Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

200. bidengkirina peyvan nûtîyek gelek hêjaye û di dîroka ferhengên kurdîde nehatî dîtin. spas ji bo her kesê kû pişk û parê wan di sistemê de hey. hivîdarim kû demek nêzîk de

tipên navneteweyî yên fonetîk jî were lehiqandin.



12.12.2015 01:36 ~01:42 | ycup

201. sîstema ku êdî divê ji vê daxwaza re jêr re jî bersibekê bide;

wek tê dîtin hingî roj tirşik.net mezintir dibe, her roj tiştên nû lê zêde dibin. carna mirov dixwaze li tiştekî bigere, ji bo wê divê mirov navê mijarê texmîn bike, ew mijar heye an tune ye, hebe navê wê çi ye? carinan mirov peyda nake, ha ji bo vê bila êdî em karibin di nava naverokê de jî lêgerînê bikin. wek google'ê, di google'ê de gava mirov peyv an hevoka ku lê digere di nava "..."ê de dinivîse rasterast ew malperên wan peyv an jî hevokan wek ku me di nava "..." nivîsî hatî nivîsandin derdikevin. divê êdî tişteke wilê di tirşikê de jî hebe.



19.01.2016 12:00 | xendekî

202. sîstema ku bi lêgerîna di nav naverokan de wê hêdî bibe.



vê gavê mirov dikare di nav navê mijaran de lêgerînê bike. weke mîna ji bo ku hûn mijara "rûpela 43. rêzika 7. ya pirtûka kurdî ya herî nêzikî tirşikvanan" bibînin, ne hewce ye hûn navê mijarê komple bizanin. weke mînak ger hûn "rûpel rêzik" binivîsin û pêl li "lê bigere" bikin, wê ev mijar bi hêsanî were dîtin.



ji aliyê din ve; ji bo lêgerîna di nav naverokên peyaman de jî riyek wisa heye. weke mînak hûn dixwazin di tirşikê de li peyva "qurmê simbêlan" bigerin: di googlê de wisa binivîsin: "qurmê simbêlan" site:tirsik.net

[wateya "" ew e ku ev her du peyv divê ji hev neyên qetandin. wateya site: jî ew e ku lêgerîn tenê di nav rûpelên tirşikê de were kirin]



ger em pergala tirşikê ji bo lêgerîna di nav peyaman de bi kar bînin, wê performansa vê lêgerînê ne baş be û her ku tirşik mezin bibe, wê ev performas kêmtir jî bibe û sîstemê biwestîne.



19.01.2016 21:20 | simurg56

203. sistema ku ez jî vê kêmasîya wê fikirîbûm û min hanîbû ziman.. sîstema nû ya tirşikê/83985 ger meriv dikaribe hemû peyaman di rûpelêde bibîne meriv dikare di rûpelêde lêgerîn bike bibîne.. wekî sernivîsên gotinên pêşîyan yên entry pir lê nivîsandî qene meriv zane meriv çi nivîsandîye....



19.01.2016 21:36 ~21:40 | shorbevan

204. rojanekirina 2.7.9ê;





1- beşa zarokan hat vekirin.

ev beş ji bo zarokên biçûk yên li ber axaftinê hat vekirin. aniha beşên fêkîyan, heywanan, rengan û laşê mirovan hatin vekirin. di van beşan de bi qasê 85 wêne hene. dema mirov li van wêneyan ditikîne, navên wan kurdî tê xwendin. bi taybetî di cîhazên touchscreen yên mîna tablet, telefon û komputerên nû de bikaranîna wê gelek hêsan e. bi saya vê yekê me xwest zarokên biçûk hînî çend peyvên kurdî bibin. di nava heftiyekê de keça min hînî gelek peyvan bû *

di pêşerojê de belkî gelek taybetiyên din jî were vî beşî. weke mînak temaşekirina vîdyoyên xêzefîlman, ji bo zarokên hinekî mezintir lîstikên online fîlan. em li benda pêşniyaran in.

lînka beşê, li jor di bin menûya yên din de heye, an jî ji vir keremkin: Here lînkê



2- di lêgerîna mijaran de ger mijar neyê dîtin, êdî di nav bnr'yên vala de jî tê lêgerîn. bi vî awayî ger mijarek wisa nehatibe vekirin jî tirşik destnîşan dike ku heta niha di kîjan peyaman de behsa vê meseleyê hatiye kirin. weke mînak ger hûn li mijara gayê herîyê bigerin, hûn ê nekarin mijarek wisa bibînin ji ber ku tune. lê wê tirşik ji we re bêje ku heta niha di 2 peyaman de behsa gayê herîyê hatiye kirin. aha wisa. Here lînkê

her wiha dema hûn êdî pê li bnr'yek bikin jî dema ew bnr vala be, dîsa peyamên ku vê bnr'yê dihewînin tên nîşandan.



3- di beşa rêveberiyê de, di erêkirina peyvan de ku ji bo ferhengê hatine wergerandin, êdî moderator dikarin rasterast bibînin bê ka ew peyv ji aliyê kîjan nivîskarî ve hatiye wergerandin.



06.02.2016 11:15 ~11:18 | simurg56

205. rojanekirina 2.8.0;



- di qutiya lêgerînê de pêşniyarên lêgerînê hatin rastkirin. êdî him xuyaniya wê xweşiktir e, him jî êdî hemû tîpên kurdî jî rast xuya dikin.

- li aliyê rastê, di lîsteya dengdanên dawîn de, ger yek ji wan peyaman hatibe jêbirin êdî ew peyam nayê nîşandan. xeletiyek biçûk bû, hat sererastkirin.



26.04.2016 20:50 | simurg56

206. rojanekirina 2.8.1;



- fonksiyona "rojek" hat çêkirin.

bi vê fonksiyonê hûn dikarin bibînin, ka kîjan roja di dîrokê de, li tirşikê çi hatine nivîsandin. weke mînak roja hilbijartina tirkiyê ya 2015an li tirşikê ev tişlt hatine nivîsandin: Here lînkê

an jî roja ewil ya tirşikê mijar ev bûn: Here lînkê

dema mirov li mijarê bitikîne jî diçe wê mijarê û tenê peyamên wê rojê yên mijarê dikare bixwîne.



ji aliyê din ve ev taybetî wisa jî dikare were bikaranîn: li dawiya mijarekê roj, meh û sala wê binivîsin û peyamên di wê mijarê de yên wê rojê bibînin.

weke mînak gelo roja sersalê di derbarê rewşa whatsappde tirşikvanan çi gotine; Here lînkê



bişkojka vê fonksiyonê li aliyê çepê, di nav bişkojkên rojev, 7 roj, zindî de hat bicîkirin. bişkojka 24 saet hat rakirin ji ber ku jixwe dema mirov li îkona tirşikê ditikîne jî diçe heman derî.





not; fonksiyonek daxwazkirî bû; Here lînkê



20.05.2016 22:37 ~22:40 | simurg56

207. sîstema ku dide nîşan ku ez hê li pey danasîna peyva kiz im simurg56 hew ma here hîvê *

(bnr: maşellah)

sîstema ku êdî dikarin têde bibînin di nava nivîskarande kîjan rojî çi şer û pevçûn qewimîye *



20.05.2016 23:37 | shorbevan

208. fomksiyona "rojek" pir baş bû. tu yê bejî qey simurg56 yê camêr sibê heya êvarê dixebite ku daxwazên me bîne bi cîh. spas ji bo keda wî*



21.05.2016 10:44 | nazim tolhildan

209. sîstema newa ya rojêkî zaf baş bî hetta mi waştêne ke ez tirşik forum de binusî ke wa çîyo winasî (seke ferhenga înstela ya tirkan de esto) bêro zêdekerdene. la vatişê mi ra ver mamoste û doxtorê ma birêz simurg56 nê taybetî ard tirşikî.



her wina, ma rojaneyo newe zî açarna dimilkî seba tirşikî. wa bixêr bibo û ma zaftir û weşiktir rojaneyanê neweyan bivînê.



26.05.2016 01:09 | endazyar

210. rojanekirina 2.8.2;



- êdî dema mirov têketinê bike, wê vegere rûpela berî têketinê. weke mînak hûn mijarekê dixwînin û we biryar da hûn peyamek binivîsinin vê mijarê lê we têketinê nekiriye. berê diviyabû hûn herin rûpela têketinê, têketina xwe bikin û paşê dîsa werin tirşikê û li wê mijarê bigerin da ku peyam lê binivîsin.

lê êdî piştî têketinê, hûn ê rasterast herin rûpela berî têketinê. jiber ku vê gavê naveroka tirşikê veşartî ye, belkî hûn ê zêde bandora wê hîs nekin. lê dema me naverokê vekir û we karî bêyî têketin di nav tirşikê de bigerin, hûn ê xweşiya wê hî bikin. an jî dema hûn di beşên pirtûk, caps, fîlm fîlan de digerin jî niha dikare were bikaranîn.

- carina piştî têketinê nasnameya nivîskaran tevlîhev dibûya. ji bo vê yekê hinek tedbîr hatin standin. îşelleh wê êdî çênebe. ku çêbe ji kerema xwe re ragihînin.



26.07.2016 00:32 | simurg56

211. rojanekirina 2.8.3;



- rûpelên şandin û standina peyaman di heman rûpelê de hatin yekkirin. êdî peyamên hatina şandin û standin hemû di rûpela peyamtaybet.php de dikarin werin xwendin.

- êdî mirov dikare peyamên xwe yên taybet jê bibe. him yên ku we şandine, him jî yên ku we standine. di binê peyaman de bişkojka jê bibe heye, mirov dikare li wir bitikîne û peyamê jê bibe.



28.07.2016 21:58 | simurg56

212. rojanekirina 2.8.4;



- piştî 15 mehan, îro kategorîzekirina mijarên tirşikê qediya. êdî ji bo ku em ji feydeyên kategorîzebûna mijaran bibînin, astengî li ber me nema; ji xeynî rojanekirina pergala tirşikê.

weke gava yekemîn, di vekirina mijarên nû de, bijartina kategoriyan êdî mecbûrî ye. yanî êdî ji bo ku hûn bikarin mijarek nû vekin, divê hûn teqez kategoriyên wê hilbijêrin. guherînin din wê di rojên pêş de werin.



21.08.2016 22:51 | simurg56

213. Rojanekirina 2.8.5;



- Navrûya kategorîzasyonê bi temamî hat guhertin. Niha gelek xweşiktir, biçûktir, hêsantir û siviktir e. (Dema we mijarek nû vekir, hûn ê bibînin)



- Kategoriyên nû lê hatin zêdekirin. Kategoriyên nû; mekan, wênesazî, peykersazî, mîmarî, dans, komputergerî, feza, tenîs, futbol û basketbol.



- Hinek kategorî hatin dabeşkirin, weke mînak pirtûk weke "yê siyasî", "yên wêjeyî", "yên zanistî" hat dabeşkirin. Kategoriyên di yên dabeşkirî; sînema, mûzîk, tv-radyo, cih û war, xwarin-vexwarin, hunerên din, ziman, komputergerî, lîstik, zanistî, şano, nivîskar, kovar, komedî û spor.



- Taybetiya guhertin/rastkirina kategoriyên mijarê hat çêkirin. Êdî moderatorên me, ji menûya sererastkirina mijaran, dikarin kategoriyên mijaran bi hêsanî rast bikin.



bingehî kategorîzebûna tirşikê êdî gelek bihêztir e. Vêca em ê hêdî hêdî derbasî fonksiyonên bikaranîna kategorîzasyonê çêkin û biweşînin.



23.08.2016 07:10 ~07:11 | simurg56

214. sax be dema meriv ku mijar veke rûpelê mat dike



23.08.2016 21:32 | shorbevan

215. rojanekirina 2.8.7;



1- li kêleka çepê ya malperê (li kêleka bişkojkên tevlîhev, rojev fîlan) bişkojka "kategorî"yê hat çêkirin. dema mirov li vê bişkojkê bitikîne paceya hilbijartina kategoriyan derdikeve. ji paceyê, mirov dikare kategorîyek an jî çend kategoriyan hilbijêre, vebijêrkên din jî hilbijêre û kategoriyan lîste bike.



2- çend kategoriyên di hatin afirandin. (welleh niha nayê bîra min ew kîjan bûn lê 3-4 heb yên nû hene)



3- di rojanekirina berî vê de me gotibû ku kategoriyên pirtûk, spor, nivîskar, kovar, wêje, şano, zanistî, lîstik, komputergerî, ziman, hunerên din, tv-radyo, sînema, mûzîk û komedî hatin dabeşkirin. yanî di binê wan de çend heb bine-kategorî hatibûn çêkirin.

vêca niha jî mijarên van kategoriyan hemû li gorî bine-kategoriyên wan hatin sererastkirin.



28.08.2016 21:31 | simurg56

216. rojanekirina 2.8.7;



1- xeletiyên di xuyaniya rûpela rastkirina agahiyên xwe de, hatin rastkirin.

2- di binesaziya malperê de hinek guhertin hatin çêkirin ku we eleqedaar nake lê heye ku ji ber van guhertinan hûn rastî xeletiyan werin. ger tiştek wisa çêbû ji kerema xwe re ragihînin.

3- ji menûya aliyê rastê û jorê ya rûpelê, di menûya "vebijêrk"ê de rûpela "ez" hat rakirin. li wir tekane taybetiya ku li tu dereke din tune lînka rûpela "agahiyan biguher" bû. ev lînk li aliyê çepê ya panelê hat bicîkirin. yanî êdî hûn dikarin agahiyên profîla xwe ji panelê biguherînin.



30.08.2016 09:29 | simurg56

217. rojanekirina 2.8.8;



êdî;

1- mirov dikare hilbijêre ka piştî we têketina tirşikê kir, bila hûn otomatîk herin kîjan rûpelê. vebijêrk ev in: rûpela panelê, rûpela zindî, serûpela tirşikê an jî rûpela berî têketina we. Hûn dikarin vê eyara xwe ji rûpela panelê biguherînin. (li ser daxwaza xendekî)



2- dema mirov peyamek taybet (yên di navbera 2 nivîskaran de) jê bibe, ev peyam tenê li aliyê wî tê jêbirin. peyam ji aliyê nivîskarê duyemîn ve (muxatab) hê jî dikare were dîtin. (li ser daxwaza endazer)



04.09.2016 17:43 | simurg56

218. rojanekirina 2.8.9;



- êdî dema mirov bixwaze mijara fîlmek an jî pirtûkek veke, berî vekirina mijarê, tirşik kontrol dike bê ka ew fîlm di beşa sînemayê ya tirşikê de heye an jî ew pirtûk di beşa pirtûkan ya tirşikê de heye an na. ger tune be, tirşik forma şandina pirtûk/wêneyan derdixe pêşberî we û dixwaze pêşîn hûn vê fîlmê an jî pirtûkê lê zêde bikin. piştî ku we fîlmê an jî pirtûkê lê zêde kir, êdî hûn dikarin mijara fîlmê vekin.





lêzêdekirina fîlman/pirtûkan ne karek zehmet e. dema mirov 2-3 heban lê zêde bike, hîn dibe. jixwe tenê wê 4-5 deqe bistîne. di beşa fîlman de aniha 183 fîlm hene, di beşa pirtûkan de jî 341 pirtûk. lê belê dema mirov li kategoriyan binêre dibîne ku di tirşikê de heta niha behsa gelek zêdetir pirtûk û fîlman hatiye kirin.

fîlm: Here lînkê

pirtûk; Here lînkê



em hêvî dikin piştî vê taybetiyê zordarî û zextê, êdî tirşikvan fîlm û pirtûkên xweş li danegehê zêde bikin û arşîvek baş derxin holê.



16.09.2016 21:38 ~21:43 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene