hat)



15.11.2014 14:23 | brusk56

92. Sîstema ku êdî dikarim bo telefonê jî ananê xwe li bin peroşa tirşikê xim.



15.11.2014 17:48 | gernasnenas

93. Sîstema ku êdî nikarim biemilênim.



15.11.2014 18:42 | rêzan

94. ji aliyê dîzaynê ve hîn jî kêmasî hebin jî sîstemeke xweşik e.

weke tê zanîn ji zû ve ez ji tirşikê dûr ketibûm ji loma ye min zêde wext çênebûye ku bi kûrahî biceribînim. lê heta niha min 2 kêmasiyan dîtiye.

yek; mirov nikare berî ku peyamekê bişîne li pêşdîtina wê binêre.

dido; bişkoka youtube-ê an naxebite an jî bi min nebû ku bixebitînim.



15.11.2014 20:41 | oxir

95. Sîstema ku ez li tirşikê vegerandim. *



15.11.2014 22:06 | xendekî

96. ya ew qardaş im. Em bi zorê fêrî ya dın bûbûn. We çû ew jî goherand. D Ka em ê çawa fêri vê sîstemê bibin?



16.11.2014 01:33 | bavêkal

97. guherînên bi versiyona 2.4.2;



- li beşa çepê, bişkojka "zindî" hat çêkirin. dema mirov lê ditikîne, rûpelek vedibe ku li vê rûpelê nûçeyên dawîn yên weke "kê li dîwara kê nivîsand, kê avatara xwe guhert. kîjan çomez hat erêkirin, kê rewşa xwe ya derûnî guhert" û hwd. tê lîstekirin.

- taybetiya "rewşa derûnî" hat çêkirin. ev taybetî heman taybetiya bi navê "çi difikirî" ya di sîstema berê de, ye. mirov dikare fikrên xwe yên wê gavê li vir parve bike. kes nikare şîrove lê bike an jî reşşik bike û hwd.



17.11.2014 21:17 | simurg56

98. êdî peyamên ku bi "paşê bişîne" hatine tomarkirin, tenê ji aliyê xwediyê wê ve dikare were dîtin. moderator û admîn jî êdî nikarin wan bibînin.



21.11.2014 20:01 | simurg56

100. êdî pêşdîtina peyaman jî pêkan e.



peyama xwe binivîsin û pêl li "pêşdîtin" bikin. hûn ê yekcar pêşdîtina xwe bibînin. lê wê peyam hê neweşandî be. hûn ê li binê peyamê bişkojkên "betalke" û "biweşîne" bibînin. bi van bişkojkan hûn dikarin peyamê biweşînin, rast bikin an jî betal bikin.



21.11.2014 22:01 | simurg56

101. sîstema ku her diçe xweştir dibe ye. siheta we xweş.



21.11.2014 22:45 | berxweda

102. ji ber çi diqewime nizanim, lê nikarim avatara xwe biguherînim. min çend caran ceriband, dîsa jî bi ser neketim. ez di profîla xwe de, li aliyê çepê bişkoka "avatara xwe biguhere" ditikînim. dûv re bişkoka "bar bike" xuya dike û wê jî ditikînim. lê sîstem weke "çewtiyek çêbû! koda çewtiyê sawrs009" hişyariya çewtiyê dide.





25.11.2014 11:30 | nazim tolhildan

103. sîstema ku ji bo avataran tenê wêneyên bi formatên png û jpg dipejirîne.



25.11.2014 19:13 | simurg56

104. bi versiyona: 2.4.3:



- di sîstema lêgerînê de pêşketinek gelek kêrhatî hat çêkirin. weke hûn dizanin ger mirov di qutiya lêgerînê de "tirşikvan" binivîse û bigere, encamên weke "helbestên ku tirşikvan herî zêde dixwînin" jî derdikevin. lê ji ber ku encam gelek zêde ne, mirov bi kutekî di nav encaman de ya xwe hildibijêre. lê bi sîstema niha ev yek gelekî hêsantir e. weke mînak hûn li vê mijarê digerin "ji tirşikvanan ji bo balefirgeha li amedê tê çêkirin pêşniyariyên navan" lê navê mijarê tam nayê bîra we. wê demê di qutiya lêgerînê de "tirşikvan amed balefir" binivîsin û bigerin, wê encama we derkeve pêşberî we. berî vê guhertinê, ger we "balafirgeha amedê" jî binivîsanda, we "pêşniyarên tirşikvanan" jî binivîsanda wê encama we derneketa.

bi kurtî û kurdî, êdî dema hûn çend peyvan di qutiya lêgerînê de binivîsin pêşîn ew hevok komple tê lêgerîn û paşê jî li wan mijaran tê gerîn ku yek bi yek wan hemû peyvan dihewîne lê rêza peyvan ne wisa ye.



weke mînakek din, berê carina min dixwest li mijara "fîlmên ku nivîskarên tirşikê vê dawiyê darî kirine" binêrim. ger min "tirşikvan" binivîsanda bi dehan encam derdiketin û serê min gêj dibû. dema min tenê "fîlm" an jî "pêşniyar" binivîsanda, dîsa serê min gêj dibû ji ber ku hejmara encaman gelek zêde bû. lê niha "fîlm tirşik dawî" dinivîsim û encam derdikeve *



mînakek din: "tirşik pêşniyar" binivîsin û pêşniyarên tirşikvanan yên di derbarê her tiştî de hîn bibin *



- di rûpela "zindî" de, êdî behsa kûl û derdan jî tê kirin. dema kesek, tiştekî ji xwe re dike kûl û derd, di weşana zindî de nûçeyek weke "fîlankes fîlantiştî ji xwe re kir kûl û derd" derdikeve.



27.11.2014 20:20 | simurg56

105. Bi telefonê re, problemê peyam şandinî jî hatiye sererast kirin.

Her dem baştir dibe welle.



28.11.2014 02:01 | endazyar

106. sîstema ku meriv nikare nivîsên li ser dîwarên xwe jê bibin e.



29.11.2014 03:55 | berxweda

107. kêfa min gelek ji sîstema nû ya tirşikê hat. lê li ba min pirsgirêka nivîsa didome. xwendina peyaman ji ferhengên din xirabtir e; nizanim em vê pirsgirêka bi tirşikvanekî parve dikin an na. aliyê din mixabin guherandina avatar jî qet ne pratîk e.



29.11.2014 10:54 | biruya hayao miyazaki

108. sîsteam ku wekî hayao gotiye pirsgirêkên peyamdankê hene ye. Ez ji peyamdankê nikarim bersivê bidim tu peyaman. piştî xwendina peyaman divê ez herim profîla wî kesî an jî şîroveyek wî kesî û bişkoka peyam bişîne vikim. Ne bi van rêyan be nikarim peyama bişînim.



30.11.2014 15:48 | berxweda

109. pergala ku di şandina peyamên taybet de problemek çawa heye, nizanim.

min heta niha bi sîstema nû, bi sedan peyam şandine û problem nedîtiye. gelo problemek çawa ye?



30.11.2014 19:49 | simurg56

110. her wiha ew sîstem e ku wê di rojên pêş de beşek gelek xweşik û sûrprîz lê vebe. li benda versiyona 2.4.4ê bin *



30.11.2014 19:49 | simurg56

112. agahî: xeletiyên gramerî hatin sererastkirin.

haya min ji problema apostrofan jî heye lê hê min nekarî çareser bikim. eslê xwe de hê zêde derfet çênebû ku lêkolînê bikim.



04.12.2014 22:00 | simurg56

113. guherînên bi versiyona 2.4.4ê;



- beşa sînemayê hat çêkirin. ev beşek ewqas super e ku dikare bi serê xwe bibe malperek cuda.

taybetiyên wê:

1- hemû fîlmên ku me weke malpera wergerine.comê wergerandine kurdî, li vir tên lîstekirin. weke din mirov dikare fîlmên wernegerandî jî lê zêde bike. yanî ev rûpel dibe danegeha fîlman. mirov dikare binnivîsên kurdî yên van fîlman ji rûpela fîlmê daxe.

2- ji bo fîlman agahiyên weke "derhêner, senarîst, sal, cûre, welat, ziman, dirêjahî, fragman, afîş, wergêrê li kurdî" tên lîstekirin.

3- bi tikandinekê, mirov dikare here mijara wê fîlmê ya di tirşikê de.

4- mirov dikare;

hemû fîlmên bi zimanekê

hemû fîlmên ku wergêrek, wergerandine kurdî

hemû fîlmên salekê

hemû fîlmên welatekê

hemû fîlmên senarîstekî

hemû fîlmên derhênerekî

hemû fîlmên bi cûreyekî we lîsteyek, bibîne.

5- tirşikvan dikarin puanê jî bidin fîlman. (û dikarin puana xwe biguherînin jî)

6- hemû fîlmên ku tirşikvanek puan dayiye wan, dikarin werin lîstekirin

7- bi forma fîlmşandinê, mirov fîlmên nû jî li danegehê zêde bike

8- bi tikandinekê, moderator dikarin ji bo fîlmekê binnivîsên kurdî bar bikin

9- îstastîstîkên derbarê fîlman jî tê weşandin. (ev îstatîstîk wê pêşerojê de hê dewlemendtir jî bibin)

10- mirov dikare bibîne ka ji bo fîlmekê, heta niha kîjan nivîskaran çiqas puan dane.



- hesaba pûana karmayê hat rojanekirin. êdî her fîlmeke ku tirşikvan wergerandiye, 20 pûan tên lêzêdekirin.



ser xêrê be.



05.12.2014 20:17 | simurg56

114. sistema ku roj bi roj weke 2.4.1, 2.4.2, 2.4.3, 2.4.4 nû dike ye. xuyaye ku yê heta 9.9.9 berdewam bike*



06.12.2014 13:13 | nazim tolhildan

115. di vê sîstemê de fonksiyona peyamên taybet baş kar nake bawerim, îro min xwest bersivê bidim peyama camêrekî lê min kir û nekir ez bi ser neketim, çawa ez mişkê tînim ser valahiya ji bo peyam nivîsandinê, rûpel ji ber xwe de nû dibe û nahêle ez peyamê binivîsim.



09.12.2014 22:58 | uciezkvidyêvp

116. guherîn û pêşketinên bi versiyona 2.4.5ê;



- bi vê rojanekirina dawîn vê carê jî beşa pirtûkxaneyê li tirşikê hat zêdekirin. li vir tirşikvan dikarin agahiyên pirtûkên kurdî bibînin û wan kategorîze bikin. li gorî sala weşandinê, zimanê orjînal, zimanê pirtûkê, cûreya pirtûkê û li gorî nivîskarê pirtûkê û wergêrê pirtûkê, pirtûk dikarin werin rêzkirin.

weke beşa fîlman, li vir jî tirşikvan dikarin puanê bidin pirtûkan. her wiha dîsa pirtûk li mijara xwe ya li tirşikê ve hatine girêdan. bi tikandinekê mirov dikare bibîne ku tirşikvanan derbarê pirtûkê de çi gotine.

- her tirşikvan dikare pirtûkan li pirtûkzaneyê zêde bike.

- ji bo pirtûkan sîstema "puana tirşikê" hat çêkirin. li gorî puanên tirşikvanan ya ji bo pirtûkan, pûana navincî tê hesabkirin.

- ji bo fîlman jî sîstema "puana tirşikê" hat çêkirin. li gorî puanên tirşikvanan ya ji bo fîlmê, pûana navincî tê hesabkirin.

- hesaba puana karmayê dîsa hat rojanekirin. êdî ji bo lêzêdekirina her pirtûkekê jî tirşikvan 0.4 puan distînin.



11.12.2014 19:32 | simurg56

117. Di sîstema berê de gava meriv li tiştekî digeriya te kîjan tîp dinivîsî hemû mijarên bi wê tîpa hatine nivîsandin rêz dibûn. Bi tlf dikevim tirşikê



11.12.2014 23:13 | cîncoqo

118. her roj beşeke li tirşikê zêde dibe. pirtûk(xane) jî mîna sînemayê gelek xweş e. lê piştî bijkoka wê, beşa jor a reş ê bijkokan hatiye rêzkirin ê bi rengê tarî bi nîşan e, pir fireh bûye. hewqas ku bijkokên li ser beşa çepê mîna 24 seat û navên mijaran û hwd li bin ew beşa reş winda bûye. bi ya min ba, ev beşên her du li bin bijkoka "yên din" be, wê xweştir biba.



12.12.2014 10:58 | biruya hayao miyazaki

119. nûbûnên bi versiyona 2.4.6;



- di beşa fîlma de jî fonksiyona dengdanên dawîn, hat çêkirin.

- êdî dema tirşikvanek puan bide pirtûkek an jî fîlmek, di beşa zindî de ev yek tê ragihandin.

- dema pirtûkek li beşa pirtûkan were zêdekirin an jî dema fîlmek li beşa fîlman were zêdekirin, di beşa zindî de behsa van nûçeyan jî tê kirin.



14.12.2014 12:08 | simurg56

120. sîstema ku hê jî hin kêmasiyan dihewîne. me berê carekê têdiketinê û heta ku browser neyê girtîn tê de diman. lê niha divê her serê nîvsaetekê ji nû ve têkevî. bi rastî ev tişt min gelekî aciz dike û gellek caran naxwazim ku ji nû ve têkevimê.

her wiha li bin peyamên kurê xelkê bişkokên rastkirin û jêbirinê dertên ku ev qerebalixa bişkokan çavê mirov diwestîne. dîsa bi min ne hewce ye ku li bin peyaman avatara nivîskaran xuya bike.



14.12.2014 14:59 | oxir

121. agahî: li ser daxwaza oxir, êdî bijkoşkên "jê bibe" û "rastke" tenê ji aliyê xwediyê peyamê û moderatoran ve tê dîtin.



14.12.2014 18:15 | simurg56

122. sîstema ku bûye sedema seleksiyona xwezayî a nivîskarên ku ji bo nivîsandinê li hêviya 12ê şevê dimînin e.



19.12.2014 12:34 | nazim tolhildan

123. guhertinên dawîn:



- di lîsteya mijaran ya li aliyê çepê de, ji bo pêşîlêgirtina dubarekirina heman mijarê, hinek tedbîr hatin standin û xuya ye problem çareser bû.

- dema mirov di googleê de li encameke ji tirşikê bitikîne, rûpela peyamên îro yên wê mijarê derdiket ku piranî vala ye, û ji ber vê yekê di binê mijarê de tu peyam dernakeve. êdî dema mirov ji bo mijarek ku îro peyam jê re nehatiye nivîsandin bitikîne û here fonksiyona "?iro=on", ger ji bo mijarê îro peyam nehatibe bivîsandin, hemû peyamên mijarê tên lîstekirin. bi sya vê yekê dema kesek ji google pê li mijareke tirşikê bitikîneî, wê hemû peyamên mijarê otomatîk werin nîşandan.



20.12.2014 14:38 | simurg56

124. - di binê peyaman de, qerebalixiya bişkojkan hat kêmkirin, êdî çavên mirov zêde nawestîne û bala mirov xera neke.

- di lîsteya mijaran de, hejmara peyaman jî êdî bi awayek kubartir tê nîşandan. li vir jî qerebalix sist bû.



20.12.2014 21:33 | simurg56

125. nûbûnên bi rojanekirina versiyona 2.4.7;



- di panelê de xuyaniya lîsteya kesên ku tirşikvan dişopîne, hat xweşiktirkirin.

- di beşa îstatîstîkan de, îstatîstîkên "nivîskarê rojê", "nivîskarê heftiyê" û "nivîskarê mehê" hat bicîkirin.



28.12.2014 19:59 | simurg56

126. Di pergala berê de dema mirov li tiştekî bigera mirov tîpek dinivîst e cêhde mijarên bi wê tîpê destpêdikiran li jêrê qûtiya ''bigere'' de di derketan. an jî dema mirov li kelîmeyekî digera ew kelîme di kîjan mijarê hebê weke pêşniyarekî li jêrê xwiya dikir. Naha ev taybetmendî nîne. Lazim e mirov raste rast navê mijarê binivîsê. Ev yek jî lêvegerîna li mijaran zor dikê. ez carna dixwazim li hin mijaran bigerim lê rasterat navê mijarê nayê bîra min. Tenê kelîmeyek an jî hijmareka (mijarên bi dîrok) wê mijarê tê bîra min. Ev kêmasî were sererast kirin wê baş bê..



28.12.2014 23:41 | nan û av

127. sîstem ku îro li pirsgirêkekê rast hatime ye.



biner: http://oi60.tinypic.com/263j38k.jpg



04.01.2015 16:57 | berxweda

128. li ber pengavek xweş e.



04.01.2015 20:55 | simurg56

129. nûbûnên bi versiyona 2.4.9;

- eslê xwe de nûbûnek tenê ye, lê xweş e: grafîkên îstatîstîkan

niha êdî mirov dikare ji beşa îstatîstîkên tirşikê, di rûpela îstatîstîkên giştî de bişkojka "bike grafîk" bibîne: https://www.tirsik.net/istatistik.php?mijar=gisti

dema mirov li vê bişkojkê ditikîne, diçe vê rûpelê: https://www.tirsik.net/grafik.php

li vê rûpelê mirov dikare grafîkên hejmara peyam û mijarên li tirşikê, li gor salan an jî mehan bibîne.



her wiha dema mirov bikeve profîla tirşikvanek, di rûpela "îstatîstîkên wî/wê" de dîsa bişkojka "bike grafîk" derdike. dema mirov li vê bişkojkê bitikîne ku diçe rûpela ku hejmara peyamên nivîskar li gor mehan weke grafîk tê nîşandan. weke mînak, grafîka min: https://www.tirsik.net/grafiktirsikvan.php?trskvn=16



17.01.2015 13:34 | simurg56

130. nûbûneke baş e. ji ber ku nivîskar êdî dikarin rewşa xwe a taybet û rewşa tirşikê bi hêsanî bibîne.



17.01.2015 14:47 | nazim tolhildan

131. weke berdewamiya 2.4.9ê:

bişkojka ku hat rakirin. çima hat rakirin? ji ber ku êdî ne hewce ye. êdî hûn rasterast lînka youtube bidin, wê tirşik wê nas bike û bixebitîne.



18.01.2015 19:17 | simurg56

132. rojanekirina 2.5.0:



- êdî di binê qutiyên nivîsandina peyaman de bişkojkên "ş","ö","ü","ç","i", derdikevin. bi saya van bişkojkan mirov dikare ji her cîhaza elektronîk, peyamên bi tîpên kurdî binivîse. bi taybetî di destfonan de nivîsandina kurdî gelek caran zehmet e, lê bi vî awayî wê hêsantir be îşelleh.



31.01.2015 11:51 | simurg56

133. A ku her roja dîtir e tirşikê xweştir dike.



31.01.2015 21:33 | azadixwaz

134. bi rojanekirina 2.5.1;



- fonksiyona "aktîvîteyên dawîn" ya nivîskaran hat çêkirin. di profîla nivîskaran de, li aliyê çepê ger mirov li vê fonksiyonê bitikîne, aktîvîteyên nivîskar yên di beşa zindî de hatine weşandin, tên lîstekirin.

(şopandin, neşopandin, pirtûk an jî fîlm li sîstemê zêdekirin, li dîwara kesekê tiştek nivîsandin, rewşa xwe ya derûnî guhertin, avatar guhertin fîlan)



- di beşa îstatîstîkan de li aliyê çepê girêdana "here grafîkan" hat zêdekirin. her wiha di beşa grafîkan de jî grafîkên "zayendên nivîskaran" û "erkên nivîskaran" lê hatin zêdekirin.



- bingeha malperê de jî guhertinên ewlehiyê hatin çêkirin.



02.02.2015 17:11 | simurg56

135. Min çewtiyeke din dît an jî ne tenê min herkesî dîtiye lê kes deng nake. Çewtî ev e:

Mirov peyamekî binivîse û bin de jî lînkeke dirêj binivîse di mobîlê de ew peyam ber bi aliyê destê rastê ve winda dibe naxuye.



Hawar hawar simurg56



08.02.2015 01:32 | xendekî

136. agahî: pirsgirêka ku xendekî destnîşan kiriye, jixwe tê zanîn. berê me vê pirsgirêkê bi qetkirina peyvan çareseer kiribû lê wê demê jî weke mînak navê nivîskarên di binê mijarê de weke "xen" (derbasî rêzika din dibe) "dekî" dibû. ji ber vê yekê me got şûna wisa be, bila lînk nîvço bin çêtir e.

jixwe dîsa jî mirov dikare li lînkan bitikîne, problem çênabe.



08.02.2015 14:51 | simurg56

137. fonksiyonên nû yên rojanekirina 2.5.2 ya sîstema nû ya tirşikê ne.



rojanekirina 2.5.2;



- bişkojkên wêne û lînk hatin çêkirin.

bişkojka wêne: bi vê bişkojkê êdî mirov dikare di peyamên xwe de wêneyan jî parve bike. ger hûn ("wêne:" binivîsin û valahiyek bihêlin û paşê lînka wêneyê binivîsin û paşê ")" binivîsin: êdî ew wêne wê di peyama we de rasterast were nîşandin.

dîqat: divê lînka wêneyê mîna "www.filansite.com/eznizamsilin/disanizamci.jpg" fîlan be. yanî divê lînk ya wêneyê be, ne ya rûpelê.



bişkojka lînk: weke hûn dizanin heta niha, dema mirov di peyameke xwe de lînkek binivîsanda ew lînk bêproblem dixebitiyan. lê êdî otomatîk naxebitin. ji bo ku em foksiyona wêneyan çêbikin, em mecbûr man ku vê otomatîkbûnê rakin. êdî hûn dikarin bi bişkojka lînkê, lînkên xwe parve bikin. dema hûn lînkên xwe wisa binivîsin, wê lînkên we dîsa otomatîk bixebitin.



weke mînak, vaye lînkek:

Here lînkê



weke mînak, vaye wêneyek:

Here lînkê



08.02.2015 18:45 | simurg56

138. Çewtiya sîstema nû ya min behsê kirî xwezî tenê nîvê lînkê xuya nekira çaryeka peyamê jî xuya nake. Niha peyama rojanekirina 2.5.2 yê li jor e, min xwest bixwînim lê min taze jê fêm nekir, ji ber ku heta du peyv xuya nakin. Ka em çi bikin *



08.02.2015 20:05 | xendekî

139. pergala ku bi taybetiya wêneyê baştir bûye. êdî ferheng baştir xûya dike ..



08.02.2015 23:25 | brusk56

140. rojanekirina 2.5.3;



- fonksiyona şopandina mijaran hat çêkirin. êdî di rûpela mijaran de li kêleka navê mijaran bişkojka "bişopîne" derdikeve, dema hûn li wê bişkojkê bitikînin wê ew mijar bikeve di lîsteya we ya şopandina mijaran de.

êdî dema ku hûn têketinê bikin, ger li van mijarên ku tu dişopînî peyamek nû hatibe nivîsandin: di rûpela panelê de wê hişyariyek bide te û bêje li fîlan mijaran peyamên nû hatine nivîsandin.



- ji bo sivikkirina sîstemê hinek guhertin çêbûn.



14.02.2015 18:44 | simurg56

141. li aliyê çepê ya rûpela panelê de jî lînka "» mijarên ku dişopînim" hat çêkirin.

mirov dikare ji vir, hemû mijarên xwe yên di lîsteya şopandinê de, bibîne û guherandinan çêke.



14.02.2015 19:40 | simurg56


143. bi rojanekirina 2.5.4ê fonksiyon û guherînên nû:



- bişkojka spoiler hat çêkirin. êdî dema mirov behsa fîlm/pirtûk an jî tiştek din bike û bixwaze spoiler bide. dikare bi saya vê bişkojkê van nivîsên xwe yên ku spoiler dihewînin, veşêre. dema mirov li nivîsa "spoilerê veke" bitikîne, spoiler nû tê nîşandan. (dîqat: di spoîlerê de şûna parantezên normal, parantezên bi goşe hene)

weke mînak:


li vir derbarê fîlmê de hinek agahî hene ku ger tu bixwînê (kujerê di fîlmê de mêrê jinikê ye), wê tu tama fîlmê nemîne




- xuyaniya lînkan hat nûkirin. dema nivîskarek lînkek ji malperek cuda bide, ew lînka dirêj nayê nîşandan lê şûna wê tenê nivîsa "here lînkê" tê nîşandan û dema mirov li vê nivîsê bitikîne, diçe wê malperê.

weke mînak: Here lînkê



- xuyaniya rûpelên nivîskar panel û îstatîstîkan gelek xweşiktir e.



15.02.2015 14:22 | simurg56

144. Wey maşela, maşela, çi qa xweş bûye. Malî ava simurg56, ha rojanekirinên wisa cardin cardin mirov li tirşikê germ dike.



*tişteke din, Camêro tu her tiştî rast dikî lê ma ev "h" avatar biguere çima winda ye? Hema xêra babê xwe h'yekî li wê jî zêde bike, (bnr: avatar biguhere)



15.02.2015 17:54 | xendekî

145. tişteke din: kêmasiya ku xendekî behsê kiriye, hat rastkirin. di dawiyê de.. *



15.02.2015 18:44 | simurg56

147. agahî: xeletiya ku qivaro ragihandiye, hat rastkirin.



15.02.2015 19:59 | simurg56

148. sîstema ku roj bi roj nû dibe ye. ger mirov weke mehekî ji tirşikê dûr bikeve û paşê vegere ji ber taybetmendiyên nû, xwe xerîb hîs dike. xêncî wê helbet taybetmendiyên nû baş in, lê carinan jî hin pirsgirêkên nebaş jî ji xwe re tînin. weke mînak: "wêne" nûbûna beş e, lê ger tu wêneyeke ku piksela wê mezin bar bikî, wêne bi temamî naxuye. nîvê wêneyê dixuye û yê din jî li aliyê rastê wenda dibe.



20.02.2015 12:23 | nazim tolhildan

149. nûbûnên bi guhertoya 2.5.5;



- li ser daxwaza ferhenga şikestî, êdî dîroka guhertina peyaman jî heye. ger peyamek were guhertin, êdî di binê peyamê de dîroka guhertina wê tê nîşandan.

weke mînak: bnr: inna/34732

- bişkojka "hemûyan bixwîne" hat standartîze kirin û xweşiktirkirin.



05.03.2015 19:34 | simurg56

150. guhertoya 2.5.6;



- (bnr: wergera bi peretî ya peyvên îngîlîzî)



06.03.2015 22:39 | simurg56

151. nûbûnên bi guhertoya 2.5.7;



- xuyaniya beşa ferhengan hat başkirin. tevlîheviya ku serê tirşikvanan gêj kiribû niha sadetir e.

- çend xeletî hatin rastkirin

- ji bo beşên pirtûk, fîlm û ferhengê peldankên cuda hati veqetandin. bi saya vê yekê êdî mirov tirsik.net/ferheng binivîse an jî tirsik.net/film an jî tirsik.net/pirtuk binivîse bes e.



têbinî: heye ku hinek guherîn, di komputerên we de hinek dereng bikeve meriyetê.



07.03.2015 18:18 ~18:19 | simurg56

152. guhertoya 2.5.8:



- pêşniyarên otomatîk yên di lêgerînê de hat çêkirin.

- qutiya lêgerînê ji jor hat danîn û êdî li aliyê çepê ye.



bi saya van nûbûnan: êdî dema mirov di qutiya lêgerînê de 3 tîpan binivîse, pêşniyarên lêgerînê tên nîşandan û bi saya vê yekê lêgerîn bileztir û hêsantir dibe.

di telefonên bêrikan de jî qutiya lêgerînê êdî çêtir li ber destan e.

ser xêrê be. yek ji kêmasiyên herî girîng bû.



(êrê haya min jê heye, di vê taybetiyê de tîpa ş şaş xuya dike lê ez ê di pêşerojê de safî bikim îşelleh. ev du roj in min nekarî *)



15.03.2015 08:42 ~11:17 | simurg56

153. A ku guhertoya nû pir kêfa min aniyî. bi taybetî jî hatina xwarê ya qutiya lêgerînê. Ji telefonê lêgerîn pir bi hêsantir bu. Destê te sax be.



15.03.2015 10:58 | azadixwaz

154. guhertina ku do êvarê di hişê min de derbas bûbû ku min hindik mabû ji simurg re peyam bi rê bikirana ku pirsgirêkeke wiha heye lê min bi xwe re nedît ku binivîsim îcar serê sibê şiyar bûm ku pirsgirêk hel bûye xwedê jê razî be gelo simurg dilê min xwend? * û ji bîr nekim pir baş û xweş çêbûye



15.03.2015 11:36 ~11:37 | ceso

155. (bnr: bênezer be)

(bnr: çavên xelkê li pişt qûna wan be)



pîroz be...



15.03.2015 16:43 ~17:08 | xendekî

156. nûbûnên bi guhertoya 2.5.9;



- tirşik caps yanî rûpela capsan ya tirşikê êdî bi sîstema heyî ve hat yekkirin. rûpel komple ji nû ve hat çêkirin û êdî hemû tirşikvan dikarin têkevinê û wêneyan bar bikin.

ji bo agahiyên berfirehtir: (bnr: guherînên di tirşik capsê de)



16.03.2015 19:47 ~19:51 | simurg56

157. ew pergal e ku wê îşev bi taybetiyên gelek xweşik, were rojanekirin.


me got em ê bi şev bibêjin...



30.03.2015 17:42 ~17:43 | simurg56

158. heke veqetîna nivîsan ya paragrafa dawîn rast nebe, bo min hîç e!

bila haya patron jê hebe*



30.03.2015 17:45 | ferhenga şikestî

159. guhertinên bi versiyona 2.6.0;



1- sîstema kurtkirina lînkan ket meriyetê. dema mirov têkeve vê rûpelê (Here lînkê) qutiyek derdikeve. Ger mirov lînkek gelek dirêj li vir binivîse û bişîne, tirşik wê lînkê kurt dike û lînkek nû dide we. êdî hûn dikarin wê lînkê li her derî bi kar bînin. ev lînka nû ya kurt, we dîsa dibe wê lînka we ya dirêj.

mirov dikare li jor, di binê menûya "yên din" de, bikeve vê rûpelê.



2- li beşa profîlê rûpela eyaran hat çêkirin. mirov dikare ji vê rûpelê hinek eyarên tirşikê biguherîne. weke mînak:

a - ger we bivê êdî di binê mijaran de teklîfa "xêra xwe vê peyvê wergerîne îngîlîzî" dernakeve.

b- ger we bivê hûn dikarin hejmara mijarên ku li aliyê çepê tên lîstekirin,kêm bikin an jî zêde bikin.

c- ger we bivê êdi di nav peyaman de wêne otomatîk nayên nîşandan. (hinek nivîskar jê aciz bûn)



3- pirsgirêka parçebûna peyvan ya di dawiya rêzikan de, hat rastkirin.



4- di rûpela panelê de fonksiyona kesên ku min dişopînin hat çêkirin. mirov dikare ji vir nivîskarên ku we dişopînin, bibîne.



30.03.2015 20:37 ~21:10 | simurg56

160. rojanekirina 2.6.1;



- di menûya rêveberiyê de beşa "mijarên beralîkirî" hat çêkirin. êdî hemû moderator dikarin beralîkirina mijaran betal bikin.

- di beşa caps'an de bişkojka "jê bibe" hat çêkirin. êdî xwediyê wêneyê û moderator dikarin wêneyê jê bibin.



08.04.2015 21:43 ~21:44 | simurg56


162. rojanekirina 2.6.3;



1- êdî tirşik pirzimanî ye. Zimanê sereke û jixweber kurmancî ye, lê ji aliyê çepê, mirov dikare zimanê malperê hilbijêre. Herwiha di profîla xwe de, tirşikvan dikarin ji menûya "eyarên min" zimanê malperê hilbijêrin û ji bo xwe bikin otomatîk. piştî ku tirşikvanek ji vê menûyê zimanê malperê kir zazakî, êdî dema têketinê kir wê zimanê malperê otomatîk bibe zazakî.



2- li ser daxwazan (ji bo pergala tirşikê pêşniyarên tirşikvanan/65574) êdî di tirşikê de vîdyo û wêne jî weke spoileran, piştî tikandinê tên nîşandan. bi vî awayî malper weke berê dîsa hinekî dibe sade.



16.04.2015 21:23 ~21:25 | simurg56

164. sîstema nû ya ku mixabin vîdeoyên min ê ku min berê parvekiribû hebkî jî nade şuxilandin. ev rasterast komplo ye* ji ber ku min videoyên xwe bi vî şeklê yanî bi lînkên wiha (/ulJx1XXQw4U) parve dikir lê divabû ku (ulJx1XXQw4U) bûna. yanî ew karaktera pêşiya linkê zêde ye divê were jêbirin, de îcar were yeko yeko sererast bike.*



16.04.2015 23:47 | ceso

165. nûbûna ku spoilerkirina wêne û vîdeoyên di nav peyaman de jî bi xwe re aniye û bi xêr û xweşî hatiye, êdî bêyî tirs û endîşeya dîtina koleksiyona soundtrackên yoda ez dikarim herim mijara soundtrackên bijarte..



17.04.2015 01:42 | endazer

166. tirşik jî roj biroj wekî kurdîtîyê pêş dikeve (bnr: tiştên xweş) em quşxanekî jî bixwin em indî têrnavin ji tirşikê. lê hê jî ne bese heta kû tirşik çibibe emê pîr bibin ewê çêbibe lê mixabin emê nevînin.



17.04.2015 10:38 | shorbevan

167. baş e. nûbûneke xweş e lê hêj sepaneke bo telefonên jîr tune ye *



17.04.2015 13:27 | kurê xelkê

168. rojanekirina 2.6.3;



- êdî mirov dikare mijarên ku sembola ' dihewînin, veke. berî niha ev yek ne pêkan bû. encax mirov dikariya piştî mijar vebû, biguhere û rast bike.

- bnr'yên ku sembola ' dihewandin naxebitiyan, ev çewtî jî hat çareserkirin.

weke mînak: (bnr: i'm your man)



05.05.2015 18:30 ~18:31 | simurg56

169. sistema car din xwe nûn kir ez jê daxwaz dikim bira avatarê min ez dikaribim bikim gif û bila ji kerema xwere min acis neke.



bila waha be



Here lînkê





Here lînkê



05.05.2015 19:52 ~19:54 | shorbevan

170. rojanekirina 2.6.4;



- rûpela profîla nivîskar hat nûkirin û dewlemendkirin. weke mînak: Here lînkê

taybetiyên nû: êdî di profîla nivîskar de mirov dikare bibîne ka,

- çend peyv li ferhengê zêde kirine û ew kîjan peyv in,

- ji bo kîjan peyvan şîrove kirine,

- çend wêne li beşa wêneyan zêde kirine û ew kîjan wêne ne,

- li beşa fîlman çend fîlm zêde kirine, çend wergeradine, deng daye çendan û kîjan in.

- li beşa pirtûkan çend pirtûk zêde kirine, deng daye çendan û kîjan in.



07.05.2015 12:37 | simurg56

171. niha hişê xwe û min tev xwarîye çar hev wêna yek dide nişan û ez nikarim li reşikê xwe jî binihêrim du kesa reşik daye û ezê wan bi destxînim xwedê ji mera mezine.



07.05.2015 14:12 | shorbevan

173. rojanekirina 2.6.5;



- êdî moderator nikarin peyaman rast bikin.

(ji bo ku di nîqaşên li ser jêbirina peyaman de nebe sedema sûcdarkirinên weke guhertina peyama orjînal)



- êdî moderator nikarin peyaman komple jê bibin. (peyamên ku moderator jê dibin, ji weşanê tên rakirin lê di danegeha tirşikê de tên parastin. ger îtîraza nivîskarek çêbe, dikare were kontrolkirin û vegerandin)



- dema peyamek hat jêbirin wê were zanîn ka kê jê bir. (dema peyamek ji aliyê rêvebirek were jêbirin, wê were zanîn ku ji aliyê kê ve hatiye jêbirin. bi vî awayî wê were zanîn ku mesele di rastiyê de çi ye)



- fonksiyona astengkirina nivîskaran hat çêkirin. (ev fonksiyon di menûya rêvebiran de dikare were dîtin. nivîskar wê ji vê rûpelê bikarin werin astengkirin an jî azadkirin.)



- rûpela gilî, gazinc û şikayetan hat çêkirin. lînka rûpelê di menûya "yên din" ya li jora malperê hat bicîkirin. an jî fermo: Here lînkê



09.05.2015 13:53 ~14:13 | simurg56

174. rojanekirina 2.6.6;



- fonksiyona wêneya têkildar hat çêkirin. êdî li aliyê rastê, ger têkildarî mijara ku vekirî ye, di beşa wêneyan de wêne hebe, wê wêneyek ji wan wêneyan were nîşandan. dema mirov li wêneyê bitikîne wê wêne mezin bibe û lînka rûpela wêneyê derkeve. bi vê lînkê mirov dikare here rûpela wêneyê jî.

ev fonksiyon ji beşa eyaran dikare were girtin an jî vekirin. tirşikvan bi kêfa xwe ne.

weke mînak herin vê mijarê û li aliyê rastê binêrin: (bnr: mehmet metîner)



- fonksiyona "xwediyê mijarê" hat çêkirin. êdî di rûpela mijarê de, li jor li kêleka navê mijar sûretek biçûk heye, dema mirov mişka xwe dibe ser navê nivîskarê ku mijarê vekiriye derdikeve.

sedema çêkirina vê taybetiyê ew e ku carina nivîskar mijarek vedikin lê paşê peyama xwe jê dibin, wê demê mijar dimîne ser nivîskarê ku peyama duyemîn nivîsandiye. di rewşên wiha de êdî mirov wê bizane ka cara ewil kê mijar vekiribû. hema pirsgirêk sedema vê ye jî: kêmasiyên tirşikê/65052



10.05.2015 13:47 ~13:53 | simurg56

175. problema kêmasiyên tirşikê/68332 hat çareserkirin, êdî dema mirov di profîla xwe de li mijarên ku dişopîne û jê re peyamên nû hatine nivîsandin bitikîne, ne mijar hemû lê tenê peyamên ku ji têketina dawîn ya nivîskar heta niha hatine nivîsandin, tên nîşandan.



10.05.2015 16:21 | simurg56

176. sîstema ku favorî tune ye.



Ji kerema xwe re fovorî jî lê zêde bikin lo.



gelo ev ''ecêbmayî'' şuna 'favorî' digre?



10.05.2015 23:44 ~2015.05.11 00:47 | endazyar

177. guhertin û rojanekirinên guhertoya 2.6.7;



1-) Di profîla nivîskaran de hinek beşên nû hatin vekirin. êdî mirov dikare ji profîla nivîskarek, derbarê nivîskar de van agahuyan jî bibîne;

* hejmara mijarên vekirî

* hejmara çeppikan

* hejmara reşşikan

* hejmara ecêban

* rêjeya mijaran/peyaman

* rêjeya çepikan/reşikan



2-) Di beşa îstatîstîkan de jî hinek îstatîstîkên nû peysa dibin;

- di rûpela îstatîstîkên giştî de;

* rêjeya peyam/mijaran (ji bo tevahiya tirşikê)

* rêjeya çeppik/reşşikan (ji bo tevahiya tirşikê)

- li menûyên aliyê çepê jî fonksiyonên nû hatin çêkirin;

* yên herî zêde mijar vekirine

* yên ku rcr'ya wan (rêjeya çeppik/reşşik herî zêde ye)

* mijarên ku herî zêde peyam dihewînin

* peyamên ku herî zêde çeppik standine

* peyamên ku herî zêde reşşik standine

* peyamên ku herî zêde ecêb standine

* peyamên ku herî zêde deng standine



3-) êdî dema nivîskarek ji kul û derdê nivîskarek din re bibe derman, ji xwediyê kul û derdê de peyamek tê şandin ku kul û derdê wî/wê hatiye dermankirin.



16.05.2015 15:04 ~15:06 | simurg56

178. rojanekirina 2.6.8:



êdî lêgerîna tirşikê û bnr/vbnr yên tirşikê guh didin ferqa tîpên weke "ê" û "e".

mînak: heta niha ger we di lêgerînê de "abe" binvîsiya mijara" abê" jî derdiket mijara "abe" jî. ger we ne lêgerînê bikira lê ger we li bîne bitikand, wê demê her du jî dernediket û dibû problem.

bi heman mantiqî ger we li bnr ya "abe" bitikand, ji ber ku hem mijara "abe" heye hem jî mijara "abê" heye, her du jî dernediket û mirov digot qey mijarek wisa nehatiye verkirin.

axirê, problem çareser bû.



di van peyaman de behsa vê kêmasiyê hatibû kirin: /28670, kêmasiyên tirşikê/34357, kêmasiyên tirşikê/28878



16.06.2015 20:18 ~20:21 | simurg56

179. Bijî şinzo abe.

Êdi dikarim bejim (bnr: mers)



16.06.2015 20:22 ~20:23 | cinorek

180. sîstema ku edî ti ateîstê lêgerînê nehiştîye û bawerîya wan ser û binê hev kirîye. edî xuyaye ewê piçek dinjî ji lêgerîna dilovan bê bawerkirin.



16.06.2015 20:40 | shorbevan

183. rojanekirinek nû:

berê: dema mirov mijarek ku îro peyam lê hatine nivîsandin, beraliyê mijarek din bikira. erê mijar beralî dibû û peyam jî derbasî wê mijarê dibûn lê li aliyê çepê êdî ne mijara ku hatiye beralîkirin dihat dîtin, ne jî mijara ku lê hatiye beralîkirin dihat lîstekirin.

êdî: ev kêmasî hat çareserkirin. êdî dema we mijarek beralî mijarek din kir, ger di vê mijarê de îro peyam hatibin nivîsandin, wê demê navê nû ya mijarê li aliyê çepê ya malperê di nav lîsteya mijaran de tê dîtin.



21.06.2015 10:05 | simurg56

184. xuya dike sîstema ku bibe 1000.0.0 jî dîsa ewê versîyona ji bû mobîlê tunebe



21.06.2015 13:17 | shorbevan

185. rojanekirina 2.6.9;



- êdî dema mirov peyamên dirêj li tirşikê binivîse û pêl bişkojka bişîne bike, wê ew peyam wenda nebin.

sedema vê xeletiyê ew bû ku ger mirov li tirşikê bi qasê 25 deqe li tu derî netikîne, tirşikê mirov ji tirşikê derdixist. loma ger nivîsandina peyama we, ji 25 deqeyan zêdetir wext standibe, dema we pêl li bişîne kir, tirşikê we ji sîstemê derdixist û peyam jî nedihat tomarkirin.

bi rojenkirina nû, êdî heta ku hûn bixwe ji sîstemê dernekevin an jî hûn geroka xwe ya înternetê negirin, sîstem we dernaxe. (bi qasê 24 saetan)



heta niha gelek kesan ji ber vê problemê gilî kiribûn. yên ku min karî bibîbim; bnr: tirsik.net/67155, bnr:kêmasiyên tirşikê/42033



11.07.2015 20:50 | simurg56

186. sîstema niha dîsa xwe nû kirîye û tirşikvana ji kul û derdê ku hima serê çend deqê carkî berî tirşikvana dida edî hetka xwe kiribû nivîsê şeveqê heta êvarê bi mirin kî meriv dinivîsan ji nişkava dibû sêr û hinda dibû ji holê ger meriv paşda bihata an nivîsê (stur: copy bikira xelas dibû lê ku meriv bikira. sîstema 2.6.9aye niha dewrim kirîye û em dikarin bêjin tirşikê di emrê xwede sîstemek wisa nû nedîye.





edît: baş nûn nebûye. meriv rûpelê digre dîsa wisa dibe mixabin. sîstema ku simurg ku çêke bi zorê wisa bibe.



12.07.2015 00:32 ~01:27 | shorbevan

187. sîstema ku dema mirov paceya xwe ya înterneta digire, helbet tê girtin. jixwe armanca ev e, da ku dema tirşikvan ji ser komputerê rabûn kesek din neyê û hesaba wan bi kar neyne. lê heta ku pace neyê girtin û mirov li "derkeve" netikîne, dereketina bêhemdî çênabe.



12.07.2015 09:36 | simurg56

188. 2.6.9. sîstema nûn ya ku li ser adroîdê geroka opera mobil dema dikeve pêşbîrê ev problem didome.



12.07.2015 14:07 | shorbevan

190. rojanekirina 2.7.0;



- êdî mirov dizane ka peyama ku ji nivîskarekî re şandiye, ji aliyê wî/wê nivîskarî ve hatiye xwendin an na. dema mirov peyamek taybet ji tirşikvanekî re bişîne, êdî di binê peyama ku şandiye de, ger ew peyam hê ji aliyê tirşikvan ve nehatibe xwendin, nivîsa "(nehatiye xwendin)" derdikeve.



- êdî mirov dikare bibîne ka di tirşikê de çend mêvan hene. weke hûn zanin, jixwe di beşa panelê de mirov dikare bibîne ka çend nivîskar girêdayî ne, êdî mirov dikare ji heman derê bibîne ka çend mêvan (kesên ku di tirşikê de têketinê nekirine lê tirşikê dixwînin) li tirşikê digerin û wê dixwînin.



- otomatîk kontrola peyama nû ya taybet: êdî hûn li tirşikê hema li cihê xwe bisekinin û qet li tu derî netikînin jî, sîstem serê her deqeyê kontrol dike ka ji te re peyamek nû hatiye şandin an na. ger peyamek nû hatibe, li jor lê kêleka "vebijêrk" weke her demî, hejmara peyamên nû weke hişyarî tê nîşandan.



- meseleya jixweber derketina ji tirşikê bi rojanekirina berî vê -bnr: sîstema nû ya tirşikê/71884- jixwe hatibû çareserkirin lê êdî ew jî bi awayek xweştir dixebite.



12.07.2015 14:59 ~15:48 | simurg56

191. sîstema nû ya ku pir baş bû ji ber ez bi meha li peyama nanêrim edî ewê tirşikvan ji ber ez bersiva wan derengî dixînim edî ewê şaş fehm nekin.



12.07.2015 15:18 | shorbevan

193. sîstema ku di dema ez tune bûm de du cara guheriye. hêdî simurg piçekî hêdî *



12.07.2015 16:12 | berxweda

194. rojanekirina 2.7.1;



1- radyoya tirşikê ku ji nû ve hat avakirin, ket weşanê. ji bo agahiyên berfirehtir bnr: radyoya tirşikê/72736, an jî li vê wêneyê binêre: Here lînkê



2- di peyamên taybet de êdî hemû fonksiyonên mîna youtube, wêne, lînk, bnr fîlan dixebitin.



3- li aliyê rastê êdî kategoriyên mijarê jî tên nîşandan. Weke hûn zanîn pêvajoya kategorîzekirina mijaran didome. Ger mijara ku we vekir, hatibe kategorîzekiri, wê li aliyê rastê kategoriyên mijarê werin nîşandan. Weke mînak li mijara bername binêrin, hûn ê li aliyê rastê kategoriyên weke teknoloji, ziman, û tv bibînin. Ger hûn li wan bitikînin, hûn ê hemû mijarên di wê kategoriyê de jî bibînin.



09.08.2015 15:40 ~15:42 | simurg56

195. sîstema vê carê rastî nûn bûye edî sîmurg56 bi dilkî rehet dikare bêje sîstem nûnbû û ez bawerim niha şûr simbêlê wî û mergehezo nançû nabire mil dane milê hev edî mirin jî bi wan nikare.



09.08.2015 21:09 | shorbevan

196. ji raya giştî re:

tu eleqeya min û sîstema tirşikê tune ye yanî çi dike sîmurg56 dike. hemû kedê ew dide.



09.08.2015 21:20 | mergehez

197. piştî navberek dirêj>rojanekirina 2.7.2;



1- ji bo lêdana radyoya tirşikê ya jixweber, bernameyek lêdanê hat çêkirin. êdî;

- ji sibeh saet 7an heta êvarê saet 19an, stranên slow û enstrumatal nayên lêdan

- ji 19ê êvarê heta 22ê şevê, stranên enstrumantal nayên lêdan

- ji 22ê êvarê heta 7ê sibehê tenê stranên enstrumantal û slow tên lêdan

bi vî awayî êdî serê sibehê mirov wê rastî stranên melankolîk neyê û di 2ê nîvê şevê de jî bi stranên pop ji cihê xwe veneciqe.



2- di radyoya tirşikê de, di lîsteya stranên dawîn de, êdî mirov dibîna ka ew stran çi wextî hatine lêdan.



3- Êdî mirov dikare bibîne ka çend kes li radyoya tirşikê guhdar dike.



edît:

4- êdî di beşa fîlman de, mirov dikare şîroveyên derheqê fîlmê de jî di heman rûpelê de bixwîne. ne hewce ye mirov ji rûpelêderkeve û were tirşikê. şîroveyên di tirşikê de, rasterast di binê fîlmê de derdikevin. weke mînak: Here lînkê



5- mîna di beşa pirtûkan de jî dîsa mirov dikare şîroveyên di derbarê pirtûkê de, rasterast di binê pirtûkê de bibîne. weke mînak: Here lînkê



6- di radyoya tirşikê de êdî hemû peyamên di tirşikê de yên di derbarê stran û stranbêj de, tên nîşandan. heta niha tenê 3 heb ji wan dihatin nîşandan.



05.09.2015 12:35 ~2015.09.06 14:03 | simurg56

198. 4- êdî di beşa fîlman de, mirov dikare şîroveyên derheqê fîlmê de jî di heman rûpelê de bixwîne. ne hewce ye mirov ji rûpelêderkeve û were tirşikê. şîroveyên di tirşikê de, rasterast di binê fîlmê de derdikevin. weke mînak: Here lînkê



5- mîna di beşa pirtûkan de jî dîsa mirov dikare şîroveyên di derbarê pirtûkê de, rasterast di binê pirtûkê de bibîne. weke mînak: Here lînkê



6- di radyoya tirşikê de êdî hemû peyamên di tirşikê de yên di derbarê stran û stranbêj de, tên nîşandan. heta niha tenê 3 heb ji wan dihatin nîşandan.



06.09.2015 13:58 ~14:03 | simurg56

199. rojanekirina 2.7.3;



- êdî dema navê mijarekê ji aliyê moderatorek ve were guhertin, mirov dikare navê ewil ya mijarê jî bibîne. ev taybetî ji aliyê tirşikvanan ve hatibû xwestin: kêmasiyên tirşikê/75302

weke mînak li vir mirov dikare navê guhertî ya mijarê, di binê navê mijarê de bibîne: (bnr: tiştên ku mirov xemgîn dikin)



ji ber ku carinan nivîskar li ser navê mijarê jî nîqaşê dikin lê dema navê mijarê were guhertin, êdî ew peyamên ku li gorî mijara kevin hatibûn nivîsandin, bêwate dimînin.

her wiha ev jî heye: navê mijarê ya ewil, ya herî kevin tê qeydkirin. weke mînak, em bêjin navê mijarê "kurdên bênamûs" bû. moderatorek hat û kir "kurdên bêşeref" û paşê moderatorek din hat û kir "kurdên xwefirotî". wê demê wê di binê navê mijarê yê dawîn de navê ewil binivîse, yanî wê "kurdên bênamûs" binivîse. bi vî awayî çend caran were guhertin jî, wê mirov bizane ka navê herî orjînal ya mijarê çi bû.



15.09.2015 14:45 | simurg56

200. rojanekirina 2.7.4;



- êdî di heman peyamê de mirov dikare ji yekê zêdetir wêneyan lê zêde bike.

- êdî di heman peyamê de mirov dikare ji yekê zêdetir spoileran bi kar bîne.

- êdî di heman peyamê de mirov dikare ji yekê zêdetir vîdyoyên youtubeê bi kar bîne.

berê ev her sê taybetî tunebûn û dema di peyamekê de ji van tiştan du heb hebûna, tenê ya yekemîn dixebitiya.



mînak li jêr in;



wêneyek: Here lînkê

û wêneyek din Here lînkê



spoilerek; (spoiler: spoilera yekemîn)

û spoilerek din; (spoiler: û spoilera duyemîn)



vîdyoyyek;



û yekî din?



25.10.2015 14:35 ~14:39 | simurg56

201. sîstema ku ji berêde nûkirina wê daxwaza tirşikvanaye.



25.10.2015 14:50 | shorbevan

202. sîstema wê dilê hineka rehet bike ye *



25.10.2015 16:29 | berxweda

203. sîstema hingî simurg56 û mergehezo nançû li serê ceribîna kirin axirê teqînek pêkhanîn niharewşa wê ne normale.



27.10.2015 14:27 | shorbevan

204. êdî dema tu di sernivîsekê de peyamek dinivîsî, ew sernivîs di lîsteyê de naçe rêza serî.

min ji vê taybetiya nû hez nekir. berê xweştir bû. ji ber mirov êdî fêm nake bê ka tiştek nû hatiye nivîsandin an na.



28.10.2015 10:40 | brusk56

205. sîstema ku gelek caran tê guherandin, ji ber wê êdî nikarim teqîb bikim.



28.10.2015 11:34 | nazim tolhildan

206. sîstema ku êdî stêran naxebitÎne. zû divê bê çareser kirin vegere bibe wek berê.



28.10.2015 11:44 | brusk56

207. agahî: xeletiyên ku li jir hatine behsêkirinî, hatin rastkirin. ev ne tiştekî qestî bû. wê di 1ê mijdarê de, di sîstema tirşikê de guherînên xweşik çêbin. ji ber amadekariya van guhertinan, carina tişt xera dibin. *



28.10.2015 18:15 | simurg56

209. rojanekirinên bi guhertoya 2.7.5;



1- peyamên ku lînk dane vê mijarê

ev taybetî em dikarin bibêjin ku şoreşek e di tirşikê de. ez hinekî behsê bikim;

-hinek mijar hene ku di rûpela mijarê bixwe de zêde agahî nehatine dayîn lê di gelek mijarên din de behsa wê hatiye kirin an jî tiştên têkildarî wê hatine ravekirin. bi lêgerînê mirov nikare wan peyaman bibîne. lê êdî di derbarê mijarê de li ku derê bnr'yek hatibe dayîn, tirşik wan bnr'yan otomatîk dibîne û ji te re dibêje "heval, di van peyaman de behsa vê mijarê hatiye kirin"

-weke mînak hûn li mijara zelal gökçe dinêrin, tirşik dibêje we "binêre di mijara pervin buldanê de kesekê di peyama /29473 de behsa zelal gökçe kirine." û bi vî awayî tu dizanî zelal gökçeyê bi pervîn buldanê re duet çêkiriye û ev agahî jî di eslê xwe de di tirşikê de heye.

-weke mînak tu li mijara navê xwe dinêrî. tu hemû peyamên din yên derbarê xwe de jî dibînî ku di mijarên cûr be cûr de hatine nivîsandin.

-weke mînak tu li mijare stranbêjek dinêrî û tirşik ji te re dibêje ka kîjan stranên stranbêj di tirşikê de weke mijar hatine vekirin.

-weke mînak tu li mijara "sin city: a dame to kill for" dinêrî û tirşik haya te jê çêdike ku mijara lîstikvana vê fîlmê ya bi navê "eva green" jî hatiye vekirin.

em dikarin gelek mînakên wisa yên ji hev û din kêrhatîtir bibînin.



2- peyamên min ên favorî;

êdî di binê peyaman de, li kêleka bişkojkên "çeppik, reşşik, ecêb, jê bibe" fîlan de bişkojkek bi sembola stêrek heye. dema mirov li vê bişkojkê ditikîne, ew peyam li peyamên nivîskar yên favorî tê zêdekirin.

ji bo ku tu peyamên ku te weke favorî îşare kirine, bibînî; dikarî herî rûpela panelê û li wir li aliyê çepê li menuya "Peyamên min yên favorî" bitikînî û van peyaman bibînî.

(amade ye. di cep-panelê de lînka wê têxe weşanê û di calaki>peyambinivise'de ji bo nîşandana bişkojkê şerta erkê rake)



3- lîsteya mijarên nivîskar: di profîla nivîskar de êdî mirov dikare mijarên ku ji aliyê nivîskar ve hatine vekirin, bibîne. ji bo dîtina van mijaran, herin profîla nivîskar û li aliyê çepê li menuya "Hemû mijarên ku nivîskar vekirine" bitikînin.

(amade ye, di cepiviskar de çalak bike)



4- di lîstekirina nivîskarên rojê, heftiyê û mehê de xeletî hebûn. Ew xeletî hatin rastkirin û ev îstatistik weke "nivîskarên 24 saetan", "nivîskarên heft rojan" û "niviskarên 30 rojan" hatin guhertin.



5- êdî dema çomezek tê erêkirin, peyamên wî ger îro hatibin nivîsandin, di lîsteya çepê de xuya dike. berê ev peyam dîsa dihatin weşandin lê di lîsteya peyamên îro de xuya nedibûn.



6- êdî di lînkên ji bo peyaman de navê mijarê jî tê dîtin;

weke hûn zanin mirov di tirşikê de dikare rasterast lînka peyamekê bide. hema sembola # binivîsin û paşê nimroya peyamê binivîsin û temam e.

êdî dema hûn wisa bikin, di lînka ku we çêkir de navê mijarê jî tê nîşandan û bi vî awayî mirov zane ka wê ev lînk mirov bibe kîjan mijarî.

weke mînak niha ez ê lînka peyama bi nimroya "78285" bidim û wê navê mijarê jî otomatîk were nîşandan. (ez tenê # dinivîsim û paşê nimroya 78285 lê zêde dikim)

mînak: /78285

(di calaki phpyê de rêzika 553 jê bibe, 554ê çalak bkike)



7- di dîwarên tirşikvanan de êdî fonksiyonên mîna stur, vîdeo, bnr vs dixebitin. (ji aliyê tirşikvanek ve jî hatibû xwestin: dîwara tirşikvanan/78360) *



8- di beşa îstatîstîkan de hinek başkirinên performansê hatin kirin.



01.11.2015 00:08 ~00:15 | simurg56

210. 1. "peyamên ku lînk dane vê mijarê" bi ya min nûkirin û zêdekirina herî baş bûye. berî tirşikê min li kuytuköşe.lanet.us'ê dinivîsand. piştî hatim vira û berî her tiştÎ vê taybetiya wê ferhengê geriyam. wekî mînak wê demê ez her tim li peyama xwe de bnr û vbnr'an bi muntezamî bikardianîm. Ji ber vê bû. her bijî sîmurgo! lê piştî vê taybetî, bi ya min êdî ne hewceye "belki ev jî bala te bikişînin" cih li hêla rastê bigre. paqij bike bire here keko. *



2. min zûka lîsteya favoriyê ya xwe nêrî. xweş xûya dike lê bi ya min, divê em karibin, peyamên tirşikvanên din jî bikin favoriyên xwe. wê çêtir bibe. (rastkirin: agahi: jixwe mirov dikare peyamên herkesî bike favorî)



3. min car din zûka lîsteya mijarên xwe neriya. 4 rûpel rê daye. rûpela pêşîn erê mijarên min ên min vekiriye, lê hingî em pêl rûpelên din dikin, wekî çar peyama mijara tirşik.net'ê dibînin. ango wekî silametî li vê lîsteyê tuneye. lê armanç bi ya mib gelek xweş e.



4. min gelek peyam di vê 24 saeta dawî de nivîsand lê, di lîsteya "nivîskarên 24 saetan" de min nicka nedît. j'kerema xwe'r vê çewtiyê rast bikin sîmurg beg! * *



5. bala min nekişand. *



6. piştî zêdekirina benda 1. a bi navê "peyamên ku lînk dane vê mijarê", bi ya min a xêr û xweşî û hêsanî ev e: "lînkên ji bo peyaman" ji min nedihat tenê pêl ew numreyên sar û serma bikim. dilê min nedikşand. xwedê j'wan razî be, tirşikvan jî gelek caran xwe nediheyrîn, navê mijara wê numreyan binivîsînin. baş bû. einsteinê bêatom. *



7. ji bo xwedê di kevanekê de te qala min kiriye ecêb? (ji aliyê tirlikvanek ve jî hatibû xwestin: dîwara tirşikvanan/78360) ew tirlikvan ez im? fedî bike. kevirên wisa qet li te nehatiye. û devê min nede vekirin! * * *û destê te/we sax be, xweş bûye.



8. bala min nekşand. j'xwe agahî jî nedaye.



welle yabo, li cem min bendewariyek gelek mezin hebû. wekî mînak guhertine dîmenê ya malperê. hîn hîn ez israr dikim, sîmurgo vê tirşikê bike wekî ekşiya antîk. wele xweştir e û germtir e. ev dîmena tirşikê ya nûha wek îglo ye. divê berê têketina tirşikê mere xirqe û lepikan xweke. wele!



01.11.2015 00:38 ~00:44 | biruya hayao miyazaki

211. agahi: jixwe mirov dikare peyamên herkesî bike favorî



01.11.2015 00:40 | simurg56

212. dîsa agahî: xeletiya di lîstekirina mijarên nivîskar de, hat rastkirin.



01.11.2015 00:43 | simurg56

213. Guherînên pir hêja dihewîne. Bu rastî guhertina pêşîn tenê têrê dike ku mirov reklama wê bike. Ser xêrê be destê te sax be simurg56. Bila li mijara simurg56 de bixuye*



01.11.2015 11:38 | azadixwaz

214. Sîstana ku min jê re got "errrrrrik" ! *

(bnr: te pergalê çêkir em ê nava wê tijî bikin)



01.11.2015 11:38 ~11:38 | brusk56

215. sîstema ku ku di siya wê de haya min jê çêbû ka kê derheqa min de di mijarên din de çi gotine.



06.11.2015 00:29 ~00:49 | nazim tolhildan

217. rojanekirina 2.7.6;



1-) nêzikî 30.000 hezar peyvên nû li ferhengên tirşikê hatin zêdekirin;

- bi qasê 22.000 peyv ji bo ferhenga kurdî-elmanî û

- bi qasê 8.000 peyv jî ji bo ferhenga soranî-kurmancî

Here lînkê



2-) problema vîdyoyên youtube ya di dema guhertina peyaman de, hat çareserkirin. êdî dema we peyama xwe rast kir û vîdyoyek nû lê zêde kir, ew vîdyo jî tên naskirin.



29.11.2015 20:27 ~20:28 | simurg56

218. rojanekirina 2.7.7;



- rûpela bnr'yên vala hat çêkirin. li vê beşê mirov dikare bnr'yên ku mijara wan nehatine vekirin bibîne û ger bixwaze dikare veke. hinek ji van dikarin weke kûl û derdên otomatîk werin nirxandin. hinek ji wan jî bnr'yên beredayî ne. û hinek ji wan jî dema mirov dibîne dibêje "halla halla ma ev mijar çawa heta niha li tirşikê nehatiye vekirin?"

ev beş dikare ji vê rûpelê(Here lînkê) an li jor di binê menuya "yên din" de were dîtin.



- di rastikirina navê mijaran de xeletiyek hat rastkirin. êdî dema mirov bixwaze navê mijarekê biguherîne lê ev navê nû ya mijarê jixwe navê mijarek din be, sîstem hişyariyê dide. (berî niha çend caran ji ber tunebûna vê hişyariyê xeletî û problem çêbûbûn)



- di beşa capsa de mirov nedikarî li navê nivîskar bitikîne û profîla wî ya di beşa capsan de bibîne. ev xeletî jî hat rastkirin.



05.12.2015 00:08 ~00:08 | simurg56

219. rojanekirina 2.7.8;



1- taybetiya bidengkirina peyvan li beşa ferhengê ya tirşikê hat zêdekirin. dema mirov bikeve rûpela peyvekê (li peyvekê bitikîne) li aliyê rast-jor ya peyvê vebijêrkên "çalakî" hene, li wir mirov pê li bişkojka "deng bidê" bitikîne wê rûpelek vebe ku mirov dikare ji vê rûpelê dengê xwe bar bike ji bo bilêvkirina vê peyvê.

weke mînak ji bo van peyvan barkirî ye. (li kêleka peyvê, li bişkojka "lêde" bitikînin)

horsepower: Here lînkê

rûxandin: Here lînkê

beygir gücü: Here lînkê



hûn dikarin bi gelek bernameyan li ser komputera xwe dengê xwe qeyd bikin. lê ez behsa audacity bikim: ev bername bi çavkaniya azad e û belaş e. li ser windows û hemû linuxan dixebite.(ubuntuyê de jî).

min berî 5 salan vîdyoyek kişandibû di derbarê bê bernameyê de. min di wê vîdyoyê de behsê kiribû ka mirov çawa dikare bi vê bernameyê deng qeyd bike û xîrecir û qerebalixa di dengê de jê bibe. vaye ew vîdyo;





hûn dikarin gelek bernameyên din yên cûda jî bi kar bînin.



2- wergerên bi zimanên din yên tirşikê hat temamkirin. berî niha tenê beşek ji tirşikê ji bo wergera zazakî/dimilkî hatibû vekirin. lê niha hemû beş û hemû derên tirşikê ji bo wergerê vekirî ne yanî dikarin wergerandin.



3- wergerên tirkî û îngîlîzî jî li tirşikê hatin zêdekirin. di van wergeran de bi taybetî beşa ferhengê hat wergerandin. ji bo ku kesên bi kurdî nizanin jî bikarin ferhenga tirşikê bi kar bînin. lê wergera tirkî ji bo sîstema tirşikê jî hat kirin. ji ber ku wergera tirkî ya tirşikê ji bo ferhengek înteraktîf hat firotin.

mirov dikare zimanê ferhengê di beşa ferhengê de ji aliyê çepê hilbijêre.



4 - di beşa ferhengê de ferhenga soranî-kurmancî û kurmancî-soranî hat aktîfkirin. jixwe di rojanekirina berê de 7.800 peyv li ferhenga soranî-kurmancî hatibû zêdekirin; mirov êdî dikare di nav van peyvan de lê gerînê bike. her wiha mirov dikare ji bo van ferhengan jî peyvên nû bişîne.



09.12.2015 23:01 ~2015.12.06 13:53 | simurg56

220. rojanekirina 2.7.9ê;





1- beşa zarokan hat vekirin.

ev beş ji bo zarokên biçûk yên li ber axaftinê hat vekirin. aniha beşên fêkîyan, heywanan, rengan û laşê mirovan hatin vekirin. di van beşan de bi qasê 85 wêne hene. dema mirov li van wêneyan ditikîne, navên wan kurdî tê xwendin. bi taybetî di cîhazên touchscreen yên mîna tablet, telefon û komputerên nû de bikaranîna wê gelek hêsan e. bi saya vê yekê me xwest zarokên biçûk hînî çend peyvên kurdî bibin. di nava heftiyekê de keça min hînî gelek peyvan bû *

di pêşerojê de belkî gelek taybetiyên din jî were vî beşî. weke mînak temaşekirina vîdyoyên xêzefîlman, ji bo zarokên hinekî mezintir lîstikên online fîlan. em li benda pêşniyaran in.

lînka beşê, li jor di bin menûya yên din de heye, an jî ji vir keremkin: Here lînkê



2- di lêgerîna mijaran de ger mijar neyê dîtin, êdî di nav bnr'yên vala de jî tê lêgerîn. bi vî awayî ger mijarek wisa nehatibe vekirin jî tirşik destnîşan dike ku heta niha di kîjan peyaman de behsa vê meseleyê hatiye kirin. weke mînak ger hûn li mijara gayê herîyê bigerin, hûn ê nekarin mijarek wisa bibînin ji ber ku tune. lê wê tirşik ji we re bêje ku heta niha di 2 peyaman de behsa gayê herîyê hatiye kirin.

her wiha dema hûn êdî pê li bnr'yek bikin jî dema ew bnr vala be, dîsa peyamên ku vê bnr'yê dihewînin tên nîşandan.



3- di beşa rêveberiyê de, di erêkirina peyvan de ku ji bo ferhengê hatine wergerandin, êdî moderator dikarin rasterast bibînin bê ka ew peyv ji aliyê kîjan nivîskarî ve hatiye wergerandin.



09.12.2015 23:00 ~2016.02.06 11:13 | simurg56

222. bidengkirina peyvan nûtîyek gelek hêjaye û di dîroka ferhengên kurdîde nehatî dîtin. spas ji bo her kesê kû pişk û parê wan di sistemê de hey. hivîdarim kû demek nêzîk de

tipên navneteweyî yên fonetîk jî were lehiqandin.



12.12.2015 01:36 ~01:42 | ycup

223. sîstema ku êdî divê ji vê daxwaza re jêr re jî bersibekê bide;

wek tê dîtin hingî roj tirşik.net mezintir dibe, her roj tiştên nû lê zêde dibin. carna mirov dixwaze li tiştekî bigere, ji bo wê divê mirov navê mijarê texmîn bike, ew mijar heye an tune ye, hebe navê wê çi ye? carinan mirov peyda nake, ha ji bo vê bila êdî em karibin di nava naverokê de jî lêgerînê bikin. wek google'ê, di google'ê de gava mirov peyv an hevoka ku lê digere di nava "..."ê de dinivîse rasterast ew malperên wan peyv an jî hevokan wek ku me di nava "..." nivîsî hatî nivîsandin derdikevin. divê êdî tişteke wilê di tirşikê de jî hebe.



19.01.2016 12:00 | xendekî

224. sîstema ku bi lêgerîna di nav naverokan de wê hêdî bibe.



vê gavê mirov dikare di nav navê mijaran de lêgerînê bike. weke mîna ji bo ku hûn mijara "rûpela 43. rêzika 7. ya pirtûka kurdî ya herî nêzikî tirşikvanan" bibînin, ne hewce ye hûn navê mijarê komple bizanin. weke mînak ger hûn "rûpel rêzik" binivîsin û pêl li "lê bigere" bikin, wê ev mijar bi hêsanî were dîtin.



ji aliyê din ve; ji bo lêgerîna di nav naverokên peyaman de jî riyek wisa heye. weke mînak hûn dixwazin di tirşikê de li peyva "qurmê simbêlan" bigerin: di googlê de wisa binivîsin: "qurmê simbêlan" site:tirsik.net

[wateya "" ew e ku ev her du peyv divê ji hev neyên qetandin. wateya site: jî ew e ku lêgerîn tenê di nav rûpelên tirşikê de were kirin]



ger em pergala tirşikê ji bo lêgerîna di nav peyaman de bi kar bînin, wê performansa vê lêgerînê ne baş be û her ku tirşik mezin bibe, wê ev performas kêmtir jî bibe û sîstemê biwestîne.



19.01.2016 21:20 | simurg56

225. sistema ku ez jî vê kêmasîya wê fikirîbûm û min hanîbû ziman.. sîstema nû ya tirşikê/83985 ger meriv dikaribe hemû peyaman di rûpelêde bibîne meriv dikare di rûpelêde lêgerîn bike bibîne.. wekî sernivîsên gotinên pêşîyan yên entry pir lê nivîsandî qene meriv zane meriv çi nivîsandîye....



19.01.2016 21:36 ~21:40 | shorbevan

226. rojanekirina 2.7.9ê;





1- beşa zarokan hat vekirin.

ev beş ji bo zarokên biçûk yên li ber axaftinê hat vekirin. aniha beşên fêkîyan, heywanan, rengan û laşê mirovan hatin vekirin. di van beşan de bi qasê 85 wêne hene. dema mirov li van wêneyan ditikîne, navên wan kurdî tê xwendin. bi taybetî di cîhazên touchscreen yên mîna tablet, telefon û komputerên nû de bikaranîna wê gelek hêsan e. bi saya vê yekê me xwest zarokên biçûk hînî çend peyvên kurdî bibin. di nava heftiyekê de keça min hînî gelek peyvan bû *

di pêşerojê de belkî gelek taybetiyên din jî were vî beşî. weke mînak temaşekirina vîdyoyên xêzefîlman, ji bo zarokên hinekî mezintir lîstikên online fîlan. em li benda pêşniyaran in.

lînka beşê, li jor di bin menûya yên din de heye, an jî ji vir keremkin: Here lînkê



2- di lêgerîna mijaran de ger mijar neyê dîtin, êdî di nav bnr'yên vala de jî tê lêgerîn. bi vî awayî ger mijarek wisa nehatibe vekirin jî tirşik destnîşan dike ku heta niha di kîjan peyaman de behsa vê meseleyê hatiye kirin. weke mînak ger hûn li mijara gayê herîyê bigerin, hûn ê nekarin mijarek wisa bibînin ji ber ku tune. lê wê tirşik ji we re bêje ku heta niha di 2 peyaman de behsa gayê herîyê hatiye kirin. aha wisa. Here lînkê

her wiha dema hûn êdî pê li bnr'yek bikin jî dema ew bnr vala be, dîsa peyamên ku vê bnr'yê dihewînin tên nîşandan.



3- di beşa rêveberiyê de, di erêkirina peyvan de ku ji bo ferhengê hatine wergerandin, êdî moderator dikarin rasterast bibînin bê ka ew peyv ji aliyê kîjan nivîskarî ve hatiye wergerandin.



06.02.2016 11:15 ~11:18 | simurg56

227. rojanekirina 2.8.0;



- di qutiya lêgerînê de pêşniyarên lêgerînê hatin rastkirin. êdî him xuyaniya wê xweşiktir e, him jî êdî hemû tîpên kurdî jî rast xuya dikin.

- li aliyê rastê, di lîsteya dengdanên dawîn de, ger yek ji wan peyaman hatibe jêbirin êdî ew peyam nayê nîşandan. xeletiyek biçûk bû, hat sererastkirin.



26.04.2016 20:50 | simurg56

228. rojanekirina 2.8.1;



- fonksiyona "rojek" hat çêkirin.

bi vê fonksiyonê hûn dikarin bibînin, ka kîjan roja di dîrokê de, li tirşikê çi hatine nivîsandin. weke mînak roja hilbijartina tirkiyê ya 2015an li tirşikê ev tişlt hatine nivîsandin: Here lînkê

an jî roja ewil ya tirşikê mijar ev bûn: Here lînkê

dema mirov li mijarê bitikîne jî diçe wê mijarê û tenê peyamên wê rojê yên mijarê dikare bixwîne.



ji aliyê din ve ev taybetî wisa jî dikare were bikaranîn: li dawiya mijarekê roj, meh û sala wê binivîsin û peyamên di wê mijarê de yên wê rojê bibînin.

weke mînak gelo roja sersalê di derbarê rewşa whatsappde tirşikvanan çi gotine; Here lînkê



bişkojka vê fonksiyonê li aliyê çepê, di nav bişkojkên rojev, 7 roj, zindî de hat bicîkirin. bişkojka 24 saet hat rakirin ji ber ku jixwe dema mirov li îkona tirşikê ditikîne jî diçe heman derî.





not; fonksiyonek daxwazkirî bû; Here lînkê



20.05.2016 22:37 ~22:40 | simurg56

229. sîstema ku dide nîşan ku ez hê li pey danasîna peyva kiz im simurg56 hew ma here hîvê *

(bnr: maşellah)

sîstema ku êdî dikarin têde bibînin di nava nivîskarande kîjan rojî çi şer û pevçûn qewimîye *



20.05.2016 23:37 | shorbevan

230. fomksiyona "rojek" pir baş bû. tu yê bejî qey simurg56 yê camêr sibê heya êvarê dixebite ku daxwazên me bîne bi cîh. spas ji bo keda wî*



21.05.2016 10:44 | nazim tolhildan

231. sîstema newa ya rojêkî zaf baş bî hetta mi waştêne ke ez tirşik forum de binusî ke wa çîyo winasî (seke ferhenga înstela ya tirkan de esto) bêro zêdekerdene. la vatişê mi ra ver mamoste û doxtorê ma birêz simurg56 nê taybetî ard tirşikî.



her wina, ma rojaneyo newe zî açarna dimilkî seba tirşikî. wa bixêr bibo û ma zaftir û weşiktir rojaneyanê neweyan bivînê.



26.05.2016 01:09 | endazyar

232. rojanekirina 2.8.2;



- êdî dema mirov têketinê bike, wê vegere rûpela berî têketinê. weke mînak hûn mijarekê dixwînin û we biryar da hûn peyamek binivîsinin vê mijarê lê we têketinê nekiriye. berê diviyabû hûn herin rûpela têketinê, têketina xwe bikin û paşê dîsa werin tirşikê û li wê mijarê bigerin da ku peyam lê binivîsin.

lê êdî piştî têketinê, hûn ê rasterast herin rûpela berî têketinê. jiber ku vê gavê naveroka tirşikê veşartî ye, belkî hûn ê zêde bandora wê hîs nekin. lê dema me naverokê vekir û we karî bêyî têketin di nav tirşikê de bigerin, hûn ê xweşiya wê hî bikin. an jî dema hûn di beşên pirtûk, caps, fîlm fîlan de digerin jî niha dikare were bikaranîn.

- carina piştî têketinê nasnameya nivîskaran tevlîhev dibûya. ji bo vê yekê hinek tedbîr hatin standin. îşelleh wê êdî çênebe. ku çêbe ji kerema xwe re ragihînin.



26.07.2016 00:32 | simurg56

233. rojanekirina 2.8.3;



- rûpelên şandin û standina peyaman di heman rûpelê de hatin yekkirin. êdî peyamên hatina şandin û standin hemû di rûpela peyamtaybet.php de dikarin werin xwendin.

- êdî mirov dikare peyamên xwe yên taybet jê bibe. him yên ku we şandine, him jî yên ku we standine. di binê peyaman de bişkojka jê bibe heye, mirov dikare li wir bitikîne û peyamê jê bibe.



28.07.2016 21:58 | simurg56

234. rojanekirina 2.8.4;



- piştî 15 mehan, îro kategorîzekirina mijarên tirşikê qediya. êdî ji bo ku em ji feydeyên kategorîzebûna mijaran bibînin, astengî li ber me nema; ji xeynî rojanekirina pergala tirşikê.

weke gava yekemîn, di vekirina mijarên nû de, bijartina kategoriyan êdî mecbûrî ye. yanî êdî ji bo ku hûn bikarin mijarek nû vekin, divê hûn teqez kategoriyên wê hilbijêrin. guherînin din wê di rojên pêş de werin.



21.08.2016 22:51 | simurg56

235. Rojanekirina 2.8.5;



- Navrûya kategorîzasyonê bi temamî hat guhertin. Niha gelek xweşiktir, biçûktir, hêsantir û siviktir e. (Dema we mijarek nû vekir, hûn ê bibînin)



- Kategoriyên nû lê hatin zêdekirin. Kategoriyên nû; mekan, wênesazî, peykersazî, mîmarî, dans, komputergerî, feza, tenîs, futbol û basketbol.



- Hinek kategorî hatin dabeşkirin, weke mînak pirtûk weke "yê siyasî", "yên wêjeyî", "yên zanistî" hat dabeşkirin. Kategoriyên di yên dabeşkirî; sînema, mûzîk, tv-radyo, cih û war, xwarin-vexwarin, hunerên din, ziman, komputergerî, lîstik, zanistî, şano, nivîskar, kovar, komedî û spor.



- Taybetiya guhertin/rastkirina kategoriyên mijarê hat çêkirin. Êdî moderatorên me, ji menûya sererastkirina mijaran, dikarin kategoriyên mijaran bi hêsanî rast bikin.



bingehî kategorîzebûna tirşikê êdî gelek bihêztir e. Vêca em ê hêdî hêdî derbasî fonksiyonên bikaranîna kategorîzasyonê çêkin û biweşînin.



23.08.2016 07:10 ~07:11 | simurg56

236. sax be dema meriv ku mijar veke rûpelê mat dike



23.08.2016 21:32 | shorbevan

237. rojanekirina 2.8.7;



1- li kêleka çepê ya malperê (li kêleka bişkojkên tevlîhev, rojev fîlan) bişkojka "kategorî"yê hat çêkirin. dema mirov li vê bişkojkê bitikîne paceya hilbijartina kategoriyan derdikeve. ji paceyê, mirov dikare kategorîyek an jî çend kategoriyan hilbijêre, vebijêrkên din jî hilbijêre û kategoriyan lîste bike.



2- çend kategoriyên di hatin afirandin. (welleh niha nayê bîra min ew kîjan bûn lê 3-4 heb yên nû hene)



3- di rojanekirina berî vê de me gotibû ku kategoriyên pirtûk, spor, nivîskar, kovar, wêje, şano, zanistî, lîstik, komputergerî, ziman, hunerên din, tv-radyo, sînema, mûzîk û komedî hatin dabeşkirin. yanî di binê wan de çend heb bine-kategorî hatibûn çêkirin.

vêca niha jî mijarên van kategoriyan hemû li gorî bine-kategoriyên wan hatin sererastkirin.



28.08.2016 21:31 | simurg56

238. rojanekirina 2.8.7;



1- xeletiyên di xuyaniya rûpela rastkirina agahiyên xwe de, hatin rastkirin.

2- di binesaziya malperê de hinek guhertin hatin çêkirin ku we eleqedaar nake lê heye ku ji ber van guhertinan hûn rastî xeletiyan werin. ger tiştek wisa çêbû ji kerema xwe re ragihînin.

3- ji menûya aliyê rastê û jorê ya rûpelê, di menûya "vebijêrk"ê de rûpela "ez" hat rakirin. li wir tekane taybetiya ku li tu dereke din tune lînka rûpela "agahiyan biguher" bû. ev lînk li aliyê çepê ya panelê hat bicîkirin. yanî êdî hûn dikarin agahiyên profîla xwe ji panelê biguherînin.



30.08.2016 09:29 | simurg56

239. rojanekirina 2.8.8;



êdî;

1- mirov dikare hilbijêre ka piştî we têketina tirşikê kir, bila hûn otomatîk herin kîjan rûpelê. vebijêrk ev in: rûpela panelê, rûpela zindî, serûpela tirşikê an jî rûpela berî têketina we. Hûn dikarin vê eyara xwe ji rûpela panelê biguherînin. (li ser daxwaza xendekî)



2- dema mirov peyamek taybet (yên di navbera 2 nivîskaran de) jê bibe, ev peyam tenê li aliyê wî tê jêbirin. peyam ji aliyê nivîskarê duyemîn ve (muxatab) hê jî dikare were dîtin. (li ser daxwaza endazer)



04.09.2016 17:43 | simurg56

240. rojanekirina 2.8.9;



- êdî dema mirov bixwaze mijara fîlmek an jî pirtûkek veke, berî vekirina mijarê, tirşik kontrol dike bê ka ew fîlm di beşa sînemayê ya tirşikê de heye an jî ew pirtûk di beşa pirtûkan ya tirşikê de heye an na. ger tune be, tirşik forma şandina pirtûk/wêneyan derdixe pêşberî we û dixwaze pêşîn hûn vê fîlmê an jî pirtûkê lê zêde bikin. piştî ku we fîlmê an jî pirtûkê lê zêde kir, êdî hûn dikarin mijara fîlmê vekin.





lêzêdekirina fîlman/pirtûkan ne karek zehmet e. dema mirov 2-3 heban lê zêde bike, hîn dibe. jixwe tenê wê 4-5 deqe bistîne. di beşa fîlman de aniha 183 fîlm hene, di beşa pirtûkan de jî 341 pirtûk. lê belê dema mirov li kategoriyan binêre dibîne ku di tirşikê de heta niha behsa gelek zêdetir pirtûk û fîlman hatiye kirin.

fîlm: Here lînkê

pirtûk; Here lînkê



em hêvî dikin piştî vê taybetiyê zordarî û zextê, êdî tirşikvan fîlm û pirtûkên xweş li danegehê zêde bikin û arşîvek baş derxin holê.



16.09.2016 21:38 ~21:43 | simurg56

242. rojanekirina 2.9.0;



- dema çomezek tê erêkirin, êdî otomatîk jê re peyamek tê şandin ku mijara formata tirşikê bixwîne. her wiha heman peyam bi riya e-mailê jî, jê re tê şandin.



- di rûpela derbarê(Here lînkê) de lîsteya moderatoran hat weşandin. da ku nivîskarên nû bizanin moderatorên tirşikê kî ne.



- di profîla nivîskarek de êdî mirov dikare bibîne ka ew nivîskar çomez, nivîskar e an moderator e.



- weke hûn zanin me mijarên sîyasî, ji bo mêvanan girtibû. lê dema peyamek bihata dengdan

biketa lîsteya dengdanên dawîn, mirov dikariya van peyaman bixwîne. ev xeletî hat rastkirin.



19.09.2016 18:32 | simurg56

243. rojanekirina 2.9.1;





- taybetiya astengkirina nivîskaran çêbû. êdî heçî bixwaze dikare nivîskare asteng bike/blok bike. piştî wisa kir, êdî wê peyamên aîdê vî nivîskarî nebîne. ger di mijarê de peyama nivîskarek din tune be, wê mijarê komple nebîne. yanî mîna ku ew mirov li tirşikê ne nivîskar be.

ji bo vê yekê divê mirov bikeve rûpela profîla nivîskar û di binê avatara wî de li bişkojka "blok bike" bike.



- dema di binê mijarek de peyam dihatin jêbirin, haya mirov ji vê yekê çênedibû û loma têkiliya di navbera peyaman de wenda dibû. êdî dema peyamek hat jêbirin, êdî ew peyam nayê dîtin lê li şûna wê di cihê peyamê de wisa dinivîse "Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin"

weke mînak di vê mijarê de peyamên 13, 14 û 15. jêbirî ne; ferhenga şikestî

ne bi temamî wisa be jî, daxwaza azadixwaz bû: nivîskarekî li vê derê tirek kir/44690



25.09.2016 13:17 ~21:31 | simurg56

244. Ev ji ber baş bû lê ji tirşikê re nebaş bû. Kesên ji hev qicixê digrin wê hev asteng bikin û wê şerr hew derkeve *



25.09.2016 21:51 | berxweda

245. blok kirin gelekbaşbûye bi taybetî jî jibû nivîsên min.. yên serê wan pê nexweşe ne vir be block bikin êdî ez û we ji hev xelasbibin û ne hewceye êdî reşik bidin. dema bi mêvandarî jî tên tirşikê bihatna naskirin û blok kirin ewê pir baş bibûya *



25.09.2016 21:53 | shorbevan

246. rihê kurdî di kodan de veşartiye bi çavê coderekî dema min lê nêrî ez rastî vê yekê hatim. hinek pêşniyarên min hene, ji bo ewlehiyê min wekî peyam rêkirin.



25.09.2016 22:26 | cekdar

247. li jêr her peyamekî bişkoja parve bike -li ser sosyal medyayê-, gilî bike -eger tişteke derî formatê tê de hebe-, peyam bişîne -ji bo şandina peyamên taybet bê bicîkirin, tirşik wê xweştir be.



26.09.2016 03:28 | endazer

248. rojanekirina 2.9.2;

1- pêşkêşkera sîstemê hat guhertin. ji xeynî beşa danegehê, her tişt hatin veguhestin.

2- sîstema beşa ferhengên duzimanî komple hat nûkirin û li turkcekurtcesozluk.comê hat bicîkirin. lê dîsa jî bi tirşikê re entegre ye.
bi xuyaniya xwe ya sade, pêşniyarên lêgerînê û gelek taybetiyên din, ev pergal ya herî serkeftî ye di nav pergalên ku me heta niha ji bo ferhengên duzimanî amade kiriye. li gel kêmasiyên xwe, di nav malperên ferhengan de jî ya herî fonksiyonel e. wê hê jî were pêşvebirin.

tiştek nû: êdî dema mirov rûpela ferhengê veke, dikare rasterast dest bi nivîsandinê bike, ne hewce ye ku mirov li qutiya lêgerînê bitikîne. dema we dest bi nivîsandinê kir ew jixweber dikeve wê qutiyê. berê jî ev pêkan bû, dema malpervedibû rasterast ew qutî dihata hilbijartin lê wê demê di telefonan de klavye otomatîk vedibû û vê yekê mirov aciz dikir. loma me vê taybetiyê girtibû. êdî ev problem rabû. di komputeran de çawa ku mirov dest bi nivîsandinê dike, qutî tê bijartin, di telefonan de jî klavye otomatîk venabe. bi ya min ev taybetî bikaranîna ferhengê gelek gelek xweştir dike.

3 - kodên malperê hêdî hêdî ji mysqlê tê veguhestin li pdo'yê. pdo teknolojiyek nûtir e û ewletir e. vê gavê beşa ferhengê komple derbasî vê binesaziyê bû. em ê hêdî bi hemû beşên xwe re tirşikê jî derbasî vê bingehê bikin. di vê pêvajoyê de heye ku xeletî û kêmasî çêbin. divê hûn jî van kêmasî û xeletiyan ragihînin ku haya me pê çêbe. ji ber ku wê hemû pergal were rojanekirin, divê her gav her fonksiyon û her bişkojk ji nû ve werin kontrolkirin.



10.12.2016 14:08 ~14:12 | simurg56

249. rojanekirina 2.9.3;

1- xeletî/kêmasiyên biçûk hebûn, hatin rastkirin.

2- Êdî moderatorên tirşikê dikarin qeyda endamên nû vekin/bigirin. Carinan faşîstên tirk tên li ser hev hesabên nû vedikin û hewl didin zerarê bidin tirşikê, di demên wisa de moderator jixwe dikarin wan asteng bikin. Ger dev jê bernedin û gelek kes bin wê demê moderator dikarin rûpela endambûnê betal bikin û nehêlin kes bibe endam. paşê dikarin vekin jî.



12.12.2016 17:11 ~2016.12.13 15:07 | simurg56

250. Rojanekirina 2.9.4;

1- veguhertina bingeha sîstemê qediya. pergal êdî moderntir e û ya jê giringtir, li gorî berê li dijî êrîşan gelek ewletir e. Di pêvajoya veguhertina sîstemê de gelek xeletî, kêmasî jî hatin tespîtkirin û rastkirin. her wiha ji bo performansê jî hinek optîmîzasyon çêbûn.

2- êdî mirov dikare di rûpela profîla xwe de peyamên li dîwara xwe û peyamên xwe yên rewşa derûnî, jê bibe.

3- êdî dema mirov mijarek bixwîne, ger ew mijar di derbarê fîlmek de be û ew fîlm di danegeha tirşikê de hebe, li jora navê mijarê, afîş û agahiyên fîlmê otomatîk derdikevin. weke mînak (bnr: pk)

4- êdî mîna fîlman, mijarek di derbarê pirtûkek de be û ew pirtûk di danegeha tirşikê de hebe, berg û agahiyên pirtûkê jî otomatîk derdikevin. mînak: (bnr: mîrname)



26.12.2016 11:29 | simurg56

251. rojanekirina 2.9.5;

1- Êdî lêzêdekirina fîlman gelek gelek hêsan e. têkevin beşa fîlman û pê li fîlmek bişîn bikin, wê qutiyek derkeve pêşberî we di wir de an navê fîlmê an jî navnîşana fîlmê ya imdb'yê an jî nimroya wê ya li malpera imdb'yê binivîsin û pê li enter bikin. wê tirşik bi awayek otomatîk navê fîlmê, sala wê, dirêjahiya wê û navê derhênerê fîlmê peyda bike. her wiha wê ziman, welat û cûreyên fîlmê jî peyda bike û wergerîne kurdî. her wiha wê afîşa fîlmê jî bîne. hûn ê tenê navnîşana fragmana wê ya li youtubeê bînî û kurteya kurdî ya fîlmê binivîsî û qediya.

2- Li beşên pirtûk û fîlman, di lêgerînê de pêşniyarên lêgerînê hatin çêkirin. êdî dema we dest vi nivîsandina navê fîlmê an jî pirtûkê kir, tirşik otomatîk pêşniyaran dike.

3- êdî di beşa fîlma de pûana imdb'yê û lînka fîlmê ya li imdbyê jî xuya dike. li kêleka pûana tirşikê, (imdb: 7.9) fîlan dinivîse. ev pûana imdb'ê ye. dema wê li nivîsa imdbyê tikand jî, rûpela fîlmê ya li imdbyê vedibe.

4- Di rojanekirina berî vê de me kiribû ku êdî di mijarên têkildarî fîlm û pirtûkan de, agahiyên wan otomatîk derkevin. êdî di nav agahiyan de pûanên(tirşik û imdb) fîlmê jî derdikeve û ger we pûan nedabe wê fîlmê, pirtûkê bêyî ku herin beşa fîlmê/pirtûkê hûn dikarin pûan bidinê.

5- Di beşa fîlman de, li aliyê çepê êdî lînka fîlmên popûler heye, dema we lê tikand, hemû fîlmên di danegeha tirşikê de li gorî pûanên wan tên lîstekirin.

6- di beşa fîlman de ji aliyê xuyaniyê ve guhertinên gelek xweşik çêbûn.

7- Êdî dema mirov fîlman li tirşikê zêde dike, "senarîst" nayê pirsîn.



28.12.2016 13:28 ~2020.01.05 13:40 | simurg56

252. rojanekirina 2.9.6;

1- bi rojanekirina 2.9.5ê êdî dema we xwest fîlm li tirşikê bar bikin, tirşikê piraniya agahiyên fîlmê, jixweber ji înternetê peyda dikir. êdî dema we xwest mijara fîlmekê vekin û ger ew fîlm di danegeha tirşikê de tune be, forma lêzêdekirina fîlmê bi awayek tijebûyî, derdikeve pêşiya we û berî ku hûn mijara fîlmê vekin, bi hêsanî dikarin fîlmê li tirşikê zêde bikin. piştî we fîlmê şand, hûn dikarin mijara fîlmê vekin.

2- di rûpela agahiyên berfireh ya fîlman de jî êdî pûana imdb'yê tê nîşanddan.

3- di beşa fîlman de di rûpela profîla nivîskaran de, xuyaniya lîsteya fîlmên lêzêdekirî, wergerandî, dengdayî hat sadekirin û xweşiktirkirin.

4- dema tirşik agahiyên fîlman otomatîk ji înternetê peyda dikir; ziman, welat û cûreyên fîlmê jî peyda dikir û werdigerand kurdî. êdî dikare hemû ziman, cûre û welatan wergerîne kurdî. bi lêzêdekirina dehan ziman û welatan, ev fonksiyon êdî wê xweştir bixebite.

5- rojanekirinên berê de ji ber zehmetiyê, di fîlman de agahiya senarîst hatibû rakirin. lê ji ber ku êdî otomatîk e, ev agahî dîsa lê hat zêdekirin.



02.01.2017 17:54 | simurg56

253. rojanekirina 2.9.7;

- êdî ger bnr an jî vbnr'yek vala be, binê wê xêzkirî tê nîşandan. weke mînak mijara "french" tune, loma weke hûn dibînin dema em bnr'ya wê didin binê wê xêz dibe; (bnr: french)
bi vî awayî, bêyî ku hûn lê bitikînin, hûn dikarin bizanin ka ew bnr vala ye an tije ye.

- di bikaranîna wêne û spoileran de berî biîkojkên spoiler û wêneyê, valahiyek zêde û beredayî derdiket. ew valahiya zêde hat rakirin.



11.01.2017 22:10 | simurg56

254. rojanekirina 2.9.8;

di vê rojanekirinê de, ji bo tirşikê pêşketinek mezin çêbû. ji ber vê yêkê bû ku ev çend çend heftî bû min zêde nekarî di tirşikê de binivîsim.

- ferhengên tirşikê êdî gelek mezintir e. bi alîkariya gelek tirşikvanan, me bi qasê 200.000 peyvên din li ferhengên tirşikê zêde kirin. piştî ku me van peyvan lê zêde kirin hejmara peyvan hema bêje bû nîv mîlyon. paşê me hemû peyvên ku ji yekê zêdetir caran di ferhengê de cî girtine, tespît kirin, wateyên wan li hev zêde kirin û wan kirin yek. bi vî awayî, êdî ferhengan de peyvek tenê carekê cî digire.
li gel vê yekê, dîsa jî hejmara peyvan gihişt nêzikî 4 sed hezaran.
welhasil aniha di ferhengên me de bi giştî 384.249 peyv hene.
hevalên ku alîkarî kirin; simurg56, azadixwaz, xendekî, mergehezo nançû, darînê daryo, berxweda, vêca çiyeeee.
(kesên ku dixwazin di karên wisa de alîkarî bikin, dikarin bi min re bikevin têkiliyê.)

- di ferhengê de gelek xeletî hatin rastkirin û hinek tedbîrên ewlekariyê hatin standin.

ser xêrê be.



11.03.2017 11:36 ~11:40 | simurg56

255. Sîstema nû ya ku weke her car "Destxweș"eke mezin heq dike. Min jî digot ma çima pêjina lehengên tirșikê nayê *

Lê min tê anî der ku mijarên di kategoriya" peyv, biwêj" li ferhenga nehatine zêdekirin. Halbûkî hinek peyv di nav mijaran de derbas dibin lê di ferhengê de nînin. Gelo Çima?



11.03.2017 13:08 | gumgumok

256. înşallah di nava 2 hefteyan de ez ê peyvên "ferhenga tirkî-zazakî" ya weşanên vate, bişînim simurg56 re.bila yekê din xwe pê eciz neke.



14.03.2017 17:34 | bayesar

257. rojanekirina 2.9.9;

1- êdî dema mirov nû bikeve tirşikê, di rûpela xêrhatinê de, şûna mijareke çawalêhato, rûpelek xêrhatinê vedibe ku di vê rûpelê de 5 peyamên ku çeppik standine, tên lîstekirin. (ez bawer im endazer, carekê vê taybetiyê xwestibû)
2- di binê navê mijaran de, te dît bişkojka lêkolînê heye, êdî dema mirov li vê bişkojkê bitikîne, dikare navê mijarê di wîkîferheng û youtubê de jî bigerîne.



28.05.2017 02:25 | simurg56

258. Ser xêrê bît tirşîk hêj xweştir buye, rengek xweş hatîye.



01.06.2017 15:54 | azad30

259. rojanekirina dawîn baş çêbûye lê çend kêmasiyên wê hene.
- peyamên tên nişandan kêm in, divê bên zêdekirin.
- bawerim hemû peyamên di tirşikê de çawalêhato tên weşandin. ev jî dibe sebeb ku vîtrîna tirşikên nespehî xwuya bike. divê algorîtmayek jê re bê dîtin û bes peyamên xweş û hêjayî xwendinê bên weşandin. bi serê xwe ne nîşaneya başbûna peyamekî ye lê eger wekê dî tu rê neyên dîtin peyamên herî zede hatine çepikkirin dikarin werin weşandin. bi vî halî gelek caran peyamên hatine jêbirin derdikevin pêşiya min.
- û xuyaniya rûpelê divê bê baştirkirin bi vî awayî zêde amator xwuya dike.



01.06.2017 20:29 | endazer

260. ev sîstema nû ku çawalêhato peyam dide ber gelek li cih çêbûye. xuya kirina wê jî dê çêbibê û kêmasiyên tirşikê jî bi yeko yeko ji rastê werê hilanîn bi destura xwedê. bi riya wê xwemaliyê mirov bêhtir dixwînê û dinivîsê ez bawer im.



01.06.2017 22:56 | rûbar

261. piştî pêşniyaran û ragihandina xeletiyan, çend guherîn hatin kirin.
te dît, bi rojanekirina dawîn, dema mirov diket tirşikê 5 peyamên ji mijarên cûda, dihatin nîşandan.

- carina peyamên jêbirî, dihatin nîşandan.
ev hat rastkirin

- di tirşikê de tenê endamên kevin dikarin peyamên sîyasî bixwînin, lê di vê rûpelê de peyamên siyasî jî ji aliyê herkesî ve dihatin dîtin.
ev hat rastkirin.

- hejmara peyaman 5 bû.
ev hejmar êdî 15 e. (ger peyam jêbirî be, an jî siyasî be wê neyê nîşandan. loma peyamên ku werin nîşandan belkî carina 15 be, belkî carinan 10 be)

têbinî; ev peyam jixwe ji nav peyamên çeppikirî tên bijartin.



02.06.2017 00:31 ~00:32 | simurg56

262. her hebin



02.06.2017 00:33 | rûbar

264. eva çend mehe ez hêvîya vê surprîzê me lê deng ji simurg56 wana dernayê..



19.11.2017 15:49 | bûtîmar

265. Tiştek mina ekşi şeyler hebe baş be.



19.11.2017 17:49 | cinorek

266. ev çend meh in wek xwe maye.
heta niha bi qasê 30 rojanekirin hatin temamkirin. ji ber ku vê carê bingeha malperê jî bi temamî rojane dibe, em nikarin bi awayek nîvço biweşînin. sedema rawestînê jî ew e ku tirşik ev demek dirêj e bêdeng e. dema tirşik bêdeng be, mirov motîvasyona xwe wenda dike ya rastî.
lê wê bi awayekê xelas bibe, nikarim soza dîroka wê bidim.



19.11.2017 19:28 ~19:28 | simurg56

267. (bnr: guhertoya nû ya tirşikê)
Guhertoya ku em hêviya wê ne.

Here lînkê
1. Gelo navşîn çi ye?
2. Li beşa twîtirê çima navşîna min a fêsbûkê binivîsim. *

Here lînkê
1. Bişoînî=> bişopînî
2. Piştî "xal"ê bi tîpên girr destpe dike.


(bnr: ez ê ********** derda te)
Lêzêdekirin:
Benda bişkoka/vebijêrka "min têketî bihêle" me.



04.12.2017 23:33 ~2018.07.17 13:57 | cûndûllah el-kurdî

268. sîstema ku ji navnîşana Here lînkê dikare were ceribandin. ji bo 2 rojan, sîstema nû wê ji bo nêrînên we vekirî be. paşê wê ji bo pêşvebirinê dîsa ji weşanê were rakirin.

rojanekirinên nû;
1- di mobîlê de dema mirov mijarekî vedike, berî mijarê lîsteya mijarên îro, venabe êdî. tenê mijar vedibe, ger hûn bixwazin bi tikandinekê, lîsteya mijaran ji aliyê çepê vedibe.

2- qutiya lêgerîna çû jor. û êdî dema mirov pêşîn '@' binivîse, êdî tişta ku nivîsand di nav nivîskaran de tê lêgerîn. weke mînak ger hûn '@sîm' binivîsin, wê nivîskarên weke "sîmurg56, simko, simurg, qasimlo vs" derkevin. dema wê li navê nivîskar tikand jî hûn ê herin profîla wî. û dema mirov li nivîskarekî digere, li kêleka navê wî/wê wêneya avatarê jî derdikeve.

3- piştgiriya dirb (tema / theme) hat tirşikê. yanî êdî bikarhêner dikarin yek ji opsîyonên xuyanîyê hilbijêrin.

4- nivîskar dikarin jixwe re dirbek/xuyaniyek resen jî biafirînin. li gorî keyfa xwe tirşikê birengînin.

5- ji bo rûpelên rojev, 7 roj, tevlîhev; hebûna rûpelek cûda hat betalkirin. yanî êdî dema mirov li van taybetiyan ditikîne, mirov naçe rûpelek din, li aliyê çepê rasterast mijarên li gorî daxwaza me (yên îro, yên heftiyê an jî tevlîhev vs.) tên lîstekirin. bi vî awayî bêyî ku mirov ji rûpela heyî derkeve, dikare rojev mojevê bibîne û dîsa vegere cihê xwe.
û dema mirov ji van lîsteyan mijarek ditikîne û diçe rûpela wê, lîsteya mijaran naguhere. bi saya vê yekê, dema we mijarên tevlîhev xwest û pêl yekê kir, dema ew mijar vebû, lîste naguhere. berê ev problem hebû.
û em bêjin we ji van lîsteyan, lîsteya mijarên popûler yên 7 rojan bijart. êdî ger hûn çiqas di nav tirşikê de bigerin jî, wê li aliyê çepê ev lîste were nîşandan. heta ku we guhert. ev jî problemek pîs bû ku hat çareserkirin.

6- êdî bi her tikandina li mijarekê, rûpel xwe nû nake. dema we li aliyê çepê li navê mijarekê tikand. ew mijar li nava malperê tê nîşandan. aliyên menûya jor, aliyê çepê û rastê fîlan ji nû ve nayê barkirin. bi vî awayî sîstem gelek leztir bû û barê tirşikê jî kêm bû.

7- rûpela zindî hat rakirin, dema mirov li vê fonksiyonê ditikîne êdî rûpelek nû venabe, fonksiyona zindî, li rûpela heyî bar dibe.

8- di rûpela mijarê de, te dît di binê navê mijarê de agahiyên weke "hejmara çeppikan, reşşikan, nivîskaran, ecêban vs" heye. êdî weke mînak em bêjin hajmara peyamên çeppikirî 0 be, îkona wê beredayî nayê nîşandan. bi vî awayî xuyanî sadetir bû. û xuyaniya wan jî hat başkirin.

9- rûpela oxweş hat betalkirin. ji ber ku jixwe dema mirov cara ewil dikeve tirşikê an jî dema li îkona tirşikê bitikîne, peyamên çeppikirî tên nîşandan. pêwistiya vê rûpelê nemabû.

10- piştgiriya 2 zimanên din hatin. êdî tirşik bi tirkî û îngîlîzî jî dikare were bikaranîn. ev piştgirî jixwe ji bo beşa ferhengê hebû. ji bo tirşikê jî hat weşandin. ya îngîlîzî hê kêm e. li gorî daxwazan dikare were temamkirin an jî tirkî û îngîlîzî dikarin werin rakirin.

11- (ji bo moderatoran) rûpela rastkirina mijaran bi rûpela sereke re hat yekkirin. û rûpel êdî gelek xweşiktir e. him jî aliyê dîtbariyê ve xweşiktir û siviktir e him jî bikaranîna wê hêsantir e. êdî dema we xwest mijarek beralî mijarekî din bikin, sîstem di nav mijaran de lêgerînê dike û mijara ku hûn dixwazîn lê were beralîkirin, tîne ber we. û dema we xwest navê mijarekî biguherînin
di qutiya ku hûn navê nû ya mijarê dinivîsin de, navê heyî cî digire. hûn dikarin rasterast li ser wî navê guhertinê bikin. ne hewce ye hûn navê wê ji derek din kopî bikin û bînin fîlan. dîsa rastkirina kategoriyên mijarê jî bi hêsanî ji heman rûpelê dikare were kirin.

12- li kêleka rastê fonksiyonên "nivîskarên ku li mijarê nivîsîne" û "peyamên ku lînk dane vê mijarê" hebûn. ev taybetî ji wir hatin rakirin û li kêleka navê mijarê, di bin bişkojkekî de hatin bicîkirin. bi vî awayî dema rûpel vedibe, ev fonksiyon jixweber naxebitin û bi saya vê yekê sîstem belasebeb naweste. dema hûn li bişkojka wan ditikînin, di nav qutiyekî de ev fonksiyon tên nîşandan. ji aliyê dîtbariyê ve jî baştir e.

13- dema mirov bikeve rûpele mijarekê û bixwaze peyamek lê binivîse, diviyabû mirov heta herî jêra rûpelê here û li wir di qutiya nivîsandina peyamê de, peyama xwe binivîse û bişîne. lê êdî li kêleka navê mijarê, bişkojka nivîsandinê/pênûsê heye. dema mirov li wir ditikîne, qutiya nivîsandina peyamê tam li wir vedibe û mirov dikarî rasterast li vir peyama xwe binivîse.

14- li aliyê çepê, dema lîsteyeke mijaran tê hilbijartin (rojev, îro, vs.) bi anîmasyonekê pêvajoya barkirinê tê nîşandan.

15- êdî mirov di peyaman de lînk bide profîla nivîskaran. (weke mantion'a twitterê). ji bo vê yekê bişkojka "@" heye. weke formata wê mîna bnr'yan e. (@: binivîsin paşê, valahiyek bihêlin, navê nivîskar binivîsin û parantezê bigirin.

16- di nivîsandina peyaman de rihetiyek gelek mezin hat çêkirin. êdî dema mirov peyamek dinivîse û tê de dixwaze bnr'ya mijarekê an jî lînka profîla kesekî bide, ne hewce ye bi destî an jî bi bişkojka bnr, vbnr vs. bi kar bîne û here navê rastîn ya wê mijarê an jî navê nivîskar peyda bike.
şûna vê, di nav peyama xwe de dema we karaktera @ nivîsand û dûre pêl li herfekî kir, tirşik jixweber navê wî nivîskarî/ê dibîne û pêşniyar dike. dema we hilbijart jî bnr, an jî mantion'a wî çêdike.

17- di nivîsîna peyaman de, berê dema mirov pê li bişkojkên bnr, vbnr, wêne, stûr vs. dikir. mişka mirov rasterast diçû dawiya nivîsê. ger nivîs, dirêj bûya, vê yekê mirov aciz dikir. êdî aciz nake ji ber ku êdî mişk li cihê xwe dimîne.

18- di rûpela mijarekê de, dema hejmara peyaman zêde be, te dît, nimroya rûpelan derdiket. 1,2,3,4,5,... wisa dewam dikir. xuyaniya vê yekê gelek baştir e êdî. tenê hejmara rûpela heyî tê nîşandan. bi bişkojkan mirov dikare here rûpela pêşî an jî dûre, an jî dikare hejmarek hilbijêre. her wiha êdî ev fonksiyon him li jora peyaman him jî li jêra peyaman heye. bi sya vê yekê, ji bo ku mirov here rûpelên din, ne hewce ye ku here binê rûpelê. ji aliyê din ve, demm hûn hatin binê rûpelê û we ji fonksiyona li vir rûpelê guhert, rûpela we xwestî tê barkirin û hûn diçin serê rûpelê.

19- dema mirov peyamek dirêj binivîse, qutiya nivîsandina peyaman biçûk dima. mirov dikariya ji qûncika vê qutiyê bigire û wê mezin bike lê di telefonan de ev gelek zehmet bû. di komputerê de jî mirov diwestand. lê êdî dema mirov peyamek ji 6 rêzikan zêdetir binivîse, qutiya nivîsandinê, bi awayek otomatîk dirêj dibe û ji bo nivîsaninê cî vedike.

20- dema di nav peyamekê de vîdeo an jî wêne hebe, tirşik êdî wan jixweber bar nake. te dît, berê jî vîdeo û wêne girtî bûn û dema we pêlê dikir vedibû. lê wê demê di eslê xwe de wêne û vîdeo bar dibûn, tenê dema we dixwest dihat nîşandan. lê êdî bi rastî jî nayê barkirin, dema we lê tikand nû tê barkirin û nîşandan. bi vî awayî barkirina rûpelan gelek bileztir e. bi taybetî dema di peyamekê de an jî mijarekê de gelek vîdeo û wêne hebû, barkirina rûpelê gelek giran bû.

21- êdî dema mirov bixwaze peyameke xwe rast bike, ne hewce ye here rûpelek din û piştî sererastkirinê dîsa vegere mijarê fîlan. dema mirov li bişkojka rastkirinê bike, hema tam di cihê peyamê de paceya rastkirina peyamê derdikeve û mirov dikare ji vir peyamê rast bike. piştî rastkirinê jî mirov ji rûpelê qet naçe û peyama rastkirî dikeve cihêê xwe.

22- êdî dema mirov dengê çeppik, reşşik an jî dengê ecêb bide peyamekê, rûpel ji nû ve bar nabe. hema di cihê xwe de deng tê dayîn. wher wiha dema mirov peyamek bike favorî an jî peyamekê jê bibe jî, dîsa rûpel ji nû ve nayê barkirin. berê û ger mirov ne di rûpela ewil ya mijarê de bûya, rûpel ji nû ve dihat barkirin û mirov cihê xwe jî wenda dikir.

23- berê dema we dengek da, we nikariya dengê xwe biguherin. diviyabû hûn herin panelê, li wir dengê xwe ya dawîn jê bibin, dîsa werin peyamê û ji nû ve deng bidinê. lê êdî dema we pêl çeppik kir, çeppik tê dayîn. ger hûn paşê li reşşik bitikînîn, dengê we yê berê tê jêbirin û reşşik tê dayîn. her wiha dema we peyamek kir favorî, ger hûn dîsa pêl li bişkojka favorî bikin, vê carê peyam ji favoriyan tê derxistin.

24- ji bo performansê gelek başkirin û sadekirin hatin pêkanîn.

25- "dengê ecêb" hat rakirin. êdî tenê çeppik, reşşik û favorîkirin heye.

26- êdî di binê peyaman de, mirov dikare bibîne ku ji bo vê peyamê çend çeppik, reşşik hatine dayîn an jî çend caran hatiye favorîkirin. (ger 0 be, nayê nîşandan) her wiha xuyaniya van bişkojkan jî hat başkirin û sadekirin.

27- li beşa îstatîstîkan, îstatîstîkên "nivîskarên favorîkirî" û "peyamên têr favorî" hatin lêzêdekirin.

28- dema xeletiyek çêbû an jî çalakiyek bi serkeftin hat pêkanîn, di tirşikê de hişyariyên agahdarkirinê derdikeve. weke mînak "hişyarî: ji bo dîtina vê rûpelê mafê te tune". ev hişyarî weke paceyek biçûk vedibûn(popup) û ji bo girtina wan diviyabû mirov pêl li bişkojka "temam" bike. carina ev yek mirov aciz dike/diwestîne.
êdî hişyariyên tirşikê li jora ekranê hêdika vedibe û bêyî ku hewce be mirov tiştekî bike, jixweber wenda dibe. malper jî ji nû ve bar nabe. ne hewce ye mirov tiştekî bike. weke mînak çeppikek bidin peyamekê û bibînin.

29- êdî dema elektrîk çû an jî we bi xeletî rûpela tirşikê girt an jî înternet qut bû, belkî jî di tirşikê de xeletiyek çêbû. bila çêbe, xem nake ji ber ku tirşik, hûn peyamê neşînin jî peyamên we bi bîr tîne. wisa; em bêjin we mijarek vekir û di qutiya nivîsandinê de dest bi nivîsandinê kir. we 3-4 paragraf nivîsî, lê berî şandinê tiştek qewimî û peyama we wenda bû. xem nake, dema hûn dîsa werin wê mijarê, hûn ê bibînin ku di qutiya nivîsandinê de peyama we ji nû ve hatiye barkirin. gelek kesan heta niha gilî dikir ku peyamên wan yên dirêj, berî şandinê ji ber sedemên cûr be cûr wenda bûne.

30- di panelê de mirov dikare hemû agahiyên xwe êdî di yek paceyê de rast bike. di forma rastkirina zayenda xwe de, êdî zayenda we ya heyî çi be, ew bijartî tê nîşandan. xuyanî bi temamî hat nû û nûjenkirin.

31- firehiya cihê peyaman firehtir bû. êdî kêleka rastê ya malperê tengtir e, bi vî awayî cihê ji peyaman re hatiye veqetandin firehtir bû.

32- li beşa panelê, menûya "yên ku wan dişopînim" hat lê zêdekirin. ji vir mirov dikare wan nivîskaran bi hev re bibîne.

33- li aliyê çepê, ji ber bişkojkên hilbijartina zimanê û taybetiyên rojev, 7 roj, zindî û vs. gelek qerebalix çêbûbû. niha şûna van nivîsan îkon hatin bicîkirin, û taybetiyên hilbijartina zimên, dirb û kategoriyan di bişjoka ewil de hat veşartin. dema li vê bişkojka ewil tê tikandin, ev menû jî vedibin.

34- xuyaniya rûpela profîla nivîskar hat guhertin û xweşkirin.


35- dema mirov peyamek dinivîse û dişîne (ger di mijarê de ji yekê zêdetir rûpel peyam hebin) mirov rasterast diçe vê rûpela dawîn ku jixwe peyama me ya nû li wir e.

36- dema hûn piştî demek dirêj vegeriyan tirşikê û we têketinê kir, weke berê ji we re tê gotin ku ka ji roja têketina we ya dawîn heta niha ji te re çend çeppik, reşşik hatine dayîn, çend peyam hatine nivîsandin, li mijarên tu dişopînî çend peyam hatine nivîsandin û nivîskarên ku dişopînî çend peyam nivîsandine. êdî hûn dikarin di heman rûpelê de, yek bi yek van hemû peyaman bixwînîn. rûpel nû nabe û lîste naçe tu derî, hema yek bi yek lê bitikînin û bila peyam li jora rûpelê were barkirin. bi vî hawî, dema hûn têketin tirşikê beyî ku li pey lîsteya mijaran bigerin, dikarin hemû peyamên nû yek bi yek bixîwînin.


têbinî: xelatiyên ku di peyama berî vê de ji aliyê cûndûllah el-kurdî ve hatibûn gotin, hatin rastkirin.



07.12.2017 21:03 ~21:04 | simurg56

269. sîstema nû moderntir bûye lê hinek kêmasiyên wê hene.
1. avatara hin kesan xuya nake.
2. listeya mijaran xweştir bûye lê dema ku meriv li mijarekê ditikîne mijar diguhere lê lîsteya mijaran naçe. eger piştî tikandinda mijarekê ew lîste bi xwe biçûya baştir dibû.

min hemû fonksiyonan ne ceriband lê kêmasiyên ku min dîtine ev in.



07.12.2017 22:46 | sloujouc

270. seata te xweş. lê belê kêfa min ji zêdekirina tirkî nehat. ji ber ku xwerû kurdîbûna tirşikê ye, dilê me bijiya. heke gaveke wisa bê avêtin, vê car, dê yekî rabe peyamên temamî tirkî li tirşikê zêde bike, dê dîmena tirşikê ya "kurdî" xera bibe. ji kerema xwe dev ji vê lêzêdekirinê berde.

ya din, vebijarka dirbê ne: nizanim bi kîjan têgihan û çawa vedibêjin, lê ez ê wisa bisêwirînim: keko şêweya nûjen gelek vala xuya dikin, valahiyeke fezayî. kêfa min jê nehat. gelo tiştekî wisa ji destê we nayê? dê pir û gelek û mişt xweş bibaya:
Here lînkê



08.12.2017 00:17 ~00:26 | biruya hayao miyazaki

271. Bûtonên ser mijaran ne baş.
Xwezî dizaynek baştîr hebe seba wan.



08.12.2017 08:49 | cinorek

272. rojanekirinek biçûk;
1- di weşandina "peyamên li benda weşanê" de problemek hebû. hat rastkirin.
2- di menûyan vebijêrkê de nivîs nedihatin xwendin. hat rastkirin.



11.12.2017 22:52 | simurg56

273. agahî; beşa îstatîstîkan de problemek rû dabû; hat çareserkirin. hemû fonksîyonên îstatîstîkan vê gavê dixebitin.



16.01.2018 23:17 | simurg56

274. ji ber rojanekirina sîstema imdb, ev çend roj bûn di beşa fîlman ya tirşikê de, agahiyên fîlman jixweber ji imdbyê nedihatin kişandin. ev problem hat çareserkirin. hûn dîsa dikarin bi hêsanî fîlman li tirşikê zêde bikin. (fîlma ku wiha wilo wisa bar kiribû jî hat rastkirin)



01.05.2018 13:42 | simurg56

275. çend guherînên biçûk;
1- êdî peyamên jêbirî, hîç nayên nîşandan. yanî êdî hişyarîya li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin xuya nabe.

2- piştî peyamek hat jêbirin, peyamên payî ji nû ve tên nimrokirin.

3- dema mirov nû dikeve tirşikê, peyamên çeppikkirî dihatin nîşandan. carina peyamên çomezan jî xuya dikirin. ev xeletî hat rastkirin.



09.05.2020 00:48 | simurg56

276. 4- êdî dengdayîn jî zelaltir bûye. Êdî hem bijkoja dengdayînê mezin e hem jî baştir xuya ye bê ca kîja ji wan çepik e kîja ji wan reşik e



09.05.2020 00:58 | ferhenga şikestî

277. min şiklê bişkoşkan eciband û hişyariya peyamên jê birî hat rakirin min pitir eciband.. sihhet xweş



09.05.2020 01:10 ~01:10 | de facto hozan

278. guhertina herî mezin ya ser peyamên jêbirî ye û pir baş bûye. heke yekî xwestibe peyamên xwe jêbibe -her çi sebeb be- wê demê bile cih jî jê neyê veqetandin -her çi hincetê be jî-. bi vê êdî xeyaletên kevn, bi temamî ji rûyê tirşikê rabûn. ev dramek din e. :/

bişkok zelaltir bûne, xweşik bûne.



09.05.2020 01:31 ~01:32 | biruya hayao miyazaki

280. sîstema ku dilê min rehet kiriyê, weyy seata we xweş yaw *
ji derdê li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin em dîn û har bûbûn dqn



09.05.2020 02:29 | merwano

281. Ser xêrê be super bûye.



09.05.2020 04:10 | xabûrî

282. daxwaz : bila rengê tirşikê bibe wek bacanê reş (patlican moru)



09.05.2020 15:40 | shwinsherm

283. derîde li hember peyama nikarin ecêb bimînin* bîşkojka ecêpmayînê rabûye.



09.05.2020 18:07 | tîrêj zana 21

284. sîstema ku îro dîsa hat nûkirin;


1- dengdana "ecêb" hat rakirin.
2- bişkojkên çeppik û reşşikan hatin guhertin.
3- êdî li ser bişkojkên çeppik û reşşikan dinivîsa ka ji wê peyamê re çend çeppik an jî reşşik hatine dayîn.
4- rûpela destpêkê hat guhertin. êdî dema mirov tirşikê vedike, rûpela "zindî" derdikeve.
5- di vê rûpela zindî gelek hat guhertin. di vê rûpelê de, di tirşikê de çi qewimî be, tê lîstekirin. êdî dema kesek li dîwara kesekî binivîse an jî fîlmek wergerîne kurdî jî, agahdarî derdikeve.
dema nivîskarek fîlmek wergerîne, rewşa xwe ya derûnî biguherîne, li dîwarê kesekî binivîse, fîlmek an jî pirtûkek lê zêde bike, wêneyek bar bike: naveroka wê jî tê nîşandan.

bi vî awayî wê herkes bikare her beşa tirşikê bişopîne.

6- mirov dikare rasterast di rûpela zindî de, rewşa xwe ya derûnî binivîse û jê bibe.

vê gavê guherîn ev in lê wê guherînên dîtir jî werin. ser xêrê.



10.05.2020 14:38 | simurg56

285. *Ser xêrê be. beşa zindî bûye deşta pîroz, kê li kîjan tembûrê lê dixe, tê dîtin. *
*bijokên nû xweştir xûya dikin, bawer im berê hejmara çeppik an reşşikan li cem bişkokan tunebû. ev jî xweş bûye.



10.05.2020 14:45 | biruya hayao miyazaki

286. Ser xêre be ji berê çêtir xuya dikê



10.05.2020 14:51 ~14:52 | merwano

287. Guhertinên gelek baş hatine kirin û bi rastî kêyfa min jî ji pergala nû re hat.Lê ev guhertin dibe ku bibe sedemên pirsgirîkan;
1- Beriya her guhertinê divê bê fikirîn ka ev guhertin pêşerojê de çawa bandorê li tirşikvan bike.
2- Min jî gelek caran malper girtin/vekirin lê divê ev baş bê zanîn ku ev der cîh li gor formata ferhengan e.Heke vir bibe cîhek wek twitter wê demê dibe ku tirşikvan dibe bibêjin cudahiya vir û twitter çi ye.
3- Rûpelek zindî ango rûpelek axaftinê mirov dikare lê zêde bike lê lê wek lînkek divê bi rûpela sereke bê girêdan bo ku formatê xirab neke.
4- Bi vî havê tirşikvan dikarin rûpela sereke bi parveyên xwe ve kontrol bikin.Ev pêşerojê de wê bibe pirsgirîk an na ?
5- Wê bibe sedema zêdetir cîh/trafîkê li ser hostingê
Heke ev hemû hatibin fikirîn helbet baş e.
Bi rastî ez guhertinan diecibînim ji bo ku bila ferhenga me hevekî ji ferhenga ekşisözlük cudatir bibe.
Urbandictionary , reddit ,quora dibe bibe îlham bo guhertinan.



10.05.2020 15:23 | brzn

288. rojanekirin;

1- dema mirov peyamek sererast bike, di binê peyamê de li kêleka dîroka peyamê, dîroka guhertinê jî derdiket û ev yek jî dibû sedema qerebalixêyê. êdî, eger ev guhertin di heman rojê de hatibe kirin, wisa tê nîşandan: 2016.11.15-21:27 ~21:31 bi vî awayî hinekî sadetir xuya dike.

2- wek hûn zanin beşa zindî (li deşta tirşikê îro) hatibû rojanekirin. lê hinek nivîskaran zêde hejê nekirin. ji ber vê yekê me wisa kir;
a- dema mêvanek têkeve tirşikê, tenê ji bo carekê vê rûpela zindî dibîne û paşê eger li logoya tirşikê bitikîne an jî rûpelê nû bike fîlan, ew rûpela berê ya peyamên bijartî derdikeve.

b- di panelê de eyarek hat lêzêdekirin. li vir hûn dikarin serûpela tirşikê biguherin.
- eger hûn bixwazin, hûn kengî li logoyê bitikînin wê rûpela zindî vebe.
- eger hûn bixwazin, hûn kengî li logoyê bitikînin wê rûpela peyamên bijartî vebe.
- eger hûn bixwazin, hûn kengî li logoyê bitikînin wê rûpelek ku herduyan jî dihewîne, vebe.



14.05.2020 00:23 ~2020.05.13 23:48 | simurg56

289. destê te saxbe , bi rastî min
- eger hûn bixwazin, hûn kengî li logoyê bitikînin wê rûpelek ku herduyan jî dihewîne, vebe.
eciband , sipas.
Lê ez tirşika xeyala xwe de jî bi vir ve bikim , te mêze kir simurg56 wî jî li eyaran zêdekir.
rûyê tirşikê wiha teng be; û min neda nîşan lê milê çepê de jî tab mabên din jî hebin.Nav wan taban de jî dengdayîn filan bêvan hebin.
Here lînkê



14.05.2020 00:30 ~00:46 | brzn

290. bi wan vebijêrkan dilê kesek nehatiye hiştin. xweş e belam. ew tarîxa bin peyamê jî xweştir bûye.



14.05.2020 00:53 | biruya hayao miyazaki

291. Lihevanîna ku dilê kesî nehiştîye ye. Spas bo moderatorîyê. Bi rastî bi vê guhertinê min fêm kir ku ez zû bi zû nikarim dev ji elimandinê xwe beredim. Yanê tiştên kevn û jê hez dikim naxwazin biguherin û ji ber wê jî min eyara xwe dîsa kir guldesteyên bijarte û tu rewş mewşa êdî nabînim. Îca hûn serbestin bê derûnîye çîye dikarin biguherînin*



14.05.2020 01:04 | tîrêj zana 21

292. 2 rojanekirinên biçûk;

1- êdî kesê ku fîlmek li tirşikê zêde kiriye, dikare dû re agahîyên fîlmê sererast bike. moderator dikerin hemû fîlman rast bikin.

2- di rûpela fîlman de, di beşa binnivîsan de, êdî hejmara daxistina binnvîsan jî xuya dike. daxistinên berê nehatibûn jimartin. loma niha ji bo hema bêje hemû fîlman ev îstatîstîk "0" e. lê wê zêde bibe.



19.05.2020 00:28 ~00:28 | simurg56

293. guhertinên dawî li me nîşan dide ku wê sîmurg giraniya xwe bide beşa fîlman.jixwe piştî faaliyetên koma wergera fîlman ya tirşikê ev pêwist e.bila ser xêrê be.



21.05.2020 01:18 | bayesar

294. Li kurdên çiyayî deşt ferz, behna me jî teng kirye.



21.05.2020 08:41 | hespêsor

296. rojanekirinên dawîn;

1- sîstema edîtorîyê hat anîn. êdî ji bilî moderatoran, edîtorên tirşikê jî hene. edîtorên me wê bikarin navên mijaran rast bikin, kategorîyên mijaran rast bikin/biguherînin, mijaran beralî hev û din bikin, agahîyên fîlman an jî pirtûkan rast bikin.
lîsteya moderator û edîtoran li vir dikare were dîtin: Here lînkê

2- di beşa fîlman de êdî dîroka wergerandina fîlman jî xuya dike. (di rûpela fîlmê de) û bi vî awayî fîlm dikarin li gor dîroka wan ya wergerandinê, werin lîstekirin: Here lînkê

3- hinek xeletîyên biçûk hatin çareserkirin.



23.05.2020 22:40 ~17:47 | simurg56

297. Sîstema ku hemû tirşikvana bikira edîtor û moderator ma wê kevir û quçik bi bariya. *



23.05.2020 23:36 | shorbevan

298. rojanekirinek girîng:

- êdî dema mirov dest bi nivîsandina peyamekê dike, dema ku 3 sanîye naveber da nivîsandinê. ew nivîsa wî, wek tedbîrek, di tirşikê de tê tomarkirin.
piştî we peyamê şand, eger problemek derkeve û peyam neyê tomarkirin, dema hûn vegerîyayî cihê nivîsandina peyamê, hûn ê peyama xwe ya kevin li wir amade bibînin.

- malper derbasî https bû ku ji bo ewlekarîyê gavek girîng bû.



26.05.2020 17:02 | simurg56

299. Roj bi roj baştir dibe simurg56 û yên keda wan derbas dibe pîroz dikim. sîstema nû ya tirşikê/124211 bi vê nûnkirinê jibûna min baştirbûye. Jiber berê min pir gilî û gazin dikir di vê derheqêde carna dema min rûpel diveşart nivîs ji binî diçû û min car din di anî serî, jiber vê tirsê ez pirahiya peyamên xwe di tirşikêde nanivîsim di rûpelek dervede dinivîsim tînim copy past dikim. niha edî çewa jiminre xweş be gelek başbûye.



26.05.2020 17:26 | shorbevan

300. Lê kêmasiyek di nûnkirina di vê peyamêde hatiye behskirinde heye sîstema nû ya tirşikê/124211 dema mijar diguhere an meriv derbasî sernivîsek din dibe nivîsa herî dawî di sernivîsa ku meriv nû derbasdibede jî dertê. Bi mijar mijar ev bi guheriya wê baştirbûya



26.05.2020 17:36 | shorbevan

301. gelekî kêfa min ji vê taybetmedndiya dawî re hat.
gelek caran jiber ku di şebeka min de pirsgirek derdikevin.
nivîsan min ne dihat weşandin û min ji serî dîsa wek keran dest pê dikir :(
min jî wek birayê shorbevan li cihê copy dikir. Heya ku bê weşandin.

Seatan wê hemûyan xweş



26.05.2020 18:06 | merwano

302. sîstema nû ya tirşikê/124214 ez jî tevlî vê peyamê dibim. xweş bûye lê pirsgirêkek din bi xwe re aniye. Piştî ku em peyamê dişînin jî di mijara nû de peyama mijara berê xuya dike.



26.05.2020 20:24 | xabûrî

303. 1/ bes ez dikevim kîjan mijarê jî
nivîsa min î kevin xuya ye .
wek bişkokekê çê bibe gava mijar nivîsîne de gava min pêl kirê taslaka min î herî dawîn were ma wê xweştir nebe?

2/ hîn fikra min î bişkoka ferhengê di hişê min de ye simurg .



26.05.2020 21:51 ~21:55 | shwinsherm

304. Ji bo ceribandinê min xwest peyamek biceribînim û peyam jî ev e "nnnmmmmmm" lê her bin mîjarê de wek peyamek asayî derdikeve pêş.Hê dûyê min e wek neyar : /
xaburî +1

Lê ji bo guhertinên din sipas, tirşikê gelek baştir kiriye.



26.05.2020 21:52 | brzn

305. agahî: li ser daxwaz nivîskaran, êdî ji bo her mijarekî pêşnûmaya peyaman cûda cûda tên tomarkirin. yanî dema peyameke we nîvço ma, bermahîya wê tenê di binê mijara wê de xuya dike.
edît: û mirov dikare pêşnûmayê bixwe jî jê bibe



26.05.2020 23:11 ~23:20 | simurg56

306. rastkirin 2: êdî dema mirov wê pêşnûmaya xwe wek peyam bişîne, ew pêşnûma tê jêbirin. belasebe di binê mijarê de qerebalixîyê nake.



27.05.2020 18:18 | simurg56

307. Çomezek dema li mijarekê dinivîse hişyariya derdikeve ev e : "hişyarî=ev peyam aîdê çomezek e, loma hê nehatiye weşandin. tenê admîn û moderator dikarin van peyaman bibînin."Çomez dikare mijareke nû ya herkes bibîne veke lê nikare li mijarekê peyama ji herkesî re vekirî binivîse.Ya rastî li min seyr hat.



28.07.2020 19:29 ~19:29 | berbest

308. sîstema ku "seo"ya wê nîne.Ji ber ku url wekî id û php ye ev yek dibe sedem ku ceribandinên hackkirinê li ser bê kirin.Urlyên wekî id=112929 ji bo êrîşvanekî yek jî dera cara ewil ceribandinê lê bike ye.Him ji bo belavbûn him jî ji bo ewlehiyê ezbim di ajandaya berpirsan de divê di rêza serî de bê nivîsîn.



29.07.2020 01:18 ~01:20 | berbest

309. Sîstema ku çend taybetmendiyên wê van roja naxebitin an jî pirsgirêka derdixe holê.
Mînak;
-taybetmendiya beralîkirinê naxebite
- jêbirina peyama car caran naxebite û hin pirsgirêkê nû derdixe holê.
(bnr: hawar simurg56 hawar)



28.06.2021 18:09 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene